15 Kasım 2010 Pazartesi

HACO AXA

Haco

Haco Axayê hevêrkî ev nav li Haco hatiya kirin. Navê eşîra wî lê hatiya kirin. Hevêrkî jî xiristiyan, musilman û êzîdî ne û ji 24 eşîrên biçûk pêk tên. Her eşîrek girêdayî serokekî ye û di dawiyê de jî tev girêdayî serokatiyekê ne. Axa, yan jî serokê vê eşîrê Mala Osmên in, Haco, Çelebî, Saroxan, Xelefê Circo û Elîkê Batê … Hevêrka jî weke gelek êl û eşîrên din ê kurdan, girêdayî Mîrê Bota bûn.

Eşîrên navdar di nav Hevêrka de ev in: Alika, Beravî, Bûtika, Çomera, Delmemika, Dêra, Domana, Dorika, Erebiya, Omerka, Rayît, Elîka, Saliha, Şemika …ûhd.


Tora Hevêrka

Haco kurê Haco ye, ji ber ku Hacoyê pêşî berdewamiya desthilatdariya Mîrê Bota li herêmê û li hember dewletê rabûye û mahkûm e, dewlet sala 1880 Hacoyê pêşî bi Cimo dide kuştin û serê wî jêdikin, birayî Haco, Çeçan jî pêre tê kuştin.

Dema Hacoyê pêşî tê kuştin, jina wî bi Hacoyê diduyan ducanî ye, Haco li Midyadê tê dinyayê û li wir mezin dibe. Elîkê Batê tola apê xwe Hacoyê pêşî dihlînê û bi destê xwe Cimo dikuje.

Piştî ku Haco mezin dibe bi kurapê xwe Elikê Batê re li meznatiya eşîra xwe digerênê. Haco li herêma Torê xurt dibe û Elîk jî û birayê wî Xelîl li nav Omeriya û Mihelmiya xurt dibin.

Haco û Elîkê Batê bi hev re eşîrê dixin bin destê xwe û dibin xwedî hêz ku êdî kes li herêma wan nikare xwe li ber wan bigre.

Piştî damezrandina Cimhûriyeta Mistefa Kemal (1920) û belavbûna Împratoriya Osmanî, Komara Tirkiyê bi hemû hêza xwe, berê xwe dabû Kurdistanê û dixwazê berxwedana kurdan bişkînê.
Sala 1919 Elîkê Batê li Midihê, ji aliyê artêşa tirk-osmanî û hevalbendên wan ve hate kuştin. Bi vê yekê, tevgera Hevêrkiyan şikestineke mezin dixwê lê hewildanên Haco û Hevêrkiyan yên berxwedanê berdewam dikirin. Di nav hêzên çekdar yên Hevêrkan de şervan ji Ava Mezin heta bi Qamê Selhê û Newala Hedilê ji her 24 eşîrên kurdên misilman, êzîdî û suryanî hebûn.
Li gelek deveran şer û pevçûn dibûn. Yek ji cihê ku di wê demê de – destpêka sala 1923- bû qada şerê giran Taqa bû, ku li bakurê Mizîzexê dikevê li sêgoşeya Xerabya, Êwertê û Mizîzexê.

Wê demê qerargeha Haco li Bagokê, li Badibê ye û ew li wir dimîne. Xelefê Circo yê pismamê Haco, li Mizîzexê zilm û zoreke mezin li gundiyên herêmê dikir lê ev yek li hesabê Haco nedihat. Dema Haco li ser gilî û gazincên Hevêrka û gundiyên derdorê ji bo vê pirsê tê Mizîzexê, artêşa tirk bi hêzeke mezin tê ser wî û ji Diyarê Bacinê gundê Mizîzexê didine ber topan. Di vî şerî de Koçerê, diya Mihemedê Koçerê û Ferhoyê Ferzê ji Mala Osmên birîndar dibin.

Haco û Hevêrka, ku piştî kuştina Elîkê Batê hêza wan hinekî lawaz bûbû û hin bi hin bi xwe dihatin, plan û programên wan yên berfirehkirina serhildanê hebûn. Lewma wan nedixwest bi artêşa tirk re têkevin nav şerekî dirêj ku bi rojan berdewam bikê. Wan hêzên xwe ji Mizîzexê ber bi Taqa ve kişandin.

Şerê 30 rojî
Çelebiyê pismamê Haco, yê ji roja roj de alîgirê dewletê bû, wê demê li Êwertê li cem Şaboyê Mûred dima û bi hêzên dewletê re di nav têkiliyan de bû. Hêza Dekşûriya (Kercosî) û Çelebî bi koordînasyona serleşkerên tirk, li Taqa rê li ber Haco digrin û bi hatina hêza tirk re êdî şer giran dibe.

Haco Qesra Seyxo li Taqa dike qerargeha xwe û nêzîkî 30 rojî berxwedaneke mezin dike. Di vê demê de, ji gelek aliyên Torê, hêzên Hevêrka jî bi hawara Taqa ve tên û di encamê de hêza tirk û hevalbendên wê dişkin û berê wan li Qijleya Midyadê rast dibe.

Şikêra Mamedorê
Di vî şerî de ji mala Osmên, Osê Ferho (birayê Hiseynê Ferho) û Seîdê Hiseynê Inizê Izêr, ji Suryaniyên Mizîzexê, Hedoyê Barsê (bavê Steyfoyê Besikê) û ji Salîkayê Taqî jî, Hemoyê Pûrtî, Mihê, Haciyê Ûsivê Seqet, Felît, Xelîlê Mihema jî di nav de 12 mêr têne kuştin. Bi gotineke din; xwîna mala Osmên, êzîdî û suryaniyan li Şikêra Mamedorê tevlî hev dibê.

Piştî şikestina artêşa tirk, Haco ji Taqa derbasî Helexê dibê û ji wir jî vedigerê Bagokê, Badibê. Berxwedan û şerê Taqa, dibe pêpelûkeke girîng di berdewamiya tevgera Hevêrkiyan de û hêviyên pêşerojê xurtir dibin.

Di wê demê de Fransî li Sûriyê ne. piştî demeke negelekî dirêj Haco bi hawara Binxetê ve diçe û di encamê de şerê Beyandûrê rûdide.

Serîhildana Şêx Seîd
Di dema serhildana Şex de Haco bi kurmamên xwe ve mala Batê û hevalbendên xwe ve jî li hemberî tirkan rawestiyan. Ew rasterast derbasî nav şer nebûn û li hember dewletê xwe eşkere nekirin, lê ti xizmet jî ji dewletê re nekirin. Ev yek ji tirkan re hat xuyakirin û dît ku ev piştgêrî ye ji tevgera Şêx re. Ji ber wê jî dewleta tirk her weke dijmin li wan dimeyzand, ta ku çara ji Haco re nema û wî ji cihê xwe koç kir. Di 18ê heyva sibata sala 1926 de, Haco, Xelîlê Batê û pismam û hevalbendên wî ji ber dewletê direvin û li binya xetê li cem Fransa bi cî dibin. Cimhûriyeta Atatirk dibe dewlet û bi dewleta Fransa re sînorên nuh tên danîn.

Haco ji aliyê Fransa ve mehkûm e, ew jî ji ber bûyera sala 1923 Beyandûr qewimî bû . Haco li Beyandûr şerê leşkerê Fransa kiribû. Efserekî fransî bi navê Rogan di vî şerî de hatibû kuştin.

Ji ber vê yekê Haco di destpêkê de hewl dide ku here Îraqa di bin inglîzan de. Ji bo wê hevalê xwe Gelê Şabo, bi xwe fileh e û ji eşîra Hevêrkan e, rêdike Mûsilê, da ku bi inglîzan re biaxive û cihekî li Îraqê bibîne, lê Gelê Şabo destvala divegere. Inglîzan şert û mercên giran dan pêşiya wan, şertê inglîzan yê pêşî ev bû ku Haco û zilamê xwe bê tifing xwe bidin dest, û şertê didwan ko ew li başûrê Îraqê bi cih bibin. Ev şert bi Haco pir giran bûn êdî Haco beryar da ku here û xwe teslîmî fransiyan bike.

Fransa Haco rêkir Beyrûtê û li wir wî afû dike. Li pey efûyê Haco û zaroyên Haco û pismam û hevalbendên wî li binya xetê li cem Fransa bi cih dibin.

Piştî ku Haco li binya xetê bi cih dibe, ji fransiyan re eşkere kir, ku ti dijminatiya wî bi Fransa re nîne û şerê di nav wan de qewimiye ne hema wî bi serê xwe kiriye lê bi navtêdana tirkan jî ev şer bûye. Tirkan dixwest ku ew bi karekî li ser sînor li hemberî Fransa rabe lê wî bi xwe qîma xwe ti carî bi wê neaniye. Haco bi rastî jî ev şer ne ji bo ti kesî kiriye, lê ew bêçare maye ku li hember zordariya Fransa tevgerekê bike.


Ceneralê Faransî, Haco û matran Hibê

Li gor ku min ji malbata xwe bihîstiye tirkan jimarek fîşek ji Haco re şiyandine, da pê herê şerê Fransa bike, lê dema Haco fîşek ji tirkan wergirtine meqbûz ji wan standiye, ev meqbûza han jî bi xwe re hiştiye û ev maqbûz jî bû sedema ku frnasiyan ew efû kirine.

Ya hişt ku Haco herê şerê fransiyan ne dewleta tirk bû, lê ji ber ku beşek ji êla wî li biniya xetê ketibû ber zordariya Fransa de. Ya din ya pêwîst e ku werê gotin ku ta wê demê tû dijminayetiyeke kûr di navbera kurd û tirkan de hîn peyda nebûbû. Ev bûyer di sala 1923 de ye, yanî berî şoreşa Şex Seyd bi du salan e, lê eger çawa be jî rastiya vê bûyerê dîse jî ev e, ku Haco bi hawara êla xwe ve çûye. Ya din ya ku gerek e were gotin ku bûyera şerê Beyandûr di pey şerê taqa de bû, weke min di destpêkê de da xuyakirin ku Haco di destpêka sala 1923 de li Taqa şerê tirkan kir. Li vir pirsek heye, gelo çawa şerê tikan li Taqa kir û di pey re bi demek nêzîk fîşek ji tirkan werdigre û û diçe şerê Fransa.

Sala 1923 piştî şerê Taqa Haco ji aliyê dewletê ve mahkûm bûbû, lê ji ber ku pêwîstiyên xwe dewletê mehkûmê xwe bi pera ciza dikirin. Di ber bûyera şerê Taqa de Haco jî bi 3000 hezar zêran hate ciza kirin. Haco ew zêr ji nav eşîra xwe dane hev û pê xwe ji mehkûmiyatê azad kir. Şerê Beyandûr di pey re, wekî min berya niha da xuyakirin, çê bû.

Şerê Beyandûr çawa qewimî
Di sala 1923 de yek ji hevalbend, dost û ji eşîra Hevêrkan bi destê Fransa hate girtin û dibin eşkencê de hate kuştin. Hawar geha Haco da bi wan ve here, ew jî bi riya çend mezinê herêmê yên ji Binxetê hatin Mizîzexê cem Haco û jê re gotin em êdî nema karin ji ber Fransayê bikin der, û gotin em xwe tavêjin baxtê te. Haco ji wan re got rabin herin cihê xwe û ezê bi we ve bêm. Haco zû bi hawara wan ve çû, wî xwe bi nêzîkî 300 peyayên xwe ve berda binya xetê. Haco li Tilşeîrê plana êrîşkirina parêzgeha Beyandûr danî û du kes ji vê êrîşê kirin berpirsiyar, yek ji wan Xelîlê Batê kurapê Haco bû û yê din jî kurê wî Çeçan bû.

Xelîl û Çeçan bi zilamê xwe re parêzgeh wêran kirin û gelek leşker jî tê de kuştin. Di wê demê de qumandarê parêzgehê yê fransî bi navê Rogan bû. Di dema êrîşê de Rogan ji bo karekî li ser riya Dêrika Hemko bû. Xeber jê re çû, bê çi li Beyandûr qewimiye, lewma ew jî vegeriya. Lê Haco li devera bi navê Diyarê Topê di riya wî de bû û şer dest pêkir. Di encama vî şerî de Rogan hate kuştin. Gelek kes tevlî vê bûyerê bûn, ji bilî kurdan hin erebên herêmê jî tevlî bûn. Ev rewş ji xwe re weke ferzendeke dîtin da ku heyfa xwe ji fransiyan hilênin û da zilma wan ya dijwar li ser xwe rakin.

Li gor goman û baweriya min ev şer hem tolhidanek eşîrtî bû, hem jî berxwedaneke neteweyî bû jî, berxwedanek li hember zor zordariyê bû. Lê ji alîkî din ve jî mebesta Haco ji tolhildanê hindekî mezintir bû, Haco dixwest ku xwe û êla xwe bihêz bike û navê xwe bilind bike, ji ber ku ne wisa rewan bû ku Haco hema bi tenê ji ber tolhildaneke eşîrtî xwe bixe devê topê,
ji ber ku di wê demê de serhildan li hember Fransa ne hema wisa hesan bû.

Fransa û Tirkiya di şerê cîhanê yê pêşî de wek dijmin li hember hev bûn. Sûriya ta demeke ne dûr di bin destê împeratoriya Osmanî de bû. Dibe ku Haco di wê serdermê de ew tevlîhevî ji hev dernedixist lê di baweriya min de ku ji vê tevlîheviyê karîbû qizincan ji xwe û êla xwe re werbigre. Ez bawer nakim ku Haco di wê çaxê de fransî û tirk baş nas kiribin, lê ez bawer dikim ku wî ferzend ji destê xwe ber ne didan. Ev bûyer du salan berî şoreşa Şêx Seyd bû. Li gor baweriya min hîn aliyê neteweyî li cem Haco eşkere nebûbûn, lê piştî sala 1925 ew alî diyar dibin.

Rewşa Kurdan di salên berî 1925 de
Berî sala 1925 kurdan bi gelamperî xwe parçek ji împratoriya Osmanlî didîtin, lê piştî ruxandina împratoriyê bi destê Îtîhad û Taraqî. Tirkan bi îdîolojiyên nijadperest xwestin miletên din di nav xwe de asîmîle bikin. Kurdan êdî bi dest berxwedan û doza mafên xwe kirin. Kurdan di wê demê de li gelek deveran li ber xwe didan, şorşa Şêx Sayîd, Dêrsim û serhildan li gelek deverên din jî çêbûn.

Berî 1925 an jî Haco xwe weke dijminê tirkan didît, lê belkî ne bi rengekî neteweyî bû. Dijminatiya wî bi wan re, ji ber wê bû ku zora wan jî li ser xwe qabûl nedikir. nimûna şerê Taqa xuya ye.

Piştî şoreşa şêx
Di sala 1926 de Haco binxet dibe û Fransa wî afû dike û li herêma Cerihê bi eşîra xwe re gundan ava dike. Zaro, pismam û eşîra xwe lê belav dike. Di destpêkê de ev gund ji çend malan dihatin ava kirin, lê di pey re gund ro bi ro mezin dibûn. Mebasta Haco ji vê yekê ev bû ku karibe eşîra xwe ji nû ve li derdora xwe bide hev. Gelek kes ji derveyî eşîrê jî xwe li Haco digirtin, di nav wan de kesên welat perwar hebûn ew li cem Haco xwedî cihê bilind bûn.


Haco bi çend mêvanên Fransî re

Sala 1926 sala destpêke ruxandina tevgera bakurê Kurdistanê bû, sala êşa gelê kurd bû, saleke reş bû, lê ji alîkî din ve ew sala ku kurdan ji nû ve qala mêrxasiyên nuh dikirin û tevgera kurd ji nû ve daxwazên xwe berferih û eşkeratir jî dikirn, û li hev diciviyan û doz û pirsa welatê xwe berdewam nûjen dikirin.

Haco, ji destpêka xwe ve ta ku çû ser dilovaniya xwedê, di nava tevgerê de bêrawestan bû. Haco di zarokiya xwe de sêwî rabûbû, bavê wî di sala 1896 de hatibû kuştin, Cimo bi navtêdana tirkan serê bavê wî jêkiribû. Haco li Midyadê hate dinyayê û li wir jî mezin bû lê wî tola xwe qet ji bîr nekir, ta roja dawî ji jiyana xwe djminatiya tirkan di dil de bû. Haco li Binxetê li Girkê Şamo dima û Hesen, kurê wî yê mezin li Tirbespiyê bû, Çeçan jî li Mizgeftê bû. Hisreta çiyayê Bagokê ta çû ser dilovaniya xwedê ji dilê wî dernek. Gelek caran berê xwe dida çiyayê Bagokê û digot ”Çiyayo, çiyayo bav û birayo”. Min gelek caran ev gotina wî ji devê rûsipiyê malbata xwe bihîstiya.

Zaneyên kurdan bê pîvan ji welêt koç dibûn û li xerîbiyê bi cî û war dibûn. Yên xwe li Haco girtin bi rêzdarî dihatin pêşwazîkirin. Haco ji têkoşerên bakurê Kurdistanê re bû arîkar, lê ew jî ji Haco re bûne destpêka avakirina berxwedaneke nû. Xoybûn di wê demê de tê avakirin, Xoybûnê qada tevgera kurd li hember dewleta Tirkiyê nûjen dike û li gor pîvanê demê gaveke giring bû. Doza avkirin û serxwebûna Kurdistanê bû armanc.

Xoybûn:
Piştî ku Haco li Kurdistana Sûriyê bi cî bû bi çend serokên êlên kurdan re xwest ku tevegerekê li hember tirkan bike, ji ber wê jî pêwendî bi Ûsiv Hesen Kurkî re serokê êla Rema re danîn û bi Emîn Ehmad re serokê Pencînara re û bi hin ji ermeniyên ku ji ber zulma tirkan bazdayî bûn ji wan Dikran Avo re danîn,û bi hev re plan danîn, lê planê Haco bi van kesan re ne bi awakî rêxistinî bû, mirov dikare navê hewleke berxwedanê lê bike.



Haco bi Mir Celadet û çend kurdên welatperwer re piştî zîyarata gora Salahadîn Al ayobî li Şamê

Roja 05.02.1927 piştî xebateke bê westan girgirekên kurdan karîbûn li bajarê Bihemdûn, li Libnanê civîneke welatperwerên Kurdistanê li dar bixin. Di wê civînê de dev ji hemû xebatên ku berê serbixwe dihatin kirin berdan û li hember wê organeke nûh bi navê "Xoybûn"hat ava kirin.


Haco, Mir Celadet û doktor Ahmad Nafiz û zarwên Haco Hesen, Çeçan û Cemîl

Xoybûn bi despêkiriya malbata Bedixaniyan hat ava kirin, bi destê Celadet Bedirxan û birayê wî Kamîran Bedirxan, malbata Cemîl paşa, Haco, dr. Nafiz beg, Arif beg Ebas, Memdûh Selîm û Oman Sabrî jî beşdariya avakirinê bûn û ew bi hêz kirin.

Daxweza Xoybûnê rizgarkirin û sexwebûna Kurdistanê bû, lê di wê demê de organîzekirin û bi rêvebirina şoreşeke nuh li hember tirkan armanca herî gring bû. Sala 1930 Şoreşa Çiyayê Agrî dest pêkir û Xoybûn rêvebirê vê şoreşê bû.

Plana Şoreşa Ciyayê Agrî
Amadekirin û destgirtina Şoreşa Ciyayê Agrî bi beşdariya kesayetiyên kurdên ronakbîr weke Celadet Bedirxan, Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Mohemed Cemîl Paşa, Haco, Hemzeyê Meksî, Memdûh Selîm Beg hat amadekirin û beryar hat dan ku li çiyayê Agrî bi rêveberiya genêral Îhsan Nûrî Paşa serhildan were kirin.

Bo ku şoreş biserkeve biryar hate dan ku eşîrên kurd yên li biniya xetê ji aliyê xwe ve dest bi tevgerekê bikin, da êrîşên tikan li ser şoreşê sivik bibin. Ji ber wê jî dan û standin bi malbata Şahîn li Kobanê, Mustafa Beg û birayê wî Şahîn Beg, Îbrahim Paşa li Serê Kaniyê û mabata Resûl Axa re li dêrikê hatin kirin.

Haco û kurê xwe yê mezin Hesen bi Mîr Celadet Bedirxan re, Hemze Begê Meksî re, Zaroyên Bozan re ji Kûbanê û gelek axa û girgirek û rewşenbîrên kurdan re kara xebatên mezin li hemberî tirkan dikirin.


Celadet Bedirxan Naîyfê Paşê û Haco

Plan ew bû ku kurd ji Binxetê êrîşî Tirkiyê bikin, bi vî awayî:

1- Ji Tirbespiyê Haco û Mîr Celadet Bedixan û Resûl Axa.
2- Ji Serê Kaniyê Xelîl Ibrahîm Paşa.
3- Ji Derbêsiyê Qedrî Beg Cemîl Paşa.
4- Ji Kobanê Mustafa Beg Şahîn.

Mîr Celadet Bedirxan li Tirbesipiyê li cem Haco bû wî xebat di nav welatperwerên kurd de dikir. Mîr di nav mala Haco de nêzîkî sînor dijî, wî gelek roj li nav gundên wan derbas kirin. Li gundê Mizgeftê ew mihvanê Çeçanê Haco bû. Li Mizgeftê latek hebû Mîr diçû û li bin siha wê dirûnişt, ta îro jî navê latê maye Lata Mîr.


Celadet Bedirxan, Haco li gondê Mizgeftê li cem Çeçanê Haco

Têkçûna planê
Haco kurê xwe Hesen rêdike nav eşîra xwe ji bo ku li hemberî tirkan pişygêriyê bigire, di wê demê de Hisênê Çelebî pismamê Haco li serxetê serkêşiya eşîrê dikir. Wî bi Hisên re levhatinek kir da ku ew jî li hember tirkan bi wan re rabe. Hêza Haco ber bi sînor ve çû, lê mixabin, Hisênê Çelebî lê qolibî û bi tirkan re rawesta, û ji Haco re şand ku xwe bi paş de vekişêne yan jî ew û tirk bi hev re wê bên şerê wî. Tirkan gelek çek dabûn Hisênê Çelebî, Haco tê anî der ku gelekî zor e û ew nikare li hemberî tirkan û eşîra xwe bi hev re rawaste, ji ber vê yekê wî xwe bi paş ve kişand. Lê ya ku hişt ku Haco û Mîr Celadet Bedirxan derbasî vî şerî nebin, ew bû ku kesên din yên beryara derbasbûna şer dabûn li herêmên xwe tiştek bi ser nexistinbûn. Haco û Mîr bi tenê nikarîbûn terazûya hêzan biguherin, ji ber wê ew bi şûn de vegeriyan.

Bersiva Fransa
Piştî vê bûyerê hikûmeta Fransa Haco bi sê zaroyên wî ve: Hesen, Çeçan û Çemîl dûrî sînorê Tirkiyê kirin û sergonî Şamê kirin. Piştî demekê rê dan ku Haco bi serê xwe li Hisiça bi cî bibe û zaroyên wî Hesen Çeçen û Cemîl vegerin gundên xwe. Haco, ta ku çû ser dilovaniya xwedê, li wî bajarokî ma. Berî wê bûyerê jî gelek caran Fransa ji Haco re gotibû ku bi ti karî li hember tikan nerabe. Li Mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Kamîran jî hatibû qedexekirin ku ji Şamê derkevin. Û kesên yên ketibûn ber vê qedexekirinê mecbûr man demekê xwe di nav eşîra Haco de veşêrin, lê di pey re vegeriyan Şamê.

Şoreşa Çiyayê Agirî bi serkêşiya Îhsan Nûrî Paşa demekê berdewam kir, lê mixabin neyektiya kurdan bû sedema ku ev şoreş bi ser nekeve. eger xoybûn karîbana li hember tirkan şer berferhtir bikrana û eger kurd di wê demê de hişyatirbana wê qizincên mezin bi dest xwe xistibana.


Haco

Mana Haco li Hisiça dirêj kir, Fransa nema xwest ku Haco vegere ciyê xwe nav eşîr û xelkê xwe, Fransa nema dixwest ku ti aloziyan bi tirkan re peyde bike.

Lê helwesta Haco bo bidestxistina mafên gelê xwe her berdewam dibû. Haco doza mafên kurdan ji Fransa dikir û fransa gelek soz jî ji Haco re didan, Helbestvanê nemir Cegerxwîn di jîne nîgarîya xwe de dibêja bê Çawa frensa ji wan re gelek sozên giranbiha didan, heta sozên serxwebûnê jî bi wan re didan, lewra jî kurdên cizîrê, hevalbendên Haco yên hevalbendê Farensa daxwaznamak emzekirin û li ser destê Farnsa rêkirin Civata Miletan ”Isbetilumem”. Cegerxwîn di bêje Bersiva me li ser navê Haco Axa zû vegeriya û gotin, daxwazname we gihişte destê me, niha em lê ve dinêrin, di çaxek nêzîk de wê daxwaza we bi cî bibe. Lê gelek neçû, di sala 1940 an de Haco Axa serê xwe danî”, lê Ferensa di cengê de şikest û bû bê qîmet. Civata Miletan ”Isbetilumem” di bin zincîrê tengan û tekelikên topan de hat pelixandin û hew serê xwe rakir. Ferensa bi zora leşkerê Ingiltera ji Sûrî hate derxistin, leşkergeha wan dan destê leşkerê sûrî. Ereb gihan doza xwe û em kurd, hevalbendên Fernsa gelek ditirsiyan ku dewleta Sûrî ya ereb piştî çûna Ferensa me biêşînî.

Haco li Hisiça bû berdevkê kurdan û navedeke ku kurdan xwe lê digirt. Haco nav di xelkê Amûdê û Derbêsiyê dida, da ku di wê herêma vala de gundan ava bikin. Haco gund, ax û milkê wan bi navê wan tapo kir. Eger em îro ji rûsipiyê vê herêmê bipirsin ewê bêjin ku piraniya gundên wan bi saya serê Haco di dest wan de mane.

Haco di sala 1940 de çû ser dilovaniya xwedê û ez vê nivîsa xwe bi du hilbestan dawî dikim. Hibesta pêşî ya Cegexwîn e, ya diduyan ya Seyda Ehmedê Namî ye:

HELBESTA CEGERXWÎN LI SER HACO

De rabe ser xwe xweşmêrê hêja
Hacoyê Haco rêberê kurda
Ne çaxa te bû tu çûye gore
Te em tev hiştin ber zilm û zorê
De rabe ser xwe xweşmêrê hêja
Hacoyê Haco reberê kurda
Em kurê te ne tev bêxwedî ne
Dara te çandî gul daye şîne
Em pey soza te ne va em bi dorê
Ta em herne nava vê gorê
Çaxa te serê xwe dakir me Hesenê dewsa te rakir.

HELBESTA Ehmed Namî LI SER HACO

Diljaniya Haco Axa

Der sal hezar û nehsed û çil,
Bîst û didiwê Nîsana têrgul;

Axê me Haco yê dilovan,
Xemxwarê feqîr û jarên kurdan.

Yezdanê mezin bi rehmeta xwe,
Dil şad kirî bi ceneta xwe.

Bîst û sisiyê meha gotî,
Tîra felekê dilê me sotî.

Tabût gihabû ser mezarê
Rengê xwe dida riwê Biharê.

Ezmanê Cizîrê bû tarî,
Wê gavê ji ewran xwîn dibarî.

Ew dem te digo ew e qiyamet,
Zahîr ko me dîn dused elamet.

Em xerqeyî pêlê hesretê bûn,
Sewda yi serê me wê demê çûn.

Xortê me ketin deravê kalan,
Bi hêl û qiwet misalê dalan.

Ser ta bi qedem hemî birîn bûn,
Têk da bi tebayî sernexwîn bûn.

Rûdenê keça hemî wekî co,
Bê eql û hewes ji derdê Haco.

Şev ta seher melûl û gêj in,
Xwîn in ko ji çavê res dirêjin.

Çerxa felekê neyar û bêbext,
Doza te çiye, bi min re her wext?

Nahêle bi dilxweşî ku rûnin,
Nisxa xereza te em bixwînin.

Serdarê ciwan û xort û kalan,
Bê sûc û guneh te kir bi talan.

Em mane di hesret û xemê da,
Tîra ko dil ketî te lêda.

Bes ko kedera te em helandin,
Can û cegerê me tev kewandin.

Qehr û xezeba xwe bes birêje;
Cewra te li me kirî ji mêj e.

Celwa xezeba xwe dagerîne;
Sûcek me tunîne ev çi kîn e.

Qîrên û hewarên xort û bûkan,
Lerzîn dikete dilê biçûkan,

Fîxan ji me çûne banê barî,
Hêja bi me re dikî neyarî.

Ko rêçeşinasê miletê kurd,
Xemgîr li ser wî miletê kurd.

Haco tu navê kurdewarî,
Razayî li benda efwa barî.

Emrê te meger gihabû şêstî,
Nazdarê welat tu zû nivîstî.

Wextê te nebû, niha tu razî,
Doza me bi dilxweşî bixwazî.

Insaf bike ev ne edl e, zilm e;
Rojek te ne kir kerem digel me.

Bistanê bi hendesê te danî,
Guhdarî hene bi dergevanî.

Pêta li dilê te yê birîndar,
Xortê me ji xewnê kirine hisyar

Der heqê te de nizam çi bêjim,
Bê sebr û qerar û dîn û gêj im.

Feryad dikin ji bê mecalî,
Hestir diwerin ji her du alî.

Tirba te li pêsberê me herdem,
Pê sebr dikin heta xweş in em.

Ger çendî qewî li me nihan bû,
Navê te yî xweş ji nû eyan bû.

Namî bes e, ey şivanê derdan,
Hêja bi xweşî dikî xeberdan.

Wek mirxê hezîn bi davê dilxweş,
Rûne bi tenê li kuncikî reş.

Çendî ko bibêjî, hem binalê.
Heta bigihînê dewrê salê,

Dîsa tu nizanî ev çi hal e,
Derdê di dilaye, bê mecal e.

Lê hêvî dikim ji Xwahê gewre,
Vî ewrereşî li me bigore.

Daxwaz li me êdî zû xuya bê,
Şêrîn e welat niha qe nabê.

Ey Xwahê mezin tu cendî pakî,
Haco tu bi rehma xwe şa kî.

Kêmayî hebin jî, lê nebîne,
Pir cewr û cefa ji bo me dîne.

...........................................................................



Nivîskar: Şahozê Haco

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder