9 Ocak 2011 Pazar

BISERHATIYEN ÇEND MIROVÊN SEYIDXANÊ KERR - 1

Celadet Alî Bedirxan

Eslê nivîsê destnivîseke Celadet Bedirxanê rehmetîye. Çendsalberê, Ş. Se'îdjijina

Rew§en Bedirxan ^rtiye û teslîmî Şiyar kiriye, minjîjibo weşandinêji Şiyargirt.

Ez gelek sipasî Ş. Se'îd û Şiyar dikim.

CeladetAlî Bedirxan di destnivîsa nivîsê de di ciyê herfen K, Q, 0, Udeherfin

Q, K, U, Û bikar anîne (bo nimûne di ciyê Kurd de nivîsiye Qurd), min ew li gor

elfaba nûya Kurdî nivîsîn. Herweha wî di nivîsa xwe de carna du nuqte danîbûn

ser herfaH (wek Hesen) ûX(wekxerîbî), lêji ber ku ev her du herfîro di elfaba Kurdî

de cihê nayên nivîsîn minjî ew wek H ûXnivîsîn. Hinfi'lên ku wek du kelîmeyên

cihê hatibûn nivîsînjî min wek kelîmeyekê nivîsîn (bo nimûne di ciyê "qeti bun ", "ne

birin " de min weha nivîsî: "ketibûn ", "nebirin ").

Celadet, me'naya hin kelîme û terîman bi Tirkî -bi herfen Erebî- anjî bi Frensî

li alîkî rûpelan nivîsî bû, min numre da wan û wek not di dawiya nivîsê de nivîsîn.

Digel ku di hin cumleyên nivîsê de fafî an kêmasî henejî min ewji destnivîsa

Celadet Alî Bedirxan bêguhartin neqlkirin. Kelîmeyên ku ezji rastxwendina wan ne

emîn bûm, min li kêleka wan di nava parantêzan de îşareta pirsê danî.

Navê nivîsê, di destnivîsa de "Zarê Serhedan û Biserhatiyên Çend Mirovên

Seyidxan " bû. Seyidxan [Seyidxanê Kerr], Ferzende û Elican ku di nivîsê denavê

wan derbas dibe, mêrxasên navdar in û di dema Serîhildana Agrîyê de bi eskerên

dewleta Tirkiyê re §er kirine. Di hin siranên Kurdî dejî behsa wan kirin.

M. Malmîsanij

[Ji devê] Tevufq Axa kurê OsifAxaji mala Seydo, 30 salî [hatiye nivîsîn].

HESENAN [Û] SEYDAN

Hesenan çar bavik in. Bi xwe mil e.

Çar bra hebiin: Hesen, Seyid, Cibraîl, Bilo. Ev çar bir ji van dahatî ne:


1-Hesenan

2-Seyidan

3-Bilikan

4-Cibran'

Kela Melazgîrd: tixiiba Melazgîrd erdawan e. Qederê 500 gund hene.

Ev gund hemî îrii şên in.

Ne koçer in li havînê derdikevin zozanan. Zozanê wan Dara Hovo,^ tê de

dareke karçînekî heye, gelek mezin ii kevn e.


1- Warê Nîzamê: Ev nav re hatiye dayin, lewra ko di wextê Seydo de eşîr bi

eskerê Romî di vê cihê de bi hev çiin. Romî pir hatibiin kuştin.

2- Warê Kendalan: Cihê wî kendal e.

3- Warê Quleteynê: Çal hene.

4- Mîr Hesen: Di wî zozanî de ziyaretekê bi vî navî heye.

5- Mêrg-harûnê: Giyahê har e.

6- Dar-bî: Darên zehf in.

7- Reşik: Di wî zozanî de kaniyek heye. Di wê de rîsên konan boyax dixin, ava

reş dibe, lewra Reşik gotine.

8- Kurdo

Hesenan

1- Mêrgê Kulav: Giyayê wî pir nerm e.

2- Altûn Text: Erdê wê pir rind e.

3- Çiyayê Lelê [Lele]: Di wî welatî de hin hene, diya xwe re dibêjin "lelê".

4- Qazgob' Golek heye qaz'' lê tên.

5- [Çiyayê] Xara

6-Deqda

Cibran

1- Gawir Hamo

2- Şerefdîn

3- Bihngul

4-Xamirpêt

Bilikan

1- Sêgir

2- MU-dewê Sipî

3- Mil-dewê Reş


XELASiYA GULANÊ [1929]

Li gulanê, 1929, Ferzende Beg rabii hat cem Seyidxan. Li gundê Qicix bi ro

suwaran şêwirek kirin. Ferzende re got ko tu îrii rabî di nav eşîran de bigerî,

propaganda çêkî.

Gotina wan ser gotinê ma.^

Romî hatina Ferzende bihîst, êdîn silzenî* ket navbeyna me il Romî. Romî dest

pê kirin ji me re nexweşî dikirin. Em weka berî nediçiin wîlayetê, em biçiina jî bi

tevdîr diçiin.

Salek gava Medenî Beg li Gelîyê Zilan xist, Tirk şandin peyê me, [gotinj werin

em we çete binivîsin". Me got "Em çetetî naqedînin".

Seyidxan bin ve şand dora xwe, maqiil anîn nik xwe, sund xwarin ko saetê hiin

rabin em[ê] rabin. Xeber giha me ko Tirk bi ser me [de] esker bişînin. Em jî

nediçiin Miişê.

Mirovekî me ji Miişê xeber şand, [got] bila Seyidxan neyê Tewfîq bila bê

Miişê. Ji malê ji me re kaxez hat, [got] werin em heviidii bibînin. Ez çiim MCişê,

ji min re got:

- Çima hûn nezanî dikin, hukiimet bi we re qenc e. Here brayê xwe bîne,

gotinekê me heye, wê gotinê bi cih bînin.

Min zanibii planek tê de heye, min got:

- Ezê v^erim, Seyidxan ji te re bînim.

Min xatir xwest hatim malê.

Ez hatim, min her tiştî brayê xwe re got. Roja din bi 1 5-20 suwaran em derketin

Warê Kendalan. Ji tirsê, ko bêbextî me re nekin.

Serê tebaxê bû gava [em] derketin.^

Kurxalekî me hebii, taştê ji me re anîbû, got:

- Esker dora gund giniye.

Em jê rabûn, em çiin Belisîyan, Çiyayê Qazanan.

Me hevalbendên xwe re xeber şandin ko rabin. Hinekî wî hatin hinekî

nehatin.

Walîjîjihêladinxeberşandin jigundên me [re] ko arîkariya Seyidxan mekin.

Di wextî de Elîcan li Gelîyê Berazan [bû]. Tirk di heqê Elîcan de wek

Seyidxan kiribûn. Gelîyê Berazan nîzingê Kela Melazgîrdê ye.

Elîcan avêt ser Kordona Rîzê [Lîzê?], lêxist du zebtiye kuştin.

Elîcan qesda me dikir dihat. Elîcan hat gehîşt me. Em li Bilaniixê bûn.

Mewciida me -Xwedê agahî* - şêst suwar bûn. Tevî peyayên Elîcanî.

Em ji Resûlan rabûn hatin Mela Hidiran [Xidiran]. Em li ser ta^tê biin, me dît

dengek hat ji derve, esker hatin. Ew esker eskerê taqîba Elîcanî bû.

Li serdestê gund jî girek hebii, dora gund rast bii. Li tanişta wî girî du girên

din hebûn. Yek li rastî, yek li çepî. Seyidxan got:

Gelî biran! Fêde nake, nîvê suwaran herin milê rastê, nîvê [din herin] milê

çepê.

Esker hatin li pişta gir kemîn bûn, hilkişiyan li serê girî ii destpêkirin lêdixistan.

Esker 140 suwar bûn.

Em bûn selef

1-Milêrastê

2-Milê çepê

3-Berê xwe da esker, çii

Esker ji me re xwiya nedibû. Selefê sisiyan pêya bii li binê gir, dizgînevan (?)

avêtin hev. Şeş peya drêjê Tirko kirin. Selefên din ji kêlakan agir dikirin, Tirko

nedikaribûn serên xwe hilînin. Em serbest diçiin.

Emçûnbidevêwanre...'. Yekket, meyekdîlgin, Tirkobazdan. Suwarên me

bi du kêlekan suwar biin, rikêb kirin, dan pey wan. Di şerî de ji Tirko 24 çûn,

ji me birîndarek bû.

Paş şerî em çiin gudenkî [gundekî] din, Bolan-kend (gund). Li wêderê em man

hetasaet neh bişev, em ketin rêhatin Gurgalî. Em esrê ji Gurgalîyê rabûn em ketin

cadê, em ketin newalekê; YûsifÇawiş bi deh suwaran ji Miişê dihat diçii Bilanixê.'"

Em nava newalê de rastî hev hatin. Me ji par re serî [da] ser (gava em dîtin vegerîn

revîn) me nîzikî da suwaran. YiisifÇawiş ber kevirekî peya bii. Ser lingan li tifinga

xwe xebitî. Li me diavêt. Me jî lêxist, YiisifÇawiş ket. Suwarên din direvîn. Yûsif

Çawiş birîndar bii. Me da dûw zebtiyan, lê xelas bûn heta Zoravayê Sirongê. Bii

mexreb, em li Zorava de sekinîn, şêwir kirin. Wê şevê me avêt ser Tîlê (mudîriyet),

dilê me hebû em Medenî biqefilînin. Me telefon qetand. Jê, berbanga sibê me xwe

gihand gundê Medenî (Norkoxak). Me dora gund gin, sibe zelal bû. Deh peyayê

me ketin nava gund. Medenî revîbû. Heta nîvro em li wê man, du teyare hatin ji

Bidlîsê li ser me.

şevê em çiin Vanxaxê, li me şandin nik eşîran. Ji me re gotin sibê werin

waran, em sund bixwin ser lêxistinê.''

Medenî xwe gihande esker. Gundê ko em tê de bûn, di kûna Çiyayê Xaça Reş

de ye. Esker bi gotina Medenî hatin bi ser me de. Esker di nav qemyona de biin.

Sed mêr qemyona xwe cih de hiştin, gund nav me ii esker e. Esker ji me re

nedixwiya. Qereqolê me elam dan, esker ket newalê, Medenî re; ji qereqolê me

derbas biin, qereqol ew nedîtin. Esker xwe dabûn dehl.

Kalek bi zorê rêber'^ bû, xwe gihand qereqolê me, got esker esker tifingek agir

kir. Esker xwe da ser dîdevanê me. Nobetçî neqefilandin, nobetçî xwe avêt gund.

Çend suwarê me ketin çiyê kêleka esker. Em heşt-neh suwar ketin milê rastê esker.

Xelkê me li gund biin, nikaribûn serê xwe rakin. Seyid got:

Bidine hiciimê. Em eskerî ranekin, suwarê me nikarin derkevin ji gund.

Me du heb cih de kuştin, yek birîndar, yek dîl. Çar esker xwe di nav dehl de

veşartibiin. Elîcan dikeve bin destê wan, ji nişka ve ber didin ser, Elîcan dikujin.

Me esker ji ser gund rakirin. Xelkê me gava ev ji gundî dîtin, suwar biin ii ajotin

ser esker. Esker jî bûn du biran: Mîralay bi 40 eskerî ve berê xwe da Ava Reş, çiin.

Yuzbaşî bi 60 eskerî ve berê xwe dan Zirkêtî. Suwarê me biin du bir, esker

vegerandin. Me ji çiyê temaşa dikir. Esker teslîm biin. Birê 60 peyan. Zabitê

kuştin, me çekên wan birin.

Çend suwarên me dan peyê Mîralay, ji wan pênc kuştin. Mîralay veşartibiin di

nav qeraxa rêxê, me paşê bihîst, Medenî jî revîbû.

Em dîsa vegerîn hatin cihê xwe. Me mirîyên xwe hilanîn. Elîcan me ji xwe re

bir, bêr ii qazma anî, me jê re gorrek kola, me defn kir; ser tirbaagir kir, me cihê

wî winda kir ko nayin derînin ii serê wî jêkin bibin.

Em hatin Qizankê. MidirêXwêtê revî çii Bidlîsê. Me şand pey Çîro kurê Malor,

Mihemedê Sado; ew bi 30 suwaran hatin. Soz dane [ku] em herin nav Motkan,

20 rabin 1000 mirî derdikevin.

Egrî [Agrî] li şer e. Em ji par re vegeriyan çiin Gelîyê Berazan. Romî jî teligraf

dan, teyare hat bi ser me re.

Em gehîştin Gelîyê Berazan, nîvro ye. Tevdîra nan dîtin. Cihê gund jî di nav

du çiyayan de ye. Me çekê xwe derêxistîbii. Qîrîn bii, esker hat.

Hela dijmin nedihat ber me, dihat dîtin. Nobetçî gîha negîha gund, esker agir

kirin. Em suwar biin, me da li çiyayê hemberî. Em ..." muqabilî hev biin. Esker

bûn pênc-şeş bir ii dihatin bi ser me de. Heta nîzingî mexrebê me hevdii xist. Ji esker

çar-pênc hatine kuştin. Esker tenwîr ...'" diavêt. Em êdîn ji par re vegeriyan. Ji Ava

Miradêem derbas biin hatin Aladaxê. Mepirsakerê [kirrê] Egrîkir, gotin ker ji her

alî girtîye, Tendûrek tijî bi esker e. Em jî derbasê Çiyayê Xaça Reş bûn.

Firqek hat, gazek heye li çiyê, li wê danî. Çadir vegirtin. Walî jî ji Mûşê hat.

Xelkê Qicixê dişînin ditînin (?), Mela Qimra, Hemê Helo, Tapî, Kanîcotek

berhevîserhevdikin,xelkêwan ditînin (?). Tasek avawan bêpere naxwin. Şest mêr

ji nav vediqetînin. Mela Emîn dibêje "[ewê] me bikujin, em birevin", qaîl nabin.

Mela Emîn bi sola xwe li eniya nobetçî dide ii direve. Singii tê werdikin.

Sibê zela[l] dibe, xanî hemî bi xaz dirêşin, disojin.

Ew 60 mêr, di Newala Çêlekan de du mtralyoz girêdan ii hemî kuştin. Jinên

wan jî dan pêşiya esker, anîn dora Mûşê, li gundan belav kirin.

Em jî hatin Çiyayê Narikî, gundê Ferhenlî [Ferhend]'^. Kulfet bi me re ne. Em

tên derbasê xetê bibin. Hisên Axa (maqûlê Silîvan, kurê Sadon Axa) şandibii,

[gotibii] emê lêxin axayên me mîrekên Hezro'^ bi (?) me nayin. Ger dbcwaze

re suwaran bidim, derbasê xetê bibin.

Qasidê hat çil nik (apê wî) Hesen Axa.'^ Hesen Axa ji me re rastî negot. Got

bila herin nik Şêx Fexrî, ew çêtir rêya xetê zanit.

Şêx Fexrî peyayê hukiimetê ye.

şevê em çûn nik Şêx Fexrî. Pî neda ber me.'* Got "ez naqedînim, îdara

hespên we di gundê me de nabe", em xwedî nekirin. Em şandin çiyayê pişta Hezro,

çiyayê bê av, bê çêre. Çêra nîne.

Em man heta êvarê. Ji binê şande hukiimetê, [got] cihê wan bêkês e, çawan

dixwazin welê bikin. Me nizanibii.

Êvarê me sofîkî da pêşiya xwe, sofî em anîn pişta Hondrof [Hindrof].'^ Em di

pişta wê re derbas biin, em hatin Derê Kur. Zinarekî ye di nav Çiyayê Narikî de

ye. Li wêderê (Derê Kur) heta Hezro tijî esker kiribiin. Dinya hêj şev bû, esker

fîşingên ronahî diavêtin. Suwarê me dîtin, makînelî li me rast rikin [kirin]; me jî

destek li wan berdan ii şiin de vegerihan.

Gelek deran mifrezeyên wan em di ser re derbas kiribûn ko em bikevin nava

wan. Li her alî li me xistin. Sibe zelal bii, em gehîştin dewra gundê Şêx Fexrî. Du

mirovên me çûbiin nik Şêx, ew girtin ii tifingên wan standin. Em, wê rûjê pê de

me ajot, em hatin nav Hevêdan. Nan ji me re anîn. Hema ser pişta hespê me nan

xwar. Mexrebê em hatin gundê Şêx Mihemedê Diidêrî. Şeş jin ii heft heb zarowên

hûr bi me re hebiin, me teslîmê wî kir[in] . Em bertirê sibê ji malawî derketin. Esker

jî têt dikeve gund. Em hê diir neketibiin. Şêx nanê wan qesdî dereng dide çêkirin.

Em jî hatin li Qeysêrê mala Emerê Mihê, maqulê Xiyan.

Emer ji me re got "xwe bidin Talorî, asê ye". Em di Gaza Sîra de çiin. Em çiin

Gelîyê Gûza, êdîn hespên me nedişuxilîn. Firqe ji Miişê hatibû. Me hespê xwe da

Sasiiniyan, em bi dehl ii gundên Hewlê [Hewrê?] ketin. Esker heşt-neh riij man,

em bi ser de neçûn. îdara wan nedibii, vegeriyan çiin Miişê.

Li me zifistan. Me bi Hisên Axa Ferqînî mixabere kir. Hisên Axa ji me re

1 50 kod genim hêra şand, birinc, ji me re şekir, çay, tiitin şandin. Destek çek da

Seyidxan re durin [diriin], go:

- Ez şermîyê we [me] di nav eşîrê de, ew gotina ku apê min ji we re got, ez ne

xwedanê wê gotinê biim.

Got: Panzde suwar ji we re bidim, ez we derbasê xetê bikim. Ez sekinîme ji

we re.

Em man di çiyayan de, di gundan de em teqsîm (?) bûn. Tirk nedihatin bi ser

me de. Cih asê ye, nikarin bên.

Talor[î], Gorkan, Teveling, Hertixo, Gidornî, Purx, Hêk, Holoxing, Hartik,

Hergok, Hêling.

Me rîijê bîst tifingên xwe li pezkiiviyan dixistin.

Ciwab ji me re hat. Hatin ji Seyidxan re gotin her pênc gundên te şewitandin.

60 mirovên te kuştin.

Seyidxan got em li ser kurşan^" herin, neçûn.

[NÎSAN 1931]

Em buharê rabûn çiin.

Em hatin derketin gîharê^' deştê. Me li wêderê bi riij deşt keşf kir bi dûrbînê.

Heçî rêhebiin, av biibiin. Şilîpir bû. Çem fre biibiin. Mexrebê me ji çiyêde berd[a]

xar. Em hatin ber Velarincê derbas bûn, em Pozê Çizwagî jê derbas biin, Em

temam ji avê derbas biin. Em hatin ber Ava Reş, li vî serî biiye mîna behr. Li

serî jîwelê ...^^Silêman em derbas kirin bi kelekê. Mesibêxwegihandin Zoravayê.

Em hatin li maleke dost. Dewarên me hilanîn. Em qenc hewandin. Mixtarê gund

hesiyabû û çûbti li (?) gundekî din. riijê bi riij em man li gund, saet bii sisêyê

şevê, em ji wêderê rabûn. Em derketin çiyayê me. Ev mbctar jî bûbii muxbîrê

hukiimatê. Ji saet diir tifingan avêt. Ev[î] li wêderê tifing agir kir. Gundên deştê

bi wan hesiyan, jê pirsiyar kirin, got Seyidxan hatibii gundê me. Midûr ii xelkê

deştê bira bên ser rêça me.

Me mirovşand, Simtorosê (?) de, di malekê de çend kod genimê me hebii, ji

me re anîn.

Em bi diyarê gundê xwe ketibûn. Me nan lêdixist. Dîdevanê me elamet da me,

got esker li dûw rêça me derket. Em jî çend heb çiin nik dîdevanê me, ewan em

dîtin. Esker sivik bûn, newêrîbiin, vegeriyan çiin deştê. Em hatin Qicixê, yekcar

şewitandibiin. Em ji wêçiln MelaQimra, ew jîşewitandibiin, heb ...^' kuştibiin.

Em hatin Heme Xelo,^'' ewjî şewitandibiin. Em hatin Tapiyê, bii mexreb.şevê

em man li Tapiyê, me ji xwe re agir dada.^' Saetek ma ji sibê re em ji wê rabûn, em

hatin Kanîcotkê, gund şewitandibiin, koxekxanî tê de mabii. Cihê gund jî rind bii,

me dîdevanên xwe derêxistibû. Dîdevan got esker derket dîsan gazê, qederê go

suwarji gazê berjêr bûn, Yuzbaşî Memdiih Beg re bii. Newêrîbii bidin diiw rêçên

me, hatin ketin gundên Bilaniixê.

Em wê şevê hatin Somanê, nanê şeş riijan me ji Somanê hilanî, em hatin pişta

Kopo. Di piştawê de Çire heye, em li wêderê man. Em her du çûn nobetê. Dljmin

ke^a [keşfa] çiyê dikirin. Me ew dîtibiin ewan jî em dîtibûn nediwêrîbûn

bihatana. rûjê heta mexrebê ew man, şevê me xwe avêt Çiyayê Bilêcanê. Em

di şikeftekê de man.

Di hindirii wê şikeftê de av jî hebii. Me pênc riij nanê xwe xwar, şeş riij me

giilik^^ xwar. Piştî wê em çiin ji aşekî me ard anî.

Em hejdeh riij man wî çiyayî de, kesek me nehesiya. Em ji rabûn [çiin] pişta

Têcûtê. Ji Têxiitê me barek nanê lêxistî anî. Me tenbîh kir êvarê wextê rabûnê ji

me re barekî din kar bikin. Evarê dîsan nan anîn.

Êvarê em rabiin ketin Kanî Spî, cedeyê. Em wê şevê de hatin. Em hatin devê

Ava Miradê, em şargeh bîin. Em wê rûjê birûj man di wir de, bişev ji rabûn.

Sibehê em hatin Zuxirê,^^ Şêx Mîrza. Ez hatim gund[ê] Koxak, gundê xweziirê

Tewfîq. Oda raxistin, Seyidxan ii pêyayên din hatin. Evxelk mihacirên Qersê biin,

em anîn rengê mirovan. Erd jî zuwa bilbii. Seyidxan digot: Em hatine heyfa xwe.

Mamidê Riiqer mbcbîrê hikiimetê bii. Me avêt mala wî, sehera sibê. Sibê zelal

bû, me doragund girt. Me Mamid ji hindiirê xanî derêxist, bi çar lawên re. Xelk

şadetî dikirin, me kuşt. Lawê ê mezin kuştin, Beşîr. Me deh hesp standin.

Xelk da me.

Em jê hatin Pirqaşênê, deh hesp li dan me. Me hespên xwe li Talorê

hiştibûn. Emwêşevêji Pîrkaşênê^* suwar biln, mebişevliserLîzêdegirt. Midirlik

bû. Midir revîbû, em têkilê xelkê nebiin. Bi rûj em jê suwar biin hatin Piyangê, me

nanê nîvro xwar. Em wê şevê dîsan hatin Bilêcanê.

1 80 suwarji Miişêderket hat taqîbata me (Derwîş Beg). Ji Kopê jî 60 suwar biin

(Memduh). Mebidiirbînêdidît. Meliwêderêbihevremixaberedanî. DerwîşBeg

kaxez nivîsî got bira bên teslîm bibin. Seyidxan got teslîm bi vê qeydê nabe.

ŞerîfÇawiş bi 40 suwarî ve hat. Me didît esker zêde dianîn. Me got: Bila emrê

Mifetîşê îmiimî bînin. Midirekşandin nik me, titin û kebab ji me re şandin. Hebîb

Midir go^' were teslîm bibin. Seyidxan [got] teslîmbûn nîne. Me heta mexreb

nehişt midir vegere.

Seyidxan got ...^'': Ez îşev xwe winda bikim, sibê derkevim ser gazekê, ger we

eskerê xwe şiin de vegerandin, ez bi we re mixabere bikim.

şevê me pê de ajot. Qonaxa 1 5 saetan em hatin. Ewan jî eskerêxwe biribûn

Kopê. Li ber Kopê qayikek heye, şikenandî bûn. Di ber Tozava (?) re qayikeke din

hebii, sibê taştê em gihan qayikê. Em hatin nava gund, me qayikcî girt, go: Qayik

heya duhî dişuxilî, qereqola Seqavîyê (?) hat da avê.

Me du-sê qemçî lêxist em çiin. Lêvek ji qayikê xwiya dikir. cot ga me anî, bi

zincîran me qayik derêxist, ...^' avê dan, ava rijiya.

Qayiksaz kirin, em derbas bûn. Em suwar hatin Axpiwar, me nanê xwe standin.

Em hatin Çarbuhirê, em hatin Anêrê [li] man. Li wê, ji Anêrê suwar biin em

hatin Şamîranê, jê Xêrgisê, riijên me temam bûn.

Qayika şikênandî çêkirin ko bikevin pêşiya me. Nîvekî suwarên wî hatin

Qeraxil, pêşiya me girtin, nîvekî suwaran derbasê Tirçongê bûn. Em bi şev li nav

her du gundan derbas biin. Em bi sibê re hatin Elî Qerxanan. Em rabiin ketin

Çiyayê Qazgolê, em pê de hatin.

Em wê riijê man li Qazgolê, êvarê ji wir suwar biin, sibêhê em çiin Çiyayê Xara.

Mixbîrek heye, Kulî. Tevdîra xwe kiriye diçe Hezaromê. Xeber giha me. Me sibê

bi ser mala de girt. Min got were teslîm be, nehat. Me agir berda xaniyê wî, me

Kulî kuşt. Em derketin. Derwîş Beg bi 200 suwarî hat ket gund. Pir ber Kulî

diket.

Em ji wê hatin Gelîyê Berazan. Em rûj man li Gelîyê Berazan, em ji wêderê

çiin Qereyazîyê. Em li gundê Bêro biin. Em ji gundê Bêro suwar biin hatin Axilê

Rez. Derwîş BegeskerêHezaromêjîgihandxwe, biin300suwarî. EwjigundêBêro

suwar biin, em ji Axilê Rez suwar bûn. Ew hat di axilê Rez de peya bii, dîsan Derwîş

Beg kaxez nivîsîbû Seyidxan re ko teslîm bibin, bi tifmgên we hiin herin gundên

xwe.

Em suwar bûn hatin Gelîyê Berazan. şevê em hatin çiyayê gundê

Ferzende, bi şev hatin Hesen Paşê.

Ji Hesen Paşê me mirov dan pêşiyaxwe, digotin Ava Miradê nivêwê buhûr dide

nîvê nade; du çiq'^ bii. Em hatin ber avê. Mêrik ket nav avê, ji çiqekî derbas bû,

em hatin çiqê din, mehîna di avê de ji qam ket ii mêrik ji par re vegeriya. [Em]

bi melevanî derbas biin. Em çûn li gundek (Reşî) peya biin. Hemî me ceh da hespên

xwe. em hatin Mela Hesen, întava [Entaw] Diitax qeza ye. Lawê Evdilmecîd

Begî Zekî Beg'^ ji me re got Milsayê Ehmed Begê Sipkî çete ye, bi 25 suwaran çiine

kela Kulê.

Ji me re xeber hat, Miisa Beg em [bi me] hesiyane. Tewfîq derket bi çend

suwaran ber bi Cemalwerdî ve. Ez derketim perê gund, ewjî tên gund. Em çiin ber

riya wan, di hundirê xirbê de peya biin. Ji me re nîzik biin, ber xirbê diborîn,

tifingên wan deverii biin.

- Ez berxê mala Seydoyê Pozreş im.

Hema destên xwe avêtin tifingên xwe. Ez hevalên min me pev re berda. Yek

ket, temamî xwe avêtin nava gund, suwarên me teze xwe gîhandine.

Seyidxan go êrîş. Em ketin nav gund, peya biin ketin himbêza hev. Miisa Beg ket.

Sidiq Beg jî (pismam) ket, Mehmiid Beg ket, çar xwilam jî ketin.

Ê din gotin Seyidxan bextê Derwîş^"* bide me, em teslîm in. Çar heb reviyan,

ketin hu[n]dirê xanî. Min jî dapey. Ewjî teslîm biin. Min çekên wan standin. Hesp

jî. Me hemî kiras ii derpê kirin. Şahî ket nav milet. (Hin beşên strana "Seyîdxan"

ên ku behsa vî şerî dikin, em di hejmara Çirayê de diweşînin.-M. Malmîsanij)

Em jê suwar biin hatin Çiyayê Qertewînê. Du riijan em man, rilja sisiya em

hatin Aliyarê; gundê şêxan e. Şêx got Derwîş Beg digel 1 50 suwaran hema ji pêşiya

we çû derbasê Kêsa ii Banê bii. Got: Xeber ji Kela Melazgîrdê heye. 200 suwar

di kelê de ne. 250 suwarî hat ket Marmiisê, 200 peya hatine Cemalwerdîyê.

...'^wan eve: 250 suwarên Derwîş Begî hilkişîn Qenewînê, 200 peya jî hilkişîn.

Temam hilkişîn Qertewînê. Dibêjin ko em li Qertewînê.

Me mirovdcstand ji Şêx, meda ber, emhatin ber Kela Melazg^rdê re'^ em derbas [bûn] .

Pismamekî me hebii, Seyidxan dabii pêşiya suwaran. Yek ji suwaran rikêba

(zengii) dikeve, peya dibe, mehîn direve, dide peyê wê. Em pê nehesiyan. Nîv

saet em jê diir ketin.

Seyidxan suwaran da hejmartin, met dît Memed Sidiq nîne. Dengê tifingekî

hat, Seyidxan jî du tifing xêlkî berdan. Memed Sidiq peya hat. Esker di nav gelî de

dengên tifingan dibihîzin, heta sibê ranakevin.

Em hatin li Tendûrekê derbas bûn, sibe zelal bû. Em hatin li Kerkeliiwê peya

biin. Me nan bir, titin anîn, pir arîkariya me kirin. Em jê rabiin suwar biin, xelkê

bi me re rawestiyan. Em hatin nav ket,^^ peya bûn, me destmêj girt, nivêja xwe kir.

Seyidxan bi diirbînê dinêrt, go rabin suwar bin, esker hat ket nav gund.

Em suwar bûn. Seyidxan gehîşt ji gir nik me, esker ketin dewsa Seyidxan. Çend

yaylim li me dan. Esker li me biin çar biran, dan diiwê me. Birekajot ko bikeve pêşî.

Seyidxan go hêdî herin ka hîsaba wan çi ye? Gelek nîzingî me bûn, Seyîdxan gor

vegerin çend dest berdin. Me lêxist, esker di cihê xwe de sekinî. Em dîsan kişiyan.

Em ketin Çiyayê Bilêcanê. Me li hev xist heta bii eşa. Em jî biibûn bir bi bir. Me

zabitek ii heşt mêr kuştin. Mehîneke me birîndar bii.

Bii tarî em rabûn ji Bilêcanê, wê şevê em hatin gaza Demirçî. Em pê de bi riij

hatin ji Qazanan derbas biin, ji Qicixê derbas biin, em li Kurê Resûlan şargeh biin.

rûjê esker nehat, rûja din li Bilaniixê 600 suwar ii 20 peya gihane hev, da dûwê

rêça me ii hat. Hat heya ser rêya cadeyê, rast berê xwe dan deştê çûn Hêkan.

şevê li wêderê man.

Evarê ji wir suwar biin, li Pira Şevlixê (?) em derbas buwana, karwanek li ser pirê

bû,gotin: lOOeskerliwîaliyêpirêne.derbasmebin. Meçarmirovşandin, mirovên

me çiin heta nîvê pirê, Tirk bang kirin "geçiniz". Yên me gotin karwan e, gotin

vegerin memnii e.

Em suwar bûn. Du saet mabii sibê, Miiş jî ji me du saet dûr bii. Me da rê.

Tarîbariya (şewgura) sibê bii, em di ber guhd[ê] Mbcako derbas biin. Em derbasî

aliyê avê biin, sibê zelal bii. Em hatin Qizil Axaçê peya bûn. Li ber me gundî

şa bûn; me nan bir ii suwar bûn.

Em derketin nava serê gazê (Qazme), me dît esker ji Miişê derdikeve. Hat Qizil

Axacê de peya bû. Ji xelkê pirsîn "Kanî Seyidxan?" Gotin "Aha li ber çavên we ye,

çiman ji me dipirsin?" Li mixtarî xistin, dîsan ketin Hekan,^* heta êvarê li wêderê

man. suwarên eşîra Elmanan hatin ketin pêşiya me rêberî.

Em sibê re hatin Gencê, me nan xawar. Çekê me tev eskerî ne. Pirsîn "Hun ne?".

Me got "Em çetê Medenî ne". Siizenî li wan çêbii tiştek negotin. Em ji pirê

derbas biin hatin mala Egît Begî. Em riijan man mala wî, pir qedrê me girt.

Midiir telefon kir [got] çetê Medenî ye, Walî got Seyidxan e.

Genc tabi'ê Miişê ye. Ji wê em hatin mala Zînê, keça Mehmed Elî Hecî Çeto,

mezinêSoraxê. Em riij man malawê. îkram kir. 12 rûj em man nava Dumilîyan

de. Çar-pênc beled derdixistin, me nobet nedigirt, wan digirt.

Emjiwêderêhatin Gonigê, şeş riij liwê man. Qedrê megirtin. Em jê hatin ketin

Çiyayê Şerefdînê. Em hatin Şuşarê, tenişta Hezaromê. Jê hatin Tekmanê,

Goksûyê, Qereyazîyê, Pasînê. Ji me re her tişt dianîn, me xwedî dikirin. Nîvro

bû, em hatin gundekî (Qazî Celalê). Me nanê nîvro xwar, nobetçiyê me tifing avêt,

mifrize ji Diharê dihat.

Esker hat ket gundekî. Di navbera me [de] girek heye. Me her du[yan] qesda

gir kiribii. Me di navsera gir de gîhande hev, me berda hevdii, Tirk bazdan. Êdî

man ser hespê sivik (me serî dida ser). Me heft ji wan kuştin. Yekî me şehîd ket

(şehîd Şamîl e), yek birîndar bii (Mistefa).

Me 1 5 tifing ii hesp anîn. Bii tarî, em vegeriyan me kuştiyê xwe ii birîndarê xwe

anîn Qazî Celalê, şevê [em] li wê man. Sibe bii, jê suwar biin em hatin pê de

biriij Gelîyê Berazan. Eskerê kişiyan. şevan man di Gelîyê Berazan [de], em

hatin Çiyayê Lelê. Em jê berjêr biin, em hatin ketin deşta Melazgîrdê. Em bi serî

ve hatin ser mifrezekî, heye heştê suwar. Hema suwar bûn pehnîk dan. Em hatin

Sirtanlû [Siltalî], xelkê gund gotin qederê 60 esker ketine devê bihur, bihur girtî

ye. Emjêvegeriyan hatin Şêrwan-Şêxê, di ber re em derbas biin, ji Bihurê Mitirban

(?) ava Hevreng (Heftreng).

Eskerê piyade danîbûn ser rêya me. DiberMêcikêeskersekinîbû. Emketincot

cot rê, zabit ji çadirê derket li me dinihêrt.

Em hatin Şaberatê, ji Ava Miradê derbas biln. Em hatin Qoxagê, me nan xwar,

serên xwe dan kurkirin, suwar biin hatine Bostakendê. Em mexrebê ji wir suwar

biin em hatin Çiyayê Mela Qimra, ji wir derbas biin, newalek pişta Kela Reşê heye,

Tengik. Em ketin dehlê, saet roj^' çii, dîdevanê me got esker berjêr bii, ji gazê

têt. Newal newal em çiin. Seyidxan [got] deh heb peya werin, deh peya çiin.

Seyidxan pêya biiye. Zabit cihê mîtralyozan çêdikir. Ez hingî hatim, me hevdû

dîtin, got Seyidxan. Seyidxan got hespan bibin wî riibarî,'*° pêya hemî bên. Hatin,

me cihê xwe girtin. Me bi Tirkî gazî kir ii ve danî, me li hev xist. Saetek paşê,

me go em êrîş bikin, me dît eskerê nii derket, serî daye ser hev,^' hatin li kêleka

me sekinîn, cihê xwe girtin, dora me ginin. (Sînga min bi mewzî ve şidand.) Şer

bii, heşt tomatîk. Me du car hicûm daye. (Ji par da serî ser.) Heta ko bii tarî şer bii,

qederê deh saetan. Ji me du birîndar, ji dijmin deh kuştî, du zabit, kuştiyek li Miişê

mir. Em bi sibê re hatin Xaça Reş. Em hatin Germavê, pênc riij man li wêderê.

Brayê Çîroyê Malor mezinê Motkan hat nik Seyidxan, esker hatin ketin Miişê.

Seyidxan tifingek da wî [birayê Çîro] re, soza xwe dan ko bi me re lêxin.

Xelkê Siişiinê (?) hatin gotin esker berhev dikin. Tewfiq birînd[a]r [bii].

Seyidxan bi 20 suwaran çii deştê ko esker neyên çiyê.

1 00 suwarê Tirko li Qozmê sekinîbiin. Du tehsîldar hatin berî me li konan, hêj

pere necivandibiin, me girtin, tifing standin. şevê em hatin Qotanan, esker

li diiwê me hatibii. Em jê qelibîn, li Dara Sevê em şarge bûn. Nobet xwedî dikir.

Nobetçîsibêgot esker derket diyarê Mîr Hesen. Esker rêçame rast kir, nehat me.

Em jê çû[n] Bostakendê. Me nan xwar, qasidek ji Melek Kendê hat, go hene 300

piyade, llO'ên çiin Lîzê (mudîrîyet), 110[ên] wî [çûn] Xweşgeldî, mayîn

hatine Xoxagê.

şevê em suwar bûn çiin Newala Canimê, heya esrê li wir sekin [în] , hatin

Qizil Meyiştê; mehespênxwesol dikirin,eskerjirêyaMelaXidiran dihat. Seyidxan

got çend suwar herin pêşî, heta em hesp sol bikin.

Suwarên me çav dan, esker cih de sekinî, nehat. Me şuxlê xwe qedand, bii tarî,

esker nehat. Esker paşê hat gund, gotin "We çima xwedî kir?" Gotin "Hon''^

nikaribûn, me çi bikira?" Mixtar ii çend zilam girtin. Çend heb revîbiin. Ji Caxsorê

girtin ii kuştin, 15 [kes]. Hin revîn.

Em jê vegeriyan hatin paş heft riijan nik Tewfîq. Heftîkî [em] li çiyê man,

birîna Tewfîq jî hebek çêbiibû.

Seyidxan êdîn qerara xwe dabii ko em derbasê xetê bibin. Cihê me di Çiyayê

SasiinêdeAndokbii. EmjiAndokêrabiinhatinGelîyêZendûs(?),jêhatinPermisê(?),

hatin Kuba Zilan. Em bişev hatin nava Silîvan ii Bişêrî, ji wêderê me dît ji

aliyê Pira Batmanê qederê şêst mêr dihatin. Seyidxan got cih bêkês e. Em suwar biin

meda rê, em hatin gundêkî, me li gund memiirê rejî û zebtiye girtin, tifing standin.

Li wan gundan li me gazî, midir bi bekçî re 30 suwarî li me xistin. Du saet

diiw me hatin. Seyidxan got em vegerin. 10-15 suwarên me vegeriyan heb

kuştin, pênc hesp anîn. Em ji Ava Diyarbekrê derbas biin, em hatin Şikirlî, me nan

hilanî. Bii tarî, em hatin mifrizekî rastî me hat, li me nexistin, me di ser xwe re

derbas kirin. Nîvsaet em diirketin derbekxêlkî berdan. Seyidxangot bajon emîşev

bigehine Qewsan. Şewgura sibê bii, me xwe gihand ber Qewsan. Du suwarên me

pê de çiin, bi serî ve çiin ser nobetçî esker. Nobetçî gotin "Hiin ne?" Gotin "Em

gundî ne" û vegeriyan hatin. 100 suwarî di gund de ye. Di ber gund re bi zengii

em derbas bûn. Sibê zelal bû, me xwe da çiyê.

Gundîkî şbcre dikêşand bi kera xwe. Seyidxan go riijê deh mecîdî bi te [dim]

were avê raberê me ke. Mêrik em anîn çiyê, cihekî qenc. Nobetçî me derketin,

teyare hat ser me. Teyare pir car hat em nedîtin. Saet bii sisêyê riijê, em jor de

ber jêr riibarê aliyê Cilînê (gund) bûn. Em hatin, paleyên wan zevî diçînin.

Li wê derê Seyidxan çiin -bi suwaran- cem palan, Tewfîq bi çendan çii cem

palekî. Me go qewet be. Go ser seran, hon esker in, xelkê kuderê ne. Go navê min

Hecî Mihemed e. Par çiime hecê. Me got em filankes in. Tu nikarî beledekî bidî,

me bişînî xetê? Çi bbcwazê emê bidinê.

Şand diiw brazîyê xwe, brazîyê wî hat. Got tifingekê bidin min. Me got belê.

Go rabin herin şikeftekê hespê xwe bihewînin.

Seyidxan hat, em çiin ser şikeftê, me hespên xwe kêşandin ser bîrê. Me nîvê

hespan avdan, nîvî ma, me dît deh suwar esker jê derket û hatin. Seyidxan got xwe

sil mekin'*^ bila bêjin em esker in.

Hatin li biniya me peya biin, suwarekî şandin nava me. Me got ka werin, hûn

kujan [kîjan] alayî ne. Suwar ajot hat, me tifingên xwe rast kirin, me berda, ew

suwar ket. Me her nehê din girtin. Yek dibê[je] ez Kurd im, yek [dibêje] ez

xwarzîyê Kurdan im.

Me deh hesp, deh tifing ii tomatîkek stand. Seyidxan got em [bi me] hesiyan.

Em suwar biin, me hêsîr berda. Em saetek çiin, me dît 200 suwarî tên. Me drêj kir

esker bazda. Seyidxan xeyidî, go dora me Qolordii ye.

Me ajot li rêya xwe. Tirk hatina me hesiyabiin, ji her alî esker anîbûn ko em

derbasê xetê mebin.

Em rastî esker hatin. Me hicûm da, li hev xist. Em esker, ew esker, êdî em

bûbûn tevlî hev. Me li her alî holê dixist, heta bti tarî. Me pênc hespên din standin.

Em ji esker veqetiyan. Em diçiin, em bi serî ve hatin ser esker, di pêşiya me de

bû. Me vegerand.

Seyidxan ket. Pişta Mêrdînê. Sileyman biriij ketibû.

Di wan pevçiinan de Sileyman gava em di nav newalekê de bûn, her du alî esker,

me rikêb dikir, Sileyman birîndar bii ket. Me anî da ber sihekê, nexwest ko kes

re bimîne, got di vegerê de ko li vê[derê] ket li ser min de werin. Şer bii, em diir

ketin, ji esker veqetiyan.

Di pêşiya me de esker hebii. Ji nişka ve li me xistin, hespek ket, suwarê wî pêya

ma; heval venedigeriyan. Seyidxan got vegerin, kes[î] guh neda. Seyicbcan bi ser

wî de vegeriya. Paş midek [muddetek] Tewfîq dît hespê Seyidxan vala têt,

vegeriyan, dîtin Seyidxan li erdê ye.

Anîn cihê wî çêkirin, di nav dehlekî de. Lewra ko nedikaribî li pişta Şêxo

bisekine. Du zilam re hiştin.

Beledê me revî. Em di ber girekî peya biin, heta bii sibe. Me yek dît, tifingek

da jê re, em anîn tanişta Reşmilê [Rişmilê].

Bi mexrebê em ketin beriyê, em hatin gundekî. Li gund esker hatin pêşiya me,

me li hevxist, hespên me kuştin. Em vegeriyan me yek kuşt, yek birîndar bû,

reviyan. Em hatin rêya hesinê. Me digot ew rêhesinê Mêrdînê ye. Em du saet, ji

xetê du saet berjêr hatin, şivanek rastî me hat. Me pirsî, got hon ji xetê derbas biine.

Go ...^'* Xidir Axa me. Em diçin mala îsa. Brayê îsa çû Qamişlî elam bide misteşar.

-II.

Ji devê] Mistefa kurê Derwîfji mala Seydo [hatiye nivîsîn], emrê 19 salî.

Em hatin şatê Diyarbekr, me qemyonek girt, neyar hat ser me. Me bi tifengan

lêxist. Em hatin, xelkê Kurdmanc çete biin, hatin pêşiya me. Seyidxan got em

brayên hev in, talana kesî li pêşiya me nîne. Dînê Mihemed e, hon çawan li mexin?

Mêrikan got ji we re oxir be.

şevê em pê de hatin dora Mêrdînê. Teyarê elam dabii Diyarbekrê. Bi

qemyonan Tirko esker şandin.

Bii sibe, em hatin. Taştê bii, me li [cîkî] hespên xwe av didan, me bala xwe da

10-12 esker di wê de hatin. Me çekên [kincên] xwe guhan, çekên eskerî li xwe kir

ii de sekinîn. Çawiş pêş de hat. Me go "gel gel".

Hat nik me, [me] go "teslîm", nebil, me kuşt. Eskerên dî me tev hêsîr girt. Me

hêsîr berda, tomatîk me ji wan stand.

Êdî em hatin, tifingên wan, hespên wan me anîn. Esker hatin ser me, me [li]

hev xist heta bû mexreb. Saetek li roj mabû berik li devê min ket.

Ez, Sidiq û Miheme em bi hev re biin. Em bi tinê mabiin. Hevalên min ez suwar

kirim, me qesda çiyê kir, Çiyayê Dêrikê. şevê [em] çiin Ewrîxan.

Li Ewrîxanê dest avêtin me, girtin. Miheme ginin, min û Sidiq me bazda.

Tifingan li me xistin, Sidiq birîndar bû. Ez revîm, xelas biim.

şevê de hatim. Ez hatim gundekî. Rexta min li pişta min bû, tifing û

şeşderba min bi Sidiq re biin. Min du xort hatin, ji min re gotin rext li pişta te

ye, ka tifinga te?

Tifinga min nîne.

Deyn [deng] nekirin. Rexta min, pere, şarê min standin. Min rêya xetê pirsî,

nîşa min dan. Mehîna min nebirin.

Heta ko ez hatim wî gundî çar riij ketibiin navê. Ez tihn ii birçî biim. şevê

ez de hatim. Sibê zelal bii ez giham gundê Çelebî.''^ Ez hatim derê malekê min

av xwest. Du xort hatin dizgînên mehîna min kişandin. Ez diiwê mehîna xwe

çiim. Ez jî xistim koxekê. Yekî din hebû, ew mezinê gund e. Min got ez braziyê

Seyidxan im. Got heke Çelebî nayê [neyê], pênehese ez[ê] te derbasê xetê kim.

Çelebî pê hesiya, Çelebî hat ez birim qulikê [qulbcê], ez teslîm kirim.

Telefon dan Mêrdînê, gotin bînin. Du zebtîye dan min, ez suwar kirim, me da rê.

Em hatin gundekî, min av xwest; bîrek hebii, jinek ii mêrek li ser biin, min av

ji jinikê xwest, esker nehişt ez av bixwim, li min xistin. Min jî mehîna xwe berda.

Tifing li min berdan, heta ez ji ber çavên wan winda biim. Mehîna min birîndar

kirin. Min mehîna xwe hişt. Min xwe veşart.

Hatin mehîn dîtin, geriyan negeriyan heta êvarê ez nedîtim, çiin.

şevê ez zivirîm, min berê xwe da xetê.

Şivanekî ez ginim, go ez[ê] te teslîmê qereqolê bikim. Zêr bi min re hebii, min

zêrê xwe da şivên, ez berdam.

Ez hatim, min bala xwe da, pêşiya min qurmînê (?) tifingan e. Esker[ê] ko ez

ji ber revîm bi dar ve kirin.

şevê di fatosa'** genim de ez mam. Heft riij ketine navê.

Sibêzelal bii. Ez ji germê qijqijîm.^^ Bii mexreb, hetasibê, taştiyêçilm, minxwe

gihand xetê. Ez hatim Qermanê. Qermaniyan li min xweyitî kirin. Tewfîq hate li

[ba] min ii ez anîm Gundorê.''^

Bqek ji notên jêrîn di nivîsa Celadet AIî Bedirxan de hene, hin not jî M. Malmîsanij

(M. M.) zêde kirine.

' Celadet Alî Bedirxan li hemberî van navan bi qelemeke din ev nav nivîsandine:

Seyidan, Bilikan, Şêxikan, Qerecan. (M. M.)

^ Dara Hovo zozanê Seyidan e. Li ser çiyayê Kosorê ye (axa wê sor e, xwelîsor). Kosor

di nav Bilanixê ii Deşta Miişê de ye.

' Herçiqas Celadet AIî Bedirxan di ciyê "Qazgol" de "Kazgol" nivîsiye bi qasî ku

fêmkirin bi şaşî wisa nivîsandiye. Min di ciyê "Kazgol" de "Qazgol" nivîsî. (M. M.)

* Herçiqas Celadet Alî Bedirxan di ciyê "qaz" de "kaz" nivîsiye bi qasî ku tê fêmkirin

bi şaşî wisa nivîsandiye. Min di ciyê "kaz" de "qaz" nivîsî. (M. M.)

' karar verdiler

^ sûzen bûn: Di rengê mêrikî de ez siizen biim (şuphelendim).

Me'nayên hersê kelîmeyên jêrîn Celadet AIî Bedirxan tenê bi Frensî nivîsandibûn, yên

Tirkî min zêde kirin. (M. M.)

sûzen: mêfîe [şiipheli, kuşkulu, giivensiz]

sûzenî: mefîance [kuşku, giivensizlikj

sûzen bûn: se mefier [-den kuşkulanmak, -e gövenmemek]

^ Celadet Bedirxan ev cumla "Serê tebaxê bil gava derkedn" li kêleka rûpelî nivîsandiye.

Kelîma "em" -di nava parantezan de- min zêde kir. (M. M.)

' Xwedê agahî: Allah bilir.

' Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

'" Li jorê ev nav wisa haubû nivîsîn: "Bilanûx" (M. M.)

" Wextê warê serhedî bii./hasat zamani

'^ Di desmivîsa Celadet AIî Bedirxan de ev kelîme wisa hatiye nivîsîn: reber. (M. M.)

'^ Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

''' Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

" Di desmivîsa Celadet AIî Bedirxan de ev nav wek "Ferhenlî" hatiye nivîsîn navê

gundî "Ferhend" e, ne "Ferhenlî". (M. M.)

'* Celadet AIî Bedirxan di ciyê Hezro de bi şaşî Xezro nivîsiye. Her di wî riipelî de cara

duduyan Xezro nivîsiye, pafê ya duduyan îptal kiriye ii Hezro nivîsiye. (M. M.)

" Paşnavê malbata Hisên Axa ii Hesen Axa îro Azîzoglu ye. (M. M.)

" Mil neda ber me.

" Celadet Alî Bedirxan li hember kelîma Hondrof pa|ê nivîsiye Hundif. (M. M.)

kurşe (m): iizerine yagmur yagmiş donmuş kar

^' gîhar (n)/diyar

^ Li vir du kelîme nehatin xwendin. (M. M.)

" Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

^ Li jorê ev nav wisa hatibii nivîsîn: Hemê Helo. (M. M.)

^' agir dadan: atq yakmak

^' Gûlik: Jê şîrêz çêdibe.

" zuxir: cihê newal ii asê

^ Li jorê ev nav wisa hatibii nivîsîn: Pirqajênê. (M. M.)

^' Ev kelîme di vê nivîsê de gelek caran wisa hatiye nivîsîn: got. (M. M.)

^ Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

" Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

'^ çiq (qiç): Av dibe du bir, her bir çiqekî ye. Ev erd ko tê dimîne kelebest dibêjin.

" Paşnavê malbata Zekî Beg, öztiirk e. (M. M.)

* Di riipelê nivîsa Celadet de ev not heye: "brayê wan ê mezin Bavê Mistefa". (M. M.)

'' Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

di ... re

ber ... re

''' Celadet AIî Bedirxan pişti kelîmeyê wisa ni\asandiye: (m).

Yanî Celadet xwestiye nîşan bide ku ev kelîme (ket) ye (fêminin e). (M. M.)

ket (m): yonca

" Li jorê ev nav wisa hatibii nivîsîn: Hêkan. (M. M.)

" Li jorê ev kelîme wisa hatibii nivîsîn: riij. (M. M.)

*' rûbar (riibarê vî/wî alîyê): yamaç [bi Tirkî]; versant [bi Frensî]

*' me serî da ser/me berdaye

Eskerê Tirko serî daye ser hev dikişîne ber bi me tên.

^^ Ev kelîme di vê nivîsê de gelek caran wisa hatiye nivîsîn: hiin. (M. M.)

" Xwe sil mekia: Kendinizi bozmaym.

*^ Li vir kelîmeyek nehat xwendin. (M. M.)

** Celadet AIî Bedirxan, li kêleka navê Çelebî wisa nivîsandiye: "Evdilkerîm."

Dîsa di notê de wisa nivîsîye: "Ev Çelebî kurê Evdirezaq Çelebî Şêxten [Şatana] ye."

(M. M.)

^ fatos/gidîş

*^ qijirîn/qijqijîn: giineşten yanmak

rewisîn

rewisandin: ate§te iitiilemek

kizirandin

^ Li kêleka hin riipelan, Celadet AIî Bedirxan hin gotin nivîsandine ku têkiliya wan bi

nivîsê re tune. Ez wan li gor rêza elfabeyê dinivîsim. (M. M.)

Birîna me di bin potê me de ye. (medheliik)

Mirov parsûwa xwe raberê herkesî nakê.

Rêzika Kurdan: 1-ziman 2-çek 3-eşîrî 4-stran 5-govend

Rêzika wî li diiw dihere. Mîr mirovekî xwedan rêzik e.



[Ferhengok]

[ji hev de xistin]/ji hev de xistibûn: parça parça etmek

kox: suprunttiliik

koxik: kiimes

lorx (m): kar ile karişik çamur

penc kirin: armalamak

teqin/teqn (m): bataklik

xeberdox: porte-parole [sözcii]

xwarinî: provision, des vivres [yiyecekler, azik]

zik çêrandin: odakbk etmek. (Em zebtîyeyên Miişê ne, zikên xwe biçêrînin.)

Celadet AIî Bedirxan me'nayên kelîmeyên "xeberdox" ii "xwarinî" tenê bi Frensî

nivîsandibûn, me'nayên wan ên Tirkî min zêde kirin. (M. M.)


îsmê xas [Navê kesan]

Barano, Behrem, Behriiz, Bengî, Beybiid/Baybiid, Bêzar, Cangîr, Cengo, Cocê, Delo,

Dilo, Dilşa, Dîlo, Edê, Efo, ÊIo, Felemêz, Ferfîirê, Ferman, Fetê, Fêrik, Gefo, Gulîzer,

Gulperî, Gurgîn, Hodo, Kewê, Kilê, Kono, Kotê, Lezgîn, Miskê, Nezîr, Nîgar, Otê,

Perîzad, Qefew, Rindê, Senem, Serdil, Sertîp, Seyrê, Seyro, Siyabend, Şayiste, Şeno, Şero,

Şewêş, Şîno, Şîrvan, Têlî, Têlo, Tîto, Toro, Xirtê, Xoxê, Zelêx, Zinar, Zîzê.

SEYIDXAN

(...) Seyîdxan bi sê denga gazî dike li 'Elîcanê Gerdengazî, li Tofîq, li Silhedîn,

divêje: "Bav li birayê min biino, mêrbin, mêrîçêbin, îro rojamêraye, ezêtemînekê

li we bikim, temînaapêxwe meşkênin, esker mekujin, êtîm in,xerîb in, zariiêxelqê

ne, binemir in, gune ne; bikujin zapit ii qumandarê Cumhiirîyetê 'ediiê dîn in, ez

Bavê Silhedîn im, di nava min ii wan da Ava Miiradê, hidiidê 'Ecem e."

Axayê mino, şerr e, li ser min şerr e,

Bê, welle, milletê Kurda bêbext e, ji Seyîdxan nagerre.

Divê, Kopê bişewite li ser devê ye,

Kambax bibe, li ser devê rê ye,

Mala mi bi xulama Sedîq Beg ii Miisa Beg,

Ev herdu biine reyîsê çeta hukiimetêye,

Çil pênc suarê Sîpika û Cibra hiltînin, têne ba midiirê Kopêye,

Dibê: "Lo lo midûro, agir xênîyê bavê te keto, dinîya xirab bibe tu bi dinîyayê

nahesî, ez îro reyîsê çeta hukumetê me, ciiaba Seyîdxanê Kerr, Bawê Seydo, ji mi

ra hatîye, derketîye serê çiyêye. Biiye firar ii eşqîya, mehkûmê dewletê ye. Sed û

pêncî siiarê xezabê pê ra ye, di 'erdê Şêx û Weyîsqiran da digerre, li ce'da Bitlîsê

gazmax dibe, ê li dora Kopê da bibuhure, ê Ava Miiradê biqelibe, ê bi devê

madoliya xwe bavêje nava Firansa, binîya xetêye."

Dibê, ew herdu begê Patnosê ji midiirê Kopê ra kevira hiltînin ji 'erdêye,

ra datînin ser masêye,

ra sond dbcun bi telaqê jinberdanêye,

Destêxwe datînin ser Qura'nê, dibên: "HetaSeyîdxan, 'Elîcan, Tofîq, Silhedîn

-her çar serekdarê mehkiima- em li dora Kopê da nekujin, qaçaxê dewletê di ser me

ra derbaz nabe vêderêye."

(...) Axao, dibê, Sedîqê Mistefa Beg dengekî gazî dike Tofîqê birayê Seyîdxan,

Dibê: "Xebera te ji devê xwe gotîye, bixo, hêja bişêkirîne".

Destê xwe davêje şeşderpê, ji qewlixê dertîne,

Şerjorê şeşderpê li qiina şeşderpê dixîne,

Ew û Tofîqê birayê Seyîdxan, weke du beranê pezkiivîya ji ber hev vedikşin,

Di devê dergê da di hev dbcerricin,

Weke du gurê har li hev digerrin,

Li pişta mala li hev fitilîn,

Herdu li ba karka sergîna li hev rast hatin,

Gulle bi gulle pêsîra hev da danîn.

Demaça Sedîqê Mistefa Beg qelp bii, şerjor sûar kir, tiştek derneanî,

Tofîqê birayê Seyîdxan qalpaxê mejîyê rête ser cote gîzmê wî bi mêranî,

Madolî ji milê wî anî xarê, demaçe ji destê wî deranî,

Çar pihîn bi pe'nîya gîzma xwe li ser textika 'enîya wî danî.

Go: "Ez ferxê Ûsivê Seydo me, Ji deşta Miişê, Çemê Binanixê, çiyayê Serhedê,

zapit il qumandara ez ji Romê diqelînim. Ezê gelek kiiçkê weke te, li pêşîya xwe

bînim rayê".

Seyîdxan divê divê: "Ev yek bûye, bila nebe didu. Pêşiya firar ii qaçaxê min

berdin bila bi silametî herre."

Şerrekî dibe li hewşa midiirê Kopê, li qiina Çiyayê Girîdaxê, bi du cîya,

Bi tarîbara sibê ra li ser serê van mehkiima teyara difirrîya,

Hurmînê topa, lig-ligê axirmakîna, agirê mecnenîqa ji 'erdê heta 'ezmana li ser

serê wan hêsîra dirrijîya,

Gele şede-şûdê 'Elîcanê Gerdengaz, babê babê 'egîtê çiyayê Serhedê hene,

Xwe ji heval li hogirê xwe didize, xwe bi kozika Miisa-Beg ii midiirê Kopê

digihîne,

Devê çapilîyê li ser pişta wan di'edlîne,

Çar tilîya kezeba reş bi devê çapilîya xwe va dertîne,

Heyfa hêsîr ii feqîrê Gelîyê Zîla ji hersîya hiltîne. (...)*



* Çavkanî: Zargotina Kurda-I, Yên ku berhevkirine: Ordîxanê Celîl ii Celîlê Celîl,

Neşirxana "Naiika", Moskova, 1978, r. 261-264

Kovara çira hejmar 4

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder