19 Aralık 2010 Pazar

EVDALÊ ZEYNIKÊ


Evdalé Zeynıké; Ağrı Patnos kültürünün en önemli simalarındandır.IVIII. Yüzyılın en büyük düşünürlerinden bir olan Evdal'ın ataları Urfa – Patnos arasında göçebelik yaparak yaşamlarını sürdürürken;Erken bastıran kış bir ile birlikte o yıldan itibaren Patnos ovasında kalıcı olarak yerleşik düzene geçmişlerdir.

Yaşar Kemal’in “Benim fikir babamdır.”dediği Evdalé Zeynıké Küçük yaşta babasını kaybettiğinden annesinin adıyla anılmıştır.Annesinin adı Zeynep’tir.Kürt kültüründe şirinliğin ifadesi olan “ké” ekini alarak Zeynıké olarak bilinen Evdal’ın annesi,Evdal’ı yoksulluk içinde büyütmüştür. Otuz yaşına kadar tek bir stran(türkü) bile okumayan Evdal, hep rençberlik yapmıştır.Otuz yaşında gördüğü bir rüyanın yorumundan sonra hastalanmış aylarca yataktan çıkmamıştır.iyileşme sürecinde yatakta söylediği melodiler o güne dek duyulmamış bir makamın müjdecisi olduğunu insanlar daha sonra anlamaya başladılar.” Ve o günden sonra Serhad Dengbéjleri,onun ekolünün devamcısı oldular.
Evdal’ın dizelerinde aşkın yakıcı özellikleri ile birlikte,hicvedici özelliklerini de bir arada görmek mümkündür.Erzurum’a öküz arabasıyla ticarete gittiği dönemlerde misafir kaldıkları evin genç kızının, boyu ile alay etmesine içerlenmiş,(Evdalın boyu oldukça kısadır)akşam köyde yapılan düğüne türküleri ile katılmış,Govendin başını çeken kızın kolunda oynayarak tuttuğu elin parmaklarını “xwin nav neynık a da dı nıquti” dedirtecek kadar sıkıp bir nevi intikam almıştır. Ardından “De tu here. Bıra her kes xéré jı bazara xwe bı bine.”demekle, kinci bir özelliği olduğunu da ortaya koymuştur.
Uzun yıllar, makamındaki farklılık,sesindeki emsalsiz coşku ile Serhad’de “Şahé Dengbéja diye anılan Evdal, Eleşkirt beyi Sürmeli Memet Paşa’ya dengbéjlik yapmış ve onunla birlikte Kozan’,Avşar’ları sürme görevinde yer almıştır. Kürt Tarihinde Şeré Xozané diye bilinen bu görevde Evdal’ın Avşar beyi Dadaloğlu ile tanışıp tanışmadığını bilmiyoruz ama
Belimizde kılıcımız kirmani
Taşı deler mızrağımın temreni
Hakkımızda devlet etmiş fermanı
Ferman padişahın dağlar bizimdir.
Dizelerinde duygularını ifade eden avşar beyi Dadaloğlu'nun,Evdal’la aynı onurlu yaşam ve özgürlüğe olan aşkının ortak yönlerini fark edebiliyoruz.Aslında Evdal ,Şeré Xozané diye adlandırdığı bu teşçir olayında Avşarlar’dan pek söz etmez hep Çukurova’nın bataklığını ve yılanlarını anlatır.
Ermeni asıllı Gulé ile evli olan Evdal’ın ,Temo adında bir de oğlu vardır. Yaşlandığında gözleri kör olan Evdal,,Kör gözlerle kanadı kırık bir turnaya kış boyunca bakar.Bunu uzun uzadıya stranlarında anlatır.Ve bir gün mucize gerçekleşir. Evdal’ın gözleri turnanın kanadı iyileşir.
Temo lewo lı kalbun é,lı korbun é
Xwedé xırab bıke tınebun é
Gibi oldukça fazla sözcüklerle toplumun sosyal yapısını sıtranlarında uzun uzun anlatan evdal:Kürt kültürünün Homeros’u, Dede Korkut’udur.
Seyfettin Esin
EVDAL’IN TÜRKÜLERİNDEN ( STRAN-KLAM) KESİTLER
LO MİRO
Evdal Begê bi sê denga kire gazî,
Go Surmelî Memed Paşa bavo,
Wê hal û hewalê me çawa be ?
Li kêleka me ya rastê eskerê Romê ye
Li pêşya me eskerê Hecî Ûsiv Paşayê Sîpikî,
Sofî Paşayê Hesenî, Temoyê Cibirî ye,
Li xana Çerkeza, bi me ra hûre-hûr e, gaze-gaz e,
Surmelî Memed Paşa digo Evla Beg, lawo, tu bajo
Ez bavê te me, kilê çevê Eyşan Xanimê me
Ez xudanê şanzde agirê me, lawo tu bajo !
Bavê teyê şev -xûnê li Ereb xe,
Li warê Husên Begê ra lêxe
Di Sînega Êzdiya û Çemçê ra derbas be
Bi sibê ra konaxa bavê te Pîrkend e…
GULE
Gulê go: Evdal marimo, çevê min reşin, reş belane,
Minê rojê heft cara bi kilê Sibhanyê ew kil dane,
Gele dengbêjê nola Evdalê Zeynikê
Seva çevê mine belek jinê xwe berdane.
Yan
Evdêl go: Gulê merûmê, ez ji teyra teyrê mêjim,
Ezê derdê Gula Xamûrê hinî kerim, hinî gêjim,
Heçî cîyê Gula Xamûrê lê, ez navêjim, ez dengbêjim...
GULE
Gulê rabe,
Iro ez û tê herine Xamûrê vê dewatê,
Gula min yeke enî gewr e, meş werdek e,
bisk bi têl e, qube qaz e,
Sergovendî çevê min dî, dilêm ketê,
Ezê ji dê-bavê bixwezim, eger dan xwe dan,
Eger nedan, ji derdê dila ez û Gula bav fille
Bibin xûşk û birê axiretê.
Gulê canê,Gulê canê, şemamoka min heyranê,
Dev sedefê, koka dirana mircanê,
Sîng dikana incîyanê...
XOZAN
Êlê dayê Xozan e, xweş Xozane,
De bira Xwedê xirav bike deşta Mûşê, alîk berfe, yek zozane,
Ezê ketime qalê û selefê siyara, Qeymezê Êzdî, sîyarê Senemê
Ne navdane...
Êlê dayê delîlê. Xozandaxê van firîka,
Ezê çi bikim qolê zêra, gurzê ber cênîka,
Şevê naxewim, germa rojê,
Evarê naxewim derd û kulê van wawîka...
AY DIL
Xudê xirab bike dilê bê dil,
Mînanî gakî bê weris û bê cil,
Mînanî kirasekî qolî bê mil,
Mînanî xasbaxçêkî bê gul,
Mînanî dara bê şalûl û bilbil.
Bira dilê merya bi dil be,
Bira tûrê parsê li mil be,
Bira tijî garis û gil-gil be,
Bira tûrê parsê qul be.
Bira pars ne li vir be,
Li nav welatê gawir be
Bira ser-raxa mêriv gûnî be,
Bira bin –raxa mêriv postê jijû be,
Ber-serya meriv kevir be,
Xurê mêriv karî nanê gilgil be...
TEMO LAWO
Temo lawo, derdê min besî mi nîne,
Nizanim îro te li min xêr e,
Lawo îro girrek bi lingê mi ketye
Hetanî tepa serê mi dihêre,
Hey lo lawo mizgînya mi li te be,
Min berhemek usa li dinyayê hîştye,
Heta roja qiyametê li erdê bimîne,
Ew tucar xirab nabe, mîna zêre...
Lawo tirsa mi tune ji mirinê, ezê bimirim,
piştî min ra tu were her kes rabe
Dewa dengbêjyê, şairyê bike,
Wê bêjin xelk li gotin û miqama napirse,
Herkesê meydanê bide hespê xwe
Û li hesabê xwe binhêre...
QULING
Hey qulingo,mal xirabo te ci ser min da qire-qire,
Per û baskê te şikestîne, çevê min tunîne,
Emê dueakê bikin ji Xwedê ye,
Çevê min dermanke, baskê te bicebirîne.
Teleso, çevê min korin, baskê te şikestîne,
Ezê bişînim bira Loqman bêyo,
Çevê min silametke, baskê Qulingê min bicebirîne.
Qulingo, malxiravo, çevê min korin, perê te şikestîne,
Emê destê hev bigrin xwe bavên ber derê hekîme,
Belkê çevê min sax bike, baskê te bicêribîne.
QULING
Evdal dibê qolingo bihar e bi ser me da Me qîrîne dibê per û baskê qolingê mi şikestîne Çavê Evdalê Zeynikê kore rê nabîne kesek Xwedan xêr tune bi destê Evdalê Zeynikê Bigere bavê ser ocaxa Şêx Badîne belkî dûakê bixwaze ji xaliqê alemê rebê jorîn Xwedê çavê Evdalê zeynê saxke, per û baskê qolingê min bicebrîne li min wayê li min wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê Temo lawo bihare dilê bavê te ha bi naze. Bavê te korbûye,li pey koç û kerîya digere gaz bi gaze. Kesekê xêrxwazê xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser ziyareta Hacî Elî, Şêx Şeref sehîdê Mixakomê li ber derê Şêx Miaze. Li min wayê li min wayê way Ax limin wayê limin wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê Temo lawo birek qîz û bukê cemaldîna cêrê wan li milan bu mesîya bun kanîyê. Bûkekê esilpîs di navda hebû dikenîya digo eva kalê korê peritî kîye Keçikek esilzade di nav da hebû go qîzê Tu korbibî tu nasnakî, eva Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê gogerçîne Dengbejê Surmelî Mehmet Paşa lawo korbûye ketiye feqîrîyê. Kesekî xêr xwezî xwedanî xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser rêka vê kanîyê. Li min wayê li min wayê ax limin wayê limin wayê.Temo lawo felek xayîne bi bavê tera çibikim nayê rayê
BILBILÊ WELATÊ SERHEDÊ: EVDALÊ ZEYNIKÊ
Beşeke zargotina gelê Kurd ya here mezin, bingehîn û hizkirî dengbêjya gelêrîye. Dengbêjî jiyana gel va girêdaye û bawarkî wek hewa, nan û avê her dema jêra pêwîst e. Ne şînê kurda bê kilam dibin, ne jî şayî… Dema tenêbûnê kilam kurd ra heval e. Civaka kurdî bê kilam û dîlan nameş e…Dema evîntyê, dilxweşyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumanyê kilam guman e… Dayîk bi kilaman zaroka xwe şa dibin, bi kilaman dergûşa radizînin… Bi kilaman bûka siyar dikin, bi kilaman mêrxwesên xwe dişînine ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verêdikin… Şivan bi kilam û bilûrê kerê xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotê xwe li ser axê dikşînin. Kilam xerîb ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirê hisreta dilê xwe ker dike…Kurd bi kilaman laqirdya dikin, bi kilama dikenin, bi kilama digrîn… Tu tişt hesîn, hêz û agirê welatparêzyê, miletparêzyê, heqyê û remê di nav evdên Kurd da ewqas zû gur nakin çiqas kilam.Destanê me bi kilamî têne gotin, ebûbeta dînî, heta due’a-dirozge ji bi sitiranin.Dîroka kurdaye hezarsalan, şabûn û kaser, axîn, derd û kulê gel di nav dengbêjya gelêrî da hatine xweyîkirin. Bi sitieanan zimanê me şimşat û şîrin, xweş û bedew bûye.Dengbêjya Kurdî ya gelêrî jî pircûre, pirewaz û pirrenge. Ew kilamên dîrokî ne, yên mêranyê, şerra, yên dila-evîntyê, govendê, xerîbyê, şinê, xebatê, lorîna zarokan, yên keçika û hivd. Her yek nexş û ewazek e, reng û rewşek e, bedewîk û xemlek e, qeydekî şîrinî xezayî ye...Kilamên her heremeke Kurdistanê ji alyê ewazê xwe, teqil û şêweyê xwe, mîna suruşta wan hereman ji hev cuda dibin. Carna tebyetmendî usan kûrin ku kilamên heremekê, dengbêjên herema din nikarin rind cî bînin û bistirên…Ruhsivîk û efrandare gelê Kurd. Dengbêjya Kurda ya gelêrî wek kanîyên avzelale gur, timê bi merdane ji gund û şên, ji çiya û banyê Kurdistanê kişyane. Bi dewranan çemên wek Ferat û Diclên ji ber wan herikîne…Lê bi heyf gerekê bê gotin ew xizna mezin nehatye topkirin, îmbarkirin, xweyîkirin. Ji durr û cewahirên xizna dengbêjyê pir hindik tişt, ji nav dijwerî, şer, qir û bir, fermanên dewranan, koçberyê, rev û bezê da xilaz bûne û gihîştine me.Zeyîfbûna xwendin-nivîsarê bi zimanê dê, gelê Kurd nikaribye xizna zargotona xwe xweyî derkevê. Ew bûye sebeb ku gelek kilamên dengbêjan nehatine nivîsin û ji undabûnê xilaz nebûne. Edî em nabêjin dengbêj bi xwe jî nexwendî bûne, kilamên xwe destnivîsar pey xwe nehîştine. Roja îroyîn jî bi sebebên cûrbicûr (bindestî, qedexa li ser zimên, kûltûra û navê netewiyê, halê sîyasî, aborî, zanestî û astengyên din) payê Kurdistanê yên pirê da dengbêjya gelêrî halê bêxweyîtyê û bêmacalyê da dimîne…Vê demê jî ji alyê dagerkiran va bi zorê meşandina sîyasya asîmlasyonê, cî û warê kurda da bi temamî bi zimanên xwe kêranîna mecalên ragîhandinê û perwerdê, ne ku tenê rê li ber pêşdaçûyîna.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder