12 Ekim 2010 Salı

Serhildananên kurdan-II-


Mîrektiya Soranan mîrektiyeke Kurdistanê ya kevnar e.


11/10/2010

REWANDÛZÊ

Mihemed Ronahî

Mîrektiya Soranan mîrektiyeke Kurdistanê ya kevnar e. Ev mîrektî ji bera kurdan a bi navê Rewandûzê ye û kurdekî navdar ê wekî Selehedînê Eyûbî jî ji vê berê ye. Vê mîrektiyê di dema Mîr Mihemed de xwe gihandiye asta xwe ya herî hêzdar. Mîr Mihemed ango bi nasnavê xwe Paşayê Kor, di sala 1788’an de li Rewandûzê ji dayik dibe. Ji ber ku çavê wî yê çepê kor bû, jê re dihat gotin Paşayê kor. Mîr Mihemed di sala 1813’an de serokatiya mîrektiyê ji dest bavê xwe Mistefa Begê digire. Di hinek çavkaniyên din de jî tê gotin ku Mîr Mihemed mîrektiyê bi darê zorê ji bavê xwe digire. Mîr Mihemed mîrektiya xwe gav bi şerê navxweyî, gav jî bi şerê neteweyî yê ku li hember neteweyên din dide, mezin dike. Di sala 1818’an de serfiraziya mîrektiya xwe îlan dike û ji bindestiya Osmaniyan derdixe mîrektiyê. Li ser navê xwe xutbeyê dide xwendin û diravan çap dike. Di dîroka kurdan de gelek mîrektî hatine û çûne lê stêrka tu mîrektiyekê weke mîrektiya soranan zû nebiriqiye û zû netemiriye. Mîrektiya soranan berê êrîşî mîrektiyên herêmê dike. Wek mînak mîrektiya Amediyê ji vana yek e. Dûre mîrektiya Babaniyan dikeve bin desthilatdariya Soranan.
Li dû dagirkirina Babanan di 1933’yan de Akrê, Mêrdîn û Amed jî bi dest xistin. Herêma Behdînanê jî bi temamî ket destê Soranan. Mîrektiyê di demeke kurt de hêza xwe mezin kir û hejmara artêşa xwe gihand dora 50 hezar leşkerî. Yekem car artêşeke bi rêk û pêk ji alî Mîr Mihemed ve tê avakirin. Ji pêncî hezar leşkerî 20 hezar her dem ji bo şer amade ne û bi her tiştê xwe wek leşkeran dijîn. Lê yên mayî di bin serokatiya serokeşîrên xwe de tevlî artêşê ne.
Bi fermana serokeşîrên xwe ew jî wek leşkeran amadeyî şer dibin. Ev artêş di bin fermandariya pênc kesî de tê meşandin. Ango ji bo rêvebiriya artêşê pênc serleşker wek lijneyekê artêşê bi rêve dibe.Mîr Mihemed jî serokê artêşê yê giştî ye. Yekem car di dema wî de leşkerên artêşa kurd ji bo perwerdehiyê diçin ewropayê. Mîr Mihemed ji ber ku yekî otorîter bû him li ser eşîrên herêmê û him jî li ser neyarên mezin tirsa wî tim hebû. Ji ber vê otorîteriya xwe gelek neyarên navxweyî jî ji xwe re peyda kiribû. Bo ku xwe ji van neyaran biparêze tenê ji bo parastina wî sê hezar parêzvanên wî yên taybet hebûn. Ango sê hezar peyayên wî hebûn li dorê.
Wê demê ji ber ku Osmanî jî bi serhildana waliyê Misrê Mehmed Elî Paşa re mijûl bû gelek hêz wenda kiribû. Lewre Mehmed Elî Paşa Misr û Surî girtibû ji destê Osmaniyan. Ev yek jî bûbû sedema rihetiya Mîrektiya Soranan. Lê Osmaniyan dema mezinbûna hêza Soranan dîtin, fam kirin di pêşerojê de wê êdî nikaribin bi vê mîrektiyê. Lewre Mîrê Kor ango Mîr Mihemed hêzên xwe yên leşkerî di heman demê de bi çek û topên nûjen jî xemilandibû. Yekem car mîrektiyeke kurd bi Mîr Mihemed dibe xwediyê topan.
Her çawa Osmanî bi Mehmed Elî paşa re di şer de bûn Îranî jî wê demê bi Oris re di şer de bûn û nikaribûn berê xwe bidin vê mîrektiyê û bi wan re şer bikin. Di vê navberê de Mîr Mihemed bi Mehmed Elî Paşa re peymana dostaniyê jî îmze kiribû. Lê bi têkçûna Mehmed Elî Paşayê Misrî ji bo mîrektiyê jî rojên xeternak dest pê kirin. Li gel faktorên siyasî hinek sedemên din jî bûn sedema rûxandina vê mîrektiyê. Mîrê Kor ji ber ku di demeke kurt de gihaştibû hêzeke mezin vê hêzê serxweşiyek dabû wî û ne tenê bi neyarên xwe re şer dikir, di heman demê de bi eşîrên derdorê yên kurd re jî şer dikir. Bi vê boneyê neyar li xwe zêde kiribû.
Di sala 1835’an de wayliyê Sêwazê Reşîd Paşa bi hêzeke mezin berê xwe da vê Mîrektiyê. Wayliyê Bexdayê Elî Riza Paşa û wayliyê Musilê Mihemed Paşa jî hêzên xwe bi yên Reşîd Paşa re kirin yek û li gel her sê artêşan hinek eşîrên kurdan jî gihandin xwe û êrîş birin ser vê mîrektiyê.Li dû têkoşîneke mezin di Tebaxa 1836’an de Rewandûz rûxiya û mîrektî dîsa ket bin desthilatdariya dewleta Osmaniyan. Mîr Mihemed Mişextî Stenbolê kirin, lê bi rê de kuştin.
Ez dixwazim ji sedemên rûxandina Soranan çend heban diyar bikim. Ya yekem; digel hêza xwe ya çekdarî mîrektî ji alî siyasî ve ne pêşketî bûn û ji mercên siyasî sûd wernegirtin. Ji alî taktîkê ve jî gelek xeletî hatin kirin. Wek mînak dema bi Osmaniyan re di şer de bûn di heman demê de eniyeke şer bi îraniyan re jî vekirin û bi wan re jî lev xistin. Li aliyekî din faktora olî li ser rûxandinê tesîreke mezin kir. Lewre di dema wî de gelek kurd jixwe tevlî artêşa wî nebû heta bi ser de li dijî wî şer kir. Sedema şerkirina wan baweriya wan a olî bû. Lewre wê demê osmaniyan bi arava Meleyekî di nav gel de navdar yê bi navê Mela Hadî fitûyek derxistin.
Di fitûya wî de dihat gotin ku Mîr Mihemed li hember şerîetê serî rakiriye. Vê yeka bûbû boneya ku gel xwe bi wî ve negire. Lê di eslê xwe de Mîr Mihemed jî kesayetekî olî bû. Lewre wî bixwe jî di medreseyên kurdistanî de xwendibû û aliyê wî yê olî gelek bû. Jixwe heke ne ji vî aliyê wî bûya dê ew qas piştgirî negirta ji derdora xwe. Hasilî em dikarin di vir de bêjin ku him di têkçûna wan de him jî di pêşveçûna wan de faktora olî faktoreke mezin bû. Sedemeke rûxandina Soranan ya din jî ev bû; li şûna ku bi mîrektiyên kurdan yên din re destbirakiyê pêşvebibin, bi wan re şer kirin. Ji van mîrektiyana yek mîrektiya Botaniyan bû. Bedirxan Begê Botanî di wê demê de gelek hêzdar bû lê ji ber ku Mîrê Kor êrîş bir ser wan hêza wan jî ya xwe jî şikand.
1 Dr.Celîlê Celîl: XIX.YY Kürtler
2 Xemgîn, Ethem: Kürdistan Tarihi
3 Torî: Tarihte Türk-Kürt ilişkileri
4 Dr. Kaws Kaftan: Baban, Soran, Botan
5 Torî: B.N(Berhema Navborî), rp:169 mihemedronahi@hotmail.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder