22 Ekim 2010 Cuma

Celadet û herb


09/05/2010 - 06:52



Rênas Jiyan
renasjiyan@yahoo.fr



Her çend Celadet herî pir weke nivîskar û rewşenbîr di “bîr”an de cih girtibe û hatibe zanîn jî aliyekî wî yê şervaniyê jî heye; ango wî herdu alavên şerî çek û pênûs baş fahm kirine û ew baş bi kar anîne; ew hem wêjevan û hem jî şervan e.


Her çend Celadet herî pir weke nivîskar û rewşenbîr di “bîr”an de cih girtibe û hatibe zanîn jî aliyekî wî yê şervaniyê jî heye; ango wî herdu alavên şerî çek û pênûs baş fahm kirine û ew baş bi kar anîne; ew hem wêjevan û hem jî şervan e.
Di 1912’yan de gava ku bavê wî Emîn Alî Bedir-xan weke karmendekî osmanî li Edîrneyê mufettîşiya maliyeyê kiriye wan weke malbat “Herba Balkanan” dîtiye. Dîtin û jiyîna vê herbê kiriye ku Celedet ligel birayê xwe Kamîran Alî Bedir-xan’î li ser “Herba Balkanan” bi navê “Edîrne Sukûtunun Îçyuzu” pirtûkeke herbê binivîse û yekî weke Abdullah Cevdet’î jî di bin bandora xwe de bihêle. Di vê pirtûkê de Celadet teorîsyenekî herbê ye, ji kitekitên herba Balkanan bigirin heta bi sedema ketina Edîrneyê wî/wan hemû rewşa herbê vegotiye. Her çend ew di vê pirtûkê de, a ku li ser stratejiya herbê hatiye nivîsîn, weke alîgirekî osmanî yê fanatîk xuya bike jî ji epîgarafa ku wî ji Ehmedî Xanî girtiye û her wekî din hêlên pirtûkê mirov pê derdixe ku hîn ew ji wê çaxê de xwedî jêhatîbûneke wêjeyî û xwedî hestên neteweyî ye. Teorîsyeniya wî ya vê pirtûkê bi îhtîmaleke mezin dê di artêşa osmaniyan de cih jê re vekiribe û ji bo serbazbûna wî ew ê jê re bûbe referanseke baş. Wî weke serbazekî di sala 1917’an de di nav artêşa osmanî de di eniya Qafqasyayê de şer kiriye. Lê ne serbazekî weke Celadet’î, meraşalekî weke Napoleon’î ji gorê rabûya jî ji bo xelaskirina dewleta osmanî êdî bê fêde bû. Dewlet û artêşa osmanî têk diçin û Kemalîst tên serî. Berê Celadet’î ber bi Ewropayê, ber bi Almanyayê ve ye. Sirgûna ku ji hemû malbata Bedirxaniyan re “matrîs”î kiriye li Almanyayê di xwendina Celadet’î ya zankoya dadmendiyê de wî di nav lepên xwe de diguvêşe. Celadetê şervanê “peyv”ê û şervanê “çek”ê derbên gelekî giran ji şerê “jiyan”ê dixwe. Bê xwarin birçî û bê ardû qefilî, lepik di destan de bi zimanê almanî gotarên weke “Li Kuristanê Nêçîrek” û hwd ji kovarên almanî re dişîne û bi zorê debara xwe dike. Piştî bihurandina sê salên bi zehmet ku di şerê jiyanê de jî serfiraziyekê bi dest dixe digihîje Misrê û ji wir jî tê Sûriyeyê.
Li Sûriyeyê, hemû jêhatîbûn û azmûna xwe ya şeran (şerê çekdarî, şerê rewşenbîrî û axir şerê jiyanî) dike yek û di 1927’an de “Xoybûn”ê ava dike (dikin). Rêxistina Xoybûnê, şerekî li Agiriyê dide destpêkirin. Teorîsyenê vî şerî Celadet e, êdî ew ne ji bo xelkê ji bo xwe şer dike. Lê bi rastî jî gava ku mirov bala xwe dide vî şerî, mirov tiştine ku di şerên (serhildanên) kurdan ên berî wî de qet tune bûne dibîne. Weke mînak di vî şerî “stratejî”yek, “plansaziyek”, “sîstematîkbûnek”, “aqilmendî”yek, “netewetî”yek heye. Ev şer ji hestên gelî yê ji nivkê ve fûriyayî û rengê serhildanekê girtî bi wêdetir, li gorî plansazî û aqilmendiyekê hatiye pêşnûmakirin. Li Helebê “biryargeh”eke ku talîmatan bide, Fermandarekî weke Îhsan Nûrî yê ku ji bo vî şerî hatiye hilbijartin, yekîneyên leşkerên organîzebûyî, aleke kurdan a ku kurd li bin bicivin, hesabkirina lojîstîk û hwd hene. Her weha fînansekirina vî şerî jî hatiye pêşnûmakirin, bi alîkariya bolşewîkan ji “Tevgera Kêmarên Navneteweyî” ya ku navenda wê li Odessayê ye fonên baş hatine bidestxistin. Ji xeynî wê bi Partiya Taşnak a Ermenî tifaq jî hatiye çêkirin û soza alîkariya pratîk jî hatiye bi destxistin.
Herêma Agiriyê jî ne li gorî rasthatinekê, li gorî aqilmendiyekê hatiye hilbijartin, ji ber ku ev herêm hem dikare şerrvanan derxe, hem ji bo ku çiyayî ye li hemberî dijminî dikare tevgera şervanan hêsantir bike û hem jî ji ber ku di sînorê Îranê de ye dikare lojîstîkê pêk bîne û di tengasiyekê de bi derbaskirina sînorî xetereya heyî berteraf bike. Ji ber vê pêşnûma, aqilmendî û stratejiyê, şer baş dihere û serhildan dibe yek ji serhildanên kurd a herî temendirêj. Serhildan ji teref dewleta tirkî ve ancax di 1932’an de bi zorê tê vemirandin. Heger Tirkiyeyê Îran mecbûrî guherîna sînoran nekira û Îranê sînorê xwe yê çiyayê bakurrojhilatê Agiriyê bi berdêlstendina erdên Kutur û Bezirganê bi Tirkiyeyê neguherandina ne mimkûn bû ku tirkî bi ser biketa û serhildan bişkesta.
Şervaniya Celadet’î ji disîplîna wî ya nivîsê re dibe bingeh û bandorê lê dike ku şanoyeke herbê ya bi navê “Hevind”ê binivîse.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder