12 Ekim 2010 Salı

Rêxistina Xoybûnê û felsefeya wê



Xoybûn piştî Serhildana Şêx Seîd a ku di bin kontrola Rêxistina Azadiyê de bû, têk çû; Li Sûriyeyê ji alî rewşenbîr û pêşengên kurdan ve hate damezirandin. Xoybûnî dixwestin ku kurd ji bo yekitiyê têbikoşîn daku welatê xwe ji bin mêtingeriya kemalistan rizgar bikin


12/10/2010

REMEZAN OLÇEN

Di amblema ku xoybûnî ji xwe re hilbijartine de; şûr, pênûs, simbila genim û roj heye. Ew sembolên ku ji bo amblemê hatine niqandin jî dema ku yek bi yek bê analîzkirin û nirxandin dê mantalîte û felsefeya Xoybûnê raxe pêşberî çavên me. Lê beriya ku em dest bi nirxandinek li ser sembolên di amblemê de cih digirin bikin, lazim e em dem û dewrana ku Xoybûn lê hatiye damezirandin bi bîr bînin. Xoybûn ango serxwebûn, gelo li cîhanê tu gelek heye ku di dîroka wî de peywa serxwebûnê ewqas hatiye dubarekirin? ev bi serê xwe tiştekî seyr e. Belê em zêde ji mijarê dûr nebin; Xoybûn piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîdê Kal li sirguniyê Li Sûriyeyê ji alî komek rewşenbîrên ku ji zilm û zordariya komara tirk ango ji kemalîstan rewiyan ve û çend endamên rêxistina ermeniyan a bi navê Taşnak ve hate damezirandin.
Kongreya Xoybûnê ya yekemîn di 5’ê cotmeha 1927’an de li Bhamdûna Lubnanê li mala Vahan Papazyanê tê li dar xistin. Ku xoybûnê ji vê kongereyê re dibêjin; “kongereya Neteweyî ya Kurd” di vê kongeryê k udu hefte dewam dike de Celadet Bedirxan wekî serokê Xoybûnê tê hilbijartin. Di kongereyê de rêziknameyek ku bi qasî 34 xalên wê tê zanîn tê nîqaşkirin (ev rêzikname di sala 1928’an de hate aşkerakirin), sonda biratiyê û encamnameya kongereyê armanc û çawaniya rêxistinê radixin berçavan. Balkêşiyek rêxistinê jî ji bilî kurdan bi tu awayî endam qebûl nekirine.

Biryarên di kongerya yekemîn a Xoybûnê ve hatibû girtin ev bûn:
1. Helkirina hemû komeleyên kurdî yên hene û pêkanîna komeleyeke kurdî ji hemû endamên kevin kom bibin û rê li ber endamên nû vekirî be.
2. Serhildanên li dijî komara Kemalîst dirêj bikin, ta yek leşkerê tirk li ser xaqa kurdan nemîne.
3. Berî pêxistina agirê şoreşa giştî, li ser van xalên jêrîn biçin:
a) Ji bo hemû hêzên niştimanî ên kurdî, pêşewayê giştî destnîşan bikin.
b) Rêxistina hemû hêzên şoreşgêrî li rêbazên leşkerî û cengawerî de baştirîn çekên şervanî di destên şoreşgêran de bin.
c) Ji şoreşê re melbendeke giştî bê nîşankirin û ji bo hêza serkirdayetiyek bilind di çiyayekî ji çiyayên Kurdistanê ên bilind de bê danîn.
4. Ligel dewleta Îranê û bi gelê faris re peywendiyên biratî û xweş girêdin.
5. Bi herdu dewletan (Sûriyê-Iraq) re peywendiyên xwe girêdin û ew mafên li gora seqihên çavdêrî ku peyman û rêkevtinên dewletî bi kurdan dabûn, besin û doza tu mafên siyasî yên din ji herdu dewletan nekin.

Di rêziknameya Xobûnê de 5 xalên pêşîn ev bûn:
Di 5’ê cotmeha 1927’an de bi biryara 1’emîn Kongreya Neteweyî ya Kurd bi navê Xoybûnê rêxistinek neteweyî ya kurd hate damezirandin.
Armanca rêxistinêew e ku kurd û Kurdistana di bin mêtingeriyya komara Kemalîst de ye bi sînorên xwe yên xwezayî û neteweyî bên rîzgarkirin û damezrandina dewleta Kurdistanê ye.
Ji bo vê armancê ew ê rêxistin kurdan li bin banekê li hev bicivîne û li ser esasên berjewendiyên neteweyî dê bi netewe û kesên xêncî kurdan re jî tifaq bê çêkirin.
Şert û şirûtên endamtiyê:Her kurdê ku şert û şirûtên rêziknameya rêxistinê û sonda neteweyî bi cih bîne dikare bibe endamê Xoybûnê. Her kesê ku bibe endam lazim e aîdatên xwe yên mehane razîne.
Her kurdê ku endamtiya wî bê qebûlkirin lazime li hember heyeta peywirdar sonda jêrîn bixwîne:“Her fermana ku ji alî kesên berpirsiyar û heyet bide min, li ku derê û çi wext dibe bila bibe qebûl dikim, ji bo ew fermana hatî dayîn bi cih bê çi ji destê min bê ez ê bikim ku di vê riyê de hewce be ez ê canê xwe jî bidim û tu carê ji bo bi cih anîna peywirê nanayî nekim. Ji bo armanca neteweyî bi cih bê, ez ji rêxistên an komeleyên ku endamên wan im vedikişim, bi tenê ji bo Xoybûnê xebat û têkoşînê dimeşînim. Çi amûr û alavên di destên min de hebin ji bo fermanên rêxistênê ez ê di destê xwe de amade bihêlim û xênc jifermana rêxistinê ez ê bi fikrê xwe çi li ser navê xwe çi li ser navê rêxistinê tu tiştê nakim mû fikir beyan nakim.Hem ji ber endamtiya rêxistinê û hem jî ji ber fermanên rêxistinê çi tiştên nepenî ku ez pê dizanim ez ê li tu derê îfşa nekim. Dema kum in ev nepeniyan aşkera kir rêxistin çi fermanê bide kut ê de serjêkirin jî hebe ez ê pê razîbim û hewce be ez ê vê cezayê bi destê xwe bi cih bînim li ser şeref û namûsa xwe soz Didim. Welleh Bîlleh.”

Di dîroka Xoybûnê de metoda xebat û çalakiyan
Xoybûnê, dest bi kar û xebata xwe ya neteweyî kir û bi serokên ‘eşîran, serdarên siyasî û bi malmezinên kurdan re têkilî girêdan û bi hev re dan û stendin; da ku li dema pêwîst amade bin. Xoybûn roj bi roj xebata xwe berfireh kir û bi kurdên derveyî welêt re têkilî girêdan.
Nûner û endamên Xoybûnê li her çar perçên Kurdistanê û li derveyî welêt (Ewropa-Amerîka) çêbûn. Peywendî di navbera serkirdayetiya Xoybûnê û perçên Kurdistanê yên din de çêbûn.

Xebat û çalakiyên Xoybûnê di warê leşkerî de: Bi rastî em nikarin xebata Xoybûnê û şoreşa Araratê ji hev veqetînin, ji ber ko li dora çar salan (1927-1930) bi hev hatibûn girêdan. Em dikarin bibêjin ko berdewamkirin û geşkirina agirê şoreşa Agirî pareke mezin jê keda rêxistina Xoybûnê bû.
1. Şoreşa Agirî: Ihsan Nûrî paşa serkêşiya şoreşa Agirî bike, û ala kurdî û durişma civata Xoybûnê jê re rêkirin. Serokê şoreşa Araratê ev duriştimê ha kiribû nîşana efserên xwe û çiyayê Agirî kiribû nîşana leşkeran. Rêveberiya dezgehên bajarî bi serokatiya Birahîm paşayê Hisikî damezrandin. Deverekî fireh vegirtin: “Ararata mezin û ya piçûk, cihên Torbax û Kelhê, Tendirok, Aldax, Mîlêc, Kêrik, Êrhebeş, Zîlan, Eyaxa, Barkêrê û Diyadînê.
2. Projeya şoreşekê ji başûr-binxetê: Xoybûn şeva 3’yê ser 4’ê tebaxê sala 1930’yî roja êrîşkirina ji başûr-binxetê ber bi bakur-serxetê ve biryar stendin. Serkirdayetiya Xoybûnê eniya şer ji Cerabulsê ku li ser ava Feratê dikeve, ta Endîwerê li ser Ava Mezin (Dîjle); li ser şeş deveran ji rojava ta rojhelat bi ser endamên Xoybûnê de leva kirin.
a. Devera Kobanê: Bozan Şahîn beg û birayê wî Mistefa beg serokên Hoza Berazan û Osman Sebrî berê wan li Riha û Mereşê
b. Serê Kaniyê: Mehmûd begê Birahîm Paşayê Milî ber bi Wêranşarê re.
c. Devera Dirbêsiyê: Ekrem begê Cemîl Paşa û Qedrî ber bi Mêrdînê ve.
d. Devera Tirbespiyê: Haco Axa serokê Hoza Hevêrka ber bi cihê hevêrkan.
e. Devera Dêrikê: Celadet Bedirxan serkêşiya vê hêzê dikir û pêre Mihemed begê Cemîl Paşa û hin ji begên devera Botan mîna Resûl axa serokê Hoza Zîlan.
6. Devera Tilşe’îrê: Cemîlê Seyda û herdu kurapên Şêx Se’îd (Selahedîn û birayê xwe), digel pênc hevalên din, di herêma Nisêbînê.

Xebata Xoybûnê di warê siyasî, civakî û rewşenbîriyê de
Xoybûnê gelek şêweyên tekoşînê yên ji hev cuda bi kar tanîn, hem di warê siyasî û leşkerî de hemjî di warê ramyariyyê de gelek xebatên giranbuha meşandin.Nivîskar Rohat Alakon di vî warî de dibêje: “Ev cara pêşîn ku rêxistineke kurd folklor û edebiyatê di warê hişyarbûna neteweyî de wekî çekekê bi kar tîne û vê yekê di destûra xwe de bi cih dike” Belê rêxistina Xoybûnê 83 sal berya niha hate damezirandin û bi qasî 20 salan bi awayekî aktîf di warên siyasî, leşkerî, civakî, wêjejî û ramyariyê ve ji bo neteweya kurd têkoşîn meşand.
Mirov li gorî çavkaniyan dikare dîroka Xoybûnê bike du beş jî berya şikestina Çiyayê Agiriyê û piştî şikestinê. Berya serhildana Agiriyê têk biçe di warên siyasî û leşkerî de gelek kar û xebat hatin kirin.
Piştî şikestinê jî di warê civakî, ramyarî, wêjeyî û ziman de gelek xebat meşandine. Em niha dikarrin behsa amblema Xoybûnê bikin dê mijar ber bi hev biçe. Di amblema wê de; Şûr hebû ku hem tê wateya rastiyê û hem jî tê wateya hêzbûnê. Simbila genim hebû ku hem tê wateya erdnîgariya Kurdistanê, tê wateya bereketê, Roj hebû ku tê wateya jêderka jiyanê. Pênûs hebû ku ew jî tê wateya zanyariyê. Me ev sembol bi sembolîstan neda şîrovekirin lê belê kêm zêde em dikarin wiha şîrove bikin bo ku em jî neviyên wan in


Xoybûnî dixwestin kurd yekitiya xwe ava bikin

Beriya Serhildana Şêx Seîdê Kal li paytexta Al-î Osman li Stenbolê ji alî kurdên rewşenbîr ve Komeleya xwendekaran a bi navê Hêvî’yê hatibû 1912-1913’an de hatibû damezirandin ku di di nav komaleya Hêviyê de kesên wekî; Kadrî Cemîlpaşa, Omer Cemîlpaşa, Kemal Fewzî, Ziya Wehbî, Babanzade Azîz,Mihemmed Mîhrî, Dr. Mustafa Şewkî, Fûad Temo, Abdurrahîm Rahmî, Dr Fûad, Îhsan Nûrî, Nûrî Dêrsimî,Memdûh Selîm,… hwd cih digirtin Ku ev qadroyê komeleyê di heman demê de qadroyên pêşeng ê serhildana Şêx Seîdê Kal bûn jî.
Hin ji van rewşenbîran jî piştî serhildan ji alî kemalîstan ve tê tepisandin berê xwe didin Sûriyeyê. Li gel van rewşenbîran Mîrê Zimanê Kurdî Celadet Bedirxan tevli birayê xwe Kamuran Bedirxan, Elî Riza kurê şêx Se’îdê Pîran, Dr.Şikriyê Mihemedê Segvan, Haco Axa, Bozanê Şahîn beg (serokê hoza berazan), Mistefayê Şahîn beg, Emînê Ehmed (Serokê hoza Rima), Memdûh Selîm, Bedredîn axayê Hebisbenê,Tewfîqê Cemîl, Fehmiyê Licî (katibê Şêx Se’îd), Mele Ehmedê Şûzî, Feqe ‘Evdilayê Cizîrî, Kamil efendî û Kerîm efendî. Di kongreya Xoybûnê ya yekem de çend kes hebûn û kî bûn hîna j îli ser wan îhtilaf hene. Lê belê biryarê ku girtine û di arşîvan de cihê xwe girtine; em têdigihîjin ku armanca Xoybûnê komele û rêxistinên kurdan li dor sondeke neteweyî di bin banekê de ji bo armanca rizgarkirina welatê kurrd û ermanan xebat û têkoşîn kirine.

Çavkanî:
1-Les Massacres des Kurdes en Turquie La Caire 19288 no:2
2- Xoybun Orgutu Rohat Alakom
3-Nurettîn Zaza; Jiyana Min
4-Îhsan Nûrî Paşa; Agri Dagi Îsyani
5-Nûrî Dêrsimî; Hatiralarim
6- Osman Sebrî; Li Goristanekê Amedê
7- Malperên Înternetê



çavkanî (kaynak) Azadîya Welat

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder