9 Ağustos 2010 Pazartesi

Şêx Mehdî /felat dilgeş

STENBOL, 7/12 2005 — Vê havînê li Başûrê Kurdistanê, gava ko em û neviyê Şêx Mehdî yê birayê Şêx Seîd çend caran bi hev re rûniştin, cardin peyv hat ser serhildana 1925an. Hingê neviyê Şêx Mehdî, Behrûn, çend gotinên balkêş ên ko Şêx Mehdî jê re kirine, ji me re got. Bi awayê ko Behrûn got, Şêx Mehdî carekê weha gotiye: "Eger eşîreteke me ya xurt li pey Şêx Seîd hebûya, dijmin nikaribû Şêx Seîd bigirta û bi vî awayî ew û hevalên wî li Diyarbekir di dar de bikira."

Van gotinên ha gellek bala min kişand, ez li ser fikirîm, min piçekê dîroka tekoşîna gelê kurd di ber çavê xwe re derbas kir û min li ba xwe, heq da Şêx Mehdî. Bi ya min Şêx Mehdî ev gotinên ha wusa ji serê xwe nekiribûn. Tecrûba salan û tekoşîna gelê kurd, ev nêrîn pê re peyda kiribû. Çimkî Şêx Mehdî, yek ji wan kesan bû di serhildana 1925an de rolekî mezin leyistibû û heta dawiya jiyana xwe jî doza gelê xwe dûr neketibû.

Peyvên Şêx Mehdî, bibê nebê şervanî, tekoşerî û azadîxwaziya barzaniyan anî bîra min. Em tev dizanin ko di pêxistin û geşkirina doza gelê kurd de, wek eşîr cihê barzaniyan gellek mezin e. Serok Barzanî, beriya ko kurdên çaraliyên Kurdistanê li dora xwe bicivîne û wek serokek netewî derkeve pêşberî dinê, wî barzaniyên welatperwer rakiriye ser lingan, bi dilsozî û fedakariya wan serketinên mezin bi dest xistiye. Di roja herî teng û herî xerab de, di şikestina herî bê hêvî de, barzaniyên welatperwer tucar pişta xwe nedana Serok, pê re bêbextî nekirin û ew wek ronahiya çavê xwe parastin.

Bi ya min, du sedemên bingehî yên dilsoziya barzaniyan hene. Sedemê bingehîn, bêguman welatperwerî ye. Belê sedemê din jî, mensûbiya eşîra barzanî ye. Divê em tucar ji bîr nekin ko eşîret rastiyek civakî ye, merhaleyek sosyolojîk e. Helbet başî û xerabiyên "eşîrbûnê" hene, belê divê tucar em vê rastiya civakî wek kêmahiyekê nebînin; nekevin dafika dijminên kurdan ên ko her roj êrîşî eşîrbûna kurdan dikin û bi vî awayî dixwazin me biçûk nîşan bidin. Li ba wan, ji alî eşîrekê ve avakirina împaratoriya osmanî serbilindiyek e, belê dewletbûna eşîrên kurdan kêmahî û xeter e.

Di serketina barzaniyan û kurdên başûr de rolê eşîrbûnê, bi awayê pozîtîfî gellek e. Eger li pişta Barzanî eşîrek weha xurt û welatperwer tunebûya, belkî Barzanî hê di seredana xwe ya pêşî de ji alî dijmin ve bihata bêtesîrkirin û îro doza gelê kurd jî negihîşta vê merhelê. Şikestina mahabatê û li ser serê şervanên kurd civîna çar dewletan bînin bîra xwe. Helbet wê gavê piştgirya Barzanî, ji piştgiriya eşîrî derbas bûbû û xusûsiyetek netewî sitandibû, belê dîsa jî, piraniya şervanên ko li pey Barzanî bi çar dewletan re şer kirin û di encama berxwedaneke nedîtî de gihiştin sînorên Rûsyayê, ji eşîra barzanî bûn. Loma tevê dinyayê, van şervanên azadiyê yên ko di şerê pêşmergetî de li dinê hempayên wan tunebûn,wek barzaniyan nas kir.

Çaxê mirov, di vê şivakê de li dîrokê dinêre, bibê nebê mirov heq dide gotinên Şêx Mehdî û fêm dike ko ev gotin ne vala ne. Şêx Mehdî yek ji wan kesan e ko bi dîlîtî nakeve destê tirkan. Bi awayê ko Îhsan Nûrî Paşa jî dinivîse, piştî têkçûna serhildanê, Şêx Mehdî û kurê Şêx Seîd Elî Riza, bi hin şervanên ji eşîrên cibranî, hesananî û zerkanî re li sînorê Îranê dixin. Hingê li herêma Heyderan, Kor Huseyîn Paşa bi zilamên xwe ve heft rojan rêpaniya wan dike û riya wan digire, da ko derbasî Îranê nebin. Belê Şêx Mehdî û yên pê re, bi zilamên Kor Huseyîn Paşa re şer dikin û sînor derbas dibin. Gava dewleta Îranê dixwaze çekên wan ji wan bistîne, Şêx Mehdî û hevalên xwe bi wan re jî dikevin şer û diçin digihîjin Simko. Di vî şerê ha de Ferzende Beg û serokê eşîra zerkî Kerem Beg tên kuştin.

Kor Huseyîn Paşayê ko di serhildana 1925an de piştgiriya dewletê dike, piştî têkçûna serhildanê, di nîvê zivistanê de, tevî jin û zarokên xwe ve, di bin şertên gellek zor de tê surgûnkirin. Çimkî dewleta tirk, gava ko karê wê bi kurdan qediya, li ba wê pirr cihêtiya kurdên xayin û welatperwer tune. Li sûrgûnê aqilê Kor Huseyîn Paşa tê serê wî. Kor Huseyîn Paşa û Hecî Mûsa, bi armanca ko beşdarî serhildana Agirî bibin, di sala 1929an de ji Aydinê direvin û tên Sûriyê. Huseyîn Paşa ji Sûriyê derbasî başûr dibe û ji wir jî dikeve bakûr, belê beriya ko bigihîje Agirî, di rê de tê kuştin. Herdu kurên wî, di serhiladana Agirî de, wek du fermandarên kurd, di milê Îhsan Nûrî de mêrxasiyên gellek mezin dikin.

Gelo gotinên Şêx Mehdî ne hêjayî li serfikirînê ne? Ma çima ev tirk evqas êrîşî eşîrbûna kurdan dikin? We negot ji dostanî an ji dijmintî ye?

-----------------------------------
Nivîskar: FELAT DILGEŞ

çavkanî: www.nefel.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder