18 Ocak 2011 Salı

Osman Sebrî

Osman Sebri /10 Kanûn 2008 18:47 - Kurdo Bagokî

Weşanxaneya Apec yek ji çend berhemdartirîn weşanxaneyên Kurdî ye li derveyî welat. Berpirsiyar û xwediyê wê Ali Çiftçi, Kurdekî Enedola Navîn e û heta tu bêje bes, bi hiş û mêjiyekî neteweyî ji bo wêje û zimanê kurdî xizmetê dike.
Heta niha / 1998 meha 11 an / zêdeyî 100 berhemên Apec bi sê zaravayên Kurdî û bi çend zimanan gihiştine ber destên xwendevanên Kurd û ne Kurd.
Di dawiya meha buhurî de Apec li li hejmara di lîsteya kitêbên xwe de yeke din zêde kir. Ev jî helbestên Apê Osman Sebrî ne ku di kitêbekê de hatine komkirin û bi çapeke sipehî dikeve ser riya kitêvxaneyên Kurdî.
Roja yazdehê vê mehê jî Apec, ji bo bîranîna Apê Osman û pêşkêşkirina berhema nû civînek li dar xist.
Em ji meqale û hevpeyvînên corecor yên çapemniya Kurd ne gelekî fireh û ûr be jî li ser jiyan û ramanên Apê Osman Sebrî xwediyê hinek agehdarî ne. Em zanin kengî û li ku çêbûye, hindik gelek çend caran hatiye girtin û ew xwediyê kesayetiyeke çilo û çawa bû.
Apê Osman kurê malbateke dewlemend û xwedîmilk e. Li gundê Narincê li herêma Adiyemanê ji diya xwe bûye. Di hevpeyvîn û meqaleyên li ser jiyana xwe de, ew ji bo sala jidayikbûna xwe sala 1905 an dide.
Malbata wî mîna gelek malmezinên Kurdistanê dikeve ber şapa dewletê, du apên wî Şukrî û Nûrî ji aliyê dewletê hatin bidarvekirin. Malbat gelekî dêşe û zerer û ziyanên mezin dibîne. Ev jî yek ji wan sebeban e ku Apê osman Sebrî hê di temenekî biçûk de hez ji dewletê neke, jê dûr bikeve, di bin çavan re lê binere, xwe jê vede û bahweriyê pê neyîne.
Bidarvekirinên 1925 an û çendmehekî mana di zîndanê de, dijminayetiya di nav wî û dewletê de mezin dike, dibe kêra xwe ber dide ser hestî û fikra derketina derveyî sînorên Tirkiye li cem xwurt dibe, serî radike.
Sala 1929 an dadikeve Başûrê Rojavayê Kurdistanê û heta koça dawî, roja serê xwe datîne û xatir ji gelê xwe dixwaze li wur dijî. Apê Osman li Şamê çavên xwe digre û bi gotina gel diçe ser heqiya xwe. Sal 1993 û ji mehan jî meha çirî bi navekî din kewçêr e.
Di van salên ku Apê osman li binya xetê ye, dibe endamê Partiya Xoybûnê, ji Kovara awarê re dinîvisîne û mîna kesayetiyeke radîkal dikeve nav siyasetê.
Ji bo alîkarî û piştîvaniya Şoreşa Agirî bi komek hevalên xwe re hildikşe jora xetê, derbasî perçê bakur dibe.
Demekê diçe Başûrê Kurdistanê û Berzanî û serokayetiya wî ji nêzîk de nas dike, ev serokayetî çawa ye, çendî neteweyî ye û çendî na, bi çavên xwe dibîne.
Cardî di van salan de û berî ku dakeve Binya Xetê jî carekê li bakur, bi dehan car dikeve zîndanan, sorgon û nefî dibe medagaskarê û heta henasa dawî şert û dijwarî çi dibin bila bibin, jiyan çendî bi serêş û teşqele dibe bila bibe, ji ser ya xwe nayê xwarê, bahweriya xwe bi serxwebûn û rizgarbûna gelê Kurd diparêze û rewş û pergala li welêt dişopîne.
Apê osman newestiya, dudilî nebû, moralê wî başbû. Ne kelemçe û hucreyên dagîrker û neyaran û e jî desttengî û belengaziya maddî çogên wî nefizandin û ew nebirin sûcdê ji zordar û deshelatdaran re.
Salên dawiya jiyana xwe ew bû piştgir û hevalbendekî temam yê şoreşa Pekeke û hevdîtinên wî bi Abdullah ocalan re rengekî peryodîk girtin.
Kurt û kin ji roja xwe nas dike, di aliyê siyasî de bîr dibe,dijmin na dike û pêde, rêça berxwedanê digre û careke din bernade. Dijberî û nelibarî pê nikarin û bi seriyekî bilind, eniyeke vekirî, wîjdanekî pak, serê datîne, diçe gorê. Bila serê malbat û gelê wî sax be.






Osman Sebrî 2





12 Kanûn 2007 15:24





Kesên ku Apê Osman Sebrî nas dikin û ew li mala wî ya li Taxa Kurdan li Şamê ziyaret kirine, zanin ku raserî cihê ew tim lê rûdinişt, miqabil devê derî, li ser dîwêr, afîşeke şehîdan hebû.




Di nav nirxên neteweyî û însanî de ji bo wî şehîd ewçendî mezin û pîrozbûn ku, tim li binya wan rûdinişt û di nav axaftin û di sohbetên xwe de tiştekî ku teqez bi dubarekirin digot, dianî bîra mirov, bala mirov dikşande ser hebû. Ew jî wêneyên di afîşê debûn.

Kalê di ser heftêyî re, hinekî li ser milê xwe yê çepê dizîvirî, serê xwe ber bi jor de vekir û bi destê çepê şehîd destnîşan dikirin û pê re jî digot:

„ Hun jî mîna wan bin, di nav livînan de nemrin. Di qonaxek wek ya îro de ku welat jêrdest û parçeparçe, zilm û çavsorî li qirikê ye, em hê nikarin navên zarokên xwe li wan bikin, em bi zimanê xwe nikarin qise bikin, em nikarin bêjin em kurd in, mirina di nav livînan de, bi mirovên şoreşger nakeve. Kesê ku difikire ji bo gel û welatê xwe tiştekî bike û ji bo vê kirinê ciddî ye, gerek ne di nav livînan de, belê di nav xebatê de; di şer de, di meş û çalakiyan de, di dema nivîsandin û afrandinekê de serê xwe deyne. Her mirin jî nemirin e, mirina ji mirinê jî baştir heye“

Apê osman Sebrî di payîza sala 1993 an de, 12 ê meha Çiriyê serê xwe danî. Ji nav me bar kir, bi gotina gel „gihişte dilovaniya Xwedê“.

Payîz demsaleke ku di xwe de şehîdbûna gelek mirovên mezin ji her aliyê Kurdistanê li welat û derveyî welat, ku her yek ji wan deng daye û bûne stûneke ji stûnên serbilindaya welatê me, berhimbêz dike...
Min Apê Osman di du zemanên cihê de nas kir. Di nav van herdû naskirinan de şeş sal hene. Cara ewil havîna sala 1978 an bû. Ez ji Siwêdê ji bo biqeçaxî derketina bakur çûbûm Şamê. Bi Kesra kurê rewşenbîrê têkoşer Hesen Hişyar re, ku hê ji salên destpêka 70 î me hev li Çekoslovakya nas dikir û wê salê li Şamê muhendisbû di febrîkeya Tekstîlê de, em çûn mala Apê Osman Sebrî û em heta derengê şevê li cem wî man.

Wê şevê Apê kal bi têr û teselî behsa xebatên tevgerarizgarîxwazî li Başûrêrojava, nakokî û dijayetiyên di nav partiyê de, „ îtham û bêbextiyên Selah Bedredîn“ kirin:

„ Îro dibêje me Apo efû kiriye, Apo bixwaze dikare bê nav partiyê. Ew kî ye ku min efû bike !?“

Apo di nav axaftinê de hinek caran hêrs dibû, dengê wî radibû û destê xwe jî li maseya pêş xwe dixist: „ ji min re digotin tu wek Bismark e. Tu gelekî hişk û sert e. Tiştên tu dixwazî zor in, nehesan in, ji herkesî nayin. Ez ne bûm Bismark, lê ma ku Bismarkekî me hebûya em dê heta niha wuha jihevketî, perçe perçe mabûna, wê rewşa me ne baştirbûya, em dê ne li cîhekî gelekî biûmetirbûna....?“

Cara duhem mehên dawî yên sala 1984 an û yên ewil ji sala 1985 an bûn. Di vê demê de ez 7-8 mehan li Başûrêrojava mam. Bi piranî li Qamişlo li mala hevalekî gelekî hêja mîna piraniya kurdên vî perçê welat dimam. Di vê navê re ez çend caran ji Qamişlo çûm Şamê. Li wur jî bûm mêvanê malbateke birûmet.

Ev malbat ji siyasiyên bakur bû û bêj hema cîranê mala Apê Osman bû. Di nav mala vê malbatê û ya Apo de 70-80 gav ya hebûn ya tunebûn. Têkiliyên mazûvanê min bi Apê Osman re bi malbatî gelekî başbûn û demekê dersên kurdî digirtin li ba Apo.

Malbat bûbû mîna „ kufletê malê“ ji bo Apo. Heftê çend caran diçû serdana Apo. Ne hergav be jî carna ez jî bi malbatê re diçûm mala Apo. Ji van rojên bi wate û binirx gelek tişt di bîra min de mane û ne mikune jibîra bikim.

Ew roj li ba min gelekî biqedir in, hêja ne û xwediyên şopên kûr in. Li ser van rojan gelek tiştên mirov bêje hene: me dipirsî Apo tu çawayî. Bersiva wî em dikenandin û didan fikirandin: Werin emrê min hun dê bibînin mirov çawa ye.

Di ser wefata Apê osman Sebrî re çar sal derbas dibin. Heyfe ku heta niha li ser jiyana wî, kesayetî û xizmetên wî hê çû lêkolîneke biserûber nehatiye kirin. Tiştê ku li ber destan heye çarçewa çend meqale û kitêbokeke biçûk ku ji aliyê Memo û Zînê hatiye amadekirin derbas nake.

Tiştê mirov dilweş dike û hinekî be jî bêhna mirov derdixe ew e ku, vê payîzê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê biryar girtiye ku bi navê Osman Sebrî xelatekê bela bike û ev xelat jî dê çend şaxên wêjeyî bigre ber xwe.

Çirî 1997.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder