19 Ocak 2011 Çarşamba

TIŞTONEKÊN AGIRÎ

[b]1. Tiştanok, miştanok[/b] li bin kevirê xiştanok. Ew çi ye?


[b]2. Reş e, reş e mîna qîr[/b] spî, spî mîna şîr diçe diçe mîna mîr. Ew çi ye?

[b]3. Xaniyekî gilover û spî[/b] bê pencere, rojin û derî têde rûniştiye bûkeke zerî. Ew çi ye?


[b]4. Ez diçim, ew jî diçe[/b] ez radiwestim, ew jî radiweste. Ew çi ye?

[b]5. Tiştekî min heye[/b] binî ax e navê şax e serî zêr e. Ew çi ye?

[b]6. Kaloyek tê ji deştê[/b] barê striyan li piştê. Ew çi ye?


[b]7. Tiştekî min heye[/b] her tim li mal e geh şîrîn e, geh tal e. Ew çi ye?

[b]8. Ga orî[/b] pişkul firî. Ew çi ye?

[b]9. Çiyayê bê kevir[/b] deryaya bê av daristana bê dar bajarê bê mirov. Ew çi ye?


[b]10. Ji şekir şîrîntir e[/b] ji hesin girantir e. Ew çi ye?


[b]11. Apê min ê rû kurkirî[/b] şev û rojê bi dar ve kirî. Ew çi ye?


[b]12. Bi pişt e, bê zik e[/b] bi dest e, lê bê ling e bi dev e, bê diran e bi çav e, lê nabîne. Ew çi ye?


[b]13. Çav tune lê dimeşe[/b] ling tune lê şop dihêle. Ew çi ye?


[b]14. Hildidim digrî[/b] datînim aşt dibe. Ew çi ye?


[b]15. Li ser destan dişimite[/b] dikeve çav dişewite. Ew çi ye?


[b]16. Tiştekî min heye[/b] ez vedikim naçe, girê didim diçe. Ew çi ye?


[b]17. Tu bixwî dikeve ber diranan[/b] tu nexwî dibe gul û gulistan. Ew çi ye?


[b]18. Tiştekî min heye[/b] dev dirêj e, xwîndirêje dest davêjimê berdavêje. Ew çi ye?


[b]19. Hilindir, bilindir[/b] bav ji lawê bilintir. Ew çi ye?


[b]20.[/b] [b] Her roj diçe dibistanê[/b] lê tiştek nizane. Ew çi ye?






BERSIVÊN TOŞTONEKA






1. şeytanok, 2. qijik, 3.hêk, 4. sîya mirov, 5. genim, 6. jûjî, 7. ziman, 8. tufek, 9. nexşe, 10. xew. 11. derî, 12.mişk, 13. derzî, 14. zengil, 15. sabûn, 16. benê solê, 17. dendik, 18. tufek, 19. dû, 20. çente [color=#ff0000][b]Материал подготовила: Viktoriy[/b] [/color]

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder