12 Ocak 2011 Çarşamba

SERHILDANÊN AGIRÎ



Serhildanên Agiriyê


Serhiladanên Agirîyê, serhildanên ku di salên 1926-1930 an da li derdorê Çiyayê Agirî û li axa Îran ê da pêk hatîye ye. Ev dem û demabuhrana 1929 an tevî hev bûn û perê ku ji bo serhildanê bi dawî bike hate xerc kirin, bu sedema krîzê li Komara Tirkiyeyê. [1]


Serhildana Agirîyê ya yekem


16’ê gulan a 1926 an da eşîrên Soxanlî, Kizilbaşoxlî, Sorî, Cîlkanli, Bîlhanli, Cinganli; bi Îbrahîm ê Broson û hevalên wîra civîyan û serî rakirin. Ji Îran ê jî 1000 siwarî hatin tevî vana bun. Operasyonên leşkerî ku vê demê ji alîyê Komara Tirkiyeyê hate pêk anîn biserneket. LeşkerênArtêşa Komara Tirkiyeyê vekişya Bazîdê û di meha hezîranê da cardin erîş kirin. Li ser vê erişê serhildarên Serhiladanên Agirîyê çune Îran ê. Komara Tirkiyeyê ji Îran ê xwes ku sînorê xwe tevxe û tedbîren pewistin bigrê.


Xoybûn



Xoybûn (Xwebûn) rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wi hatiye damezirandin.
Di sala 1924 an da, Îhsan Nûrî (paşê Îhsan Nûrî Paşa) ku li Stenbolê perwerdetîya leşkerî hildabu û di artêşa Komara Tirkiyeyê da kar dikir, liElkê (Beytuşebab) yê fîrar kir. Di sala 1928 an da Îhsan Nûrî Paşe, Ardeşir Muradyan (Zîlan Beg) bi piştevanîya Rêxistina Xoybûn a ku li Sûrîyê disekine dest bi planeke serhildaneke nû kirin. Vana grupeke piçuk çêkirin. Kesên ku di grupêdane bi çekên modern hatin bi teçhîzat kirin. Taktîkên leşkerî dane vana. Ev grup berve Çiyayê Agirî yê çun û Serhildana Xoybûnê dan destpêkirin. Ev grup dema ku berve Çiyayê Agirî yê çun, Bidlîs, Wan û cî û warên dora Gola Wanê bi dest xistin. Îhsan Nûrî Paşe di navbera salen 1929-1930 an da Rojnama Agirîyê derxist.

Serhildana Agirîyê ya duyem


13’ê îlon a 1927 an da Komara Tirkiyeyê operasyoneke leşkerî pêk anî û heta sînorê Îran ê çû.


Komara Agiriyê



Komara Agiriyê yan Komara Araratê (1927-1931) yek ji dewletên Kurd ên dîrokî ye. Di pêvajoyaSerhildana Agiriyê de ji aliyê tevgera Kurd ve hatiye îlankirin.
Gelê Kurd piştî têkçûyîna Osmanî wekî gelên din li azadiya xwe digere. Gorî peymana Sevrê mafê Kurd û Ermeniyan ên dewletbûnê ji aliyê Osmaniyan ve hatibû pejirandin. Lê di praktîkê de Tirkan nedixwastin Kurd bibin xwedî dewlet û ji bo wê jî çi ji destê wan bihata dikirin.
Bi şikestina tevgera di bin pêşengiya Şêx Seîd re, navenda doza azadiya Kurdistanê bû Agirî. Serokê Kurd Îhsan Nûrî Paşa tevger û şereke nûjen dida û roj bi roj Kurd berî bi serkeftinê dibûn. Tê zanîn rêxistina Xoybûnê serhildan birêvedibir. Xoybûn îlankirina Komara Agiriyê (li Ewropa Komara Araratê dihate binavkirin û pirranî wisa tê zanîn) bi fermî kir. Komar dê sazûmaniyeke demokratîk avabikira û Kurd û Ermenî di nava dostanî û têkildariyê de bijiyan.
Bro Heskî Têlî (Îbrahîm Heskî) bû serokê birêvebiriya avakirina hikûmetê û karên sîvîl. Herwekî Temir Axa wekî serokê artêşê û berpirsiyarê birêvebiriya avakirina karên leşkerî hate peywirdarkirin.
Bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Îranê hêza Kurdan hate şikestin û serhildan têkçû. Lê heya sala 1931'î ala Komara Agiriyê her dihate pêldan.

Serhildana Tendûrek


Artêşa Komara Tirkiyeyê di 14-27 îlon a 1929 an da bi operasyona Tendûrekê, nehîşt ku Şêx Ebdulqadîr ê ku ji Îran ê ye tevî serhildanê be. Piştî vê operasyonê Komara Tirkiyeyê ji bo serhildanê bi dawî bike, bi biryareke ku di 28’ê kanûn a 1929 anda hildaye, di maha hezîran a1930 an da artêşek şande Agirî yê. Vê artêşê bi seroktatîya Salih Omurtak di serîda serfirazîke xurt bi dest nexist. Di 26’ê gulan-9’ê hezîrana 1930 an da bi Operasyona Stewr va hêz kir ku ewlehîya Stewr, Midyad, Cizîrê biparêze.
Di salên 1930 an da Artêşa Komara Tirkiyeyê dest bi serketinê kiri bu. Di hezîran a 1930 an da bi 10.000 leşker va li derdorê Çiyayê Agirî yê civîya. Li her dû alîya ji hejmara leşkeran zêde dibû. Hejmara serhildêran gîştibû 60.000 a.
Barzanî yan bi 500 merivî va ji Mûsilê, Haco Axa ji Sûrî yê, Simkoyê Şikak ji Îran ê hate alîkarîya Rêxistina Xoybûn ê.

Komkujiya Geliyê Zîlan



Di 20’ê hezîran-12’ê tîrmeh a 1930 an da ji alîyê artêşa Komara Tirkiyeyê di navbera Wan û Qerekose (Agirî) operasyona Zîlan hat pêk anîn. Di dema vê operasyonêda di 12’ê an jî 13’ê tîrmeh a 1930 an da Bûyerên Geliyê Zîlan bû. Gorî Rojnamevan ê rojnama Cumhuriyetê “Li derdorê Çiyayê Agirî yê hemû gundên ku tevî serhildanê bune hatin şewitandin. Niştecihên van dera hatine şandina Erdîşê. Di operasyona Zîlan ê da qasî 15.000 serhildêr hate kuştin.” [2][3]
Di 16’ê tîrmeh a 1930 an da rojnama Cumhuriyetê ev bûyeran bi vî avayê agahdarkir; “li ser Çiyayê Agirî yê balafirên me li ser serhildêran da bombebaranên pir bi hêz dike. Çiyayê Agirî yê di nav agir û teqîn da dizare. Teyrên Tirk ên hesin hesabê asî yan dibîne. Geliyê Zîlan heta devê xwe bi termên Însanva tijî buye. ”
Di rapora wezareta derve ya Keyaniya Yekbûyî da ev serketin li hemberî çendek kesên bi çek û pir kesên ku ne şervanin hat dest ketin. .[4]
Yaşar Kemal di salên 1950 an da di hevpeyvînekî da dibe ku wextê ez bi bûyerên Geliyê Zîlan hesyam van bûyeran pir li min tesîr kir. Paşê diroman xwe a bi navê Deniz Küstü yê da qal a van bûyeran kir. .[5]
Di 11’ê adar a 2010 an da parlamenterê Diyarbekirê Selahattin Demirtaş û 19 hevalên wi pêşniyarnamek dan da ku bûyerên Geliyê Zîlan bên lêkolîn kirin. [6]

Serhildana Agirîyê ya sêyem



Komara Tirkiyeyê destûr hilda ku hêzên xwe heta piştê Çiyayê Agirîyê ye Piçuk ku wê demê di nav sînorên Îran ê da bu bibe. Bi vî avayî rêya Îran ê ji bo serhildêran hat tevxistin. Paşe di navbera Komara Tirkiyeyê û Îran ê da li ser sînor rêkûpêkek hat çêkirin. Bajaroka Kotur a Wan ê hat dayîna Îran ê û iyayê Agirîyê ye Piçuk ji alîyê Komara Tirkiyeyê hat hildan.[7] Di 1’ê tîrmeh a 1930 an da ji alîyê Komara Tirkiyeyê dorgirtina Çiyayê Agirî yê hat xilas kirin û di 7’ê Îlon a 1930 an da operasyona mezin hat dest pê kirin. Vê operasyonê heta 25’ê Îlon a 1930an berdewam kir. Di 14’ê Îlon a 1930 an da Îbrahîm Axa hat kuştin û Îhsan Nûrî Paşe jî çu Îran ê.
Paşê di darizandina dadgeha Edene da 34 kes bi cezayê dardekirinê hat ceza kirin. Di sala 1938 an da navê bajarê ku Agirî bû, hate guhertin û bû Ağrı.

Çavkanî



Nîşe

  1. Ayşe Hür, Taraf, Bu kaçıncı isyan, bu kaçıncı harekât? (23.12.2007)
  2. Yusuf Mazhar, Cumhuriyet, 16 Temmuz 1930, ... Zilan harekatında imha edilenlerin sayısı 15.000 kadardır. Zilan Deresi ağzına kadar ceset dolmuştur...
  3. Ahmet Kahraman, Kürt İsyanları: Tedip ve Tenkil, Evrensel Basım Yayın, ISBN 978-975-6525-48-7, s. 211., Karaköse, 14 (Özel muhabirimiz bildiriyor) ...
  4. The conviction here is that the Turkish succcess near Ergish and Zilan were realy gained over a few armed men and a large percentage of non-combatants., Robin Leonard Bidwell, Kenneth Bourne, Donald Cameron Watt, Great Britain Foreign Office, British documents on foreign affairs: reports and papers from the foreign office confidential print. From the first to the the second world war. Turkey, Iran, and the Middle-East, 1918-1939. The Turkish revival, 1921-1923, University Publications of America, 1997, ISBN 978-0-89093-603-0, s. 106.
  5. Yashar Kemal, çev. Thilda Kemal (Serrero), The sea-crossed fisherman, Braziller, 1985, ISBN 978-0-8076-1122-7, p. 58, (Salih Pasha )......Every time one of his soldiers was killed by the Kurds, he'd go mad with rage and order the nearest Kurdish village to be set on fire and all its men shot. Şablon:En icon
  6. [Türkiye Büyük Millet Meclisi, Genel Kurul Tutanağı 23. Dönem 4. Yasama Yılı 72. Birleşim, 11 Mart 2010,http://www.tbmm.gov.tr/develop/owa/tutanak_sd.birlesim_baslangic?P4=20599&P5=B&page1=24&page2=24&web_user_id=7922249]
  7. Pirouz Mojtahed-Zadeh, Boundary Politics and International Boundaries of Iran: A Study of the Origin, Evolution, and Implications of the Boundaries of Modern Iran with Its 15 Neighbors in the Middle East, the Persian Gulf, the Caucasus, the Caspian Sea, Central Asia, and West Asia by a Number of Renowned Experts in the Field, Universal-Publishers, 2007, ISBN 9781581129335, p. 142.

Bîblîografî



  • Emin Karaca, Ağrı eteklerinde isyan – Bir Kürt Ayaklanmasının Anatomisi, (ilk baskı: Alan Yayıncılık, 1991), Karakutu Yayınları, Eylül 2003, ISBN 975-8658-38-7
  • İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayıncık, 1992
  • Prens Sureyya Bedirhan, Kürt Davası ve Hoybun, Med Yayıncık, 1994
  • M.Kalman, Belge, tanık ve yaşayanlarıyla Ağrı Direnişi 1926-1930, Pêrî Yayınları, 1997, ISBN 975-8245-01-5
  • Rohat Alakom, Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması, Avesta, İstanbul, 1998, ISBN 975-7112-45-3
  • Kemal Süphandağ, Ağır direnişi ve Haydaranlılar, Fırat yayınları, 2001
  • Mustafa Balbal, Ararattaki Esir Generalden Kan Çiçekleri, Doz Yayınları, İstanbul, Ağustos 2002, ISBN 975-6876-32-8 (Salih Omurtak'ın Şeyh Zahir tarafından esir alınışını anlatan kitap)

JI WÎKÎPEDÎA YA KURDÎ HATIYE HILDAN

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder