9 Ağustos 2010 Pazartesi

Weli Sebri: Serhildana 25ê u gringîya wî :



"Şevek tarî bu / ya hebu ya tune bu hîv


dest di xewda bûn cîya digîrîyan / hin ne hialti bû hîv."
Dr.Fuad
Ev demekî bere Rusen Arslan di nivîsek xwede Li ser serhildan a 25 a nivîsek wesand. Bê gûman dibe ku gringîya 25 a rol a Seyx Seîd were ziman u rastî jî derkeve holê.
Di dem a iroda gelek balkêse ku merov carek din bîne ziman.Cima ku dijî vî serhildanê. Di dû warende eris heye :




1.bi cavê tirka u rewsenbîren wana bi zanistîya kemal serhildan wek serîat xwaz tê nasandin.







Hima di vî warede em dikarin bejîn ku tu serhiladanek kurda ji bo xwazîya seriatê cê nebûye.Hemu serhildanên kurda ji bo mafê netewîyê ava buye.Di dirok a meda a ku zedetir bi destên oldara amada buye ew jî serhildan a 25 ye.

Di dadgeha Istiklalêde tê ziman ku: "Her cawxas we di armanca Serîatêde xwaziyek anîye ziman jî hun hemu di warê welatek serbixwe u azad de wek hev difikirin u armanca we jî ew bu.Nuha hunê cezayê wî bikisînin."

Di dadgehede tê ziman ku serhildan di armanca xwede dawa azadîye u serxwebunê dike.Daw u dozêde serîat nayê ziman.

A dûduya jî ewe ku di demên dawîyêde disa êris dice ser serhildan a 25 a.Tê ghotin kû Mistefa Kemal dijî emperyalîzmê bu. Seyx Seid kevnperest(gerîcî) bû.Evdillah wek pirsek tine holê u dîrokê sermazar dike.Dijî Serhildan a 25 a phistghirtîya tirka dike u evaya jî nayê qebulkirin u rêz jî nayê ghirtin.

Dibe ku em dagehede axaftinen ku cê buye bînin ziman .Tu kesekî gav shunde neaftîye.

Ê kû hatibun ghirtin hemu jî endamê komel a azadîyê bun.Azadî bi destê Xalit begê Cibrî û hevalbendên wî ava bibu.Siyaset a Azadî rêvebirê serhildanê bu.Lê ger sîyasetmedar Azadîye di sexsê Seyxte bînîn ziman xeletîyek cê dikin.Belê raste Seyx jî endamê Azadîyê bû.Lê ger em dibe kû hemû endam ,ghotinen wana u armanca wana biaxifin.A rast ewe ku em ê ku tede cih ghirtnîn guhdarî bikin ka wan cawa anîye ziman.

1.Dr. FUAT:"Ez tirsonek nînîm.Ji boyê netewîya xwe, her dem fikirim ku ez ji bo azadîya welat canê xwe bidim.Bê ghuman ew axa ku em li ser dijîn têm darxistin.Lê ala kurda li vî axê ewê bilindbe."

2.HACI AHDÎ:"Bijî kurd û kurdîstan"






3.XALID begê CIBRÎ:"Li hemberê we tenê nînîm.Di pahsminde Li saxê Iranê Li Basur u li Bakûr Netewîya kurd heye.Iro hun min bi dar dixînin.Mixabin Sibehda ê zarokên me heyfa me ji we bistînin."

4.SEYX ABDULKADÎR:"Hun ji bo xirakirine bi nav u dengin.Seref u san ji boyê we ewe.Viya bahs bizanin ku bi zulm u zorê san u seref naye ghirtin."

5.YUSUF ZIYA:"Tirs a min ew bû kû hun carek din me ji rê derxinin .Bi boblat u lîstikan.Lê hun bi bend û gulean hatên bervê me.Ji boyê viya jî ez ne posmam nînîm. Zarokême e carek din heyf a me bistînîn."

6.ADVOKAT TEVFIK:"Cesedê min nîsanê Cihanê bidin kû min ne ji bo berjewendîya kesayetî ,Lê min ji bo netewiya xwe ser kir.Bila her kesek viya wîsa bizanibe."

7.ELÎ RIZA BEG:"Ez shad u bextîyarim kû min ev cek ne dijî netewîya xwe ,lê dijî dijminê netwîya xwe bi kar anî.Nuha jî jîyan xwe jî bo netewîya xwe didim."

8.HELBESTVAN MELLE EVDIRREHMAN:"Hun rebenin..Ez we li bin ninge xwede cuk u bê qimet dibînim.Bizanin ku kurd ne dare..dimre lê nayê coka."

9.HELBESTVAN KEMAL FEVZÎ:"Kurdîstan a cennet a meye.Xwedîyê malê emîn ..Ke ci dibêje bila bêje ..em ê carek din bikevin mala xwe.Tu kesek nikare me ji armanca me durxine.Cima kû ê meye."

10.SEYX SEÎD:"Ez ne berîya vî karê hebum u ne jî di dawîyêde. Dawîya jîyana min hat.Ez posmam nînim .Min cane xwe ji bo netewiya xwe qurban kir.Bes ku zarokên me, me li diêjî dijmin ê me sermazar neke"

Gengesî a kû tê kirin ji bo min pir grîng nine kû kê cî ghotiye. Seyx teslîmê dewletê buye a nebuye evaya ne pir gringe. A me ji kal u bavê xwe bîhst ew jî bi îxbar a Kasim beg Seyx hatîye ghirtin li ser pira Evdirehman pasa.

Di wî demede ê ku cih ghirtibun wek Seyidxan,Elî Can,Ferzende di serê agirîda jî cîh ghirtibun.Ji bo wî yekê tu dikarî bînî ziman ku agirî bi deste xoybun ava bibû ,lê berdewamîya 25 a ye.

Dem xwes xwendavanên heja.Jiyan a we di rengê sor u zer u kesk u gewherde sad be.



--------------------------------------------------------------------------------


foto: www.akakurdistan.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder