9 Ekim 2010 Cumartesi

Nivîsên navbera Min û Kakşar Oremar'de


EZ:
birêz kakşar oramar rexneyeke min we heye , hûn çima qet derbarê serhildanên agirî de lêkolînan nakin, ez bala xwe didimê hûn derbarê dêrsimê de dinivîsînin, herroj derbarê mahabatê de dinivîsînin derbarê simko de dinivîsînin kurtasî hemû kurdistanê dinivîsînin xeynî (xêncî) agirî...

çima kekê çima ?
qey agirî yê hindik berdêl hat dayîn
an agirî kurd nîne ?

KAKŞAR:
Silav, lê silaveke germ û ji dil. Rexna te îro dilê min sha kir û pir keyfxwesh bûm.
Agirî di dilê min da hemû Kurdistan ne. Qehremanên serhildana Agirî her tim di mejiyê min da ne. Bi taybetî jî H. Têlî û Ihsan Pasha.
Di gelek nivîsên xwe da min behsa wan kiriye, lê soz ezê nivîseke taybetî li ser wê serhildanê binivîsim.
Ji min re ferqa di navbera wan qehremanan de tune, tev jî hêja bûn, ji bona wê jî bûne shehîdên doza Kurdistanê.
Ka hinek behsa xwe bike, ez dixwazim bashtir te nas bikim.
Derheqa min da jî ger pirseke te hebe, ez amademe.
Rêzên taybetî

EZ:

Kekê mino tu her bijî, we bersiv da min ez gelekî şabûm, bi rastî niha kêyfa min gelekî li cîh e...

Kekê ez xelqê Agirî me navenda Agirî rûdinêmê, navê min Nîhat'e 24 salîme li agirî kargeha me heye em pêlav'a (sol) difroşin, em 7 xwîşk û birane sê bira çar xwîşk, ez dawîyêde yê duyemîm im, bav û dayîkamin jî hene (dijînê)

kekê bavê kalikê (bapîr) min di serhildanên agirî de wunda bûye, careke din nehatîye dîtin, wê demê kalê min yek salî bûye, ne merzelê (gor) bavê xwe dîtîye nejî laşê wî... paşê apê kalikê min berî dayîka kalikêmin dane, kalê min ne evîna dê dîtîye ne jî ya bav, sêwî mezin bûye....

kekê mino ez nevîyê şehîda me, li vir agirî yê bi dehan hevalê min nevîyên şehîda ne, dema em li cîhekî kom dibim em hertim tv radyo lêkolînvan û nivîskarên me kurda rexne dikin.

em dibêjin yaw heyran , bav û kalikên me ev qas berdêl dane çima kurd vê dîroka giran bûha xwedî dernakevin, çima kesek derbarê agirî de lêkolîn nake, çima kesek tiştekî nanivîsîne, gelo kalikê me boy çi mirin ? boyna kîjan welatî bi hovîtî hatin kuştin ? çima kurd vîya nafikirin?
hezaran agirî'yî yê bê merzel hene çima kurd ser xatirê wan du peyv tiştekî nanivîsînin ?
min doh nivîseke we xwend derbarê Kurdekî rojhilat de navê wî kesê welatparêz Saler mamedî yê, we serê nivîsa xwe da qala agirî yê jî kirîye lê we negotîye gelê kurd serhildan pêk hanîye we got ye êla (eşîr) calalî kekê ne tenê celalî bûn mînak em redkî (zîlî) û heynî wê wê torin hene heyderî hene hesenî hene azîzî hene û gelek êlên me kurdan wan serhildanan de hebûne....

min çima nava ewqas nivîskarên kurd de were nivîsî çima tenê we rexne kir hûn zanin ?

ji ber ku hûn gelekî tên hizkirin, herkes nivîsên we dixwîne, û nivîsên Kakşar oramar gelekî girîng in, ez fikirîm min got mirovekî mîna kakşar oremar derbarê agirî de hîn tiştan binivîsîne hemû kurdên li ser agirî yê bixwînin lêkolîn bikin, dibe kû hinek kurd belgefîlman jî çi bikin derbarê serhildanên agirî de, kekê mino hûn ewqas girîng in, hemû welatparêz nivîsên we dixwînin, dema tu dibê jî kakşar herkes dibêje oo kakşar mirovekî gelekî hêja, xîret û welatparêz'e...

kekê minê hêja ez dixwazim li vir de dawî li nivîsa xwe bînim, ez li agirî yê heya welatê ku hûn lê dijîn silav û rêzên xwe we ra dişînim hûn her hebin...

bijî Kurd
bijî Kurdistan'a Kurda.

KAKŞAR:

Silav Nihat, sipas bo rexne û pêshniyarên te. Ser chava, ezê 100% tishtekî li ser serhildana Agirî binivîsim. Herwiha bo zanîna te berî chend sala me li ser serhildana Agirî belgefilmek di Med TV da durist kiribû. Nizanim te dît an ne?
Herwiha ez serbilindim ku xortên weke te wiha bi îsrarin li ser xwîndina dîroka xwe. Dema ciwanekî agehdar ji rewsha dinê ji min re nameyan dinivîse, dilê min pir shadibe, weke din bizanîbe ku ez bersiva herkesî nadem( chimkî wext tune û kar zêdeye).
Insehlah ezê rojekê bême seredana we. Sharedariya Agirî di destê Kurda daye an di destê yên din da?
Ka tu dikarî bersiva van pirsên min bidî:
- Ji malbata Biroyê Heskê Têlî kî maye? tu ji kur û neviyên wan kesî nas dikî?
- Ji pêshmerge an jî shervanên wê serdemê kesek sax maye ku mirov bikarîbe pêre hevpeyvînê pêk bîne?
- Eshîretên ku di serhildanê da beshdar bûn, kîjanin? yên xiyanet kirin kî bûn?
- Hinek zêdetri li ser malbat û eshîreta xwe ji m in re binivîse. Ez dixwazim zêdetir te nas bikim. Herwiha jimare telefona xwe û fotoyekî xwe jî bishîne.
Ez li Ewropa dijîm. Silava li hemû hevalên xwe bike, rexneyên we li ser ser û chava qebul dikim.
Silavên gerî germ, chavê te mach dikim.

EZ:

Spas kekê ez te bawerim, ez bawerim hûnê tiştekî gelekî baş bikin...

kekê belgefîlma ku hûn dîbêjin eve an ?

http://www.facebook.com/video/video.php?v=111251892267390

eva tenê qala nemir general îhsan nûrî paşa dike

KAKŞAR:

Ne, ne eve. Ev tishtekî pir sade bû. Mashelah te arshîv jî heye. Ka te chi xwendiye? Herwiha bersiva pirsên min ji bîr neke

EZ:

Kekê mixabim di serhildanan de kes nemaye hemû çûne ser dilovanîya xwe lê zarok û nevîyên hemûyan dijîn, hemû jî der barê serhildanên agirî de gelek tiştan zanin,

kekê min şaredarîya navenda agirî yê me hilda (bdp) lê dewlata tirkên gemar neheqî ke mezin mekir nezîkî 3 hezar dengê me betal kir, şaredarî bi darê zorê dane apk ê....

lê sê navçêyên agirî (bazîd, panos, û gîhadîn) di destê me kurda da ne...

min tenê heşt sala xwend lê dîroka kurd min hemû xwendîye :))

heya bigre botan, berzan û behdînan, kela dimdimê , û hewl

kekê ez geleka nasdikim lê kesek derbarê serhildanên agirî de tiştekî nizane, hemû jî hatine tirsandin kesekî zarok û nevîyên xwe ra qala serhildanê nekirîye, tirsîya ne gotine em kîra qala wan rojan bikin serê wanê bikeve belayê, hinekan j3i gotine ez qala tiştekî bikim, tiştekê were serê min, dema tu hatî agirî tê bibînî kurdên temenê wan hinekî zêde çiqas tirsonekin, iravê wan ji dewlata tirk neqete...

kalkê min tenê digot bavê min di şer de wunda bûye xeynî wê mera tiştek negot, min kir nekir negot....

hemû kalik jî wusa bûne, kesekî nevî û zarokên xwe re zêde qala serhildanan nekirine, ew nivîskarê ku min wera qala wî kir (yilmaz çamlibel) çend kesan re hevpeyvîn kirîye, hinek pirtûka xwe da weşandine...

xeynî wê nivîskarekî tirk heye navê wî Emîn karaca ye ewî jî pirtûkek derbarê serhildanên agirî de çap kir ye, ew pirtûka du care hatîye çapkirin... çapa duyemînde kalekî xelqê îdir ê navê wî alî görgülü ye nivîskarre qala wan rojan kirîye, dibeku ew mirova hîn jî dijî, di pirtûkê de navê gundê wî jî heye, û gotîye di gundê meda gelek kes hene derbarê serhildanên agirî de gelek tiştan zanin....


wekî din jî pirtûka pirtûka kemal süphandağ heye bi navê ağrı direnişi ve heyderanlılar (berxwedana agirî û êla heyderî) lê mixabim pirtûk tirkî ye...

kemal süphandağ nevîyê korr hûseyn paşa ye, kor hûseyn paşa boyna ji serhildanên agirî re piştgirî bîne çûbû başûr , dema vegerya bû îxanetçîkî bi navê medenî ew qetil kiribû...

gelek xizmên kemal süphandağ di serhildanê de şehît ketine, bav û apê kemal jî di serhildanê de sax mabûn, dema serhildan têk çû genaral îhsan nûrî paşa û hevalên wî derbasî rojhilat (îran) bibûn, memo û nadır beg jî (bav û apê kemal süphandağ) wî re çûbûn rojhilat, gelek salan li wir mabûn paşê dîsa vegerîya ne agirî, herdik jî van salên dawîde mirin...

lê kemal süphandağ di pirtûka xwe de qala her tiştî kirîye, serhildan, kuştina kor hûsên paşa, çûyîna rojhilat û salên dawî..

xeynî wan pirtûka nemir îhsan nûrî heye ewejî bîranîn ên xwe yên derbarê serhildanê de nivîsîye, kurdî ya wê jî heye tirkîya wê jî.

pirtûka Rohat alakom heye bi navê rêxistina xoybûn ê serhildanê agirî (ew pirtûk li vir nemaye , qedîyaye) yên xwendine dibêjin pirtûkeke gelekî hêja û dîrokî ye...


pirtûka süreyya bedirxan heye bi navê doza kurd û xoybûn, ew pirtûk jî gelekî hêja ye, dîrokî ye...

pirtûkek dîsa heye gelekî hêja ye, tirkîyê wê pirtûkê re doz vekir, dema serhildanê ji serokên agirî yê şêx zahir generalekî tirk dîl (rehîn) girtûbû, wê pirtûkê de qala wan rojan tê kirin, malbata şêx zahir re û general re hevpeyvîn hatine kirin
navê pirtûkê
Ararattaki Esir Generalden Kan Çiçekleri
Mustafa Balbal
(ji generalê dîl'de gulên bi xwînî)

gelek pirtûk hene, herî kêm deh pirtûk hene, lê kesekî bi gelemperî hemû serhildan lêkolîn nekirî ye...

çawa bibêjim, yilmaz çamlibel tenê di navçeya xwe da lêkolîn kirîye (bazîd)

kemal süphandağ navçeya xwe da (panos)

emin karaca di belge û rojnamên wê demê weşan dîye...

rohat alakom piranî ya şervana dAye naskirin, şervan lêkolîn kirîye...

lê dîsa jî derfeta mirov hebe mirov hemûyan bixwîne gelek agahîyên baş wê derkeve holê...

yek jî hevale kî digot du pirtûkên melle mistefa barzanî derketine (bîranîn) digot li wir de bi berfirehî qala serhildanên agirî tê kirin...

(ji ber ku barzanî du cara alîkarî şandibû agirî, yek ji wan şerrê oremarê ye (colemêrg) )
kemal süphandağ di pirtûka xwe da gotîye, dema serhildan têk çû, li navenda agirî leşkerîyê 20 serê şervanî li ser sûra xwe dardakiribû, gotîye ew serîyan mehekî li wir man, boyna kurd bitirsin.

KAKŞAR:

Pir bash, ez kêm-zêde li ser shoreshê gelek tishta dizanim, lê ger shahidek hebuya, yê gelek bashtir bibûya.
Sipas bo van zaniyariyan, lê bo zanîna te Mistefa barzanî chi bîranîn nenivîsandine, du kitabên Mesud Barzanî derketine, bawerim tu behsa wna dikî. Min her du jî xwendine.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder