16 Ocak 2011 Pazar

M. ALÎ KUT : BIRO

“BIRO” ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (M. ALÎ KUT)


m.ali kut

Li gor Mezopotamîyên berê (Akadî, Sumerî û belbî jî Kurd) di nivisekê de, sernivîs girîng bû. Divabû naverok bi sernivisê ve bigunca ya. An ew nivîs çê ne dihate hesêb. Ev tiradisyona çend hezar sal berê, di nivisa modern ya roja me de jî, hêj weko prensîbeke pîroz û neguherbar e. Lewma min jî sernivisa xwe guherî û “Biro” lê zêde kir, ji ber min dil heye ez behsa romana Yilmaz Çamlibel ya bi navê BIRO bikim. Bê guman, bi vê bahanê jî behsa gellek tiştên din bikim û dîsan jî hewl bidim xwe di nava sînorên sernivisê de bihêlim.
Mamostayê mezin Ehmedê Xanî di Mem û Zîn de, di heft beşên pêşin de, ji xeyn çîrokê, behsa tiştên din dike; beşa heyştemîn wusan destpê dike:
Nexşkarê rûpela çîrokê
Salixdeyê lewha dîrokê
Bi vî awayî resm û ayîn raxist û kişand
Bi vî terzî qalib lê da û rûpel xemiland
Got:
Paşê hêj, ji nû ve dest bi çîrokê dike. Em jî dê xwe bavêjin ber sîya mamostayê nemir Xanî û bibêjin ev tradîsyona ji wî, ji me re mîras maye. Di van rêzikên mamoste E. Xanî de, ne tenê mîrasek, lewra rastîyek jî heye. Werbêj, çîrokbêj, ê ku salixan dide, ê ku rûpelan dinexşîne; bi gotineke din ê ku çîrokê ji me re dibêje, ew sultanê gotinê ye.
Di kurdî de ”Çîrok” ne bi tenê têgehek e ku formekî vegotina edebî dide nasîn. Di heman demê de tê maneya imperfekt (wexta borî, derbasbûyî). Ji bo em hinekî li mijara xwe kûr bibin em alîkarîyê ji felsefeyê bixwazin û pêre jî bibêjin, her tişt çîrok e! Wext jî wusan e, ew tîrêjên rojê ku li dunyayê dikevin bi qasî heyşt deqîqeyan kevn in. Dema em serê xwe bilind dikin li ezmanên tijî stêrk dinêrin, di heqîqetê de em li zemanekî çûyî, rabirdû temaşe dikin. Têgihiştin jî wusan e. Wexta ku em tiştekî bi nav dikin, em çîrokekê didinê, eviya çawan dibe bila bibe, him empirîk, him jî bi reya ratio be, encam nayê guhertin. Wext mefhûmeke derbasbûyî ye. Ew tiştê ku em jê re dibêjin ”nuha” di heqîqetê de tenê logîk (mentiq) e. Eva jî ji bo têgihiştina me ye.
Di kompozisyoneke niviskî de jî heman bingeh ”çîrok”, e. Eger çîrokeke te î ko tu ê ji me re bibêjî, nebe, em dê ji werbêjîya te fam nekin. Tu çendî bêjeyên xweşik û manedar bîne ba hevedin dîsan jî ku çîrokek nebe, kompozisyonek ji wan gotinan ê neyê afirandin. Çîrok kompozisyon bi xwe ye, bingeh e, sereke ye, sitîlistîk, têşe, şêweyên raxistina mijar û pêşkêşkirinê, hemî hûrgulîyên edebî ne. Di vê çarçovê de, incex, em dikanin berhemeke edebî binirxînin û rexne bikin. Nuha em divê ji sernivisa xwe bidûr nekevin û li romana BIRO vegerin. Çi fiktiv çi rasteqîn û dîrokî, bêşik çîrokek heye. Evîya ji serpêhatiyên Biroyê Hesikê Têlî pêk tên. Ji temenekî wî î navsere destpê dike ta kuştina wî û pê re jî roman diqede. Nivîskarê vê romanê Yilmaz Çamlibel e, ev çîrok ya wî ye, an jî bi zimanekî moderntir, versîyona wî ye. Bi babetekî din ne dibû û nabe, dema ku bû ji ya wî derdikeve, dibe versîyoneke din. Belbî jî ferqa herî mezin ya di nawbêna dîrok û edebîyatê de jî ev e. Di edebîyatê de versîyon gellek in. Bûyerek, an kesayetîyek bi gellek awan dikane were gotin. Lê dîrok fakta ye. Di edebîyatê de sînorên wusan hemî subjektîf in, li ser kêfa nivisêr dimîne.
Dezawantaja romanên dîrokî di vir de ye. Ji ber ku bûyer û karakter diyar in. Lê ez dibêm eviya di heman demê de awantajeke jî, ji bo nivîskar. Ji bo em vêya hinekî kûrtir bikin divê em li kesayetîya Biroyê Hesikê Têlî vegerin. Ger em tometên turkan ên wekî ”pezrevandin û qaçaxçitî” ê nehesibînin jî, dîsan derketina Biro ya serê Gilîdaxê ne ji ber sedemên milî bûn. Sedemên şexsî û asitîya wî bû. Bêguman di nav van sedeman de jî kurdbûyina wî roleke mezin dilîze û mirov nikane di paş guhê xwe re bavêje. Di romanê de jî em dibînin ku Biro li serê Gilîdaxê digihê, ji pirsên xwe re bersivan dibîne û hêdî hêdî dibe şervanekî milî, endamekî Xoybûnê.
Cara pêşin min navê Biroyê Hesikê Têlî di nivisên dîroknasê Ermenî Garo Sasunî de bihîztibû. Sempatîyeke bêhempa min jê re nîşan da. Ji gellek dost û hevalan re behs kir ku di şexsîyeta wî de em dikanin karekterekî milî bihûnin ku ên wekî Ulu-Batli Hasanê turk avê li destê wî kin! Biroyê Hesikê Têlî li ber çavên min bûbû wekî Superman, hûtekî canpola. Fîşengên turkan di laşê wî de nediçûn, ku xwe çemd dikir deh metroyan difirîya hêla din! Bazekî çiyayê Agrîyê bû. Nivisên Garo Sasunî jî ev dipejirandin. Li hemberî dewleta Alî Osman û Mustefa Kemalî bi kîn û nefret bû. Lewra ku ew xapandibûn, pêre xiyanetî kiribûn, paşê jî gund û warên wî talan kiribûn, heskirên wî kuştibûn, heqaret li termên wan kiribûn. Ji kîn û nefreta wî re sînor nemabûn, tabûr û alayên turkan tarûmar dikir, yek ji wan dîl ne digirt, hemî di cihê cih de dikuştin. Dema ku lê teng dikeve, ji bo ku bikaribe li hemberî dewleta Roma bêbext baştir şer bike, deh ji heskirên xwe î herî nêz î jar û naçar, dikuje. Biroyê Hesikê Têlî ê dîrokî yekî wusan canpola û dilkevir bû. Ev lehengê min bû, min ew wusan tesewur dikir, rastî jî wusan bû. Lê wa xuyaye, ji rastîya min zêdetir rastî hene:
»Gava çavê Biro li Xezalê diket, dîn dibû. Dest û pîyên wî li hev diketin. Wek kavirek gêj dor hev dizîvirî. Dîsa wek îro dembuhar bû. Êla Hesesoran derketibû ser zozanên Agrîyê. Keçikên Hesesoran ji bo qirş û tepikanînê, ji zomê dûr ketibûn. Biro xwe di paş zinarek de telandibû. Li benda Xezalê sekinîbû. Gava Xezal hat ber zinêr, Biro ji nişkêva derket pêşiya wê. Xezal gellek tirsiyabû û di cihê xwe de qerimîbû. Biro bi lez çûbû Xezalê ramûsabû. Paşê bi rev ji wê derê dûr ketibû. Ew ramûsana Xezalê, gellek şevan dikete xewna Biro.» (Biro. R.39)
Hêj di destpêka romanê de em dibînin, karekterê ku şekil digre ne kesekî şerkir û asî ye. Bilekis, kesekî bi xeyalên romantîk e. Di rûpelên dahatû de eviya hê zelaltir dibe. Biro bav e, Xal e, Ap e, berpirsyar e, bi ûjdan e, ji bo selameta wan dilê wî bi taswas e:
»Biro dîsa bê hemdê xwe, bi xwe re xeberda: di nava çend rojan da, li van deran, wê gellek fîşeng biteqin. Hinek meriv birîndar bin, hinek jî bên kuştin. Gelo sebeba vê xwînrijandinê ez im? Xwedê jî, qûl jî dizane ku sebeba vê xwînrijandinê, dewleta Romê ye…»(Biro.r.41)
Çend rûpel şûnde jî, vê taswasa dilê xwe di dîyalogekê de eşkere dike:
»- Kuro lawo! Sedema tirsa min, ne mirina min e, ne leşkerê Romê ye. Ez ji bo van xortan ditirsim. Hela binêre, hinek wana bi jin û zar in. Hinek dergistî ne. Hinek hene ku hetanî nuha ji keçikek ramûsanek nestandine. Neketine paşla jinekê. Serê xwe dananîne ser zer memikên gozelek. Nuha em wana ber bi mirinê dişînin. Dibe hinek ji wana, wê bêmiraz herin axretê. Ev îhtîmala hanê, bi rastî min gellek dêşîne û ditirsîne.»(Biro. r 54/55)
Di seranserê romanê de Biroyê Hesikê Têlî wekî maqûlekî kurd, mîna mirovhezekî tevdigere. Ev humanîzma wî cî bi cî ji normalê jî zêdetir dibe. Dema min roman qedand, min ji lehengê xwe; Biroyê Hesikê Têlî î canpola û dilkevir derhem têde nedî, ez mat mam! Çawa dibû? Lê di heman demê de bersiv û fikrên din jî di serê min de vêketin. Çima na! Ma Biro ne însanek e! Bi mal û zaro ye û heta, li Bazîdê dest bi dukandarîyê jî kiriye. Mirovekî wusan çima ê bixwaze şer bike. Lewra ji hemî zêdetir, wekî me li jor jî behs kir, ev vegotina rêzdar Çamlibel e. Avantaja romana dîrokî di vir de ye. Bi gellek şêweyan dikane were vegotin. Di versîyonekî din de belbî em laqî ew Biroyê canpola û dilkevir werin.
Gelo mimkin e ku tenê bi romanekê êş û azara dilê Biro were vegotin? Ma bi romanekê tenê hovitîya leşkerê turk ya di serhildana Agrîyê de tê vegotin? Bêguman na, bi sedan roman jî ê ne bes bin. Jiyana her kurdekî serhildanê trajedîyeke xweser e û mijarê romanekê ye. Ji ber vê em dê gavê versîyona rêzdar Yilmaz Çamlibel bi kêfxweşî bihewînin û di vî warî de wekî gaveke girîng, helwesteke hêja binirxînin. Me kurdan hêj dîroka xwe teva nekirîye, nenivisîye. Kengî ku di romanê de û hemî formên edebî de hate vegotin, ew dîrok temam e. Wêje bi vegotinên xwe yên taybetî nirxên netewî di nav miletekî de xurt dike lehengan diafirîne. Qehremanên ku neyên vegotin di nav rûpelên dîrokê de winda dibin diçin, ji kîsî miletan diçin. Lê ku hatin nivisandin jî, dibin hêz û moralekî bêhempa ji bo nifşên bê re.
Ji ber van sedemên ku me li jor qal kirin, romana BIRO gaveke girîng e û valahîyekê tijî dike. Bi naveroka xwe di kurdayetîyê de derseke xurt e. Derseke dîrokî ye. Hêja Yilmaz Çamlibel gellekî bi hostetî, di nav teqûreqa şer û dengê mitralyozan de, cejn û adetên herêma Serhedan, hûna ye. Wekî Beranberdanê û pîrozkirina Kosegêlî. Di şevên zivistanê ên dirêj de jî em dê li stran û çîrokên çîrokbêjên heremê guhdarî bikin. Di nav leşkerên serhildanê de jî em dê guh bidin henek û laqirdîyên navçe û bajarokan. Ji bo xwarinhezan jî mizgîniyek: Rêzdar Çamlibel bi zengînî behsa hemî celeb xwarin û mezeyên herêma Serhedan dike. Em dê zimanê romanê jî wekî hêsan, zindî û bi devok, pesin bidin. Axilbe jî kêfa min ji devokê re hat. Çendî em îro li pey avakirina zimanekî standart bigerin jî, devok divê di hemî diyalektan de wekî zengîniyeke zimên were paraztin. Weke mînak, min heta nuha ne dizanî ku kurdên Serhedê ji bo çiyayê Agirî, Gilîdax jî dibêjin!
Meseleke din jî ku di vir de divê were zelal kirin ew belgeyên dîrokî ne. Wa xuyaye ew belge, name û belavok wekî orjînalên xwe ên dîrokî derbasî romanê bûne. Bi bawerîya min, evîya ji hêla dramaturgî ve bandorekê neyînî li berhemê dike. Herk û teqla çîrokê dixîne. Di virde, ji bo wan kesên ku zêde bixwazin bixwînin û miqayese bikin, wekî mînak em dê referenseke dîrokî bidin. Ew jî romana Gogol, Taras Bulba ye(1835). Ên ku dizanin ji xwe dizanin lê ji bo ên ku nizanin em dê eşkere bikin ku Gogol bi xwe dîrokzan bû, her wusan jî kar dikir. Mijara Taras Bulba ji belgeyên dîrokî wergirtibû. Keşîşekî Polonî Szymon Okolski (1580-1653) çavdêrîyên xwe î di serhildana Kozakan de, li hemberî serdestiya Polonî 1637-1638 nivisîbû û ev belgeyên wî ne ku Gogol romana xwe ya dîrokî li ser ava dike.
Digel ku çend sedsal di nawbêna wan de heye, jîyan û qedera Taras Bulba û Biroyê Hesikê Têlî bi gellek awan, dîsan jî, wekî hev e. Ji ber vê ev mînaka zû di serê min de vêket. Di vir de tiştekî din jî dişibe hev, rêzdar Yilmaz Çamlibel bi xwe li ser dîroka Serhildana Agrîyê lêkolîn kiriye û di vê derbarê de pirtûkek dîrokî nivisîye.
* BIRO Romana Serhildana Agirîyê /Yilmaz Çamlibel/Weşanên DENG 2010
M. ALÎ KUT

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder