12 Ocak 2011 Çarşamba

Rojnameya Azadiya Welat: Serhildana Agiriyê

Serhildanên kurdan-XIV-
03/01/2011 - 07:47

Mihemed Ronahî
mihemedronahi@hotmail.com
Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîdê Kal hin eşîrên ku hevkariya dewletê kiribûn bi xwe hesiyan ku çi şaşî kirine, yek ji wan eşîra Biro Heskê Têlo bû ku yek ji fermandarê Serhildana Agirî’yê ye. Li Agiriyê agirê şoreşa kurd ji alî serhildêrên kurd ve hatibû pêxistin û eman nedida dewleta tirk.

Serhildana Agiriye
Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîdê Kal hin eşîrên ku hevkariya dewletê kiribûn bi xwe hesiyan ku çi şaşî kirine, yek ji wan eşîra Biro Heskê Têlo bû ku yek ji fermandarê Serhildana Agirî’yê ye. Li Agiriyê agirê şoreşa kurd ji alî serhildêrên kurd ve hatibû pêxistin û eman nedida dewleta tirk. Xoybûn, Îhsan Nûrî, Celadet, Seydxanê Kerr û gelekê din ji bo miraza kurdan di qal û cengê de bûn.
Serhildana Agirî’yê serhildaneke mezin û domdar e. Bi qasî sê salan li dora çiyayê Agirî’yê vê serhildanê berdewam kir û serhildêran tirseke mezin xistin dilê neyar. Serhildana Agirî’yê wekî serhildaneke bi serê xwe tê xuyakirin a rastî, lê bi ya min ev serhildan dûmahîka serhildanên berê ye. Lewre hema hema hemû lehengên serhildanên berê di vê serhildanê de dîsa hene. Ji malbata Bedirxaniyan bigirin heta Îhsan Nûrî Paşa, ji Biroyê Heskê Têlo bigirin heta Ferzende û Seyîdxanê kerr û kurê Şêx Seîd Selheddîn, hemû di vê serhildanê de dîsa aktor in. Di vê serhildanê de ji yên din cudatir rêkûpêkiyek jî heye. Vê serhildanê di bin sîwaneya dîplomatîk a Rêxistina Xoybûnê de geş û gur dibe. Xoybûn bi awayekî hişî û lojîstîk di vê serhildanê de aktîf rol digire. Em di bîranînên Îhsan Nûrî ku fermandarê Agirî’yê ye û di yên Apê Osman Sebrî û hwd de jî vê rolê ango wan rojên dojehî hîs dikin.
BIROYÊ HESKÊ TÊLO
Di serhildana Şêx Seîd de dewleta tirk bi hinek eşîr û serokeşîrên kurdan de ketibû têkiliyê. Van serokeşîrên kurd jî bi dewleta tirk re li serhildêrên kurd hatibûn xezebê. Ji van serokeşîran yek jî Biroyê Heskê Têlo bû. Li dû şikandina serhildanê dewleta tirk biryara qirkirin û mişextîkirina serokeşîrên kurdan dabû. Ji ber vê biryarê gelek serok û pêşengên kurdan hatin kuştin û yên mayî jî hatin mişextîkirin. Dewleta tirk ne tenê pêşengên welatparêz hema hemû pêşeng dabûn ber mişextîbûnê. Diviyabû hemû ji Kurdistanê derketana. Li ser vê biryarê li Biroyê Heskê Têlo jî daxwaza mişextîbûnê hat kirin ji aliyê dewleta tirk ve. Biro digel ku alîkariya dewleta tirk kiribû jî diviyabû niha bihata mişextîkirin. Lê Biro vê biryara qebûl nekir û di şûna mişextîbûn de tevî peyayên xwe berê xwe da çiyayê Agirî’yê. Lewre zanibû ku mişxetîbûn tê wateya mirinê.

RÊXISTINA XOYBÛNÊ Û AGIRÎBiroyê Heskê Têlo niha tevî peyayên xwe bi dewleta tirk re ketibû şer. Biro û peyayên xwe êrîşa artêşa tirk têk dibe û leşkerên tirk şûnde dipejiqîne. Ji ber vê yekê serfermandarê artêşa tirk ji aliyê dewletê ve tê darizandin û dewlet du mehên din êrîşeke mezintir dibe ser Biro. Biro ji ber vê êrîşê berê xwe dide Îranê û li wir dimîne. Serhildêrên bela wela ji ber ku bêyî pergal in nikarin di ber xwe bidin bi rêkûpêk. Vê rewşa ji aliyê rêxistina Xoybûnê ve tê dîtin û Xoybûn ji ber ku serhildêran bi rê bixe serokekî ji vê serhildanê re hildibijêre. Bi taybetî rêveberên Xoybûnê ji malbata Bedirxaniyan in. Celadet û Sureyya û Memduh Selîm ên serokatiya vê komaleyê ne. Ji bo serhildana Agirî’yê Îhsan Nûrî Paşa hildibijêrin û wî dişînin ser serhildêran.
Îhsan Nûrî Paşa rêxistineke baş li dar dixe di nava serhildêran de. Li derveyî rêxistina serhildêran bi eşîrên kurdan yê derdorê re jî dikeve têkiliyê û piştgiriya wan jî digire. Li gel vê yekê ala Kurdistanê j îli ba dike li asîmanên serhedê. Êdî serhildêr nîvazadiyekê bi dest dixin li hember dewleta tirk. Li çiyayê Agirî’yê bi cî dibin û mêrajin li wir dijîn. Îhsan Nûrî di wê demê de rojnameyekê jî derdixe lê ji ber ku radeya xwendinê kêm e û belavkariyeke baş jî nikare were kirin, rojname zêde nadome. Di sala 1927’an de artêşa tirk bi 8 hezar leşkerî êrîşê dibe ser Agirî’yê lê serhildêr xisareke mezin didin artêşê û artêşa tirk şûnde vedigere. Di vê êrîşê de 4 top, 35 tivingên otomatîk û 14 serfermandarên tirk tê bidestxistin. Serhildê li çiyayê Agirî tevî jin û zarokên xwe bi cî bûne û ciyê wan ji bo serhildanê gelekî stratejîk e.
Dewleta tirk ji ber ku nikare bi şer zora wan bibe serî li rêyên dîplomatîk dixe û ji bo serhildêran efûyekê derdixe. Nameyan dişîne ji Îhsan Nûrî û Biroyê Heskê Têlo re. Lê van hewldanên dewletê bêyî bersiv dimînin. Lewre kurdan gelek fen û fûtên dewleta tirk dîtin û êdî zanin ku ev jî fenên wan in. di adara 1929’an de dewleta tirk 15 hezar leşkerî kom dike û di fermandariya Salih Paşa de wan dişînin ser serhildêran. Lê ev êrîş jî ji aliyê serhildêran ve tê şikandin. Êdî serhildêr bi xwe bawer in û di bin alaya Kurdistanê de hêviya Kurdistaneke azad mezin dikin…
(Dê bidome)


Serhildanên kurdan-XV-
10/01/2011 - 07:28

Mihemed Ronahî
mihemedronahi@hotmail.com
Me di gotara xwe ya yekem a der barê serhildana Agiriyê de sedemên destpêkirina serhildanê û di pêvajoya destpêkê de rola rêxistina Xoybûnê hinekî diyar kiribû. Serhildana Agiriyê serhildana dîroka kurdan a herî domdar û herî dirêj ya bi enî ye.

Serhildana Agiriyê-II-
Me di gotara xwe ya yekem a der barê serhildana Agiriyê de sedemên destpêkirina serhildanê û di pêvajoya destpêkê de rola rêxistina Xoybûnê hinekî diyar kiribû. Serhildana Agiriyê serhildana dîroka kurdan a herî domdar û herî dirêj ya bi enî ye. Kurdan li hemberi dewleta tirk enî vekirine û şer kirine. Di vî şerî de dewleta tirk bi çendê caran hemû hêza xwe bi kar anî lê nikaribû serhildêran têk bibe. Li aliyekî din jî gelek kurdên mêrxas di vê serhildanê de bi mal û canên xwe di ber xwe dan û navê xwe li rûpelên dîrokê kolan. Wek mînak ji van kurdan hinek ev in. Ferzende Beg, Bavê Ferzende Beg Silêmanê Ehmed, Reşoyê Silo, Seyîdxanê Ker, Xalis Beg, Kerem Beg û Şêx Zahir ji van kurdan çend heb in. Van kesana û hêj gelek kesên ku em bi nav û dengên wan nehesiyane di vê serhildanê de canê xwe ji dest dan. Di serhildana Agiriyê de hûrguliyeke biçûk heye ku divê were diyarkirin. Bi ya min serhildana Agiriyê ji sedî sed têkildarê serhildana Şêx Seîd e. Heta em dikarin bêjin ku dûmahîka serhildana Şêx Seîd e. Ango piştî ku dewleta tirk Şêx Seîd û hevalên wî daliqandin pirsgirêka Kurdistanê neqedandin. Nîşenaya vê yekê jî serhildana Agirî ye. Piştê du salan dîsa kurdan serî hildan û kurdên ku serî hildan ne biyan bûn. Dîsa aktorên serhildana Şêx Seîd bûn. Wek mînak van kesên ku me li jor jimartin: Seyîdxanê Ker, Ferzende Beg, Kerem Beg û yên din, di heman demê de serhildêrên serhildana Şêx Seîd bûn jî. Ango em dikarin bêjin du salan li piştî serhildana Şêx Seîd heman serhildanê bi awayekî mezintir şax da dîsa li Kurdistanê. Lewre kurdên ku di serhildana Şêx Seîd de wê hovîtiya dewleta tirk dîtin, neyartiya dewletê xistin ber dilên xwe. 7.800 malbat hat koçberkirin di serhildana Şêx Seîd de û serok û pêşengên kurdan hatin daliqandin û gelek kurdên bêpergal û bêçare hatin kuştin di serhildana Şêx Seîd de. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin sedema serhildana Agiriyê tolhildana kurdan bû.
Serhildana Agiriyê sê salan ajot lê bandora wê pênc salan li wê herêmê berdewam kir. Serhildan ne tenê li herêma Serhedê bû, kurdên herêmên din jî piştgirî didan vê serhildanê. Heta ne tenê kurdên bakurê Kurdistanaê wek mînak Şêx Ehmed Berzencî jî du sed siwariyên xwe tev girêdabû û şandibû hawara serhildêrên Agiriyê. Ji ber vê yekê jî digel êrîşên dewleta tirk yên bi tang û top û teyare, serhildêran sê salan di ber xwe dan, lê piştî sê salan piraniya herêmên serhildêr radestî dewleta tirk bûn. Lewre şer gelek di ber xwe dabû û kurd hem ji alî madî ve hem ji alî manewî ve gelek sist bûbûn. Belê kurdan li Agiriyê Kurdistana azad îlan kiribûn û alaya Kurdistanê li ba kiribûn, lê hêza wan ne zêde bû li hemberî dewletê. Dewleta tirk xwediyê teyaran û topan bû. lê kurdan tenê bi çekan li çiyayan di ber xwe didan. Heta hemû serhildêr jî ne xwedî çek bûn. Piştî sê salan di 1930’î de êdî dewleta tirk cih li serhildêran teng kiribû. Hemû serhildêr li çiyayê Agiriyê asê bûbûn û tirkan bi çil hezar leşkerî û teyareyan narincok dibarandin li ser kurdan. Ji ber xerabûna rewşê serokê serhildanê Îhsan Nûrî derbasî alî Îranê bû û dev ji serhildanê berda. Tenê serhildêr man li wî çiyayî. Di demeke kurt de serhildêr jî radestî dewletê bûn. lê radestbûna wan jî têrî dewleta tirk nekir. Tirkan komkujiyeke xedar li herêma Serhedê kirin. Bi taybetî jî li geliyê Zîlanê deh hezar mirov tevî jin û zarok û temendaran hatin kuştin.
Fermandarê Artêşa Tirk jî bavê Alparslan TURKEŞ, Derviş TURKEŞ bû. Wehşeta ku li kurdan hat kirin li geliyê Zîlanê di dîrokê de li kêm cihan hatiye kirin.
Piştî têkçûna serhildana Agiriyê kurd hemû radestî dewletê nebûn. Wek mînak serhildêrên weke Seyîdxanê Ker û Biroyê Heskê Têlo digel têkçûna Komara Kurdistanê jî di ber xwe dan. Heta ji van serhildêran Seyîdxanê Ker di sala 1932’yan de hat kuştin. Heya roja ku hat kuştin jî êrîş bir ser dewleta tirk.



Serhildanên kurdan-XVI-
17/01/2011 - 07:18

Mihemed Ronahî
mihemedronahi@hotmail.com
Serhildana Agirî’yê di 1930’an de hat tepeserkirin lê ji ber ku hemû serhildêrên serhildana Agirî’yê nehatin girtin, vê serhildanê heya 1932’yan di ber xwe da.

Serhildana Agirî’yê di 1930’an de hat tepeserkirin lê ji ber ku hemû serhildêrên serhildana Agirî’yê nehatin girtin, vê serhildanê heya 1932’yan di ber xwe da. Serhildêrên Agirî’yê di serokatiya Biro’yê Heskê Têlo de heya 1932’yan li çiyayan dijiyan û êrîş dibirin ser dewleta tirk. Piştî 1932’yan delwleta tirk zagon û qanûnên nû derxistin.
Zext û astengiyên dijwartir dan ser Kurdistanê. Hema hema hemû Kurdistan bi her awayî di bin kontrola dewletê de bû. Gelê kurd ji ber şer û serhildanan hejar û perîşan mabû. Li gel vê hejarî û neçariyê dewletê jî ya ku ji destê wê hatibû texsîr nekiribû qirkirin û mişextîkirin û tehdeya nemayî bi serê gel de hanîbû. Bi vê boneyê Kurdistan êdî di kontrola dewleta tirk de bû. Tenê herêmek mabû ku pir guh nedida dewletê. Diviyabû ew der jî biketa kontrolê. Niha dor ya herêma Dêrsimê bû. Ango kurdên elewî.

BERÊ XWE DIDA DÊRSIMÊ
Di sala 1935’an dewleta tirk berê xwe hêdî hêdî da Dêrsimê. Navê vê bêrîdayînê ango operasyonê “Tunç El” bû.1 Navê operasyona xwe li Dêrsimê kirin û nave Dêrsimê kirin Tunceli. Generalekî bi navê Albudllah Alpdogan dan ser kargeriya herêmê. Alpdogan zagonên nû li herêmê bi cî kir û banga çekrasdestkirinê kir li herêmê. Seyîd Riza pêşengê herêmê bû û nameyek ji Alpdogan re şand ku van zagonên nû bipeyitînin li herêmê. Lê Alpdogan bi tumeneke leşker û alayiyeke cendirme bersiv da nameya Seyîd Riza.2
Sala 1936’an bi bombebaranê derbas bû. Ji ber ku zivistan jî xedar bû leşkerên tirk vekişiyan. Vê êrîşa dewletê bi her awayî tehde dida dêrsimiyan. Ji ber serhildanê dêrsimiyan xwe kişandibû çiyayan. Lê hejarî û bêpergaliya serhildêran ew kiribûn rewşeke gelekî xirab.
Di serê sala 1937’an de Seyîd Riza kurê xwe Bira Îbrahîm şand cem General Alpdogan ku vê êrîşê bidin sekindanin lê artêşa tirk Bira Îbrahîm bi awayekî hovane kuşt. Li Ser vê bûyerê Seyîd Riza hewar ji eşîrên derdorê xwest.

HESENAN Û ÛSIVAN ÇÛN HEWARÊ
Eşîrên wekî Hesenan, Ûsivan û çend eşîrên din bang dan vê hewarê û serhildêran hêz dan xwe ji bo êrîşê. Hejmara serhildêran xwe gihandibû 30 hezarî.3 Serhildêran êrîş dibirin ser qereqolan, êrîşî rê û saziyên dewleta tirk dikirin. Dewletê nikaribû bi şerekî nîzamî berê xwe bide serhildêran. Ji ber wê jî berê dest bi şewitandina daristana Dêrsimê kirin.
Ji ber vê şewatê Seyîd Riza û rêhevalên xwe mecbûrî cîguhertinê man. Le beriya cîguhertinê di levdanekê de birîndar ket. Li piştî vê birîndariyê jî heya dawiya payîza 1937’an Seyîd Riza û rêhevalên xwe di ber xwe dan. Zivistana 1938’an ji ber berfa çiyayê Dêrsimê leşkerên tirk nikaribûn havilekê bi serhildêran bikin.

NAMEYA ALPDOGAN
General Alpdogan nameyek ji Seyîd Riza re şand ku agirbestê pêk bînin. Seyîd Riza bi baweriya agirbestê berê xwe da Ezirganê radestî artêşbû.
Lê bêyî ku pê re biaxivin ew girtin û berê wî dan Xarpêtê da ku li Dadgeha Îstîklalê bê darizandin. Di danişînekê de biryara bidarvekirin wî dan û ew û 11 hevalên wî di 18 kewçêra 1937an4 de li Xarpêtê hatin daliqandin. Bi vê bûyerê re serhildana Dêrsimê sist bû û dewleta tirk dest bi komkujiyeke nû kir li dû serhildanê. Bi tevahî çil hezar kurd tevî jin û zarokan li herêmê qetil kir dewleta tirk.

WEHŞETA KOMARA TIRK
Wehşeta dewleta tirk tenê ne ev komkujî bû. Ya ku ji komkujiyê xedartir û ya ku ji hemû mirinan dijwartir jî vê yeka bû ku, keçikên xweşik yên Dêrsimê ji alî sûbay û serbazên tirkan ve hatin revandin. Keçikên ku bav û birayên wan ji dest van serbazan ve hatibûn kuştin ji wan re bûbûn cariye. Vê wehşeta hanê di tu demê de bi awayekî zelal derneket rûyê erdê û her tarî hişt dewletê. Wekî din jî hinek aliyên vê serhildanê hene ku di hemû serhildanan de yek in.
Dîsa di serhildana Dêrsimê de jî em rastî xiyanetê tên. Wek mînak ji pêşengên serhildanê yên herî çalak û navdar yek Elîşêr bû. Trajediya mezin ew e ku Elîşêr bi destê kurdekî bi xayînî tê kuştin. Yê ku wî şehîd dike biraziyê Seyîd Riza, Rêberê xayîn e. Dîrok wekî her car xwe di vê serhildanê de jî dubare dike.
1 http://www.sosyalistforum.net/tarih/36239-dersim-tunc-el8217iyle-vuruldu-1-a.html
2 Celîlê Celîl: Kurt Siyaset Tarîhî, rp:195
3 B.n (Berhema Navborî)
4 Chris Kutschera: Kurt Ulusal Hareketî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder