16 Ocak 2011 Pazar

Şehadeta Xalid Begê Cibrî û hevalên wî (Tehsîn Sever)

Îro, salvegera sehidkirina Xalit Begê Cibrî, Yusuf Ziya û Hevalen wan e. Me, bi munasebeta salvegera şehadeta wan, bi alîkariya xebatkarên hêja yên Peyamaazadi.org ê, nivîsa mamoste Tehsîn Sever peyde kir. Nivîsa wî di 2007 de, di Kovara Bîr ê de hatibû belavkirin. Em wê bi we re pay dikin:




Xalid Begê Cibrî yek ji serokên neteweperwerîya kurd e. Vê îdeala ku di dema xwendekarîya xwe ya li navbera salên 1891-1902 de nas kirîye, hem di warê hizrî hem jî pratîkî de organîze kirîye. Di her gavavêtina vê dozê de wî xwestîye peywirdarîyê bigre ser milê xwe. Tiştê ku di nameya bo Simko nivîsîye de qiset dike, gelek balkêş e. Dibêje:sehiden_14nisane.JPGÎro, salvegera sehidkirina Xalit Begê Cibrî, Yusuf Ziya û Hevalen wan e. Me, bi munasebeta salvegera şehadeta wan, bi alîkariya xebatkarên hêja yên Peyamaazadi.org ê, nivîsa mamoste Tehsîn Sever peyde kir. Nivîsa wî di 2007 de, di Kovara Bîr ê de hatibû belavkirin. Em wê bi we re pay dikin:
“Komîteya Kurd tenê biryarên xwe beyan dike û hîç ne xwedîyê wê hizrê ye ku biryarên xwe li ser te ferz bike… Her wiha, plana Simko jî wek utopyayekê (xeyalekê) nedidît û dida xuyanîkirin ku dê piştgirîyê ji bo hemî hewldanên bo serxwebûna Kurdistanê bike…”1
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe,
’serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tevgera kurd a di bin serokatîya Şex Mehmûd de ku li Kurdistana Başur pêkdihat, gelek kêfxweş bû. Li gorî Xalid Begî heta ku Kurdistan azad bibe dê li hemî parçeyên Kurdistanê berxwedan her li dar be. Û Xalid Beg xwedîyê hizreke wisan e ku serketina kurdan di hevgirtina kurdan de dibîne. Ji vê çendê di serî de her bala xwe daye ser pêkhatina yekîtîya li navbera kurdan. Di vî warî de gelek mesafe jî digre. Bo numûne, hindek rêxistinên kurd ên ku ji hev cihê difikirin, bi taybet Komîteya Kurd a li Stenbolê (Kurd Tealî Cemîyetî) û Komîteya Kurd a Erziromê (Azadî) digihîne hev.
Niha em bêne ser jîyana kurt lê bi têra xwe tijî ya Xalid Begî.
Xalid Beg di sala 1882 de li Gimgimê (Varto – Mûş) hate dinyayê. Bavê wî Mehmûd Beg mezinê eşîra Cibran e, diya wî jî meta Şêx Evdila Efendîyê Melekan (xwişka Şêx Mehmûd) e. Diya wî û diya Şêx Seîd efendî xwişkên hev in. Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendî û Şex Evdila Efendî, ku her sê jî di tevgera kurd a sala 1925 de hatin dardekirin, pisxaltî û kurmetên hev in. Her wiha, Şex Seîd Efendî ligel xwişka Xalid Begî zewicandî ye.
Xalid Beg yek ji xwendekarên pêşîn ên Mekteba Eşîran a li Stenbolê ye. Li Mekteba Eşîran, ku di sala 1892 de vebûye, wek xwendekarê bi jimareya 36. qeyd bû. Perwerdeya vê mektebê 5 sal e. Bernameya 7 salan xistine zikê 5 salan. Di vê mektebê de zimanê osmanî, fransizi, erebî û farisî fêr bû. Ewên ku xwendina vê mektebê birin serî, kirin du beş; beşek bo Mekteba Mulkîye û ya din bo Mekteba Herbîye hate şandin. Xalid Beg piştî ku Mekteba Eşîran temam kir bo Mekteba Herbîye (Yıldız Mekteb-i Harbiye) hate şandin. Di sala 1902 de bi pileya (rutbe) yaver yuzbaşîtîyê ji Herbîyeyê derçûbû.
Mekteba Eşîran parçeyek ji projeya entegrasyona osmanîbûnê ye ku bira- yetîya îslamê derdixist pêş. Lê ji ber ku ev sedsal êdî dema danîna netewedew- letan e, lewma jî vê projeyê keysa serketinê bidest nexist. Di vî warî de tesbîtên Dr. Nurî Dêrsimî ku ew jî yek ji pêşewayên neteweperwerîya kurd e û ji mektebên Osmanî mezûn bûye, gelek girîng in, ku dibêje:
“Ji bo Mekteba Eşîran jî dê encam pêkhatina paradoksa klasîk û xusran bûya. Ji qewlê Hourani ve, çawan ku jon-tunûsî û jon-cezayîrî li dibistanên modern ên fransizan, jon-turk li dibistanên Evdilhemîd perwerde bûne, her wiha, dê jon-kurd jî ji nav kesên ku li dibistanên serweran, ango ji nav yên ku li dibistanên Osmanî perwerde bûne derbiketana.”2
Bi gotina Eugene L. Rogan “Derba- rê 9 kesên ku ji nav wan 25 kurdên ku ji pênc salên sereta yên Mekteba Eşîran mezûn bibûn de ji ber sedema ku ew “hizrên neteweperwerîya kurdî diparê- zin” dê li salên di pey re muşkileyên gelek mezin çêbibûna, dê mirina wan jî li ser vê yekê bûya, ku navdartirînê wan Xalid Begê Cibrî bû.”3
Her wekî ku hem Dêrsimî hem jî Rogan dîyar dikin, qismek ji wan kes- ayetîyên ku li despêka sedsala bîstem tevgera neteweperwerîya kurd geş kirin, ji nav xwendekarên Mektebên Eşîran derketine, ku sedema avakirina van mekteban pêkanîna ‘çîmentoya osmanîbûnê’ bû. Pêştirînê van kesaye- tîyan, bêguman, Mîralay Xalid Begê Cibrî ye.
Salên xwendevanîya li Stenbolê ji bo Xalid Begî qonaxa veguherînê ye. Li van salan ligel hizra neteweperwerîya kurd hevnas dibe. Ev hevnasîn bû sedem ku hizrên wî di vî warî de geş bibin û têkeve nav hewldanên têkoşîna azadîya kurdan. Ji wan kesên ku vê yekê dîyar dikin yek jê jî Ersal Yavi ye. Yavi di kitêba xwe ya bi navê Kürdistan Ütopyasi (Utopyaya Kurdistanê) de viya dibeje:
“Salên xwendekarîya Xalid Begî yên li Stenbolê demeke wisan e ku xeyalên serxwebûna Kurdistanê her li dar in û ji her çar alîyan dengê pevçûnê bilind dibe.
Xalid Begî ligel pêşewayên ku doza serxwebûna Kurdistanê bo xwe kiribûn armanc pêwendîyên nepen danîbû û piştî sala 1914 van pêwendîyan gurrtir kiribû. Bo numûne, di nav rêxistina Kurd Tealî Cemîyetî de ku di pêşengîya Seyîd Evdilqadir de hatibû avakirin ew ji endamên herî çeleng e.”4
Çalakîyên Xalid Begî yên Dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Tevlibûna wî bo Kurdistan Tealî Cemîyetî
Li sala 1902 ji Stenbolê bo yekemîn peywira xwe ya leşkerî çû Filîstînê. Li bereya Filîstînê û Îranê wek efser xebitî. Piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest pêkir li navçeya Gimgimê bû serokê Alayîya Suwarî ya cibrîyan. Dû re tevayî çekdarên eşîra Cibrî ketin bin fermanrewayîya Xalid Begî. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem re artêşa Rûsyaya Qeyser heta bajarê Bidlîsê herêmê xiste destê xwe. Xalid Beg bi tundî li dijî dagîrkerîya orusan derdikeve. Bi taybet li Şerê Pasînler û Çemê Zoro ji alîyê wêrekî û şervanîyê ve balê dikêşe ser xwe. Piştî Şoreşa Oktobrê ya li sala 1917 ku artêşa orus paş ve vekişîya, Xalid Beg jî vedigere bo Gimgimê. Îcar dest bi xebata organîzekirina kurdan dike. Di vê demê de ligel Cemîyeta Tealî ya Kurdistan di nav pêwendîyê de ye. Li gorî nivîsîna Îsmaîl Göldaş “… Mîralay Xalid Beg li herêma ku Kop, Gimgim, Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewlîgê digre nava xwe berpirsîyarekî navendî bû.”5
Dr. M. Nurî Dêrsimî ku ew jî di heman demê de endamê Kurdistan Tealî Cemîyetî ye û yek ji serokên Serhildana Qoçgirîyê ye, di kitêba xwe ya bi navê Hatıratım (Bîranînên Min) de wiha dibêje:
Kurdistanê, li ser axa welatê xwe di bin pêşengîya qaremanê kurd Mîralay Xalid Begê Cibrî de dest bi danîna teşkîlatên ji bo kurd û Kurdistanê kiribûn.”6
Ji van gotinên Nûrî Dêrsimî jî baş têye xuyanîkirin ku xwerêxistinkirina Cemîyetî Tealî ya Kurdistanê li Kurdistanê di bin pêşengîya Mîralay Xalid Begê Cibrî de ye.
M. Şerif Fıratê ku dewletê bi wî pirtûga bi navê Doðu Illeri Ve Varto Tarihi (Dîroka Gimgimê û Bajarên Rojhilatê) dabû nivîsîn, wiha neql dike:
“Mîralay Xalid Begê Cibrî û Mîralay Xalid Begê Hesenan ligel birayên xwe çek didin destê eşîrê, bi cil û bergên kurdewar li gundan digerin, Nûbara Piçûkan ku bi destê Xalid Begî bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn, her wiha, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî li gundîyan belav dikin.”7
Piştî şerê Cîhanê yê Yekemîn Xalid Begî ji alîyekî ve dest bi xebata organî-zekirina kurdan kiribû û ji alîyê din ve li ser çand û zimanê kurdî dixebatî. Du pirtûgên bi navê Nûbara Piçûkan û Eqîdeya Îmanê nivîsîne. Ji bilî vana, çend pirtûgên din jî bo kurdî werge- randine. Bi taybet gelek hewl daye xwe da ku zimanê kurdî bête axiftin û pê bête nivîsîn, her wiha, ji bo ku bixwînin berhemên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî li gundîyan belav kirîye. Tespîtên Faik Bulut ku xwe disperse belgeyên dewletê jî, van qisetkirinên li jor dupat dikin. Faik Bulut vana dibêje:
“Piştî ku di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de Împaratorîya Osmanî hilweşîya, hingê li Anatolê îhtîmala danîna dewleteke ferawan bo ermenan derket holê. Li ser viya roşinbîrên kurd bi awayekî fiîlî ketin nav hewldanên serxwebûnê û ji bo pratîzekirina vê armancê li dora Cemîyetî Tealî ya Kurd ku wextekê ava bibû de kom bûn. Navenda vê rêxistinê li Stenbolê bû lê şaxên wê li Dîyarbekir, Xarpêt û Bidlîsê jî hatibûn danîn. Her wiha, ev rêxistin guman nîne, ku li bajarên wek Wan û Dêrsim û Mûşe û li hemî navçeyên ku kurd têde akincî ne jî belav bibûn.”8
Eşkera ye ku li herêma ku bajarên Mûş, Bidlîs û Çewlîgê digre nava xwe, di belavbûna şaxên Kurd Tealî Cemîyetî de rola Xalid Begî gelek mezin e. Di vê navberê de hem bala dewleta Tirkîyê û hem jî bala dewletên der û dorê kişandîye ser xwe. Di wan raportên ku bolşevîkan ji herêmê bo nevanda xwe dişandin de bi kitekit qala xebatên Xalid Begî têye kirin. Ji lêkolînerên Kurdistana Başur Dr. Afrasyaw Hawramanî li wan gotarên wî yên ku xwe dispêrin dokumantên orusan de van agahîyan belav dike:
“Xalid Beg ta ji destpêkê ve bi hemî hêz û şîyana xwe li ser xebata huner û dîrok û ola kurdan hûr dibû û di vî warî de gelek jî îhtîramê didît. Niha jî di nav kurdan de ew merivekî xwenda û herî biqabîlîyet e.
Xalid Beg di warê leşkerî de gelek têgihaştî û hostayê vî karî ye. Ji vê çendê alîgirên wî gelek in û di nav kurdan de rêza wî gelek têye girtin. Xebat û lêkolînên ku wî li ser kelepor û erf û edetên kurdan dikir, ji bo pêşveçûna civata kurd wî kiribû xwedî bawerîyeke mezin û di nav hewldanên xurt de bû. Xalidê Cibrî armanca xwe ji kesî qet venedişart û li her derê elemeşkera qal dikir. Qet tevlî tevgerên tirkan nebû, ji wan cihê tevdigerîya. Ji ber ku wî dixwest bi awayekî azad xebatên xwe yên sosyal û civakî pêkbîne gelek caran taleb kiribû ku ji karê xwe yê leşkerî veqete. Lewre xebatên sîyasî yên Xalid Begî ne bi dilê dewleta tirk bûn. Wan her tim hewl didan xwe da ku Xalid Beg ji sazîya leşkerî dûr nekeve û ew bişên bi hêsanî wî di bin kontrola xwe de bigrin.”9
Di pirtûka bi navê Dîroka Sîyaseta Kurdan a ku bi awayekî hevpar ji alîyê Komîsyona Kurd a Enstîtuya Zanya- rîya Rojhilatê li Akademîya Zanyarîyê ya Yekîtîya Sovyetan û Enstîtuya Zanyarîya Rojhilatê li Akademîya Zanyarîyê ya Komara Ermenîstana Yekîtîya Sovyetan de amade bûye heman hizirînên li jor derbasbûyî têne qisetkirin. Di vê pirtûga navborî de bi vî awayî qala Xalid Begî têye kirin:
“Li sala 1920 Xalid Beg û hindek efserên din ên ku di alayîya li bin fermanrewayîya wî de bûn, propaganda-yeke gurr a hizrên Kurdisna serbixwe dan destpêkirin. Xalid Beg û hevalên xwe ji bo ku li hemberî biryarên kongreyên Erzirom û Sêwasê, di heman demê de li dijî xalên “Mîsakî Millî” ku Kurdistana Tirkîyê tevlî axa Tirkîyê dikir, da ku kurdan organîze bikin, li navçeyên Gimgim, Kanîreş, Melazgir, Kop û Kela Xinûsê ligel şex û serokeşîran ketibûn nav pêwendîyan. Di encamê de ew gihan hizreke wisan ku divêt gelê kurd xwe ji bin nîrê dagîrkerîya tirk ku ev sedê salan e di nav tarîtîyê de hiştîye û hemî mafên wan yên rewa ji dest stendine êdî xwe rizgar bike. Ligel viya, pêşewayên kurd xwedîyê vê bawerîyê bûn ku ev yek dikare bi bilindkirina hest û hîşyarîya netewî ya di nav gel de, her wiha, bi berxwe- daneke çekdarî pêkwere. Pêşewayên kurd gelê xwe tembîh dikir ku her tim cil û bergên netewî li xwe bikin û bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin. Xalid Begê Cibrî berhemên şexsîyetên siyasî yên wek Mela Ehmedê Cizîrî û Ehmedê Xanî belav dikir.”10
Peymana Sevrê û Xalid Beg
Xalid Beg digel ku Peymana Sevreyê kêm didît lê ji bo ku kurd bigihên mafên xwe, vê yekê wek firsendekê dipejirand. Ji vê çendê ew di nav hewldaneke xurt de bû da ku xalên vê peymanê yên derbarê kurdan de bêne piratîzekirin. Li seranserî herêmê digere, ji giregir û êx û mela û serok- eşîran îmze berhev dike û bo Yekîtîya Neteweyan (Cemîyetî Eqwam) dide şandin. M. Şerif Fırat van hewldanên xalid Begî wiha neql dike:
“Xalidê Cibrî ku li ser vê hizirînê hewl dida xwe, di havîna sala 1920 de ligel Seyîd Evdilqadir ê serokê Cemîyeta Tealî ya Kurd ku li Stenbolê dima û Evdirehîmê Hekarya, her wiha, bi riya vana ligel Yusif Zîya ku li meclisê mebûsê Bitlîsê bû û bi hevalên wî re li hev kiribû. Ew di vê bawerîyê de bû ku dê mafên xwe bi wasitaya Yekîtîya Netewan bistî- nin. Xalid dê ji alîyekî ve amade- karîyên xwe yên li rojhilatê temam bikira û hêzên xwe yên çekdar sazbûyî bihiştana, ji alîyê din ve dê hukûmeta mîllî îxfal bikira.”
“Di vê navberê de Mîralay Xalid Begê Cibrî li herêmên Gimgim, Kop, Melezgir, Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewlîkê ji serokeşîr û şex û mela û keyayên gundan mezbeteyên morkirî berhev dikir û bo Cemîyeta Tealî ya Kurd dişand. Ji wira jî, qaşo ji bo vî karî bo Mistefa Nemrûdî û Şerîfê Kurd ku li Yekîtîya Netewan dixebitîn dihatine şandin.”11
Ev hewldan jî encamekê bidest naxînin. Muhaweleyên aştîyê di nav- bera dewletên ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de têk çûne û yên ku biserketine de dê bête îmzekirin. Belam ev lihevhatin ne bi dilê têkçûyîyan û ne jî bi dilê serketîyan e. Esasê wê, ev lihev- hatin bi zora DYA çêbûye. Lê piştî ku di hilbijartinên sermaweza sala 1918 de piranîya Kongreya DYA ket destê komarparêzan, hingê di serî de Peyma- na Versay ku Wilson li pişt wê bû û gelek lihevhatinên aştîyê ji alîyê Kongreya DYA ve dê nehatana erêkirin. Polîtîkaya emperyalîst a derve di sala 1917 de li DYA dê li payîza paşîn a sala 1918 dawî lê bihatana, ligel viya ew projeyên ku DYA li pişt bû dê careke din nehata rojevê, bêguman, di nava vana de ya ku me eleqedar dike Peymana Sevrê bû. Piştî ku DYA berê xwe dide hundir, her wiha, li Rûsyayê jî Şorişa Bolşevîkan lidar dikeve, hingê li Rojhilata Navîn meydan ji îngilîz û fransizan re dimîne. Ev awa sazbûna mêzîna nufûzê li ser hesabê tevgera kemalîstan e. Êdî tu şansek ji bo piratîzekirina Peymana Sevrê nemaye. Yewnanîyên ku li ser handana îngilîzan ketibûn Anetolê li ser piştê hatibûn xistin û êdî stêrka Mistefa Kemalî dst bi geşbûnê kiribû. Û jixwe, Cemîyetî Tealî ya Kurd jî neşîya li hemberî van polîtîkayên nuh tu havilekê bike.
Heta ku wext digihê sala 1920an Xalid Beg ligel eşîrên herêmê civînan li dar dixîne û hizrên xwe belav dike. Civînek ji van civînan, ya ku di hezîrana 1920 de ligel serokeşîrên elewîyan hatibû kirin. Girîngîya vê civînê ji viya têye, ku ji berê de bi fêlbazî û fîtnetîyê, bi karanîna cudatîyên mezhebî, eşîrên kurd yên elewî û sunnî ji hevûdin hatine dûrxistin. Heta ku pêşî li van pevçûnên çêkirî yên mezhebî nehatana girtin dê tu hewldanekê encameke erênî bi xwe re neanîyana. Xalid Beg di vî warî de hizrên xwe di civîna 20ê hezîran 1920 de wiha eşkera dike:
“Kurd ji nesla Nemrûd û nîjadeke arî ne ku bi sedê salan cîhanê di destê xwe de girtine lê di encama bêtifaqî- yê de ketine bin nîrê tirkan û ev serê şeşsed salan e ku di nav lepê tirkan de wek dîl dijîn ku daketine radeya xulamtîyê lê îro stêrka azadîyê li wan ronî bûye, îdareya tirk hilwe- şîyaye û parçe bûye, eşîrên elewî yên li Rojhilatê jî her wekî eşîrên din ên li Rojhilatê kurd in, belam ew ji ber cihêtîyên mezhebî gelek salan bêsedem ji hevûdin kuştine lê divêt êdî ew dem hatîbe ku xwe bigihînin hev û mafên xwe yên hevpar ji tirkan bistînin, li gorî Muahedeya Sevrê îstîqlala Kurdistanê dê ji alîyê Yekîtîya Netewan ve bête tesdîqki- rin, ji bo ku ev kar rojek berê bête destpêkirin divêt eşîr dest biavêjin çek û rextên xwe û memûrên tirk ji ser axa xwe biqewirînin, esas divêt em berê xwe bidine padîşah, lewre hindik maye ku Hukûmeta Anqere ya asî ku li derveyî şerîetê ye ji alîyê yewnanîyan ve bête hilweşandin, hingê ez ji tevayî elewîyan, bi taybet ji serokên eşîra xormekîyan hêvî dikim ku ew jî tevlî vî karê pîroz bibin.”12
Kemalîst li dijî vê xebatê derdike- vin. Li hemberî van dest bi taktîk û lîstikên cihê dikin; ji alîyekî ve Xalid Begî di peywira wî ya leşkerî de dihêlin, ji alîyê din bi fen û fûtan kurdan berdidin hevûdin. Xalid Beg dixwaze dev ji peywira xwe ya leşkerî berde lê ev daxwaza wî hatîye redkirin. Li Vacixê ji bo avakirina qonaxa hukûmatê wezîfe didin Xalid Begî da ku hem wî ji herêmê derxin derve û hem jî wî û kurdên elewî bikine pêsîra hev.
Şandina Xalid Beg bo Dêrsimê (1335-1919)
Ev bûyera ku di sala 1919 de çêbûye, ji alîyê Vet. Dr. M.Nûrî Dêrsimî ve wiha têye vegotin:
“Piştî ku herêma Erzingan û Erziromê ji hêzên çekdar ên orus û ermenan hate paqijkirin hingê li Dêrsimê cardin hindek serhildanên herêmî dest pêkirin.”
“Eşîrên Vacixê dema ku têgihaştin ew hatine xapandin êrîş birin ser herêm- ên tirkan.
Hukûmeta tirk li hemberî vê yekê dest bi fen û fûtên din kir. Ji hêzên çekdar ên alayîya eşîreta kurd ku di bin fermandarîya Xalidê Cibrî de bû şandin bo wê herêmê.”
“Te divê li hemberî fermandarê ala- yîyê û te divê li hemberî efradên wî, dêrsimîyan gelek xweşbîn û dostane reftarî kirin. Bêyî ku hîç bûyerek nexweş rûbide alayî bi hêsanî xwe gihande Vacixê. Vê rewşê bala hukûmeta tirk kişande. Tirkên ku dikarin ji her firsendê sûd wergirin, eşîretên kurd ên herêma Vacixê ku bi saya Xalidê kurd aram bibûn, rabûn ji vê rewşê îstîfade kirin û li Vacixê bi saya vî fermandarê kurd qeymaqa- mîya tirk dan avakirin.”
“Piştî ku avahîya qeymeqamîyê hate danîn, hingê li herêma Dêrsimê mayîna alaya Xalidê kurd ji alîyê tirkan ve wek xetere hate dîtin, lewre ji bo ku alayî tevlî artêşê bibe paş ve hate kişandin.”13
Her wekî ku Dêrsimî jî qiset dike, şandina Xalid Beg bo Dêrsimê tenê ji fêlbazîyek îbaret e. Xalid Begê ku hewl dida xwe, da kurdên elewî û sunnî li dora armancekê bigihêne hev, vê fêlbazîya hanê jî berteref kirîye. Hevka- rîya di navbera kesayetîya welatparêz a Xalid Begî û hişyarîya eşîrên Dêrsimê pêkhatibû tirkan nerehet dikir. Ji vê çendê mayîna Alayîya Cibran a li Dêrsimê wek xetere hatîye dîtin û di cih de fermana ji paş ve vegerînê hatîye dayîn. Piştî ku Xalid Beg vedigere Gimgimê dîsa xebata xwe her didomî- ne. Di vê navberê de Mistefa Kemalî Kongreya Erziromê lidarxistîye. Xalid Beg jî, bo Kongreya Erziromê hatîye vexwendin lê wî ev vexwendin red kirîye. Ji kesên ku kongreyê lidarxistibûn Süleyman Necatî qala vê vexwendinê dike û wiha dibêje:
“Ji alîyê Heyeta Merkezî ve nameyek bo Mîralay Xalid Begê Cibrî yê ku li nav kurdan gelek birêz û sîmayekî bifezîlet bû hinart û wî vexwend bo kongreyê. Xalid Begî di bersiva xwe de bi zimanekî welatperwer da zanîn ku ew û birayên wan eşîrên din yên kurd bi Erziromê ve girêdayî ne û ji niha ve biryaran qebul dikin û ji ber hindek mazeretan ew dê nikaribe di civîna bextewar de beşdarîyê bike û di beyana xwe de dide zanîn ku ew Heyeta Merkezî ya Erziromê bo xwe wek wekîl qebul dike.”14
Süleyman Necati qebul dike ku Xalid Begî vexwendinê red kirîye. Digel ku beşdarbûna bo kongreyê qebul nekirîye lê daye zanîn ku ew biryarên kongreyê qebul dike, ev yek tenê taktîkek e. Reftarîya Xalid Begî gelek zelal e. Ev reftarî kemalîstan narehet dike. M. Şerif Fırat balê dikşîne bi ser vê yekê û viya dibêje:
“Dema ku muteserrifê Mûşê bo Mûşê û Nazim Beg jî bo Erziromê vedigerîyan, keyayên xormekî û lolanîyan mezbeteyên xwe dan artêşê, Xalidê Cibrî jî dixwest li hemberî hukûmatê serhildanekê lidarxîne û ji bo îstîqlala kurd bixe bite, ji ber ku eşîrên Xormek û Lolan li dû wan neçûne wan êrîş birîye ser wan…
Piştî vê bûyerê firqayê (kolordu) guman jê birîye ku Xalid Begê Cibrî li hemberî hukûmeta millî cebhe girêdaye, ji vê çendê li ser hatîye mulahezekirin da ku Xalid Beg ji serokatîya eşîrê were dûrxistin û bo Erziromê bête şandin, her wiha, bi şertê ku di pileya mîralaytîyê bête hiştin wek serokê dîwana muhasebeyê her li Erziromê bête hiştin. 19 tebax 1336-1920”15
Çûyîna Xalid Beg bo Erziromê, Avabûna Komîteya Îstîqlala Kurdistanê (Azadî) û Bihevrebûna Ligel Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê
Piştî ku tayîna Xalid Begî derdike- ve bo Erziromê êdî navenda xebatê Erzirom e. Dest bi xwerêxistinkirin- eke nuh dikin, ku bitaybet efserên kurd di pirranîyê de ne. Navê rêxistina nuh Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) ye. Li gorî texmîna min li dawîya sala 1920 hatîye danîn. Rêxistinê heta sala 1923 xebata xwe bi awayekî nihênî (îlegal berdewam kirîye. Xebat zêdetir wek xwerêxistinkirina kadroyî di nav yekîneyên artêşê de ye. Di salên 1922-23 de di nav hewldaneke gurr de ne ku alîka- rîya welatên derve bo xwe peyda bikin. Ji alîyekê ve ligel bolşevîkan û ji alîyê din ve ligel îngilîz û fransizan dikevin nav pêwendîyan. Bi qasî ku ji dokumantên bolşevîkan têye famkirin Azadî ligel bizavên kurd ên li parçeyên din jî di nav pêwendîyê de ye. Xalid Begî bo xwe kirîye armanc ku tevayî rêxistinên kurdan di bin banekê de bigihêne hev. Di yekkirina Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û Teşkîlatî Îçtîmaî û Komîteya Kurd a Erziromê de bi ser dikeve. Bi vî awayî daye îspatkirin ku kurd, digel ku xwedîyê hizirînên ji hev cihê bin jî, lê ew dişên li dora bernameyekê xwe bigihênin hev û wek rêxistinekê derbikevin qada sîyasî ya cîhanê, bi vî awayî ew “qenaet”a giştî ku dibêje kurd nabin yek, hatîye hilweşandin.
Piştî ku di sala 1923 de Peymana Lozanê têye îmzekirin êdî Azadî dest bi organîzekirineke giştî dike. Di demeke kurt de li 23 bajar û bajarokan şaxên wê têne danîn. Ji her tebeqeyê, gel bi girseyî tevlî Azadîyê dibe û dest bi xebateke gurr dikin ku di rewşeke musaît de serhildanê lidarxînin.
Girtina Xalid Begî
Gurrbûna xebatê bala dewletê her dikêşe. Ji gelek çavkanîyan herikîna agahîyan bo Anqerê dest pêkirîye. Di dawîya sala 1924 de Mistefa Kemal diçe Erziromê. Xalid Beg bo şîvekê hatîye vexwendin ku Mistefa Kemal jî li wira ye. Xalid Beg dixwaze neçe şîvê lê piştî gelek rica û minetan radibe ligel yaverê xwe bînbaşî Reşît Beg diçe. Digel ku li derveyî edetên protokolê ye jî lê cardin Xalid Beg dixwaze ku Reşîd Beg jî ligel wî têkeve salona xwaringehê. Wer têye famkirin ku Xalid Beg dixwaze Reşîd Beg ji rûdanan re bibe şahid. Atmosfera xwarinê gelek gir û gij e. Xalid Beg dibêje ez dixwazim ji wezîfeya xwe ya leşkerî îstîfa bikim. Xalid Beg dibêje, ez nizanim ku çima hûn nahêlin yekî ku bi were îxanetîyê dike ji kar veqete? Û bêyî ku xwarinê bixwe derdikeve derve.
Hevdîtina dawîn a Xalid Begî ligel Mebûsê Mûşê Îlyas Begî ye. Îlyas Samî ji alîyê Mistefa Kemal ve bi taybet hatîye wezîfedarkirin. Gelek sal pişt re Ahmet Sever (Birayê Xalid Begî) ji devê Îlyas Samî bi xwe dibihîse. Li gorî qisetkirina Îlyas Samî hevdîtina wan wiha çêdibe:
“Rojekê Hezretî Xazî gazî min kir û ji min xwest ku ez ligel Xalid Begî hevdîtinekê bikim. Hezretî Xazî ji min xwest ku ez Xalid Begî îqna bikim da ku ew dev ji vê dozê berde. Her wiha, got pê bide zanîn, em amade ne ku pêwîstîyên kesane yên Xalid Begî bicih bînin, lê heke ew îqna nebe dê ji bo wî qet jî baş nebe.”
“Li ser vê yekê ez ketim rê û çûm Erziromê, li otêla Fuadîye bicih bûm. Min di pusulayekê de hatina xwe ya ji Anqere û daxwaza hevdîtîna ligel wî nivîsand û bi peywirdarekê re şand. Demek bi şun de peywirdar bi heman pusulayê paş ve zîvirî. Di pişt pusulayê de nivîsandîye ku “Pêwîstî bi hevdîtinê nîne” û paş ve zîvirandîye. Li ser viya ez gelek hêrs bûm. Min xwest ku ez vegerim bo Anqere lê ez fikirîm ku Hezretî Xazî vê peywirê daye min, lewre min biryar da ku ez biçim mala Xalid Begî. Dema ez giham mala wî, li ser dîwanê rûniştî bû. Qet li rûyê min nenihêrî. Lewre min pêwîstî dît ku ez xwe bidim nasîn û min got “Ez Mela Îlyas im”. Wî got, “Mela Îlyasê ku ez wî nas dikim, ne tu yî!” Dû re ez ketim nav xeberdanê û min got, “Hezretî Xazî gotîye ku bila ew dev ji vê dozê berde. Heke dev jê berde dê hemî pêwîstîyên wî yên kesane bêne cih- anîn.” Min got, heke na, dê qet jî ji bo te baş nebe.
Piştî van gotinên min, bi ser min de vegerîya û bi kurtî got “Heke we ji bo serê min kindirek amade kiribe, ez amade me.” Li ser viya, ez ji Erziromê vegerîyam û min vê rewşê bo Hezretî Xazî qiset kir.”
Digel ku ew qas bi eşkerayî gef li Xalid Begî têne xwendin lê cardin ew ji Erziromê dernakeve. Li gorî Xalid Begî dewlet dixwazê rojek berê tevge- ra wan bifetisîne. Ji bo viya li pey firsendan e. Derketina wî ya ji Erziromê têye wateya destpêkirina serîhildanê. Lê serîhildana ku di seqema zivistanê de dest pê bike ne pêkan e ku bi ser keve. Ji vê çendê bêyî ku bikevin dafikekê divêt zivistana 1925 di nav bêdengîyê de bête bihurîn. Birayê wî Ehmed Beg (Ahmet Sever) ku di kanûna paşî ya 1924 de diçe Erziromê, ew jî di heman fikrî de ye. Ehmed Beg dibêje “Dema ku min jê re got, jiyana te di xetereyê de ye, divêt tu ji Erziromê derkevî”, hingê wî ji min re got “Ez hay jê heme ku li dora min xetere heye lê çi dema ku ez vê serê zivistanê ji Erziromê derkevim ev dê ji bo kurdan bibe felaket, teqez divêt em li benda biharê bimînin.” Piştî van gotinan, lê zêde dike û dibêje “Herin, xwe amade bikin lê bisekinin heta ku bihar têye.”
Serhildana Beytuşebabê ku di 4ê îlon 1924 de çêdibe, dibe sedem ku li hemberî Azadîyê operasyon bêne dest pêkirin. şeva ku 3yê îlonê bi 4ê îlonê ve girê dide efser û serbazên kurd ên li Alayîya Pîyade ya bi ser Tumena 18. a Qolorduya 7. ku ji alîyê Azadî ve di bin serokatîya Yuzbaşî Îhsan Nûrî de hatine organîzekirin, serî hildidin. Piştî ku serîhildan bi ser neket hingê firsen- deke dîrokî kete destê kemalîstan. Li Bidlîsê Dîwana Herbê danîn û dest bi operasyonan kirin.
Xalid Beg di roja 20 kanûn 1924 de li Erziromê hate girtin û wî birin zindana Bidlîsê. Xalid Beg piştî ku têye girtin jî ligel tekane kesê ku dihêlin pê re pêwendîyê dayne, ango bi riya xiz- metkarê xwe Hemîdê Mamaşî xeberê ji birayên xwe re dişîne û wan hîşyar dike dibêje, “Bila ew ji ber girtina wî qet nekevin nav dudilîyê, bila ji bo rizgarkirina wî ya ji zindanê serê xwe neêşînin, bila her li amadekarîyên xwe berdewam bin û amadekarîyên xwe di nav bêdengîyê de bikin û qet firsendê nedin lîstikan, bila li benda biharê bimînin.” Li ser van hîşyarkirinên Xalid Begî, ji bo rizgarkirina wî cibrî dev ji avêtina ser zindana Bidlîsê berdidin.
Dîwana Herbê ya Bedlîsê û Xalid Beg
Dîwana Herbê ya Bidlîsê bi nihê- nîtîyên (muamma) xwe derketîye rojevê. Bi awayekî tekuz nayête zanîn ku gelo endamên Dîwana Herbê ya Bidlîsê kî ne. Ji viya jî grîngtir tu peyvek ji xweparastinên kesên ku hatine dadgehkirin derneketîye derve. Gelek vekirî ye ku Komara Tirk ji vî alî de di nav reftarîyeke gelek ketum de ye. Tiştên ku di nav rêzikên nivîsandinên berpirsîyarên dewletê yên wê demê de carînan têne qisetkirin di vî warî de sedema ewçend ketumbûna dewletê bi me didin famkirin. Bo numûne, Ahmet Sureyya Orgeevren, di kitêba xwe ya bi navê Şeyh Sait Isyanı ve Şark Istiklal Mahkemesi (Serhildana Şex Seîd û Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê) de dibêje:
“Belê, li Şerqê amadekarîyên ku bi mehan û salan dihatine kirin dibe ku hê temam nebûbin. Belam li havîna sala 1340 (1924) li ser qewimîna bûyerên ku li herêmên Mûş û Bidlîsê rûdabûn ku bi navê “Tevgera Nastûrîyan” dihatin navkirin li Bidlîsê bi sernavê “Dîwanê Herbê ya Taybet a Bidlîsê” di encama hindek pirsîyarkirin û dadgehkirinan de, her wiha, di encama hindek biryarên ku derheqê hin beg û serekên kurdan de hatibûn girtin, wê rûpoşa ku rûyê doza îstîklala Kurdistanê ku li dijî welat û komarê bû diveşart, hatibû daxistin.
“Her wiha Alî Rizayê ku li dewreya yekemîn ya Meclisa Miletî ya Mezin wek mebûsê Bidlîsê wezîfedar bû, Mîralay Xalid Begê Cibrî ku zavayê wî bû û Mela Evdirehmanê Şirnexî û hindek kesên din di encama biryara Dîwana Herbê ya Taybet bi tawanbarîya doza kurd û Kurdistanê cezaya dardekirinê li wan hatiye birîn.”16
Ji van gotinên dozger encameke wisan hasil dibe ku Xalid Begî û hevalên wî xweparastineke cidî ya sîyasî li hemberî dadgehê kirine. Jixwe, heta bi roja îroyîn nihênî mayîna biryarên Dîwana Herbê ya Bidlîsê jî vê qenaetê îspat dike. Çunke kemalîstan hem di pêvajoya merhaleyên dadgehê de û hem jî piştî wê zeafên serekên kurdan gelek bikar- anîn. Lêbelê wek sirreke gelek nihênî ewçend veşartî girtina dokumantên Dîwana Herbê ya Bidlîsê bi me dide nîşandan ku tu malzemeyeke zeafîyatê ku bête karanîn bidest nexistine.
Xalid Beg Xwedîyê Kesayetîyeke Kurdewar û Wêrek Bûye
Xalid Beg kesayetîyeke wisan e ku nasnameya kurdayetîyê derxistiye pêş û vê nasnameyê bi her kesî daye qebulkirin. Xebata aktîf a li nav Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê , rola wî ya di avakirina Azadî û organîzekirina wê de, her wiha, xebatên wî yên li ser ziman û dîroka kurdan, xebatên wî yên ji bo xwendin û nivîsandina zimanê kurdî di çêbûna nasnameyeke wisan de karîger bûn. Berpirsîyarên wê demê yên dewletê jî xwestine vê nasnameya wî bikarbînin. Mistefa Kemal nameyekê ku ji alîyê mebûsekî muxalif ê li meclisê bo Xalid Begî hatîye şandin qest dike û di axiftina xwe de îbareyeke wisan bikartîne: “Nameya ku wî bo Xalid Begê Cibrîyê kurd nivîsandîye.”17 Cardin Sûleyman Necatî yê ku yek ji organîzatorên Kongreya Erziromê ye, dema qala vexwendina Xalid Beg bo Kongreyê dike, derbarê Xalid Begî de îfadeyeke wisan bikartîne: “Mîralay Xalid Begê Cibrî yê ku li nav kurdan gelek birêz û sîmayekî bifezîlet bû…” Derbarê Xalid Begê Cibrî de îfadeya herî balkêş aîdê M. Halit Fırat e, ku li Gimgimê yek ji axayên eşîra Xormekîyan û fermande- yê hêza mîlîs a dewletê bûye. M. Halit Fırat di bîranînên xwe de derbarê Xalid Begî de vana dibêje:
“Gelek baş zimanê erebî û farisî di- zanîbû. Ez bi awayekî qetî îfade dikim ku di dema me de ji alîyê maqulî û exlaqê paqij de kes di ser Xalid Begî re tune bû”.
“Li gor karakterê xwe ji gotina ku ji devê wî derbiketana paş ve gav nediavêt. Ji bo ku ew dev ji vê dozê berde Atatirk rabû ji Anqerê bi awayekî taybet mebûsê Mûşê Hecî Mela Îlyas Begê Mûşî şande îqametgeha wî ya li Erziromê, pê re dûr û dirêj muhave le kir lê di encamê de têgihaşt ku ew dev ji doza xwe bernade, hingê destvala paş ve vegerîya. Di wê navberê de dema ku Atatirk ligel jina xwe Lutfîye Xanimê hate bo Erziromê, pê re hevdîtinekê kir lê nikarî ji resmîy- etê wêdetir biçe”18
Yekî ku li dijî Tevgera 1925an mîlîstîya dewletê kiribe û bi kirinên xwe jî serbilind be, gelek balkêş e ku ew derbarê Xalid Begî de van gotinan dibêje. Çi dost çi dijmin ji alîyê her kesî ve bawerîya xurt a Xalid Begî ya li ser doza kurd û Kurdistanê hatîye qebulkirin.
Çavdêrîyeke bi vî awayî derbasî ra- portên bolşevîkan ên ku ji vê herêmê hatine şandin jî bûye. Di raportek ji wan raportên ku hatine şandin de der- barê Xalid Begî de ev yek têye gotin:
“Tenê ez viya dizanim, digel ku tirk li dû wî ne da ku Xalid Begî tewqîf bikin, her wiha, digel ku sê kadroyên îrtîbatê ku ligel me di nav pêwen- dîyan de bûn hatine girtin jî, lê cardin pêwendîyên wî yên ligel Kurdistanê her berdewam in. Her roj ji Kurdistanê kurd, bi taybet jî cotyarên kurd ji bo ku Xalid Begî bibînin têne Erziromê… Xalid Beg bi her yekî re cihê-cihê hevdîtinan pêktîne.”19
Reftarîya Xalid Begî ya ku li Zindana Bedlîsê nîşan daye jî gelek rênîşandar e. Yek ji şêxên Norşînê ji Kazim Paşayê (kazım Dirik) walîyê Bidlîsê destûrê dixwaze da ku li zindanê Xalid Begî bibîne. Kazim Paşa dibêje, bi şertê ku hûn ê bi zimanê tirkî biaxifin ez ê destûrê bidim. Lêbelê Xalid Beg şertê axiftina bi zimanê tirkî red dike. Di hev- dîtinê de bi kurdî diaxifin. Şêxê Norşînê dema ku vedigere dibêje “Xwedê we ji vira xilas bike.” Hingê Xalid Beg jî dibêje “Ne ji bo min ji bo kurdan dua bike ku Xwedê wan xilas bike.”
Wêrekî û biryardarîya Xalid Begî di nav xelkê de wî tîne radeya efsaneyekî. Ji vê çendê derbarê wêrekîya wî de gelek çîrok têne qalkirin. Di wan stranên ku di nav gel de derbarê Xalid Begî de têne stirîn her temaya wêrekîyê têye şuxilandin. Bi taybet jî di strana bi navê “Mîrê Min” de ku Denbêj Reso li ser Xalid Begî ristîye ev tema gelek li pêş e. Kilamên ku derbarê Xalid Begî de di nav xelkê de her têne gotin bala kesên ku ji derve hatine jî kişandine ser xwe. Ji vana yê herî li pêş Demir Ozlu ye. Demir Ozlü dema ku li Mûşe wezîfeya xwe ya leşkerîyê dike, gelek di bin tesîra qalkirinên derheqê Xalid Begî de dimîne û çîroka bi sernavê “Mirina Xalid Begê Cibrî” dinivîse. Beşek ji çîrokê wisan e:
“Mirina Xalid Begê Cibrî bûyereke wisan e ku rehên wê di nav kûrahîya salan de ne. Lêbelê ger tu ji yekê Rojhilatî re qala Xalid Begê Cibrî bikî û ev Rojhilatî jî ger yekî dinyadîtî be dê çavên xwe biloq bike û bipirse bibêje “Ma tu ji kû bi mirina Xalid Begê Cibrî dizanî?” Lê ne ku tenê yên dinyadîtî, gelê wê herêmê jî bi mirina Xalid Begê Cibrî dizane. Ez bi xwe jî ji ber eleqedarîya xwe ya bo wan kolosên ku tevayî zivistanê, ji piçûk heta bi mezinan, ku li serê xelkê Mûşe bûn min ev mesele bihîst.
“Min ev tişt ji zilamekî ku li sûka Mûşê, li pêşîya dikanê li ber halê guhdarî kir. Dikandarî jî ligel min guhdarî kir, wî jî got “Ew rast dibêje”. Zilamî digot “Xalid Beg general bû”. Li gorî wî, bêguman, ew general bû. Ez li sûka Mûşê bi van tiştan hesîyam. Ez li sûka Mûşê hê bi gelek tiştên din jî hesîyam.”20
Wexta ku gel li lehengên xwe xwedî derdikeve dewlet jî destvala nesekinîye. Dewletê bi destê hin kesan pirtûgin dane nivîsandin û gelek hewl daye xwe da ku Xalid Begî di nav şerê eşîran de nîşan bide, her wiha, bi taybet hewl daye xwe da ku wî tevlî “Komelkujîya Ermenan” bike. Dema ku vî tiştî kirîye, carînan hindek nav tevlihev kirine, carînan jî tomet û îftîra kirine. Her çendî ku neyête zanîn bê hela niha Xalid Beg li kû derê di bin axê de ye jî lê ew çiraya ku wî di salên 1920î de vêxistibû xwe gihandîye ta bi roja îroyîn.
Di roja 14 nîsan 1925 de lîderê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî ligel mebûsê Bidlîsê Yusif Zîya Beg û zavayê wî mu- lazimê yekem Alî Riza, her wiha, zava- yê wî yê din Faîq, û Mela Evdirehman li sûka Bidlîsê hatin dardekirin.
Li gorî ku Garo Sasunî qal dike, gotinên serokê Azadîyê yên dawîn ev in:
“Xalid Begê Cibrî: Li hemberî we ez ne bi tenê me. Li pey min hemî neteweya kurd a mezin heye. Hûn îro min gulebaran dikin, lê qet şubhe nakim dê neviyên me we tune bikin!
NÎZAMNAMEYA DERVEYÎ YA KOMÎTEYA ÎSTIQLALA KURDISTANÊ21
(wergerandina bo kurdî: Mamoste Qedrî)
1- Armanca Komîteyê ev e ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêke û bi alîkariya Hukûmeta Îngilîz serxwebûna kurdan dabîn bike.
2- Komîte ji bo gihaştina vê armancê dê li ser sînorên xwe yên neteweyî û di nav welatên biyane yên ku munasib bibîne şaxan veke û pirtûkçe û ewraqan çap bike.
3- Her yek ji şaxên ku di lîsteya Nîzamnameya Hundirîn de hatine nîşandan gava zorker êrişek biçûk jî bibin ser herêma ku ew şax tê de ye divê li hember vê êrişê nerazîbûna xwe nîşan bide û protesto bike û ji bo ku dinyayê bi vê meseleyê bide hesandin çi ji destê wê bê bike.
4- Di herêma kê de serhildanek Şoreşî derkeve holê dê Komîte heya ku ji destê wê bê alîkariya wan bike; bila dixwazî Komîte derbarê vê serhildanê de berê nehatibe agahdarkirin jî.
5- Gava komîteyên din yên siyasî û ne siyasî di herêmên şaxên Komîteyê de bên avakirin dê mirovên ewlemend bên helbijartin, van mirovan têkevin nav wan komîteyan û derbarê armanc û çalakiyên wan de Komîteyê agahdar bikin.
6- Girtina biryarên siyasî wezîfeya “Komîteya Navendî” ye. Lê di rewşên naçarî de yên di rêza duyemîn de jî bi şertê agahdarkirina Komîteya Navendî dikarin biryarên wusa bigirin.
7- Komîteyê Kurdistan kiriye sê qisim:
Qismê yekem: Kurdistana Tirkiyeyê û Bakûrê Sûriyeyê.
Qismê duyem: Kurdistana Iraqê.
Qismê sêyem: Kurdistana Îranê.
8- Dê ji bo Komîteyê daîrekî sereke hebe û ji daîreya sereke re jî daîreyêndi rêza duyem de hebin. Van daîreyan dê şaxên Komîteyê îdare bikin û ji bo hêsankirina îdarekirina şaxên dûr tedbîrên taybet bigirin. Komîsyona Rêvebirnê ya daîreya sereke û daîreyên di rêza duyem de dê ji van çar kesan pêk bê: Serok, nivîsyar, jimêryar (muhasib), saloxgêr (endamê îstîxbaratê). Lê di şaxan de ji sê kesan pêk tê: Serok, nivîsyar û saloxgêr. Her kesê ku di komîteyê de ye xwediyê rayek tenê ye.
9- Dê şaxên Komîteyê nîzamnameyên daîreyên di rêza duyem de bi rê ve bibin û encaman rapor bikin. Daîreyên di rêza duyem de jî divê bi vî hawayî tevbigerin. Divê her şaxek Komîteyê piçûk-mezin hereketên ku Komîteyê eleqedar dike qeyd bike û bigîjîne şaxên havîdorên xwe. Eger bûyerên girîng çênebin dê her şax di dawiya her mehê de rapora xwe ya derbarê çalakiyên xwe û encamên van çalakiyan de pêşkêş bike.
10- Dê her şax ji bo vekirina şaxên nû li havîdorên xwe xebatê bike.
11- Her şax gava bixwaze endaman helbijêre divê pêşekiyê bide mirovên desthilat (bibandor), serokên eşîran û rewşenbîran.
12- Mirovên ku bên helbijartin divê xwediyê van şertan bin: Zana bin, biesl bin, berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên xwe yên şexsî re bigirin.
13- Daîreya sereke piştî ku bawer kir ku ew kesê ku dixwaze bibe endam şertên endamtiyê tê de hene divê li ser bergehên wî bisekine, eger hewce bike divê wî bide sondê, wezîfeyên wî pê bide zanîn û paşê wî wekî endam bide naskirin. Divê ev endamê nû kesên ku di meclîsa sondê de ne tenê bibîne, endamên din nas neke.
14- Endamên ku sirên Komîteyê aşikar bike an jî li hember xalên bernameya wê xiyanetê bike dê cezayê mirinê lê bê birîn; bila dixwazî ev xiyanet di bin îşkenceyên mezin de jî hatibe kirin.
15- Wezîfeya endaman ev e ku ji bo berjewendiya giştî xebat bikin û çalakiyan pêk bînin. Loma divê ji bo bihêzkirina yekîtiya kurdan û geşkirina hestên kurdayetiyê çi ji destê wan bê bikin.
16- Divê her endam li gor dahata xwe du mehane barbû (aîdat) bide.
17- Her şax mafê xwe heye ku gava hewce bike çaryeka dahata xwe xerc bike. Ji bo vî karî lazim nîne ku muraceetî daîreya sereke bike, lê di dawiya her mehê de divê rapora xwe ya dahat û mesrefan pêşkêşî Daîreya Bilind a Îdareker bike.
18- Dê daîra sereke û yên di rêza duyem de di demên cûrbecûr de hesabên şaxan, hejmara endamên wan û xebatên wan kontrol bikin. Sûistimalên malî û leyistika bi hesaban ji aliyê kê ve hatibe kirin dê cezayê mezin lê bê birîn.
19- Kesên ku di dema bicîhanîna wezîfeyên xwe de bikevin xeterê ji bo alîkirina wan divê tevê gavan bên avêtin. Mirovên ku bi vî hawayî têkeve xeterê dê îhtiyaciyên wî û malbata wî ji aliyê Komîteyê ve bên te’mînkirin.
Civîn
20- Civîn di cihê ku ji aliyê daîreya sereke ve û li gor fermana vê daireyê bê diyarkirin salane tên çêkirin. Ji bo beşdarbûna van civînan dê ji her şaxek mirovek bê helbijartin û di van civînan de xebatên daîreyên di rêza duyem de, rewşa dahat û mesrefan û xebatên ku di salên pêşîn de bên kirin bên nîqaşkirin. Paşê ji bo çûyîna Meclîsa Giştî dê sê kes bên helbijartin.
21- Dê daîreya sereke paşê li cihekî munasib civînek taybet çêke, wê endamên ku ji aliyê komîsyonan ve hatine şiyandin beşdarî vê civînê bibin û tê de xebatên daîreya sereke û dahat û mesrefên wê nîqaş bikin û bernameya wê ya sala pêşîn diyar bikin.
22- Gava meclîs pêdivî bibîne serok û endamên Komîsyona Rêvebirinê tên guhartin.
Zarathustra News & peyamaazadi.org

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder