15 Kasım 2010 Pazartesi

BIROYÊ HESIKÊ TÊLÎ


Wahdet ATEŞ/ Birhoyê Heskê Têlî û Berxwedana Agirîyê
Birhoyê Heskê Têlî û Berxwedana Agirîyê

“Rabe, de rabe Birho de rabe,
Bo çi Ararat te hîşt xerabe!
Îro dîsa hat Roma bê eman
Gund şewitandin nehişt xwedî can.”
Osman Sebrî

Birhoyê Heskê Têlî, yek ji serokê eşîreta Celalîyan ê ji milê Hesêsorîyan e. Birho niştecîyê der û dorên Agirîyê ye. Di parvekirina Şerrê Cîhan ê Yekem de, mîna hinek eşîretên kurdan Birho jî, bi Osmanîyan re li hemberê ermenîyan û rûsan şer kir. Wekî ku tê zanîn, Dewleta Osmanî dewletek ji pir netewan hatibû avakirin. Kurd jî di vê îqtidarê de yek ji wan netewan bû. Netewa kurd, di dema îqtidara Osmanîya de li hemberê neteweyên din her gav xwedî şexsîyetek taybet bûn. Bingehê vê taybetmendîyê, du sedemê balkêş bûn. A yekem, Musilmantîya û ji mezhebê ehlê sunnetê bûna wan. A duyem jî, kurd di herêma Mezopotamyayê de, xwedî nifûseke xurt û şervantîya wan hebû. Osmanîyan, bona vê taybetmendîyê, li kurda germ dinêrî. Osmanîya, di vê herêmê de li hemberê dujmin û neyarên xwe, ji kurdan dîwarekî balkêş avakiribûn. “Dîwarekî ji xûnê û bi ruh û can!” Dewleta Osmanî, di vê herêmê de serê wan çi demê bi kê re têketa belayekê, vî dîwarî ji xwe re dikirin mertal û bê gûman pişta xwe didanê û bi wê parastina xwe dikirin.
Dewleta Osmanî, di destpêka de ji bona parvekirina qapîtalîstan, di Şerrê Cîhan ê Yekem de bûn muttefîqê Dewleta Almanî. Wexta di vî şerrî de Almanîya mexlûb bû, Dewleta Osmanî jî di vî şerrî de wenda kir. Dewleta Osmanî lawaz ket û neteweyên herêma Balqanan, daxwaza rizgarîya welatên xwe kirin û dewletên xwe avakirin. Êdî Dewleta Osmanî ber bi belabûnê diçû. Di herêma Kurdistanê de jî her diçû qeweta wan lawaz dibû. Dewleta Osmanî, ji bona ku vê herêmê wenda neke, digotin; “wê Kurdistan bibe Ermenîstan.” Osmanîyan bi vê sloganê kurda li hemberê ermenîyan sor kirin. Birho û eşîretên der û dora herêma Agirîyê jî, ji bo ku ne dixwestin Kurdistan têkeve nav Ermenîstanê, bi tevî leşkerên Dewleta Osmanî li hemberê rûs û ermenîyan şerrekî pir balkêş kirin. Wê demê di sînorê Kurdistanê de bûyerek balkêş çêbû. Li Rûsyayê, Bolşewîk hatin îqtîdarê û Leşkerên xwe ji herêma Kurdistanê vekişandin û birin şûna xwe ya berê. Feqet hîna Bolşewîk li Ermenîstanê nehatibûn îqtîdarê. Bona vê sedemê, fersendek mezin ket destê ermenîyan. Li ser vê fersendê, ermenîyan, hêriş kirin ser cîyên valakirî û hinek cîyan jî dagirtin. Li ser vê yekê, hetta Leşkerên Dewleta Osmanî hatin, Birhoyê Heskê Têlî û êşîretên kurdan ên din li hemberê ermenîya dîsa şer kirin. Wexta leşkerê Dewleta Osmanî hatin, Birho û eşîretên din bi kêfxweşîyek mezin pêşwazî li wan kirin.
Piştî şer, Birho çû Agirîyê û dest bi bezirganîyê kir û li karûbarê xwe mêze kir. Dewleta Osmanî yan jî bela bû. Tirka, di bin serokatîya Mustefa Kemal de, li ser erdê Anatolîyayê dewletek nû avakirin. Birho ji bona ku li hemberê rûs û ermenîyan şerr kiribû, xwe nêzîkî vê dewletê jî didît û ji bona menfeta xwe ya şexsî, têkilîyên xwe bi vê dewleta nû re jî xurt kirin. Ji bona ku têkilîyên wî bi dewleta nû re xera nebe, di Serhildana Şoreşgerî ya 1925an de, alîkarî neda Şêx Seîd û bêdeng ma. Hetta di dawîya serhildanê de, kurê Şêx Seîd û hevalên xwe dixwestin derbasî Îranê bin, Birho ji van re bû asteng û bi dûv wan ket. Feqet Birho, li wan rast nehat û ew derbasê Îranê bûn.
Piştî têkçûna Serhildana Şoreşgerên 1925an, Dewleta Tirka qanûna sirgûnê derxistin. Li wan derûdoran di lîsteya sirgûnkirîyan de Birho ji navê dihate behskirin. Wan gotinan her çiqas wî tedirgîn dikir jî, Birho ji xwe pir bawer bû. Birho digot; “min pir alîkarî bi Tirka kirîye, îro jî ez hevalbendê dewletê me û ez li mala xwe rûniştîme û karê xwe dikim, zerara min nagihêje çi kesî. Van tiştên di derheqa min de têne gotin, hemî derewin.” Feqet hetta hişê wî hate serê wî, keys û wext ji dest çûbû. Li ser vê babetê, Îhsan Nûrî dibêje, “Birho ne di fikirî ku li ber çavên tirka, dixwaze tu xizmetkar an jî asî be, qet ferq nake, dîsan jî tu kurd î”.
Zivistana 1926an, serê şefaqê, pîrek û zarokên wî hazirîya pez û derxistina derve ji bona çêrê dikirin, dîtin serbazek û 20 leşkerên suwarî hatin gund û li Birho dipirsîyan. Wan jî gotin “Birho li vê derê nîne.” Xizmetkarê wan got belkî vana wê hespê Birho bibin, wî jî di fersendekê de xwe avêt ser hespê û bi bez revîya. Çend leşkeran jî dan pê û qederek şûnda çend dengê teqînê hat. Di vê derheqê de em ana li Birho gohdarî bikin.
Birho digot, “ez li Bazîdê li mal rûniştîbûm, min çaya xwe vedixwar. Min dît kurê min î biçûk Îlhamî ji nişkê va kete hundirê malê. Ji min ra got; ‘babo, serê şefeqê serbazek û 20 leşkerên siwarî hatin gund û li te dipirsîyan, me jî ji wan re got ew ne li vê derê ye. Xizmetkarê me jî got belkî wê hespê te bigrin û wî jî xwe avêt ser hespê û hesp ajot. Çend leşkeran dan pê wî û şûnda çend dengê teqînê hat. Me fam nekir ew çi teqîn bûn’. Dawîyê min ji kurrê xwe re got, tû ana vegerî gund, çek û rextên min bînin ber çem, ezê jî dawîyê werim. Piştî kurrê min çû, ez ji malê derketim û çûm hinda camîyê. Min berê xwe da Qiblê û min ji xwedê re dûa kir. Min got, Xwedê, ma tû zanî! Hetta ana tû zerara min ne gihiştîye dewletê û ana dewlet ji bona sirgûnê li min digere. Daxwaza min ji te ev e, bi selametî tû min bigihînî çek û rextê min. Ji vîya zêdetir ez tiştekî din ji te naxwazim. Dawîyê çi dibe bila bibe. Paşê di nav bajêr û di ber dikanan de derbas bûm, di rêka gundê Qotisê min xwe gihande ber çem. Min dît şivanê me li wê derê pez diçêrîne. Ez çûm cem şivan, min pirsa meselê kir, wî jî gote min ‘serê şefaqê, efserek û 20 leşker hatin gund li te di pirsîyan. Wexta te li gund nedîtin, çend leşkera dan ser pişta hespê te û di ser rê de rastî çend fîrarên gundê Keskoyîyan tên. Di navbera wan de şer derdikeve. Di wî şerî de leşkerek birîn dibe. Leşkeran birîndarê xwe birin gund danîn mala we û çûn.’ min çek û rextê xwe ji şivan girt û ez çûm malê, min birîndarê wan bi du heb gundîyan re şand Bazîdê û ez jî ji malê derketim çûm serê çîya.

Destpêka Şerê Agirîyê û Birhoyê Heskê Têlî
Wexta Birho çû serê çîya, restî Ferzende û Çavreş hat. Vana, ji bona ku di nav şerê Şoreşgerên Hereketa 1925an de cîh girtibûn, dewletê sirgûnîya wan jî derxistibû. Ji bona vê yekê ew jî bûbûn firarê dewleta Tirka. Bi vî hawayî her diçû qeweta Birho zêde dibû. Dawîyê yên ji terefê dewletê ve hatibûn sirgûnkirin, ji cîyê xwe yê sirgunê direvîyan dehatin cem Birho. Ji bona vê helwesta Birho, dewleta Tirkan xwe pirr aciz dikir. Her çiqas qeweta dewletê zêde ba jî, tirsa wan, “digotin heger îngilîz piştgirî bidin vana, wê demê serê me dê têkeve talûkeyek mezin.” Ji bona vî hawayî tirkan dixwestin, wek cara berê bi hawakî xwe ji vî îşa xelas bikin. Ji bona wê sedemê, dewleta Tirka dixwestin dîsa wek berê bi Birho re li hev werin û wî bixapînin. Ji bona vê, li gundê Xelasê, kumandanê tirkan û Birho hatin cem hevûdû û civînekî çêkirin. Di civînê de gotinê kumandanê tirkan, tehl û şorkî bûn. Birho bi wan gotin û nîv tehdîtan re ne hate xapandin. Bi wî hawayî civîn qedîya û li ser çi tiştekî li hev nekirin û bela bûn.
Leşkerên tirka xwe berdan ser deşt û çiyayên Agirîyê û li benda fersenda hêrîşê sekinîn. Leşkerên tirka şevekê bi top û mîtralyozan êrîş birin ser Birho û hevalên wî, gulle li wan reşandin. Her çiqas qeweta Birho hindik ba jî, dîsa jî Birho û hevalên xwe di vî şerrê sala 1926an de bi serketin, top û mîtralyoz û cebilxane û hinek leşker ketin destên wan. Birho dawîyê wan êsîran serbest berda. Leşkerên tirka di vî şerrê yekem de mexlûb bûn. Li ser vê bûyerê nav û dengê şoreşgerên Agirîyê li her derên Kurdistanê bela bû. Wê demê, Ebdulqadirê reîsê eşîreta Şemikan li Îzmîrê di sirgûnê de bû, ji cîyê xwe revîya û ji bona şer hatin gehîştin Birho. Di Sala 1927an de Îhsan Nûrî jî, bi biryara Xoybûnê hate gehîşte Agirîyê û hêzên xwe kirin yek û bi hevûdû re dest bi şer kirin. Agirî kirin mîna kela şoreşgerîya Kurdistanê. Wekî Îhsan Nûrî digot, “Bi destpêka Birho, Agirî bû meşaleya serhildana Kurdistanê û vê meşalê şewqa xwe dabû her terefên Kurdistanê. Sedema mexlûbîyeta me ne ji bona ku kurd li me xwedî derneketibûn. Bîlakîs ji bê îmkanîyê me nikaribûn şervanên kurd hembêz bikira. Çimkî, derûdor li me hatibû girtin û tamamê têkilîyên me kut kirin, em fetisîn.”

Damezirandina Hikumeta Agirîyê
Piştî Îhsan Nûrî û Birho qeweta xwe kirin yek, li Agirîyê gelek tiştên balkêş hatin qewimîn. Cara yekem Şoreşgerên Agirîyê cil û bergên leşkerî lixwekirin û bi nîzamek leşkerî dest bi şer kirin û kûmên fermî yên leşkerî danîn serên xwe. Li Pêşîya kûmê wan, wêneyên Agirîya mezin û biçûk bi armayên metal pêve kiribûn. Ê efseran jî, amblema Xoybûnê bû û ji bona ferqîyeta wan rutbe û qelem, simbilê genim, xençer û roj hatibû lêkirin. Ji ciwanan rêkxistina leşkerî ava kirin. Der û dorên ji dijmin hatibûn valakirin li wan dera ala Kurditanê li darxistin. Di navbera salên 1926-1927an de, Birho û serokên şoreşger- ên Agirî yên din, di bin gelek zahmetîyên balkêş de moralê şoreşgerên Agirîyê bilind kirin. Di sala 1927an de serokên şoreşgerên Agirîyê civîna Netewa Kurdistanê li serê Agirîyê civandin. Ev civîn bû wek mîna parlamentoya Kurdistanê. Vê civînê wezîfa rêvebirina serxwebûn û azadîyê dan rêxistina xwe, hevkarî û dostanîya gelê rrmenîya bi prensîb hate qebûlkirin û dîyarkirinê. Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmata xwe hilbijartin. Her çiqas wazîfa Hikûmetê, çareserîya pirsgirêkên daxilî û xaricî ba jî, wezîfa parlametoyê a esil, ji bona rênîşana şerrê şoreşgerîya serxwebûn û azadîya Kurdistanê bû. Di vê civînê de parlamentoya Kurdistanê, Birhoyê Heskê Têlî û Îhsan Nûrî bi hilbijartinê kirin serokên herî girîng. Birho Heskê Têlî bû serokê rêvebirina sîyaseta berxwedana Agirîyê, û Îhsan Nûrî jî bû serokê Fermandeyê Giştî yê Leşkerîya Hereketa Agirîyê.

Destpêka Şerrê Herî Mezin
Dewleta Tirka, di meha Hezîrana sala 1930î de li hemberê şoreşgerên Agirîyê dest bi êrişa leşkerî kirin. Vê êrişa tirka ji şoreşgerên Agirîyê re ne suprîz bû. Feqet di herêmên din de, gelê kurd hîna ji bona şerr ne emade bûn. Mixabin di van şertan de şerrê herî mezin li Agirîyê destpêkir. Her çiqas merkeza şer çîyayê Agirîyê ba jî, naveroka şerr temamê herêmên Kurdistanê dabû ber xwe. Çimkî tirka dixwestin bi vî şerrî, di demek kin da bê deng xwe ji şoreşgerêrên Agirîyê û ji şoreşa gelê Kurdistanê xelas bikin. Bi vî hawayî tirka wek gurên har êrîşê ser şoreşgerên Agirîyê kirin. Feqet di vî şerrî de Tekoşervanên Agirîyê wek şêran li hemberê tirka berxwe da û Artêşa Tirka mexlûb kirin. Ji bona vê mexlûbîyetê, rêvebirên fermandeya artêşa tirkan bi hev ketin û prestîja Hikumeta Tirk şikîya. Medya tirkan di rojnameyên xwe de ji bona kurda tirsa xwe êdî aşkere kirin û şer ji veşartinê derket aşkere bû. Ji alîyê din ve di rojname û medya navnetewî de jî ev mesele bû pirsgirêka Rojhelata-Navîn.
Li ser vê mexlûbîyetê, ji nû ve tirka dest bi planek hîn mezintir kirin û bi vê planê li hemberê kurda dîsa dest bi şerr kirin. Gora ajansên Awrûpî, di vî şerrî de qeweta tirkan, 60.000 leşker û 100 heb teyare bû, li gora Amerîka jî, 100.000 leşkera dest bi şer kiribûn. Qeweta kurdan jî, li der û dorên Agirîyê ancax 10.000 şoreşgerên Kurdistanê hebûn. Di vî şerrî de jî talih li rûyê tirka ne kenîya û dîsa tirk mexlûb bûn. Di vê demê de li Îxdirê di navçeya Taşbûrnûyê de şoreşgerên kurdan hetta Ermenîstanê berra leşkerên tirkan da, leşker çûn xwe teslîmê Ermenîya kirin û li wê derê bûn niştecî. Şoreşgerên Agirîyê, bi vî hawayî hetta 25ê Êlûnê liberxwe dan.

Tengasîya Şoreşgerên Agirîyê û Astengîyên Wan
Tirka derûdor li şoreşgerên Agirîyê girt û çûn û hatina wan qut kir, tamamê têkilîyên wan û derve û hundir birrîn. Ji bona van astengîyan, şoreşgerên Agirîyê hatin li ser çiyayê Agirîyê lihev civîyan û li ser du astengîyên balkêş sekinîn. Gengeşîya wan a yekem, li ser xwarin û vexwarinê bû. Çimkî ji şoreşgeran bêhtir, xwedî kirina gelê sivîl li serê wan bûbû belakî herî mezin. Gengeşîya duyem jî, çek û cebilxane û tengasîya teçhîzatên leşkerî bû. Ji bona van pirsgirêkan, şoreşgerên Agirîyê li ser du xalan sekinîn. 1- Îhsan Nûrî û hinek serleşkerên din digotin, “emê berê gelê sivîl xelas bikin, dawîyê emê qeweta xwe derbasê cîyekî din bikin û li wê dera şer bidomînin.” 2- Birhoyê Heskê Têlî li hemberê vê planê derket û digot; “Şoreşgerên tekoşer! Tamamê, pîrek, zarok û îxtîyarên bê qewet di bin şûr de derbas bikin, da ku ji bona paşvegerê tu pira(têkilîya) li du xwe nehêlin ku hetta nefesa xwe ya dawîyê li hemberê dijmin şer bikin.” Piştî vê gotinê, Birho şûrê xwe kişand û wek Şêrekî ket nav malbata xwe û berî herkesî dest bi serjêkirinê kir. Hetta mirovên bi rûmet bi halekî xerab ketin navbeynê, ancax Birho dan sekinandin. Feqet hetta sekinandin Birho, deh mirovên bêguneh û masûm li serê çîyayê Agirîyê rih û canê xwe dan, bûn qurbana şoreşa Agirîyê. Li ser vê trajedîyê şoreşgeran dev ji vê planê berdan û serokê hêzên leşkerî, Îhsan Nûrî û hinek şoreşger, gelê sivîl girtin çûn teslîmê Îranê bûn. Şoreşgerên din jî derbasî herêma Zîlan, Abaxa, û Bûlanixê bûn.

Aqubeta Birhoyê Heskê Têlî
Di 17yê Çirîya Pêşîn a 1930î de, Birho û şoreşgerên digel wî, çûn ketin Agirîyê, ketin şikeftên binê berfê. Di wan rojên teng de şikeftên binê berfê bi dostanî wan hembêz kir û li wan xwedî derketin. Birho li vê derê ji nû ve tifika şoreşgerîya Kurdistanê germ kir û şoreşgeran di her fersendê de, di serdeştên Agirîyê de, derbe li ser derbê li leşkerên tirka dixistin.
Birhoyê Heskê Têlî hetta, di payîza 1932an de xwe teslîmê tu hêzên dewletan nekir û di çiyayên li ser sînorên Tirkiyê û Îranê de bi herdu dewletan re şerrên balkêş û girîng kirin. Rojekê, ew qehremanê bê emsal û hevjîna xwe Rebîa Xanim li ser pişta hespê di rê de dimeşîyan, ji terefên mirovên tarî de hate gullebarankirin û li wê derê Birho hate kuştin. Hevjîna wî jî birindar bû. Di temamê taqîbatan de katilên wan aşkere nebûn û nehatin dîtin.
Piştî mirina wî, hêzên wî yên şoreşger di bin serokatîya birayê wî Eyub de, bi mecbûrî çû xwe teslîmê dewleta Îranê kirin.

Li Ser Dîroka Kurdistanê û Cihê Birhoyê Heskê Têlî
Dîroka Kurdistanê, bi rastî hîn nehatîye nivîsandin. Piranîya wan tiştên hatine nivîsandin jî, gelek kêma- nî û xeletî têde hene. Ji bona wê yekê kurd hîna bi rastî di derheqa dîroka xwe de gelek tişta nizane û tiştên fehm kirîye jî, piranîya wan tiştan çewt in. Ji ber vêya, serê me kurda tevlihev e. Ên ku dîroka xwe nas nekin, mafê xwe jî nas nakin. Wexta însanek mafê xwe nas neke, ji bona xwe tiştekî nas nake û çi bikin jî ne ê wî ye û xwe pê dixapîne. Çimkî tiştên bên gotin û bên kirin bê esil in, yanî derew in. Daxwaza min ev e; werin em bi hevûdu re dîroka xwe, sîyaseta xwe û bingehê dewleta xwe ji nûh ve danin û em dewleta xwe ava bikin û xwîn û keda şoreşger û qehremanên Kurdistanê berhewa nekin.
Ji bona ku em dîroka xwe nizanin, em qehremanên xwe jî nas nakin. Mesele, min berê hereketa şoreşgerên Agirîyê bi dest pêka Îhsan Nûrî di zanibû, ama dawîyê min lê nêrî ku rastî ne ev e. Belê di vê berxwedanê de keda Îhsan Nûrî pirr e û nayê înkar kirin, feqet destpêk ne a wî ye û ew bi devê xwe dibêje “Birho meşaleya şoreşgerîya Agirîyê ye.” Li ba dilê min, niviskarên ku li ser Hereketa Agirîyê nivîsandine mafê şoreşgeîya Birho xwarine. Çimkî ez ewqas di nava çavkanîyan de gerîyam, ancax wan tiştên jorê min jê derxist.
Hêvîya min ew e, di derheqa Birho de xwendevanên hêja wê kêmasîyê min bibînin û emê bi hevûdu re di nava rûpelên dîroka Kurdistanê de, cihekî bi rûmet bidin şoreşger û qehremanên Kurdistanê.
23.12.2008

ÇAV KANÎ
1- Ararat’taki Esir Generalden Kan Çiçekleri
2- Garo Sasuni, Kürd Ulusal Hareketleri ve 15.yy. dan Günümüze Ermeni Kurd Îlişkileri
3- Mala Kürda. İnternet sitesi

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder