19 Ocak 2011 Çarşamba

BILBILÊ WELATÊ SERHEDÊ: EVDALÊ ZEYNIKÊ


Eskerê BOYÎK

BILBILÊ WELATÊ SERHEDÊ: EVDALÊ ZEYNIKÊ

Beşeke zargotina gelê Kurd ya here mezin, bingehîn û hizkirî dengbêjya gelêrîye. Dengbêjî jiyana gel va girêdaye û bawarkî wek hewa, nan û avê her dema jêra pêwîst e. Ne şînê kurda bê kilam dibin, ne jî şayî… Dema tenêbûnê kilam kurd ra heval e. Civaka kurdî bê kilam û dîlan nameş e…Dema evîntyê, dilxweşyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumanyê kilamguman e… Dayîk bi kilaman zaroka xwe şa dibin, bi kilaman dergûşa radizînin… Bi kilaman bûka siyar dikin, bi kilaman mêrxwesên xwe dişînine ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verêdikin… Şivan bi kilam û bilûrê kerê xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotê xwe li ser axê dikşînin. Kilam xerîb ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirê hisreta dilê xwe ker dike…Kurd bi kilaman laqirdya dikin, bi kilama dikenin, bi kilama digrîn… Tu tişt hesîn, hêz û agirê welatparêzyê, miletparêzyê, heqyê û remê di nav evdên Kurd da ewqas zû gur nakin çiqas kilam.

Destanê me bi kilamî têne gotin, ebûbeta dînî, heta due’a-dirozge ji bi sitiranin. Dîroka kurdaye hezarsalan, şabûn û kaser, axîn, derd û kulê gel di nav dengbêjya gelêrî da hatine xweyîkirin. Bi sitieanan zimanê me şimşat û şîrin, xweş û bedew bûye. Dengbêjya Kurdî ya gelêrî jî pircûre, pirewaz û pirrenge. Ew kilamên dîrokî ne, yên mêranyê, şerra, yên dila-evîntyê, govendê, xerîbyê, şinê, xebatê, lorîna zarokan, yên keçika û hivd. Her yek nexş û ewazek e, reng û rewşek e, bedewîk û xemlek e, qeydekî şîrinî xezayî ye...
Kilamên her heremeke Kurdistanê ji alyê ewazê xwe, teqil û şêweyê xwe, mîna suruşta wan hereman ji hev cuda dibin. Carna tebyetmendî usan kûrin ku kilamên heremekê, dengbêjên herema din nikarin rind cî bînin û bistirên… Ruhsivîk û efrandare gelê Kurd. Dengbêjya Kurda ya gelêrî wek kanîyên avzelale gur, timê bi merdane ji gund û şên, ji çiya û banyê Kurdistanê kişyane. Bi dewranan çemên wek Ferat û Diclên ji ber wan herikîne…Lê bi heyf gerekê bê gotin ew xizna mezin nehatye topkirin, îmbarkirin, xweyîkirin. Ji durr û cewahirên xizna dengbêjyê pir hindik tişt, ji nav dijwerî, şer, qir û bir, fermanên dewranan, koçberyê, rev û bezê da xilaz bûne û gihîştine me. Zeyîfbûna xwendin-nivîsarê bi zimanê dê, gelê Kurd nikaribye xizna zargotona xwe xweyî derkevê. Ew bûye sebeb ku gelek kilamên dengbêjan nehatine nivîsin û ji undabûnê xilaz nebûne. Edî em nabêjin dengbêj bi xwe jî nexwendî bûne, kilamên xwe destnivîsar pey xwe nehîştine. Roja îroyîn jî bi sebebên cûrbicûr (bindestî, qedexa li ser zimên, kûltûra û navê netewiyê, halê sîyasî, aborî, zanestî û astengyên din) payê Kurdistanê yên pirê da dengbêjya gelêrî halê bêxweyîtyê û bêmacalyê da dimîne…
Vê demê jî ji alyê dagerkiran va bi zorê meşandina sîyasya asîmlasyonê, cî û warê kurda da bi temamî bi zimanên xwe kêranîna mecalên ragîhandinê û perwerdê, ne ku tenê rê li ber pêşdaçûyîna zargotina kurdî û dengbêjya gelêrî girtin e, lê usa jî halekî usa çêkirine, ku ew xizna gelê kurd ya ruhî bi kokê va bê ji bîrkirin...
Di werê undabûn û jibîrkirina folkilora kurdî da rola wan „dengbêj“ û „zaneyên“ Kurd jî kêmnîne, kîjan sitiran, reqas û nimûnên folkilora Kurdî weldigerînin zimanên dagerkiran û dikin hebûna wan. Di vî werî da ji nav gel (hîmlî Kurdistana Bakûr) topkirin, hazirkirin û weşendina nimûnên zargotinê (çawa bi pirtûk usan jî bi kasêtan) karne welatparêzyêye pir bi pîroz in.
***
Di warê ê’frandun û xweyîkirina nimûnên zargotina gelêrî, xazma dengbêjyê da ked û emekê çawa temamya gel usan ji şexsyetên bi şûret hebûye. Gel dil û ruhê xwe, hebandin û bawarya xwe, hest û hizkirna xwe, hisret, xewn û xiyalê xwe kirine nav dengbêjyê. Helbet, berhemên zargotinê hîmlî ji alyê helbestvanên gelêrî, aşiq, dengbêjên bi nav û deng da hatine sêwirandin, gel jî bi hizkirin ew xweyî kirine. Bi dewranan dengbêj hatine çûne, xizna dengbêjya gelêrî dewlemend kirine, hinek kilamên wan, bi devkî bîra gel da mane, lê hinek jî tev navê efrandarên xwe hatine ji bîrkirin. Navên wan dengbêjan, efrandarên wan dur-cewahiran jî ewleda ra nemane.
Rastîk heye gel tiştên xweyî baş, yên bi qîmet ne zû bîr dike, ne jî unda. Usan jî kilam in. Ji kilaman kîjan xweş û şîrin bûne, nêzîkî ruhê gel bûne, gel ra jîtine, mane. Lê kê ew efrandine? Xweyî çûye efrandina wî bûye malê gel û maye. Dema meriv ji zanyarya îroyîn dîroka dengbêjya gelê kurd dinhêre, li nava tarya şevê ya dewrana da mîna siteyrkeke geş navê Evdalê Zeynikê tê xanê…
Şopa Evdalê Zeynikê li nav dengbêjya gelê Kurd da ewqas kûr û rengîne, berhemê wî ewqas xweş û nêzîkî ruhê evdan e, ku nav û jîyana wî, dengbêjî û efrandarya wî li nava gel da bûne çîrok û efsana. Cîyê kêfxweşyê ye, ku van salê dewyê nivîskar, lêkolînvan û dengbêjên me berê guhdarya xwe dane vî dengbêjê nemir û dicêribînin nav, emek û berhemên wi ji undabûn û bîrkirinê xilazkin. Lê bi rastî hê lêkolîneke zanyarî ya rêk û pêk li ser vî şexsyetê kurdî mezin nehatye kirin.
Hê ji arotyê da navê Evdalê Zeynikê wak çirakê pir şemal ketye dilê min. Oda me hebû. Kalên gund, çîrokbêj, dengbêj şevên payîz û zivistanê yên dirêj dihatin, li hev dicivyan şevbihêrya xwe dikirin. Navê Evdalê Zeynikê tim dihate li ser zimana. Çirokê derheqa wî da gilî dikirin, bi kilam û şirove derheqa leca dengbêjyê ya wî û Şêx Silê da digotin, çîroka evîna wî û Gula file, Qeymezê Êzdî û şerê Xozandaxê, korbûna dengbêj, feqîrya wî û qulingê perşkestî bîr tanîn… Heyf wê demê wek niha mecalên dengnivîsandin û xweyîkirina zargotinê tunebûn, gel jî ewqas serwext nî bû û kesek jî nedifikirî, ku rojekê bê êdî ew nivşê tunebin, ew çîrok û kilamên wanê bi wan ra herin, bêne jibîrkirin, qîmet û pêwîstya wan çîrok û kilaman jî wê çiqas dem derbas be wê ewqas bilind be…
Çi bikin di nava terya hezaran sala da gelê me bêhesav dur û cewahirên xwe yên ruhî unda kirine. Gelo ji nezanyê, bêxemyê bûye yan qeder e ? Dibêjin: Çi çû, nede dû…restîye, peyketina tiştên bi wî teherî undabûyî bêfeydaye, lê ew çî ku heta niha maye pêwîste ji destê xwe bernedin, niha bifikirin çawa wan tiştên mayî ji undabûnê xilazkin…
Evdalê Zeynikê heta niha jî fikira min da wek navekî xiyalî maye... Gilyê, ku zarotyê da tên bihîstin, bîra mirov da mor dibin dimînin, degme tên ji bîrkirin. Ew jî di fikira min da wek mêrxwesekî hikyatên çîrokbêjên gundê me bû... Ew nêrîna xiyalî bû me’na nivîsîna kurteçîroka min ya derheqa evîntya Evdêl û Gula ermenî da... Wê demê çîrokbêjekî gundê me derheqa efsenêya huba Evdêl û Gula keça keşîşê ermenî da min ra gilî kir, (min ji naverokê kêm tişt guhest) û ew jî bû firêta nivîsara kurteçîroka mine EVDAL û GULÊ. Ew kurteçîrok min pirtûka xwe ya kurteçîroka da weşand.( LI ÇÎYA, Yêrêvan, 1991, rû 103.) Paşê ez poşmam nûm, serwext bûm, ku ez lez ketime. Naveroka wê pir ji rastya jîyana Evdêl dûr ketye. Lê êdî dereng bû. Kurteçîrok hatibû weşandin, ji destê min derketíbû.
***
Evdalê Zeynikê di nav kurdên Ermenistanê da timê navekî hizkirî bûye. Şedê vê fikira me ew kilamên wi ne, ku bi salan ji alyên zanyarên zargotinan kurdî jên bi nav û deng va hatine berevkirin, weşendin. Usa jî ew sitiran-ewazên gelêrî yên nemirin, ku ji alyê Beşa Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê bi pêkanîna stiranbêj û sazbendên bi nav û deng, gelekî serketî hatine dengnivîsar, bûne hebûna gelê Kurd, ya heta hetê…
Bi radyoya Kurdî ya Yêrêvanê geleka kilamên Evdalê Zeynikê stiranê. Lê kilamên: Hekîmo, Metê, Sura Qelenyê, Sincanê Telo, Rizgano, Qeymezê Êzdî, Temo lawo sertacên zêrînin dengxana radyoyê a...Hekîmo, Metê bi dengê Şeroyê Biro, Temo, lawo bi dengê Karapêtê Xaço her maleke kurd da mêvanê here hizkirîne... Hê salê sîyî, dema Ermenistanê da nû dest bi karê pêşxistina çanda kurdî dibû, zanyarên Kurde wê demê, yên hela gênc Hecyê Cindî û Emînê Evdal gelek kilamên Evdalê Zeynikê ji devê dengbêjan nivîsîn û ji wan deh kilam, pirtûka xwe ya pir bi qîmet FOLKLORA KURMANCÎ da weşandin (Yêrêvan,1936). Dîsa prof. Hecîyê Cindî şeş kilamên wî, êdî 36 sal şûnda sala 1972 an berevoka xwe ya KILAMÊN CIMAE’TA KURDAYE LÎRÎKÎ da weşand (Yêrêvan, 1972).
ZARGOTINA KURDA ya Ordîxanê CELÎL û Celîlê CELÎL (Moskva, 1978) panzdeh kilamên Evdalê Zeynikê cîyê xwe girtine. Ew têkistên ku pirtûkên jorgotî da hatine belevkirin, bi texmîna me pirî-hindikî karin nêzîkî bingeha wan kilamên dengbêj bibin û seva lêkolînên paşwextyê karin bivin qinyatên giranbiha. Ew hela salên sîyî ji devê wan dengbêjan hatye nivîsar, payê kîjanayî pirê ji herema Evdalê Zeynikê bûne...Dibe ji wan hinek di dema jîyana Evdêl da xort yan zilamne 30-35 salî bûne. Tek qelsayîke têkstên Folkilora Kutmancî da hatine weşandinê heye. Wê demê welatê Sovyêtê da têkstên ku derheqa axa, bega, padşa, oldaran û serekeşîran bûn, eger şexsyeta wan xirav nedidane nîşandan nedihatin weşandin, bi texmîna min ewe sebeb ku têkst usa kurt, wek perçek ji kilamê hatine weşandin. Usane ji kilamê hildane ew perçê kîderê navên jorgotî tunebûne. Heta navê Qeymezê Êzdî jî guhestine, nivîsîne Qeymezê delal. ( Ahmet Aras, Evdalê Zeynikê, rû 92, kilama XOZAN).
Derheqa jîyan û efrandarya Evdalê Zeynikê da danasînên pir giranbiha berevoka bîranînên nivîskar Ahmedê Mîrazî da hene ( Ahmedê MÎRAZÎ, BÎRANÎNÊD MIN, Yêrêvan, 1966). Bîranînên xwe da nivîskar besa gilyên dema xwendina xwe li bajarê Bazîdê dike. Ew dem nêzkaya salên 1913-1914 an bûye…Wê demê çawa lêkolînên nivîskarê hêja Ahmet Aras didin nîşandan ji wefeta dengbêj pir dem derbaz nebûbû û bîranînên gele derheqa Evdalê Zeynikê da hê zêndî bûn…
Derheqa jîyan û efrandarya Evdalê Zeynikê da lêkolîneke pir giranbiha ye Pirtûka pismanê minî qedirbilind nivîskar Ahmet Aras: Şaîrê Kurda yê Efseneyî Evdalê Zeynikê.
Çîroka vê lêkolînê jî mîna çîroka jîyana rewşembîrya Kurdaye qedexeye li Tirkyayê. Nivîskar sala 1961 da dest bi wî karê giranbiha dike, lê sala 1966 da êdî wextê xwe temamî dîyarî wî karê bi qîmet dike: „Ez ji 1966 an hetanî 1968 a li Serhedê gund bi gund geryam.“ Ew rastî gelek merivên Evdalê Zeynikê, cînar, nas û dosên wî û gelek dengbêjan tê: „...di wê lêgerînê da min bi gelek dengbêj û merivên bi emir ra xeber da û jîyana êvdalê Zeynikê derxiste ronkayê. Wanên ku min pêra xeber da, ji wana sê heb (kes) nebyên Evdal bûn, yek kurê nebyê wî bû, çar heb pismamên wî bûn.Dîsa ji wana pênc kesî Evdal dîtibûn, kilamên wî guhdar kiribûn û pê ra xeberdabûn.“
„Ew xeberdan û kilamên wê lêgerînê min di sê defteran da kom kiribû. Piştî 12 adarê 1971 î da ku ez ji welêt derketim çûm derva, ew defterana hatibûn şewitandin. Paşê ez ku piştî sala 1978 a ji dervayî welêt vegeryam hatim, min carke din dest bi lêgerînê kir.“(rû 10) Hevalê wî yê xwendinê Ahmed Çamlîbêl jî wa ji bîr tîne: „ Di salên 1966-70 an da hevalê me Ahmet Aras xwest kilamên Evdalê Zeynikê kombike. Heval gelek kilamên Evdal komî serhev kirin, lê cûntayê 12 adarê hat û ew keda Ahmet Aras di avê da çû.“
Eger ew sê defter bimana û bihatana weşandin, navbirya mecbûrî neketa di nav lêgerîna nivîskar û lêkolînvanê meyî bi şuret, lêkolîneke pir giranbiha û xizna kilamên dengbêjê mezin, bilbilê Serhedê Evdalê Zeynikê wê ji undabûnê xilaz bûya û bibya hebûna me... Lê çi jî pey ra, ji alyê wî da hate kirin dîsa emekekî mezin û pir bi qîmet e. Sala 1996 a berevoka wî ya lêkolînaye jorgotî ji alyê weşanxana DENG da hate weşandin. Şureta lêkolînvanyê, zanebûna zargotina gelêrî û qelema nivîskaryê bûne yek, û wî xebateke pir delal ku layîqî Evdalê Zeynikêye danye li li ser textê xwendevana...
Bi texmîna min destanîn û qîmetê vê lêkolînê bi çend xalên girîng tên destnîşankirin:
-jiyana dengbêj usa kûr û hûrgilî hatye analîzkirin, dema jîyanê, hal û wext naveroka stirana ra usa hatine girêdan û pirtûk usa hewaskar tê xwendin tê bêjî ew romaneke bedewetyêye tame.
-lêkolînê da Evdalê Zeynikê ne ku tenê çawa dengbêjekî gelêrî lî usa jî çawa şayîrekî mezin û şexsyetekî dewra xweyî ronakbir tê xuyayîkirin.
- zimanê nivîskar xweş e û hêjayî kubr û zimanê kilamên Evdalê Zeynê: Bilbilê welatê Serhedê ye.
-kilam usan bi zanyarî hatine bijartin û ji devê merivne usa hatne nivîsîn ku kes nikare şikê bive ku dibe ji wan hinek yê Evdalê Zeynikê nîbin.
-Dengbêjî, efrandarî û jîyana dengbêj di nava bûyarên dewrana wî yên dîrokî da hatine nîşandan. Evdal ne ku tenê temaşevanekî bûyarên dewra xwe bûye, lê tev wan qewimandinan bûye û kilamên xwe da fikira xwe jî dîhar kirye.
Berevokek ji kilamên Evdalê Zeynikê Ehmed Cengîz Camlîbêl, nivîskarê hêja, hemweletyê Evdalê Zeynikê hazir kirye û vê paşwextyê weşandye:. Ew salên dirêj topkirin, lêkolînkirin û hazirkirna kilamê Evdalê Zeynikê va mijûl bûye. Tevî kilamên ku pirtûkên zanyarê Kurden Ermenistanê ( Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Celîl û Ordîxanê Celîl) salê sîyî da ji devê dengbêjan girtine û weşandine usa jî gelek kilam cara ewlin hatine weşandin. Xudanê pirtûkê ew têkst ji devê dengbêjên gelêrî Şakro, Sebrî, Evdilbarî, Hecî Kemal girtye. Pirtûka wî:
Evdalê Zeynikê- Hîmdarê mekteba stranên Serhedê“ ( Weşenên DENG, 2005) emekekî wîyî giranbiha ye di werê ji undabûnê xilaskirina nimûnên dengbêjya gelêrî da. Li vira cîye bê gotin, bi texmîna min dengbêjên jorgotî yan jî ji kê ew stiran hildane gelelkî cûre û naveroka kilam û sitîla dengbêjya Evdêl ra lîstine. Stiran zêde hatine dirêjkirin, hêz û kela kilama dengbêjê mezin kêm kirine, hostatya şayîrtya wî xirav kirine...Reng û ewazên wîye batinî bi rengên zêde betreng kirine...
Ji bo wê jî kê kilamên Evdalê Zeynikê distirê gotî bi cawdarî nêzîkî kilamê be, hevekî lêkolînê bike, çika kê berî wî ew kilam stirane, çiye rast, çiye şaş, lêkolînên derheqa dengbêj da bixûne û hvd...
Kilama EVDAL Û ÇÎROKA WÎ ku ji devê dengbêj Hecî Kemal hatye nivîsar û pirtûka
E.Cmlîbêl da cîyê xwe girtye ez bawar nînim ya Evdalê Zeynikê be.
***
Gorî lêkolînan Evdalê Zeynikê destpêka salê 1800 î heta dewya wê sedsalê jîtye...Dibêjin wîji sed salî zêdetir emir kirye. Dengbêjê Zor Surmelî Memed Paşa bûye li Elesgirê, gunde Topraxqelê... Ew ne ku tenê dengbêjekî bi nav û deng bûye, lê usan jî aşiq, helbestvan û şexsyetekî dema xweyî mezin bûye. Ewî rêke fire û rengîn e usa li nav dengbêjya Kurdên Serhedê da vekirye, ku eva sed-sedpêncî sale dengvêjya wê heremê nikare li bin bandora wî derê. Serda bandora wê dengbêjyê temamya Kurdistanê hildide...
Şayîr, ronakbir, şexsyetên kurde dîrokî heta destpêka sedsala bîstî jî tev ji malbetên axa-began, oldaran, mîr û hakiman bûne, ji qatê civakê yê bilind, desthilatdar û xwende bûne lê Evdalê Zeynikê lawê gelê sade, lawê Zeynika jinebî ye. Ew ji paşla gel derketye, bi zimanêgel, bi dil û ruhê gel, gel ra axivye, gel ra stiraye, ji bo wê jî ketye dilê gelê xwe, bûye xebera ser zimanê xelkê.
Çiqas jî ew dengbêjê fêodalekî neheqî wek Surmelî Memed Paşa bûye, dîsa dema têkstên stiranên wî ra mirov dibe nas, dibîne ku tê da mîna eynê jîyana gel, qewimandinên demê, jîyana êlên kurdan, şer-dew, nakokî û nerazîbûnên di nav wan, kuştin, talan, axîn û keser, zordestî, neheqî, şerên bêfikire li nav serekeşiran da bi temam te xanê... Kilamên Şêx Ronî (rû 38), Lo Mîro (55), Sincarê Telo (64), kilamên derheqa şerêXozandaxê û yên din da dengê nerazîbûna dengbêj jî ewazên kilamaye xweş ra dikevin guhê meriv..
Kilama Lo Mîro da xetine wa hene:
Evdal Begê bi sê denga kire gazî,
Go Surmelî Memed Paşa bavo,
Wê hal û hewalê me çawa be ?
Li kêleka me ya rastê eskerê Romê ye
Li pêşya me eskerê Hecî Ûsiv Paşayê Sîpikî,
Sofî Paşayê Hesenî, Temoyê Cibirî ye,
Li xana Çerkeza, bi me ra hûre-hûr e, gaze-gaz e,
Surmelî Memed Paşa digo Evla Beg, lawo, tu bajo
Ez bavê te me, kilê çevê Eyşan Xanimê me
Ez xudanê şanzde agirê me, lawo tu bajo !
Bavê teyê şev -xûnê li Ereb xe,
Li warê Husên Begê ra lêxe
Di Sînega Êzdiya û Çemçê ra derbas be
Bi sibê ra konaxa bavê te Pîrkend e…
Dema van xeta dibîhîyî tê bêjî axa, beg û paşên kurdan tev ji hev ra dijminin… Ziman û qeydê kilaman, bi teqil, şêwe, hest û sîrnayê, bi hevgirtineke şuruştîye bêqisûr guhdara heyr-hijmekar dihêlin. Sifet zêndî û rengînin...Guhdar, kilam û qeydên wî çiqas dibihî tê bêjî ji wan têr nabe û dixweze timê bibihî.
Bawarkî kilamên wî temam helbestine nemirin.. Ew sitiranên, ku li Ermenistanê hatine berevkirin, dengbêjan çiqas jî wan ra lîstine dîsa bi çap û teqla xwe, sifetan, kûraya fikran, zelalî û dewlemendya zimên bawarkî her yek helbesteke. Em çend perça ji kilama bînin:
Gulê go: Evdal marimo, çevê min reşin, reş belane,
Minê rojê heft cara bi kilê Sibhanyê ew kil dane,
Gele dengbêjê nola Evdalê Zeynikê
Seva çevê mine belek jinê xwe berdane.
Yan
Evdêl go: Gulê merûmê, ez ji teyra teyrê mêjim,
Ezê derdê Gula Xamûrê hinî kerim, hinî gêjim,
Heçî cîyê Gula Xamûrê lê, ez navêjim, ez dengbêjim...
(Gulê Marûmê... ZARGOTINA KURDÎ, O. , C. Celîl, cild II, rû 83-84)
Êlê dayê Xozan e, xweş Xozane,
De bira Xwedê xirav bike deşta Mûşê, alîk berfe, yek zozane,
Ezê ketime qalê û selefê siyara, Qeymezê Êzdî, sîyarê Senemê
Ne navdane...
Êlê dayê delîlê. Xozandaxê van firîka,
Ezê çi bikim qolê zêra, gurzê ber cênîka,
Şevê naxewim, germa rojê,
Evarê naxewim derd û kulê van wawîka...
(Xozan; FOLKLORA KURMANCÎ, H.Cindî, E.Evdal, Rewan, 1936; rû 478)
Hey Qulingo, ha qulingo, te vê sibê ser min da çî zarezare,
Ezê nizanim derdê te çiye? Sutyê te ser min da xare,
Îro di sê roje, di sê şeve Evdalê Zeynê çolê maye
Bê xudan e, bê star e.
( Folklora Kurmancî, rû 481-482)
Evdalê Zeynikê hostê peyva bedewetyê ye.
Li cem Evdalê Zeynikê hidûdên di navbera helbestê û stiranê da nemane, temamya efrandinên
wî bûye malê zargotina gelê Kurd… Perçên usa li nav kilamên dengbêjê mezin da hene, ku
meriv tirê ji hezarsala tên, bûne meselê ser zimanê xelkê:
Xudê xirab bike dilê bê dil,
Mînanî gakî bê weris û bê cil,
Mînanî kirasekî qolî bê mil,
Mînanî xasbaxçêkî bê gul,
Mînanî dara bê şalûl û bilbil.
Bira dilê merya bi dil be,
Bira tûrê parsê li mil be,
Bira tijî garis û gil-gil be,
Bira tûrê parsê qul be.
Bira pars ne li vir be,
Li nav welatê gawir be
Bira ser-raxa mêriv gûnî be,
Bira bin –raxa mêriv postê jijû be,
Ber-serya meriv kevir be,
Xurê mêriv karî nanê gilgil be
...
(Ahmet Aras, Evdalê zeynikê, ru 88 )
yan
Meriv ku çeka xelkê li xwe ke, ro û dan e,
Meriv ku li hespa xelkê sîyar be, yek meydan e,
Meriv ku bibe maşoqê jina xelkê, yek ramûsan e,
Mînanî maleke ku meriv şevekê lê bibe mêvan e.
(Ahmet Aras, Evdalê Zeynikê, ru 77)
Çiqasî hostatî û kûr hatye gotin ev rastya jîyanê...
Ji bo bingeha kilaman ya nivîskî tune, li cem dengbêjan gelek peyv, cimle li hev ketine, hinek
tişt hatine guhestin, hinek cimle xirav bûne. Ew yek rind tê xanê dema varyantê heman
sitiranê tên himberîhevkirin:
Hey qulingo,mal xirabo te ci ser min da qire-qire,
Per û baskê te şikestîne, çevê min tunîne,
Emê dueakê bikin ji Xwedê ye,
Çevê min dermanke, baskê te bicebirîne.
( Folklora Kurmancî, rû 481-482)
Teleso, çevê min korin, baskê te şikestîne,
Ezê bişînim bira Loqman bêyo,
Çevê min silametke, baskê Qulingê min bicebirîne.
( Folklora Kurmanci, rû 483-484)
Qulingo, malxiravo, çevê min korin, perê te şikestîne,
Emê destê hev bigrin xwe bavên ber derê hekîme,
Belkê çevê min sax bike, baskê te bicêribîne.
( Folklora Kurmancî, rû 484-485)
Çawa tê dîtin ev kilam ji devê sê dengbêja hildane û her yekî gorî xwe kilamê ra lîstye. Eger
dengbêj kilam rind hînbya û paşê bistira, xeletyê wa çê ne dibûn. Paşê jî yê ku kilamê dinivîse
gotî dengbêja ji bibijêre û ji devê her yekî çend xebera negre, biweşîne.
Guhertinên di van da hatine kirin hela xêrin, lê hinekan kilamê Evdêl usan dirêj kirine, bi
fikir, peyv û cimlên bêqîmet dagirtine ku tema kilama Evdêl têda nehîştine.
.Gelek kilaman da ew bi xwe qîmetê rast dide dengbêjya xwe, xwe nav dike: şahê dengbêja,
şayîrê dinyayê... Bi rastî jî Evdalê Zeynikê Şahê dengbêjan û helbestvanê Kurdî dewra xweyî
mezin. Eger xwendina wî hebya û berhemên xwe bi nivîskî ewledara bihîşta, îro navê wî ji
wek helbestvan wê rex navê Feqîyê Teyra, Mele Cizîrî û Ehmedê Xanî bûya…
Evdalê Zeynikê dengbêjê evînê ye. Evîna wî û Gula file nava kurda da bûye efsene...Ew bejna
Gula xwe wa dixemilîne:
Gulê rabe,
Iro ez û tê herine Xamûrê vê dewatê,
Gula min yeke enî gewr e, meş werdek e,
bisk bi têl e, qube qaz e,
Sergovendî çevê min dî, dilêm ketê,
Ezê ji dê-bavê bixwezim, eger dan xwe dan,
Eger nedan, ji derdê dila ez û Gula bav fille
Bibin xûşk û birê axiretê.
Gulê canê,Gulê canê, şemamoka min heyranê,
Dev sedefê, koka dirana mircanê,
Sîng dikana incîyanê...
Kilamên Ezê ji Erzirûmê hatim bi karvanî, Evîna Dîlberê, Hayê li min, Lê axçîk canê,
Sincarê Telo, Ez ji teyra teyrekî hurim û hinekên din…Evîntî kilanên dengbêj da vûlgar,
safî nîne, çawa gelek stiranên meye gelêrî da heye. Vira hub, evîntî mîna ava kanyê zelale,
nazike û dilê guhdara digre.
Raste ew dengbêjê hukumdar û fêodalekî neheqî wek Zor Surmelî Memed Paşa bûye lê ji
kilamên wî tê kivşê kirinên wane neheq, şerên li nav qebîla yen birakujyê, neheqî, nerastî ne
dilê wî bûne, kilama XOZANDAXÊ da ew derdikeve dijî şêr. Tê bêjî ji kilamên derheqa şerê
Xozanê da dewsa nalîna brindara nalîna dengbêj tê...Dengbêjê xweyê dilê mezin tiragêdyake
mezin dewya jîyana xwe dema korbûnê da dijî... Êşa korbûnê, destengîyê û birkirina şexsyeta
wî ji alyê civakê da li nava her cimle û ewaza da dibin keser û derd. Tevî keserê, derde giran,
pêra jî kilama da hisret û şîrnaya jîyanê heye... Drngbêj tesmîl nabe, jîyanê ra şer dike û bi
dewî derd-êşa alt dike, çevê wî vedibin...
Evdalê Zeynê ruhê kilama Serhedê ye...Zimanê kilaman mîna avên kanyê çiyayên Serhedê
zelal, paqij û xezayîne, ewaz û qeydê wan xule-xul û leme-lema avên çîyayên Serhedê tînin
bîra mêriv, mina pelên kulîlkan peyv û ewazên kilaman nazik, bînweş û rengînin, mîna hngivê
ji kulîlkên çiyayên Serhedê şîrin û temxweşin....
Qimêtê dengbêjî û helbestvanya xwe kilamekê da wa tîne ziman:
Temo lawo, derdê min besî mi nîne,
Nizanim îro te li min xêr e,
Lawo îro girrek bi lingê mi ketye
Hetanî tepa serê mi dihêre,
Hey lo lawo mizgînya mi li te be,
Min berhemek usa li dinyayê hîştye,
Heta roja qiyametê li erdê bimîne,
Ew tucar xirab nabe, mîna zêre...
Lawo tirsa mi tune ji mirinê, ezê bimirim,
piştî min ra tu were her kes rabe
Dewa dengbêjyê, şairyê bike,
Wê bêjin xelk li gotin û miqama napirse,
Herkesê meydanê bide hespê xwe
Û li hesabê xwe binhêre...
(Ji kilama Heyla Wayê; Ahmet Aras, EVDALÊ ZEYNIKÊ , Weşena DENG, 1996, rû 145)
Dengbêjê mezin dema xwe da texmîn kirya, ku pey wî ra dengbêjê bêxem nêzîkî kilamên wî
bibin. Û rastî jî di nava salan da, ji bo bingeha nivîskî tune bûye dengbêjan pir bi naverok,
teqil û şêwa kilamên wî ra lîstine. Niha ji gelek kilamên wî çend şax hene, dengbêj gorî xwe
wan distirên...Lê tiştek heye ku şêweya kilama wî xweyî dike. Wî istûn, teqil, qaydê kilamên
xwe usa bi hostatî danye, bi sifet, xeml, reng û gotinên gelêrîye usa bêqisûr xemlandiye û bi havênekî kurdewarîyî şîrinî usan qeyde sitirane, hûnandine, ku dengbêj nikarin ji wan hidûdên
Evdêl danîne derên.
Ji hev cudakirin ji van têkstan, gelo kîjan bi rastî yên Evdalê Zeynikê ne, yanê dengbêjan bi
stîla wî çi guhestin kirine nava sitiranan, yan jî dengbêjan ew nû li ser Evdêl sêwirandine pir
dijwere. Ji bo çawa Ahmet Aras lêkolîna xweye Evdalê Zeynikê da dinivîse: „ Li Serhede
ew dengbêjên ku piştî Evdêl hatine, gişka li gor qeyde û miqamê wî sitirane.“( Ahmet Aras
Evdalê Zeynikê, DENG, 1996; rû 12.)
Gelek kilamên ku berevoka Ehmed Cengîz Cemlîbêl cî girtine, bi texmîna me gelekî ji
hidûdên sêwrandina kilambêjya Dengbêjê mezin dûr ketine. ( sê stiranên EVDALÊ ZEYNÊ
Û ŞÊX SILÊ, bi sitirana dengbêj Şekro, dengbêj Sebrî û dengbêj Evdilbarî, EVDAL Û TEMO
bi stirana Hecî Kemal, EVDAL Û QULING bi stirana Evdilbarî û hivd). Helbet, ew ne sûcê
xudanê berevokê ye…Di nav we’de da dengbêjan guhestinên bi bi gorî xwe û gorî
qewimandinên jîyana Evdêl da bûyî kirine. Wekilandina peyva, fikira, bi zanebûn dirêjkirina
kilamê û hivd. Çi jî hebe ruhê Evdêl di nav wan da maye û berevkirina wan jî pir pêwîste. Lê
kilama EVDAL Û ÇÎROKA WÎ ( pirtûla E.Camlîbêl) ez bihar nakim ya Evdêl be.
Gelek şêwe, gilî-gotinên ku şayîr-dengbêjê mezin kilamên xwe da bi kêr anye heta niha jî
kilamên ku nû va têne sêwirandin da têne xebatê. Drngbêj nikarin ji bin bandora helbestvanî û
dengbêjya wî derkevin. Mesele: “Kes tine xeberê bide…”, “ Eze li diharê…dikevim ha li…”,
“Kulê tê bikevî…”, “Sane-şûnê apê…, bavê… li dinyayê gelek hene…”, “ Berî hezar hevsid
mêrê…daye…”. Gilî gotinên wa ku derbazî kilamên nû dibin gelekin.
Bi tomerî meriv kare bêje ewî evdê mezin rêke nû di nav stiranbêjya kurdî da vekir û bû ruhê
wê.
***
Bawarim, demê bê berhem û jîyana Evdalê Zeynikê wê bive ware lêkolînên zanyarî,
helbestvan- dengbêjê mezin ê cîyê xweyî layîq di nav edebyet û dengbêjya gelê xwe da
bigre...
10. 03. 2005.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder