4 Ekim 2010 Pazartesi

RÊXISTINA XOYBÛN


Xoybûn (Xwebûn) rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wi hatiye damezirandin.

Piştî ku komara Tirkan serhildana Şêx Seîd bi hovîtî têk birin, serokên xîretkêş ên Kurdan, sala 1926'ê dest bi xebatê dikin û li Parêsê civiyan û ji bo azadiya Kurdistanê biryara kongreyekê dan. Sala 1927'ê li ser axa Kurdistanê ya di di destê Tirkan da kongreyek hat sazkirin ku mehek û nîvan berdewam dikir. Di kongreyê da ev biryar hatin dan:


Ji bo sazkirina rêxistineka neteweyî divê hemî rêxistinên din bên betalkirin.
Heya ku leşkerê Tirkan yê dawî ji axa Kurdistanê bên derêxistin, divê têkoşîn bidome.
Beriya destpêka şerî, ev tedbîrên jêrîn bihên liberçavgirtin:
Serdarekê giştî ji hêza neteweyî ya Kurd ra bê diyarkirin.
Navendek ji bo şoreşê û eniya neteweyî bê diyarkirin.
Divê peywendî û têkilîyên hezkirin û dostaniyê bi hikûmet û gelê Îranê ra bên sazkirin.
Têkilî û dostanî bi hikûmeta Sûrî û Îraqê ra bên çêkirin û li beranberî wan têkoşîn nehên kirin. Ji wan, pêkanîna mafên Kurdan ên ku peymana dewletên cîhanê pejirandine bên xwestin.
Piştre, di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa de, enîya neteweyî ya Kurdî bi navê 'Xoybûn'ê hat damezrandin. Îdareyeka sivîl jî di bin serokatîya Îbrahîm Paşa de hat sazkirin. Li 27.10.1927´ê serxwebûna Kurdistanê hat eşkerekirin û alaya Kurdistanê li serê çiyayê Agirî hat çikandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder