20 Ocak 2011 Perşembe

Ji Serhildanên Agirî - Reşo û Zeyno

Li Kurdistana Bakur, piştî têkçûna şoreşa netewa Kurd, leşker û hêzên taybet yê turk
diketin bajar û gundên Kurdan sero binî hevdikirin, xelk dikuştin û dest diavêtin
namûsa kurdan, dijî vê xirabiyê kurdan dîsa berxwedidan. Lê hêza kurdan qels bû. Ji ber vê yekê sernediketin. Lê li hember dujmin şerê xwejî dikirin.
Di dîroka gelê Kurd de, bûyerên qehremanî û qehreman jî gelek in, lê îxanet û xayin jî gelekin!.
Ev bûyera ku ez dê behs bikim li herêma Serhedî, bajarê Agirî (Qerekose)qewimiye.
Bi navê Reşoyê Silo şervanekî Kurd hebû di serhildana çiyayê Agirî de serok deste bû, piştî têkçûna şerê çiyayê Agirî ku şervanê Kurd ji hev belav dibin, hinek derbasî
aliyê Îranê dibin, hinek jî destê(gurup) xwe ba li çiyayê Kurdistanê dimînin dîsa jî
şerê dujimin dikin; Reşoyê Silo yek ji van bûye.
Em vegerine ser bûyera Reşoyê Silo, çi dibe û çawa diçe çiya, Reşoyê Silo di gundê
xwe de keçeke bi navê Zeyno hebû jê gelek hezkiriye, Zeyno jî ji Reşo hezkiriye.
Rojekê eskerê Tirkan êrîşî ser gundê wan dikin hemû ti tên gundiyan talan dikin û dest dirêjî namûsê dikin. Reşoyê Silo ji ber vê bûyerê tehemula wî namîne, tivinga xwe hilidide, soralix (rext) fîşegan girê dide, di binya gund de xwe berdide newalekî û bi leşker re şer dike, şer ji sibê hetanî êvarê berdewam dike, Reşo 4 leşkeran dikuje, bi xwejî bi çiyê dikeve û dibe qaçax, û beşdarî şerê çiyayê Agirî dibe. Pi tî têkçûna şerê
Agirî, Reşoyê Silo bi deste-gurupa xwe va tê çiyayê Tendûrekê, Zeyno jî dibe cem xwe û pê re dizewice qate cilê mêran li Zeyno dike, ji Zeyno jî şerwanekî gelek zîrek û çalak derdikeve.
Reşo û Zeyno şevê ser qereqolê turkan de êrîş û tînin, le keran dikujin û qereqolan belav dikin, ev êrîş û bûyerên Reşo û Zeyno bi salan didome wexta ku zivistanan
herêma Serhedê tê felaketê jî bi xwe re tîne. Zivistana dijwar destpê dike, heft roj û heft şevan didome. Reşo û Zeyno dikevin şikeftekê xwe di parêzin. Li birçîna taqeta wan dişkê. Ji ber sermê û cemedê jî di qerisin. Hal di wan de namîne.
Li pey wan ixbarçî jî hebûne. Wexta ku dewlet ixbara Reşo û Zeyno hildide û çîyê wan hîm dibe. Bi mufreze leşker dor li şikeftê digirin, deng li Reşo û Zeyno dikin.
Qumandar dibêje werin bi çekê xweba teslîmî me bin.
Reşo bersiv dide: dibê çima tu nizanî ez Reşo me, Reşoyê Silo me, kilê çavê Zeyno me. Mirina min heye, teslîmbûna min tuneye. Qumandar fehm dike ku Reşo û Zeyno teslîmî wan nabin, lê mixabin ji sur û sermê destê wan qerimîne nikarin şer kin,
mufreze dajo ser wana Reşo di şikeftê de dikujin. Zeyno jî sax digirin. Serê Reşo jê dikin. Li ber çavê Zeyno, qumandar loma li Zeyno dixe dibêje: De, bêje ez mêrxas im an Reşo !
Zeyno bersiva qumandar dide, dibêje: Ew Reşo bû, Reşoyê Silo bû, kilê çavê Zeyno
bû, lê mala felekê bi şewite, felek bi min û Reşo re xayîn bû. Eger berf bager, sur û serma nebûya Reşoyê te bi ku ta, esker jî ser de. Navê Reşo layiqî devê te yî pîs nîne
ku navê wî hildidî devê xwe. Li ser wê bersîvê, lêdixin Zeyno jî dikujin serê wê jî jêdikin, serê van herdû qehremanên Kurd tînin bajarê Agirî (Qerekose) li pêşiya navenda leşkeriyê,
serê herdûyan li du dara dixin, xelk bi rojan tên serê wana temaşedikin. Heta îro jî yek ku dijî dewletê tiştekî bike dibên we serê Reşo û Zeyno jibîrakir.
Li ser vê bûyerê dengbêjan stranek çêkiriye. Ev stran weha ye:
Ax li minê lê wayê
Li minê lê wayê
Li minê lê wayê
şerekî li me çêbû.qalekê li me qewimî
Li kirê Tendûrekê li gulî çîmena şewitî
Dilo mehrûmo Xwedê xira bike çiya bi çiya.
Zeyno bi sê dengan bangdikir: Reşo malî xirabo
Te digot ez mêrim mêrekî çême
Hêjayî sed mêrê Romê me
Malî xirabo ezê dêna xwe didimê
Îro ji pêra dengê te qet tunîne.
Reşo gazîdikir, digot Zeyno malî xirabê
Îro sê roj, sê şeva di nava berf bagerê de
Ji tîna ji birçîna xwedê dizane qudûmê min tunîne.
Ax li minê lê wayê
Li minê lê wayê
Li minê lê wayê
Zeyno gazî dikir, digot ji tal û bextê Reşoyê Silo re
Ne bihare, ne payîze, ne havîne
Çileye çilê erba şîne
Îro sê roj sê şeve Reşoyê Silo di nava berfê bagerêde
Ji tîna ji birçîna
Qudûmê wî xwe mêrî tunîne.
Ax li minê lê wayê
Li minê lê wayê
Li minê lê wayê
Zeyno gazîdikir digot
Heyfa minê nayê li kuştina Reşoyê silo
Heyfa minê nayê li kuştina min kesûkê
Heyfa minê têye li wê heyfê
Wê serê min, Reşoyê Silo jêkin
Wê me beherin qerekosa (Agirî) şewitî
Wê pişta me bidin dîwara
Wê berê me bidin van dikanan
Xelkê were temaşê wê bêjin
Evan serê Reşo û Zeyno ye
Ax li minê lê wayê
Li minê lê wayê
Li minê lê wayê


-Dawî-


Nûreddîn Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder