18 Ocak 2011 Salı

Halîl Uysal: Meşa berbî Çîyaye Agirî



BEHDÎNAN (07.04.2008)

HALİL UYSAL : Ji bo masîxura gewr bibînim ez dimeşim. Mijeke mîna qişayê ji ser çemê Zapê re bilind dibe.


BEHDÎNAN (07.04.200899) Ji bo masîxura gewr bibînim ez dimeşim. Mijeke mîna qişayê ji ser çemê Zapê re bilind dibe. Ya rastî, kingê ez bergî vê dîmenê têm, hiş û aqil ji serê min diçe. Niha roj şewqa xwe dide ser lutkeyên girikan û gavekî şunde wê bighîje kûranîyên gelî. Hingê ev mij wê bi ker û lal bilind be û sûna wê rûyê avê yê teyisî dê bimîn e. Dema ku ez di perava çemê mîna qişayê sar dimeşim, rengê avê tête guhorandin û dibe rûbarekî rengê kevzên kesk. Herwisa Zap, dê cilên xwe yên şevê yên şîn derxe û xwe bi xavikên kesk yên rojê bipoş e. Hema di wê demê xwe de, masîxwera gewr, wê bi şêweyekî bê deng, mîna ku ji ezmana re diparize, ji ser vî rûbarî re hilpere û her e.

Hema bi tenê ji bo vê kêlîyê temaşe bikim, ji perava Zapê re dimeşim..... Ez bawer dikim, di van çîyan de tiştên afsûneyî hene. Nayê bîrya min kê gotibû, lê dibêjin, eger kesên ku nehênîyên xeza didê wan, bikaribe veşêre, hingê xeza hê jî zêdetir nehînîyan dibexşîne wan kesan. Merca vêna jî, bi tenê bila bizani be wan nehînîyan veşêre.....

Di hemû demên kû min di çîyan de derbaskir, wê masîxura gewr her carekî xwe nîşanî min dikir û car din wenda dibû. Bi dîtina wê, her karên ku min nûh dest pêdikir, dikaribû hingê biqedînim. Rêwîtîyên ligel wê bi rengekî hêsanî diqedîyan. Demeke wisa hat, êdî eger min ew nedîtiba, destê min nediçû li ser kar û barê rojane. Heya ew nedîtiba, heya bi pûrtên wê yên li pêş tîrêjên rojê diçûrisin, di dilê xwe de nedîtiba, min nedixwest derkevim rêwîtîyan. Mîna ku wê jî ev dizanibû. Ji ber vê her qonaxeke nûh, dixwest carekî xwe nîşanî min bike û aramîyê bixe dilê min....

Di despêkê de min digo ev tiştekî ji resthatî û pîsadî ye. Min guman dikir û digot: ev balinde ne ya vê cografyayê ye. Dema ku ji ezmanên vê derê re derbas bûye, ji bo bêhna xwe hilde daketîye xwarê û wê car din hilpere. Min, ew di dema erefa xebatên nû, yan jî di despêka rêwîtîyan xwe de hercar didît, Piştî gelek salan ez tê gîhîstim ku ne wisa ye. Masîxwera gewr, ji van waran nediçû û rêka xwe domnedikir. Wek mala masîxur li ber wî rûbarî ye......

Gelek sedemên rewîtîya min ya Kurdistana Bakur hene. Herwiha hemû heval jî dizanin; armanca min ya despêkê amadekirina fîlmeke belgename li ser gerîllayê bakûr bû. Ev fîlma wê ji Botanê dest pêkira û li çîyayê Agirî biqedî ya. Ev armanca mine sereke ye û ji hêla hemû hevalan hatîye pejirandin. Ev kara heya niha ji hêla qet kameremanekî jî çênebû ye. Min navê xebatê danîbû, “ewên ku berbî çîyayê Agirî dimeşin”. Dema ku encama wê dihate pêş cavên, hêycaneke mezin li ser min çêdibû. Min nedizanî di nav şerekî wisa dijwar de ezê di vî karî de serkevim yan na. Le qe nebe mîna mûrîyên ku di rêka Kabeyê de dimirin, ezê jî di vê rêkê de bimirim.

Berya derkevin çîyan, perwerda min ya kamerayê û wênekêşîyê pir kêm bû. Ji bilî wê, min çi perwerdên dinê nedîtibû. Bi rastî çîyan ez kisaandim nava vê xebatê. Di çîyan de, hinek tişt çebûn bala min nekişandin, lê min ew sehkirin. Ew çawa çêbû nikarim şîrove bikim. Lê di atmosfera çîyê de min tehm û çêja wê ba û hewa yê wergirt. Di nav çîyê de ez jînbûm û min hertişt li wê derê parîvekir. Dikarim bêjim, him ji alîyê hizrê û him jî, ji alîyê teknîkê cûdabûnek di hundirê min de peyda bû ye. Wênekêşîya min û wênayên min di çîyan de pêşket. Ez di wê bawrîyê de me, sedema wê nehînîya/sirra çîya ye.

Dema ku em derketin li çîyê, me nîhêrî ku li vê derê cîhaneke mezin he ye. Mijara resen, ya daxweza min vegotina vê jîne ye. Mijara resen ewe ku, dixwazim çiqasî hez ji vê jînê dikim wê destnîşan bikim. Hevalên min yên bi dil û can li vê derê peydabûn. Min xwest ez wana bidim nasandin. Herwisa min xwest ez wana di bîra xwe de bihêlim û bila hertim bijîn. Ji ber ku ew zarokên Gelê Kurd yên herî qehreman û bedewin. Ji nav gelên Kurd beşa hilbijartî û bi hêz derkete çîyan. Ji ber ku ez di nav wan rûmeta de dimam û tevî wana dijîyam. Ji ber vê ez bextewarekî mezinbûm. Bi hev re jîn kirin, kişandina wêneyan, bûye egera sazbûna vegereke di navbera min û wana de.

Ji bo bedewîyên Kurdistanê ketibûm li ser vê rêkê. Minê bi kamera xwe ve ew bedewî hemû berhev bikira. Ezê derketima çîyayên ku gerîlla derketîyê, minê kulîlkên ku wana bîhnkiribû, bîhn bikira. Çeka min jî, amraza mine ku, karanîna wê tewr di rêza dawîyê de bû.

Egera dudemîn, ji ya yekemîn pêwîstir e. Ev egera min bi tenê çend hevala re parîvekir.Min dixwest bikevim di navenda şer. Xewna min ew bû ku, min dixwest jîna xwe ya ji vir û pêde ne li derên din, li ser xaka bakûr bihurînim. Di nava deryayan de, dema ku wî mirovê bedew jehrî dikin, bi şerekî dijwar û dirinde ve diçine ser gelê wî, min nexwest di qerax û kêlekê de, di navenda vî şerî de bimînim. Li ber vê egerê min hemû kişt û kalên xwe barkir û ketim ser vê rêkê. Hema qet nikaribim tiştekî jî bikim, ezê li ser vê xakê di şopa gerîllayan de bimeşim.....

Egera derketina vê rêwîtîya nehînî û ji dil û can, ji bo xwe nûvekirinê ye. Min nizanibû wê çawa be. Lê min sehdikir ku, rêka nûvekirina hestan û hizran ji ser vê xakê re derbas dibe. Bîhna min li pêş kevnbûna hemû tiştan pir teng dibe. Derbarê tiştên ku di dilê min de dijîn, dixwezim hertim zindîbûn û heycana despêkê hes bikim. Herçiqasî bedelê wê wendakirina jîyanê be jî, bawer dikim rêka wê ji nûvebûna dil û bedenê re derbas dibe.

Di van çîyan de min jîyanek bihurand. Dibe ku ne zêde serkeftî bûm. Lê, bawer dikim min jîneke paqiş pêkanî ye. Ne ji alîyê derûnî, ne jî alîyê darayî, qet carekî jî, ji çiyan û ji wan hevalên ku min wê derê çêkiribûn dûr neketim. Paşnavê minê ”uysal”, ji xweberê bûye çîya. Her çendî min ev nava heqnekiribe jî, ji bo kêrî vî navî bêm çi ji destên min hat kir.

Tişta ku min bi tevî xwe hanî ye çîyê bi tenê bedena min e. Lê belê tiştên ku min ji çîyê stend gelekin. Ez li çîyan mezinbûm. Ne mîna temaşekarekî, wek kesekî li wêderê dijî min cîh girt. Fîlma Berîtanê wek nimûneyekî dikarim bidim. Ew fîlim di dîroka Kurdistanê de behsa xîyanetê dike. Behsa evîn û berxwedanê dike. Ez bi xwe yekcar di nav wê jîne de bûm. Bûme şahidê xîyanetan. Ligel mirovên berxwdar mam. Min hevalên ku, evîn û welat bi hev re girêdane û bi lez û bez xwe dighînin bereya şer naskir. Ez bûm parçekî vê jîne. Ango ez bi xwe, di nav vê çîrokê de bûm.

Min xwest ez ji bervî bintarê avjênî bikim. Şûna kû li ser rûyê avê bimînim û bipilpitim xwest noqî binê wê bim. Min berbî deverên ku şer germe û diqijilîne, him jî li navenda wê melevanî kir. Pêdivîyê jîneke sextir, bêtewat û hovtir bûm.

Hingê dikaribûm di kûranîya vê jîyanê de, ya ku min xwe noqî bin wê kirîye bibînim. Divê ez bixeniqîya ma, tunebûma û koça xwe barkira biçuma. Di nav vê Artêşa Gel de ez wenda bûma. Divê min bikariba, ji nav derya qirêjê, bi şêveyekî paqiş, rizgar û xwe nûvekirî derketibûma. Di çîyan de hemû armanca min ev bû: Eger ez derketim li çîyê, divê bibûma çîyayî. Eger ez hatibûn nav refên gerîllayan, divê bibûma gerîlla.

Ne di kuncikê wê de,

Ne di perava wê de,

Divê, di navenda vî şerî de bûma., ne di perava çîyê, êşê, sextî yê, xweşhalî yê û evînê de rawestîyama, di navenda wê de bûma.

Eger di van çîyan de;

jîyanek hebe, divê wisa be. Eger mirinek jî hebe, ew jî dibê wisa bûya.

TÊBINÎ: Ev nivîs ji nav bîranînên Halîl Uysal hatîya berhev kirin. Halîl Uysal tebaxa 2007 an di şerekî li devera Garisan de kamera xwe wenda kiribû. Ji bo vê bûyerê dibêje,”di dema wê pewçûnê de min bi tenê karibû jîna xwe wergirim.

Ev jî, ji bo nûve despêkirinê bû”.

ANF NEWS AGENCY

Werger ji alîyê Instîtuta Kurdî beşa nûçeyan hatîye çêkirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder