12 Ocak 2011 Çarşamba

Li dû Serhildana Şêx Seîd

Serhildananên kurdan-XIII-
27/12/2010 - 07:21

Mihemed Ronahî
mihemedronahi@hotmail.com
Li dû serhildana Şêx Seîdê Kal kurd li gelek deveran ji bo mafên xwe bi artêşa Komara Tirkiyeyê re şêr kirin. Artêşa Komarê jî ji bo tepeserkirina van serhildanan hêza xwe ya heyî bi ser kurdan de dişand.

Li dû Serhildana Şêx Seîd

Li dû serhildana Şêx Seîdê Kal kurd li gelek deveran ji bo mafên xwe bi artêşa Komara Tirkiyeyê re şêr kirin. Artêşa Komarê jî ji bo tepeserkirina van serhildanan hêza xwe ya heyî bi ser kurdan de dişand. Dawiya van serhildanên hûrdek û girdek bi tevahî ji ber bêtifaqiyê têk çûn bû. Serhildan hejmartibûn. Serhildana Nehriyan a duyem, serhildana Hezo’yê û serhildana Reşkotan û Ramanê. Di vê nivîsa xwe de em ê van serhildanên li dû serhildana Şêx Seîd bidomînin. Ji van serhildanan ya çaremîn:

BIROYÊ HESKÊ TÊLO
4- Serhildana Biroyê Heskê Têlo: Di serhildana Şêx Seîd de Biroyê Heskê Têlo piştgiriya dewletê kiribû û nehiştibû ku serhildêrên kurd derbasî sînorê îranê bin û derkevin derveyî welêt. Li dû serhildanê çavê wî lê bû ku dewleta tirk cihekî baş bidê lê dewlet li hember wî jî hatibû xezebê û niha wekî hemû mezin û pêşengê kurdan dixwest ku wî jî mişextî anadola navîn bike.
Lê Biroyê Heskê Têlo ji ber ku zanibû mişextîbûn û mirin yek e, li hemberî vê biryarê derketibû û serîhildabû li hember dewletê. Dewleta tirk êrîşeke mezin bir ser wî lê ji ber guncaniya çiyayên herêmê artêşa tirk bi ser neket.
Li dû vê êrîşê dewletê nihêrî ku rewşa herêmê xeternak e hêzeke mezintir şand vir û di encama vê êrîşê de Biro derbasî derveyî sînor bû û li çiyayên rojhilatê Kurdistanê bi cî bû heta ku rêxistina Xoybûnê xwe gihand hewara wî. Bi vê aravê serhildana Agiriyê dest pê kir. Lê ji ber ku serhildana Agiriyê mijareke bi serê xwe te em ê niha li vir qut bikin vê mijarê.

SERHILDANA MÛTKIYÊ
5- Serhildana Mûtkiyê: Dîsa li vê herêmê jî wekî tevahiya Kurdistanê, dewleta tirk doza mişextîbûna kurdan dikir. Dewletê xwest ku 35 gundan ji ciyê xwe mişextî anadolê bike lê gelê herêmê li hember vê biryarê serî hilda û bi dewletê re ketin şer. Li gorî agahiyên tirkan 1900 serhildêrên çekdar hebûn li vê herêmê. Serokên vê serhildanê Mihemed elî Yunis û Şêx Evdirehman bûn. Ev serhildan zêde di ber xwe nade û dewleta tirk di demeke kurt de serhildanê radiwestîne li herêmê.

SERHILDANA BEŞÎRIYÊ
6- Serhildana Beşîriyê: Li hember van zordariyên dewleta tirk serokê eşîra Elîkan Xelîl Samî jî dest bi berxwedanê dike. Bi berxwedana Xelîl Samî re, serokê eşîreke herêmê yê bi navê Elî Osman jî bi Xelîl Samî re dest bi serhildanê dike û bi hêzên dewletê re dikevin şer. Lê ev serhildan jî ji ber lawaziya hêzên serhildêran di demeke kurt de têk diçe.

BERXWEDANA BIŞAR Û RESÛL
7- Berxwenda Bişar: Ev berxwedan jî dîsa bi heman mebestê derdikeve.
8-Berxwedana Resûl Axa: Hêzên Artêşa Tirk ji bo çekdanîna gelê kurd erîşê ser gund û navçeyan dike. Di vê navberê de serokeşîran jî derdest dike. Ji van serokeşîran yek jî Resûl Axayê serokê Jilyaniyan e. Resûl Axa jî bi eşîra xwe re serî hildide li hember dagirkeriya komara Tirkiyê.
9-Serhildana Sasonê
10-Serhildana Tendurekê
11-Serhildana Sawûrê
12-Serhildana Zeylaniyan
13-Serhildana Oremarê
Van Serhildanên ku me li jor bi kurtasî jimartin jî bi heman mebest û sedeman in û mixabin ku her yek jî bi heman encaman têk çûne. Di vir de kêmasiya herî mezin ew e ku van serhildanana di herêmeke biçûk de dest pê dikin û di herêmeke biçûk de bi dawî dibin.


Çavkanî;
1- M. Kalman: Botan Direnişleri, rp:87


ji azadiya welat hatîyê hildan


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder