7 Aralık 2010 Salı

Ferzende Beg


Di sala 1929’an da şerê Agiriyê hêdî hêdî ber bi xurtbûnê ve diçû.

01/12/2010

OSMAN SEBRÎ

Di sala 1929’an da şerê Agiriyê hêdî hêdî ber bi xurtbûnê ve diçû. Şervanên kurd li her alî welêt berê xwe didan Agiriyê û li dora serdarê şoreşê Îhsan Nûrî xwe didan hev. Hingê ji bo parastina sînorê çiyê û gaziyên bi lez siwarî diviyabûn û di çiyê da hesp hindik mabûn. Serdar Îhsan Nûrî, Ferzende digel şêst siwarî şande nav eşîrên serhedan ku sedak hesp peyda bike; serê her gundê dewlemend hespek an dudu jê dixwestin. Civandina hespan ne kireke ku ji hikumetê bihata veşartin. Zûka haya hikûmetê jê bû. Serdariya leşkerên Turk yê rojhlat du alayî siwarî şandin pêşiya Ferzende. Herdu alayî ne dûrî hev berî dabûn êrdima ku tê da hesp dihatin civandin.
Li pêş Geliyê Zîlan alayiyek ji wan rastê Ferzende hat, lê nexwest bi tena xwe şerê wî bike, ji ber kûdizanin Ferzende kî ye. Ji lewra dûredûr li pê çû heya alayiya din jî xwe digehîne ser. Lê Ferzende bîra vê yekê dibir û nedixwest herdu alayiyan ser xwe bigehîne hev. Bê dudilî hespên ku civandibûn sipartin deh siwaran, bi pêncî siwarî dirêjî alayiya Turk kir. Şer bi awakî birûskîn dest pêkir. Şervanên kurd bê ku tifingê biteqînin li pê bavê Efrasiyab ajotin ser nîveka alayiya dijmin. Devê tifingên wan bêminet dighan qefsînga neyar, wek colek gurên dev bi xwîn bikeve nav keriyek pez. Turkan ev celeb şer nedîtibûn, nedikarîn sînga xwe ji devê tifingên şehsiwarên kurd biparêzin. Kurdan tifing dest bi dest berra pêsîra neyar didan. Leşkerên Turk wek pelkên daran di ser pişta hespan da dihatin xarê. Bîtsek neborî nayar dest ji ber hev berdan û her yek bi alîkî da revîn.
Holê kêysa dijmin ketibû Ferzende û digel siwarên xwe yên mêrxas da ser pişta wan. Hespê Turkan ne ewçend beza bûn. Kurd bi hêsanî dighanê û ew di ser pişta hespan da tanîn xar. Saetek neborî qada şer ji cendekên Turkan hate dagirtin, gelek hesp û tifing bê xwedî mabûn.
Gava alayiya duduyan gîha qada şer ji Ferzende û siwarên wî pê va kes nedîtin. Berî ku leşker li ber xwe binêrin, Ferzende ajoste ser wan, wek bazên ku dikevin nav refê qulîngan her ew di ser pişta hespan da tanîn xar. Her wekî destên turkan girêdayî be bes deng ji tifingên kurdan dihatin. Ji lewra şer dom nekir, alayiya duduyan jî revî û pişta xwe da kurdan.
Ji ber ku hepsên kurdan westiya bûn û ji hal ketibûn gelekî li pê dijmin neçûn û li qada şer vegerîn. Pirrtirî dused û pêncî kuştî ji leşkerê turkan hebû, ji kurdan tenê sê kes birîndar bûbûn û birîna wan sivik bû. Heke gotin û nivîsandina bûyereke holê hêsan be jî bawerkirina wê hinekî dijwar e, lê ev bû, ya ku wê rojê qewimî. Piştî şer qediya, Ferzende hesp û tifingên kuştiyan civandin û berê xwe da Agirî. Piştî vî şerî bi çar pênc rojan her du alayiyên turk nedikarîn siwarên xwe yên pij û belavbûyî bigehînin ser hev. Piştî hatina ser hev û xisara xwe nasînê fedîkirin ku Ferzende bi pêncî siwarî ew holê şerpeze kirine, qumandanê herdu alayiyan raporek derewîn şandin ji serdariya leşkerî ra, ku eşîrên Geliyê Zîlan tev da alîkariya Ferzende kirine, ji lewra hinde leşker hatin kuştin. Li ser vê raporê bû ku hikumeta turk heştê gund li Geliyê Zîlan, tevî kal û pîran, jin û zarokan dan şewitandina, heştê gundê kurdan.
Mêraniya Ferzende ne tenê ew bûye di gelek şeran da mêraniyên holê kirine, lê zanîna me di vî warî da gelekî teng e. Yek jê di şerekî Airî yê mezin (1930) da turkan şepera wî li ser tehtekî nasîn. Nêzîka dused guleyên topan berdanê, çeper bi serhevda hilweşî. Ferzende di ranê xwe da birîn bû. Hevalên wî xwestin hinekî ji çepera hilweşî bi dûrxin, heya hinekî vehêse, lê bavê Efrasiyab qîma xwe bi lavayî û daxwaza wan neanî û got:
- Gava rom bizane ku torinekî Hesenî du gavan ji çepera xwe ra serdestî bizanin. Ez qîma xwe bi mirinê tînim, lê ne bi vê yeka han.
Di cihê xwe da ma heya êvar bû û şer sekinî. Rehma xwedê lê bit, ew ji pêşengên lehengên Kurdistanê bû ku dirêjiya umrê xwe rev nenasî.



Çavkanî: Azadiya Welat

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder