16 Ocak 2011 Pazar

MILAZGIR (KELA)

Cîyê Milazgirê di dema Osmanîyan da jî gelek girîngbû. Navenda mîr û begên Kurda bû. Navçeyên Kopê (Bulanik), Xelat (Ahlat) û Qereyazîyê (Karayazi) di bin kargerîya Milazgirê de bûn. Federasyonên eşîrên gir li Milazgirê kom bibûn. Federasyona eşîra herî gir ê Hesanan bû.Gelek şaxên federasyonê hebûn.Dîsa wê demê li Milazgirê File (Ermenî) jî pir bûn. Piştî êrîşa Hemîdîyan hatin kuştin û koçber kirin bêguman.

kela-bitlisMilazgir xwedîyê dîrokeki kevne, dîroka Milazgirê hevsalê dîroka Mesopotamyayê ye. Bi şerê Bîzansî û Selçûkîyan (1071) tê nas kirin. Lê belê dîroka Milazgirê gelek kevne. Warê Kurda bûye ji berê ve. Berî îslamîyê dema Kurd zerdeştîbûn , Milazgir wargeha Kurdabû. Di şerê navbera Bîzansî û Selçûkî de (1071) Kurd bi tevî 20 hezar siwarê şervan alîkarî dane siltanê Selçûkî Alparslan. Ku alîkarîya Kurda neba Selçûkî nikaribûn serkeft bibûna, ev rastîyeke eşkare û vekirîye. Mixabin ev rastî lê niha tê înkar kirin.

Bi damezrandina Tirkîye Cimhûrîyetî re Milazgirê girîngî ya xwe winda kir. Gorî navçeyên cînar pêşneket ger bi aborî ger bi sîyasî hate ceza kirin ji alîyê hukûmeta CHP ve. Sedem jî kifşbû, Milazgirîyan piştevanî û alîkarîya serhildanên Kurda kiribûn her demê. Di serhildana Araratê de şêrekî, şervanekî wek Ferzendeyê Silêmanê Ehmed derxistibûn holê. Beg û mîrên Kurda ê Milazgirî yên hatin kuştin yên avêtin zîndanan ku li ser wan gelek klamên dengbêjî hatine gotin.

Paşê jî dewleta dagirker di nava eşîrên Milazgirê de şerê birakujî li dar xist.Bi vî awayî him yekitîya Kurda lawaz kir him jî dijminatîyeki mezin kir navê mixabin. Gelek egîtên me di wan şerê bêwate de badi hewa hatin kuştin. Ji ber wî ye hîna jî şopa wan astengîyên paşverû û qirêj dom dike, nayê paqişkirin. Paşverûya feodalî bi awayekî xwe bi politikayên nû di nava civakê de vedişêre û berdewam dike. Ev jî xeterekî dine ji bo Milazgirîyan !

Erdnîgarîya Milazgirê gelek xweşe. Avên bijarte û zozanên bilind jîyaneki bextewar pêşkêş dike. Çemê Mûradê, Çemê Kesûkê, Çemê Badîşanê jîn dide deşta milazgirê. Ava Şekrîkê ji kurahîya çîyayê Sîpanê di herike, havînê jî wek berfê wek bûzê sar e. Çemê Dexda dil û hinava zozanên Milazgirê ye. Çemê Welekorkê, çemê gundê Mîro jî jîn didin xaka çîyayî. Çemê Mûrîya gencîne, Li Karê (Aktuzla) û gundê Baxçe ava şor dibe xwêya tehma xwarinê. Li her hêleki Milazgirê aveki çema di herike dibe sedema hebûna xwezayekî xweşik. Çîyayê Qertewînê û çîyayê Lele hemberê hev bi sîya xwe deşta Milazgirê di parêzin. Gola Qazê(Qaz Gölü) û newala Gula xemlekî dinin di erdnîgarîya Milazgirê de. Bi her cûreyî kulîlk deşt û zozanên Milazgirê di xemilînin wek bihuşte.

Di Milazgirê de gelek şexsîyetên navdar hebûn, hinek beg bûne hinek jî bi awayekî hatine nas kirin. Mirov dikare wuha bide rêzê : Rizayê Xêlid, Sertiv Beg, Ferzendeyê Silêmanê Ehmed, Şêx Badîn , Fesîhê Mihê Mîrze, Deral Beg, Ûsifê Kişo, Tûdoyê Fîrar, Fehîmê Qadir, Şêx Celaleddîn, Cemşîdê Evdî, Êhsan Qilîç, Mîrkan Beg, Evdilmecîdê Cindo, Îsmet Gundogmuş, Orhan Kotan û Qidûsî Aytaç ( Ê hatin bîra min evbûn, ê ku min ji bîr kirine bo wan leborîna xwe dixazim)

Di van salên dawî de Milazgir bi şaxeke Zanîngeha Alparslan bêşa dibistana bilind hat xelat kirin. Jîyana civakî divê bi guhere û bi rengîn bibe. Du otêlên tûrîstîk jî reng dane Milazgira rengîn. Dawet û şahîyên Milazgirê li ser tevna kevneşopîyê bi rewşekî Kurdewarî di domîne.

Li Milazgirê gelek afirandeyên dîrokî jî hene. Her çiqwas nehatibin parastin û lê xwedî derketin jî dîsa jî li pîya mane û balkêşin.

KELA MILAZGIRÊ

Di sedsala 10 mîn da Bîzansîyan ji kevirên reş û bi xercê Xûristanî çekirine. Birca kelê û sûra kelê hatîye restore kirin. Şehriyarîya Milazgirê parkeki xweş amade kirîye.

PIRA XATÛNÊ

Di salên 1200-1370 de ji terefê Îlhanî yan ve hatîye çêkirin. Ji kevirên Xelatê û bi xercê Xûristanî çêkirine.Li ser rêya Kopê û Milazgirê ye.

PIRA KEÇİKÊ

Berî Miladê di sedsala 2. û 3. yemîn da Ûrartûyan ji kevirên reş çêkirine.Li ser rêya Xelatê ye.

KELA BOSTAN

Berî Miladê di sedsala 5. de Ûrartûyan çêkirine. Li gundê Bostanqeyayê ye. Zinarên mezin kolane û çêkirine.

GIRIKÊ NORDÎNÊ (Nurettin)

Girikekî kevne û dîrokî ye. Bi berhev kirina xwelîyê hatîye çêkirin.Di bin de gor hene tê texmîn kirin.

GIRIKÊ DIGNÛGÊ(Konakkuran)

Di navenda gund da ye.Di binê wî de berê bizirxaneya fila hebû ye. Tê texmîn kirin wek pîramîdên Misrî di binê de gor jî hene.

ŞIKEFTA QEWARTIN

Ûrartûyan zinar qewartine û bi tunelan şikeft gîhandine hev. Li gundê Dignûgê taxa gundê teze ye.

KELA ZINCÎR

Li serê çîyayê Qertewînê ser Newala Gula ye. Ji kevirên gelek mezin çargoşe û bêxerc hatîye çêkirin ji terefê Ûratûyan ve.

Xeynî van afirandeyên tê zanîn li gundê Kûtka, Zikreş, Xara û li alîyê Şêbo jî gelek şikeft û kelayê hatine hilweşandin hebûne.

Milazgir bo têkoşîna netewî jî gelek berdêl daye. Xort û keçên Milazgirî ji buy doza Kurda şehîd ketine. Her dem hêzên dagirker li xelkê Milazgirê zordestî kirîye û hîna jî ev tadeyî dom dike bi awayeki. Milazgirîyan bi serhildanan bersiva dagirkeran dane, wê bi welatperwerî û welatparêzî ya xwe pirsgirêkên feodalî paşverû paqiş bikin û yekitîya gel saz bikin. Ez hêvîdarim û bawer dikim. 15 Hezîran 10

Tevger ÇEKDAR










Hiç yorum yok:

Yorum Gönder