9 Ağustos 2010 Pazartesi

Pêşgotin – ji hejmara nû ya kovara Bîrê




DIYARBEKIR, 7/8 2009 — Xwendevanên hêja, kovara Bîrê careke dî bi naverok û dosyayeka nûh digehîje ber destê we. Em dixwazin ji vê hejmar û pêve bi navê "Ji destpêka sedsala bîstan (20.) ber bi sedsala bîstûyekan (21.) ve meseleya neteweyî ya Kurdistanê: Rabihûrî, îro û dahatû", rêzedosyayeke nûh pêşkêşê we xwendevanên hêja bikin.

Bi amadekirina vê dosyayê, em dixwazin dîroka tekoşîna sîyasî-neteweyî ya sedsala dawî ya Kurdistanê, bi lênêrîn û analîzên lêkolîner, serok û kadroyên sereke yên rêxistinên sîyasî bigehînin nivşên nûhatî. Ko em bigehîjin mexseda xwe, ev rêzedosye, ji alîkî ve jî dê bibe wesîleya muhasebeya 100 salên dawî û zelalkirina projeyên me yên derbarê dahatûyê de. Em hêvî dikin ko hemû kesên peywendîdar, bi cidîyet û mesûlîyetîya dîrokî ya neteweyekî bindest li ser van pirs û pirsgirêkan raweste.

Ji bo vê dosyayê, li ser hev 113 pirs hatine amadekirin, bêguman bûyer û guherînên serdemekî yan jî sedsalekî (100), tenê bi van pirsan û bersîvan îzahkirin nemimkun e. Belkû gelek pirsên girîng ên ko divîya bêne pirskirin jibîr bûne, yan jî hinek pirs bi serê xwe mijara lêkolîneka berfireh in. Bi tevî hemû kêmasîyên xwe ve, armanca me, muhasebe û analîza sîyasî ya ev 100 salên dawî ye.

Xwendevanên hêja, nemimkun e ko em di vê kurtenivîsa pêşgotinê de behsa mijara hemû pirsan bikin, lêbelê em dixwazin li ser hinek pirsgirêk û mijarên ko îro jî di rojevê de ne, çend gotinan bêjin.

Kurd yek ji gelên binecî û qedîm ên cografya Mezopotamya Jorîn û Rojhelata Navîn in. Piştî têkçûna Împeratorîya Medan, her çiqas kurd xwedî dewletek yekgirtî nebûne jî, her dem li ser erdê ko jîyana xwe domandîye di şiklê eşîr, konfederasona eşîran, hikûmdarî, mîrîtî û wd. de jîyana xwe ya rêxistinî û kolektîv berdewam kirîye û ev yek jî bûye sedemê berdewamîya hebûna wan ya cûda. Berîya ko tirk werin vê cografyayê, kurd li ser vê erdî cîwar(binecî) bûn û dijîyan.

Ew cografya(xaka) ko kurd di kevnare de li ser jîyane û îro jî li ser wê jiyana xwe berdewam dikin, pirranîya nifûsa ev deran kurd bûne. Li ser cografyayekî yekgirtî pirranîbûna nifûsa kurdan, hebûna ziman û kulturekî dîrokî yê dêrîn (kevnare), hem di dema osmanîyan û hem jî di pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyê, Iraqa arebî, Surîye û Îranê de bûye sedemê nîşandana îradeyeke sîyasî û neteweyî.

Peymana sala 1514, ko bi serokatîya Îdrisê Bedlîsî di navbera konfederasyonên eşîretên kurd û Yawuz Sultan Selîm de pêk hatibû, ji alîyê sîyasî ve bûye pîvaneka girîng û stratejîk a sîyasî ya navbera kurd û osmanîyan. Vê peymanê, di navbera kurd û osmanîyan de pevgirêdanîyeke sîyasî ya sist peyda kir û ji bo kurdan bû bingeha hebûna sîyasî ya dîrokî. Têkilîyên kurd û osmanîyan, hetanî destpêka sedsala 19an li ser vê peymanê dewam kirin. Dema ko Împeratorîya Osmanî, bi taybetî li herêma Balqanan dest bi wendakirina xaka di bin desthilatdarîya xwe de kir û peyderpey sînorên wê teng bûn, sîyaseta merkezîbûnê jî hîn bêtir xwe ferz dikir. Bi giştî sedemê herî girîng ê tevgerên kurdî yên sedsala 19an, parastina destkevtîyên peymana 1514 û dijberîya sîyaseta merkezîbûna Împeratorîyê bû. Lewra sîyaseta merkezbûnê, desthilatdarîya mîrîtîyên kurd ji holê radikir.

Bîrewerîya neteweyî û rêxistinbûna ji bo vê armancê di nav Împeratorîya Osmanî de, bi taybetî pêşîyê, di nav komeleyên etnîkî yên herêma Balqanan de destpê kir. Berîya ko Şerê Yekemîn ê Cîhanê dest pê bike, piranîya miletên Balqanî û Afrîkayî ji Împeratorîya Osmanî veqetiyabûn. Gelek komelên etnîkî yên din jî di pêvajoya Şerê Yekemîn de veqetiyan û dewletên xwe yên neteweyî damezrandin.

Li ser peydabûna bîrewerîya neteweyî û rêxistinbûna ji bo vê armancê, di nav tevgera kurd ê sedsala 20an de, fikrên cûda(ciyawaz) hene. Bêguman bihûriya her gel û miletekî heye, lêbelê ko em netewetîyê tenê wek pêkhatineke dîrokî-kulturî bibînin, em dikarin vê pêvajoyê ji serhildana Kawa, daxwaz û gazindên Ehmedê XANÎ bidine destpêkirin; ko em netewetîyê wek terzeke sîyasata piştî pêkhatina netewe-dewletan qebûl bikin, ev pêvajo bi pêkhatina bûyerên dawîya 1800î û destpêka 1900î dest pê dike.

Bêguman di destpêkê de fikra netewetî bi rêya perwerdeyî, rêxistinên civakî, xebata weşan û çapemenîyê belav dibe. Li gor vê yekê, di destpêka sedsala 20an de weşandina [Kurdistan-1898, rojnameya Teavûn û Teraqî ya Kurd, Rojî Kurd-1913, Jîn-1918, wd.] û rêxistinên [Cemîyeta Azm-î Kavî ya Kurdistanê, Cemîyeta Hêvî ya xwendekarên kurd, Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û wd.] wekî destpêka xebata neteweyî ya kurd binirxînin.

Ji bo bidestxistina mafê neteweyî di çarçoveya armancekî sîyasî de rêxistinbûna gel, tevgera neteweyî derxistîye meydanê. Dema ko em li gor vê yekê li tevgera kurd a sedsala 20an binêrin, naveroka sîyasî ya ev tevgeran hîn bi asanî tête têgehîştin. Piştî têkçûna tevgera Şêx Ubeydulahê Nehrî, bi wesîteya serkêşîya olî û terîqeta Nexşî, serokatîya tevgera Kurd derbasê malbata Barzanîyan dibe. Cara pêşî Şêx Evdilselam, bi taybetî eşîret û şexsîyetên cûda yên herêma Behdînan, ji bo armanceke sîyasî, di bin serokatîyekê de tîne ber hev. Di bihara sala 1907an de, bi beşdarbûna hejmarek girîng ê serokeşîrên kurdan, di bin serokatîya Şêx Evdilselam Barzanî de komcivînek tête lidarxistin. Di vê komcivînê de biryarên ko têne girtin bi belêkirina/erêkirina hinek şexsîyetên navdar ên kurdan jî, wek daxwazên miletê kurd ji bo rêvebirîya Babê Alî(Dewleta Osmanî) têne pêşkêşkirin: "1-Divê zimanê kurdî di herêma kurdan de wek zimanê fermî bête qebûlkirin. 2- Divê hînkarî û perwerdeyî bi zimanê kurdî bête kirin. 3- Divê qaymeqam, mudirê nehîyê û memurên din ji kesên ko zimanê kurdî baş dizanin bête bijartin…"

Ev têlgiraf ko gehîşte ber destê rêvebirên Dewleta Osmanî, daxwazên Şêx Evdilselam û hevalê wî wek cûdaxwazî û serhildaneke li dijî dewletê hate şirovekirin, ji bo vê yekê jî dest bi amadekarîya sefereke eskerî kirin. Di dawîya sala 1907an de, di bin serokatîya Ferîk Mehmet Paşa de êrîşekî dijwar birin ser herêmê. Digel ko Barzanîyan li hemberî hêzên osmanîyan berxwedanaekî baş kirin jî, dawîyê mecbur man ko hêzên xwe paşve bikşînin. Piştî ko Şêx Evdilselam ji herêmê dûrket, hêzên dewleta osmanî ketin herêmê û gund şewitandin, malê xelkê talan kirin, jin û zarok jî di nav de xelkê siwîl dîl girtin. Di vê bûyerê de Mistefa Barzanî jî wek zarokekî sê salî hatibû dîlgirtin û digel dayika xwe li Mûsilê hatibûn hepiskirin. Sala 1908ê Şêx Evdilselam vedigere herêmê, şerekî dijwar di navbera wî û hêzên eskerî yên Dewleta Osmanî de çêdibe, di encam de mesûlên dewletê mecur dimînin ko bi rêya hevdîtinan meseleyê çareser bikin. Ev rewşa aramîyê hetanî sala 1913 dewam dike. Dema ko Suleyman Nazîf dibe walîyê Mûsilê, zilum û zordarîya li ser xelkê ji ya berê zêdetir û dijwartir dibe û cardin şer dest pê dike. Di encama vî şerî de, Şêx Evdilselam carekî din terka herêmê dike û diçe cem Seyîd Tahayê Nehrî li Urmiyê. Ji vir jî bi tevî Smaîl Axayê Simko derbasê Tilbîsê dibin, ji bo hevdîtin û piştgirîxwestina ji Çarê Rus. Piştî hevdîtinan dema ko ji seferê vedigerin Smaîl Axayê Simko di herêma Salmast da jê vediqete, Şêx Evdilselam rêwîtîya xwe didomîne û tê digîje gundê Gengeçîn. Dema ko ji gund derbas dibin, xwedîyê gund bi îsrar dixwaze wan mêvan bike û Şêx jî daxwaza wî qebûl dike û dibe mêvanê wan. Mixabin di vê mêvanîyê de Şêx Evdilselam bi bêbextî ji alîyê xwedîyê malê ve tête girtin û radestê hikumeta Osmanî dikin. Şêx Evdilselam, di dawîya sala 1914 de li bajarê Mûsilê tête darvekirin. Tevgera kurdên başûrê Kurdistanê di destpêka Şerê Yekemîn de, rêberekî wekî Ş. Evdilselam wenda kirin.

Kurd bê rêxistin, bê sîyaset û serokatîyeke hevgirtî, bi hêvîya mudaxeleya dewletên emperyal ên gewre, çar salên pêvajoya Şerê Yekem ê Cîhanê bihûrandin. Ta ko sala 1918, di bin serokatîya Seyîd Evdilqadir de Komeleya Tealî ya Kurdistanê hata damezirandin û li başûrê Kurdistanê jî sala 1919 bi serokatîya Şêx Mehmûdê Berzencî şerê dijî îngilizan dest pê kir.

Şerê Yekem ê Cîhanê[Şerê Umûmî], şerê navbera hêzên emperyal bû û armanca wî jî parvekirina cîhanê bû. Heman demî ev pêvajo, dema belavbûna împeratorîya ye jî. Di pêvajoya Şerê Yekem de, ji bo parvekirina cîhanê û diristkirina sazûmana piştî Şerî, hem peymanên veşartî û hem jî paymanên aşkere yên navneteweyî hatin çêkirin. Li gor vê yekê, di çarçoveya Peymana Sykes-Picotê de başûrê Kurdistanê jî di nav de Iraq, wek herêma nifûsa îngilizan hatibû qebûlkirin. Hêzên eskerî yên îngiliz, 7ê Nîsana 1918an di bin serokatîya General Marshall de bajarên Kerkûk û Silêmaniyeyê dagir kirin û bi vê dagirtinê, Kurdistana Başûr hemû kete bin bandora îngilizan. Ji bo kurdan rewşekî nû pêk hatibû. Ji bo nirixandina vê rewşa nû, serokeşîr û roşinbîr û alimên û wê herêmê bi serokatîya Şêx Mehmûd civînek girêdan. Di encama vê civînê de biryareke hevpar hate girtin û ji bo mesûlê eskerî yê Kerkûkê jî hate verêkirin, ko tê de hatibû daxwazkirin: "Divê Hikumeta Kurdistanê bête damezirandin û Şêx Mehmûd jî bibe serokê vê hikumetê." Li gor vê biryara hevpar, di 22yê Gulana 1919 de, Şêx Mehmûd li bajarê Silêmanyeyê damezirandina hikûmeta Kurdistanê û kralîyetîya xwe îlan kir. Lêbelê ji ber nakokîyên navbera Şêx Mehmûd û îngilizan, ji demekî kurt şûnde di navbera herdu alîyan de şerekî dijwar dest pê kir. Ew tevgera neteweyî ya ko bi serokatîya Şêx Evdilselam Barzanî dest pê kiribû, bi serhildana Şêx Mehmûd digehîje qonaxeke nûh. Lêbelê malabata Barzanîyan di dema serokatîya Şêx Ehmed de jî dev ji dozê bernadin, ji herêma Behdînan nêzîkê dused pêşmerge bi serokatîya Mistefa Barzanî ji bo piştgirîya tevgera Şêx Mehmûd berê xwe didin bajarê Silêmanîyê. Heta ko ew digehîjin herêmê, şer xelas dibe û Şêx Mehmûd jî ji alîyê îngilizan ve bi birîndarî tête destgîrkirin. Bi vê awayê jîyana hikumeta yekemîn a Kurdistanê pir dirêj najo. Piştî destgîrkirinê, Şêx Mehmûd ji bo Hindîstanê tête dûrxistin.

Li Iraqê di Tebaxa 1921an de, rêvebirîya mandaterî hate damezirandin. Faysal bû qralê Bexdayê. Lêbelê pevçûnên navbera kurd û ereban nesekinîn, her ko diçû zêdetir û dijwartir dibûn. Ji ber vê yekê îngilizan, di Çirîya Pêşîn a sala 1922yan de Şêx Mehmûd Berzencî ji Hindîsatanê vegerandin û di çarçoveya otonomîyeke teng de wî kirin serokê Kurdistanê. Lêbelê di sala 1923ê de dema ko îngilizan xwestin otonomîya Kurdistanê bi navenda Iraqê ve girê bidin, Şêx Mehmûdî vê yekê qebûl nekir û di sala 1924an de cardin şerê kurd û îngilizan destpê kir. Di dawîyê de Kurdistana Başûr, bi biryara cemîyeta Miletên Yekgirtî ji bo mandaterîya îngiliz tête hiştin û paşê îngiliz jî Başûrê Kurdistanê bi rêvebirîya Iraqa ereb ve girê didin. Li hemberê desthilatdarîya ereb û îngilizan, tevgera Şêx Mehmûd hetanî salên 1930 dewam kir. Divê em jibîr nekin ko zeafîyet û kêmanîyên tevgera Şêx Mehmûd jî hebûn. Zeafiyetên herî girîng ên tevgera Şêx Mehmûdê Berzencî, xelet têgehîştina sazûmana nû ya dinyayê û têkilîyên wî yên bi Kemalîstan re bû. Kemalîstan ji bo ko karibin bi îngilizan re bazarîyê bikin, bi alîkarîya kadro û merivên xwe yên di nav tevgera Şêx Mehmûd de wan tacîz dikir.

Mijarekî herî girîng a di derbarê vê pêvajoyê de, derewên nûnerên îdeolojîya fermî ya dewleta Tirkîyê ye, hem îro û hem jî di pêvajoya piştî Şerê Yekemîn de, gotina “îngilizan xwestin/dixwazin dewleta Kurdistanê ava bikin”, di devê xwe de kirine wekî benîşt. Gelo bi rastî jî di çarçoveya polîtîka Rojhelata Navîn a îngilizan de, damezirandina dewleteke Kurdistanê hebû? Bingeha vê propaganda wan, xwe dispêre gera W. C. Noel a meha Nîsana 1919, ko ji Mûsilê dest pê dike û Hezîranê digîje Diyarbekirê. Belê, W.C. Noel li hinek herêmên Kurdistana Bakûr digere û raportekî ji bo hikumeta Brîtanyayê amde dike, lêbelê di vê raportê de pêşnîyara damezrandina dewleteke Kurdistanê nîn e. Bêşik ev sefera Noel, ji bo zelalkirina polîtîkaya derbarê kurdên Kurdistana Bakûr bû. Di vê gera xwe de bi hinek serokeşîr û şexsîyetên navdar ên kurdan re hevdîtina dike û di encamê de pêşnîyara statuyeke otonom pêşkêşî hikumeta Brîtanyayê dike. W.C. Noelî, tu car xebata damezrandina Kurdistaneke serbixwe pêşnîyar û teşwîq nakirîye. Eger di sîyaseta Brîtanyayê de armanca damezrandina Kurdistaneke serbixwe hebûya, başûrê Kurdistanê di bin desthilatdarîya wan de bû, ji ber çi li wê derê dewleteke Kurdistanê nedan damezrandin. Em dikarin vê jî pirs bikin, ko di hesaba sîyaseta îngiliz de damezrandina dewleta Kurdistanê hebûya, ji ber çi îngiliz û fransizan nehiştin delege û nûnerên Şêx Mehmûd ji nav sînorên Surîyeyê derbas bin û beşdarê Konferansa Parîsê bibin. Ne tenê Noel, herweha di raporta Sîr Percy Coxê nûnerê sîyasî yê Brîtanya li Iraqê de jî, pêşnîyara damezrandina dewleteke Kurdistanê nîn e. Hesabê Brîtanya di Rojhelata Navîn de li ser cografya ereba ye. Her wekî ko V. F. Mînorskî jî dibêje, “di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, hedefê dîyarkirî yê dewletên hevpeyman, damezrandina dewletên erebî bû.” Hem ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Şoreşa Bolşewîk û hem jî ji bo petrola Mûsil û Kerkûkê, nedixwestin berjewendîyên xwe yên di vê herêmê de bixin xeterîyê û dev jê berdin. Lewra damezradina Kurdistaneke serbixwe, mimkun bû ko hem têkilîyê wan û ereban û hem jî li hemberê Rusyaya Bolşewîk têkilîyên wan û Kemalîstan têxe rewşekî xeter.

Eger îngilizan bixwesta tevgera Kemalîst bixin tengasîyê, bi asanî karibûn li başûrê Kurdistanê bi piştgirîdana Şêx Mehmûd dewleteke Kurdistanê bidin avakirin. Ko tiştekî wisa pêk bihata, wê demê çêbûna Kongreya Erzurom û Sêwazê jî diketa xeterîyê. Mistefa Kemal têgehîştibû ko ji ber gelek sedemên jeopolîtîk, îngiliz naxwazin dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bête damezrandin. Ji ber vê yekê, jixwe Kurdistana serbixwe ne di bîra wî de bû, wî dixwest pêşî li îhtimala pêkhatina otonomîya Kurdistana Başûr bigre. Ji bo vê, dixwest bi destê subayên xwe yên li başûrê Kurdistanê û merivên xwe yên di nav tevgera Şêx Mehmûd de, tevgera kurd provaqe bike û pêşî li pêkhatina têkilîyên wan ên navneteweyî bigre.

Wekî ko ji alîyê îdeolojîya fermî ya dewletê ve tête îddîakirin, di 19yê Gulana 1919 de ji Stenbolê ber bi Samsunê ve çûyina Mistefa Kemal, ne serhildana dijî dagirkeran bû û ne jî berxwedana dijî hêzên dewletên emperyal bû. Armanc, di çarçoveya encamên Şerê Yekem de, li gor rewşa nûh, ji nûh ve sazkirina û rêxistinkirina dewletê ye. Ji bo vê yekê pêdivî bû, pêşîyê li hemberî yonanîyan şer bête rêxistinkirin û digel wê jî hinek grubên çeteyî û rêxistinên mîllî yên ko di pêvajoya Şerê Yekem de û piştî Şerî peyda bûbûn, bihatana kontrolkirin û belavkirin. Padîşah Wahdettîn bi xwe vê wezîfeyê bi unwanê mifetîşîya orduwa 3. dide wî û dibêje “digel vî wezîfeyê, min 30 hezar pareyê xwe yê şexsî jî pêre dan wî.” Ew selahiyetên ko Wahdettîn dide Kemal, di tarîxa osmanîyan de, ji bo kêm kesan hatine dayin. Ji xwe dema ko M. Kemal li Samsunê ye, ji bo hinek serokeşîr û şexsîyetên kurd têlgiraf û nameyan dişîne û dibêje,

“Ez ji alîyê Sultan ve hatime wezîfedarkirin, di nav demekî kurt de ez ê werim zîyaretîya Kurdistanê. Îngiltere dixwaze Kurdistana serbixwe qurbanê berjewendîyên ermenan bike, lê hun dizanin ko kurd û tirk birayê hev in, ji bo hebûna me, îhtiyacî bi kurd û tirk û hemû misilmanan heye. Ez bi xwe, bi şertê ko Dewleta Osmanî parçe nebe, dixwazim hemû îmtîyaz û hiquqê ko bibe wesîleyê geşbûn û pêşketina kurdan, bête qebûlkirin.”(Ayşe Hürr, rojnameya Taraf)

M. Kemal dema ko ev name û têlgirafan ji şexsîyetên navdar û serokeşîrên kurdan re dişîne, heman demî hazirîya Kongireya Erzuromê(23yê Temmuza 1919) jî dike. Di pêvajoya Kongireya Erzuromê de di nav kurdan de nezelalî û nedîyarîkî heye. Ji ber vê yekê, ji alîkî ve kurd elaqayeke mûhîm nîşanê Kongreyê nadin û ji alîyê din ve jî li benda beyannameya kongireyê dimînin. Lewra beşekî kurdan hêvîya xwe bi pêkanîna Prensîbên Wîlsonî ve girêdabûn. Dema ko Prensîbên Wîlsonî têne rojeva Kongreya Erzromê, li ser vê mijarê gengeşî nayê kirin, tenê di beyannameya encama Kongireyê de ji bo hêvîdarkirina kurdan tête gotin, ko “ev mesele dê di civîna Meclîsa Mîllî de bête munaqeşekirin.” Xalid Begê Cibrî vexwendîyê Kongireyê bû, ji ber ko di nav xebata rêxistinî de bû beşdar nabe, serokê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê Seyîd Evdilqadir jî, ji bo çavdêrîkirina Kongireyê heyetekî şandibû Erzuromê. Piştî ko heyeta çavdêr vedigere û agadarî dide rêvebirîya CTK, Seyîd Evdilqadir dibêje “divê her kes li çareya serê xwe bigere.” Sedemê beşdarnebûna Xalid Begî ji bo Kongireya Erzromê, ew û hevalên xwe di nav xebateke rêxistinî de bûn, ji Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê(CTK) cûda, Komîteya Kurd a Erzuromê damezrandibûn. Komîteya Kurd a Erzuromê serxwebûnê diparast, Komîteya Kurd a Stenbolê(Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê) jî otonomîyê diparast.

Piştî ko di Kongireya Erzuromê de rewş dîyar bû, êdî kurd beşdarê Kongireya Sêwazê(4ê Eyûla 1919) nebûn. Rojeva esasî ya gengeşîyên Kongireya Sêwazê li ser mandaterîyê bin jî, biryarin civîna Amasya û Kongireya Erzuromê li vira jî têne qebûlkirin û bingeha rêvebirîya Anqerayê jî di vê civînê de bi navê “Heyetê Temsîlîye” tête diristkirin. Padîşah Wahdetîn ji bo pêkhatina vê sazîyê dibêje: “Heyetê Temsîlîye ronahîya taca seltenata min e.” Di kongireya Sêwazê de helwesta derbarê meseleya kurd hîn zelal tête dîyarkirin. Di beyannameya Kongireyê de dibêje “sînorê Dewleta Osmanî, erdê ko kurd û tirk bi hev re li ser dijîn digre nav xwe û ne mimkun e ko kurd ji civaka osmanî veqetin.” Piştî ko di van kongireyan de derbarê meseleya Kurdistanê de, helwesta M. Kemal û hevalên wî dîyar bû, êdî ji xeynî rêxistinkirina xebata ji bo Kurdistanê, li ber kurdan rê nemabû.

Komîteya Kurd a Erzuromê, hem li Kurdistanê xebata xwe dikir û hem jî dixebitiya ko bi Komîteya Stenbolê re yekîtîyekê pêk bînin. Li gor konsolosê Rusî Pavlovskî, “Komîteya Kurd a Stenbolê û Komîteya Kurd a Erzuromê di Nîsana 1922yê de yekîtîya xwe pêkanîne.” Piştî yekbûna herdu gruban, navê rêxistina nûh dibe “Komîteya Navendîya Kurdistanê”. Ji yekîtîya ev herdu gruban şûnde, xebata yekîtîyê hîn bi firehî hate berdewamkirin, di encamê de hinek grubên din jî tevî vê yekîtîyê bûn û navê rêxistnê kirin Komîteya Îstiqlala Kurdistanê yan jî Komîteya Azadîya Kurdistanê (AZADÎ).

Bi çêkirina Kongreyên Erzurom û Sêwazê, ji alîkî ve M. Kemal bandora xwe ya nav tevgerê jî xurttir kiribû û wek serokê tevgera “Mûcadeleya Mîllî” tevdigerîya û êdî giranîya xwe dida ser xebatên li Anqerayê. Piştî Kongireya Sêwazê M. Kemal, bi Elîşan Begê kurê Mistefa Paşayê Qoçgirî re jî hevdîtin dike, jê daxwaz dike ko wek mebûsê herêma Sêwazê tevî xebatên Meclîsa Anqerayê bibe. Ji ber ko di vê hevdîtinê de li ser mesela kurdan lihev nakin, Elîşan Beg hem ev daxwaza Kemal red dike û hem jî kurdên ko mebusî qebûl kirine bi tundrewî wan rexne dike. Demekî şûnde jî bi navê eşîretên wê herêmê, li ser mesela kurd, di roja 25 Çirîya Paşîn a 1920an de muxtirayekê didin hikumeta Anqerê. Lêbelê hikumeta Anqerayê bersîva wan nade. Piştê wî, bi navê Eşîretên Dêrsimê, di 25 Kanûna 1920an de muxtirayekî din ji bo hikumeta Anqerayê tête rêkirin ko têde weha hatibû nivîsandin: “Ji bo serokatîya Meclîsa Mîllî ya Anqerê; Li gorî Peymana Sevrê divê li wîlayetên Dîyarbekir, Elezîz, Wan û Bedlîsê Kurdistaneke serbixwe bête avakirin, ko ev yek pêk neye, em ji nûha ve beyan dikin ko mecburî em dê vê heqê xwe bi hikuma çekê bigrin.” Piştî vî xebatê, Heyder Begê birayê Elîşan Beg, ji bo hevdîtina bi Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê re diçe Stenbolê. Her çiqas ko em bi temamî nizanibin rola CTK di tevgera Qoçgirîyê de çi ye jî, lê em baş dizanin ko hinek serokên tevgera Qoçgirî endamên CTKê bûn. Dema ko kurd bi ev serdan û hewldanên xwe encamekî nagrin, li qezeya Qangalê civînek tête girêdan û di vê civînê de biryara “em dê Kurdistanê hetanî dawî biparêzin” tête girtin. Di çarçoveya vê biryarê de bi serokatîya Elîşan, Elîşêr û Nûrî Dêrsimî xebat û propaganda neteweparêzên kurd berdewam dike. Çekdarên tevgera kurd peyderpey berê xwe didin qeraqol û baregayên dewletê. Di destpêkê de avêtin ser Zarayê û paşê jî qezeya Refahiyeyê bidest xistin û li ber qonaxa hikumetê ala Kurdistanê daçikandin. Hikumeta Anqerayê bêyî ko fersenda berfirehbûnê bide tevgera kurd, bi piştgirîya Bolşewîkan jî di Adara 1921ê de di bin serokatîya Seqallî Nûreddîn Paşa de 14yê Adara 1921an Orduya Merkezî êrîşekî dijwar dibe ser Qoçgirîyê. Nûreddîn Paşa ew gotina xwe ya meşhûr wê demê dibêje “ew ên ko digotin “Zo”(ermen) hatin pakişkirin. Ez jî dê qira ên ko dibêjin “Lo”(kurd) bînim.” Tevgera Qoçgirî nekarî xwe li ber hêza ev herdu dewletan bigre, serokên tevgerê mecbur man ko bi tevî xelkê siwîl û çekdaran derbasê herêma Dêrsimê bibin.

Mistefa Kemal hîn di serî de li hemberê dewletên rojava, potansîyela tehdîta Şoreşa Bolşewîk dibîne û vê konjoktorê jî bikartîne. Û berîya hemûyan jî destek û alîkarîya Rusya Bolşewîk digre. Di 16yê Adara 1921an de, di navbera rêvebirên Yekîtîya Sovyet û Brîtanyayê de peymanek tête îmzekirin. Pişt re jî, roja 20ê Çirîya Pêşîn a 1921an, di navbera Fransa û Kemalîstan de jî Peymana Anqerayê hate îmzekirin. Di Sibata 1921an de ji alîyê dewletên hevpeyman ve vexwendina hikumeta Anqerayê ji bo Konferansa Londrayê, bû gava pêşîn a naskirina hikumeta Anqera û destpêka têkilîyên dîplomatîk ên bi dewletên rojava re. Pêkhatina rûdan û çêbûna van peymanan pêşîya tevgera Kemalîst û paşayên osmanîyan vekir. Piştî îmzekirina ev peymanan, êdî qedera kurdan jî dîyar bibû.

Têkilîyên Rusya Bolşewîk û Kemalîstan/Îtîhadcîyan, ne tenê li ser kontrolkirina sînorên başûr ên dewleta Sovyetê û dijîtîya dewletên hevpeyman bû, Bolşewîkan dixwestin bi destê paşayên osmanîyan miletên Qafkazyayê jî terbîye bikin û wan tevî sîstema Sovyetîk bikin. Ji bo vê yekê jî, divîya pêşî li avakirina dewleteke serbixwe ya Gurcistan, Azerbaycan û Ermenîstanê bihata girtin. Di çarçoveya vê sîyasetê de Azerbaycan, Gurcistan û Ermenîstan bi destê Kemalîstan/Îtîhadcîyan hatin terbîyekirin û di van welatan de desthilatdarî kete destê hevalbendên Bolşewîkan. Rêvebirîya Rusya Bolşewîk bi îmzekirina ev peymanan, armanc û prensîbên Enternasyonala Kominîst, bi pêdivî û esasên polîtîka derveyî ya dewleta Yekîtîya Sovyetê ve girêdan. Ji ber vê yekê, Bolşewîkan bêşert û bêsînor piştgirîya Kemalîstan kirin.

Xaleka din jî, meseleya “otonomî”ya ko ji alîyê Mistefa Kemal ve ji bo kurdan hatîye wehdkirin e. Çavkanîya hemû gengeşîyên li ser vê mijarê têlgiraf û sohbeteke digel rojnamevana ye. Talîmatnameya ko li BMMyê hatiye xwendin û di dîroka 22yê Temmuza 1922 de ji bo Kumandarîya Cepheya Elcezîreyê (Iraqê) hatiye şandin dibêje:

“1- Qonax bi qonax li her derê welat, li ser esasê rasterast beşdarbûna hemû qatên xelkê pêkanîna rêvebirîyên herêmî, pêdivîyê sîyaseta me ya navxweyî ye. Herêmên ko kurd lê dijîn jî, qonax bi qonax pêkanîna rêvebirîyên herêmî, pêdivîyê sîyaseta me ya navxweyî û derveyî ye. 2- Mafê çarenûsîya milletan, wek prensîbekî li hemû dinyayê hatîye qebûlkirin. Me jî vê prensîbê qebûl kirîye. Li gor texmîna me divê kurdan heta nûka teşkîlatên xwe yên herêmî çêkiribûna, serokên wan hatibûna hilbijartin û selahîyetên wan ji alîyê me ve hatibûna dîyarkirin. Wê demê jixwe dê bi destê xwe qedera xwe tayîn bikin, dîyar bikin ko dixwazin di bin îradeya Meclîsa Mîllî ya Tirkiyê de bijîn. Li gor vê armaca sîyasî, rêvebirina hemû xebata li Kurdistanê wezîfeya Kumandarîya Elcezîreyê ye.” ( Zabitên Veşartî yên TBMM)

Çavkanîyeka dî ya meseleya “otonomî”yê, xwe disipêre sohbeta M. Kemal û rojnamevanên Stenbolê ko di 16-17yê Kanûna Paşîn 1923ê de li bajarê Îzmîtê pêk hatibû. Di vê hevdîtinê de, pirsa li ser meseleya kurd a sernivîsarê rojnameya Vakît Ahmet Emîn Yalaman, M. Kemal bi kurtayî dibêje: “divê em meseleyeke kurdîtî ya cûda nefikirin, li gorî Kanuna Teşkîlatê Esasîye jixwe dê cûrekî herêmên otonom çêbin. Wê demê xelkê kîjan wîlayetan kurd bin, dê xwe bi awayekî otonom îdare bikin.” Wehdên “otonomî”ya M. Kemal, tenê ne ji bo kurdên Bakûr e, herweha ji bo Şêx Mehmûdê Berzencî jî wehd û nameyên ji bo “otonomî”yê hatine dayîn. Di belgeyên arşîva Rusya Federal de, naveroka peymana Şêx Mehmûdê Berzencî û M. Kemal wisa hatîye aşkerekirin:

“1-Dewleta Tirk soza serxwebûnê dide, bi şertê ko ligel welatên din peywendîya wan çê nebe. 2-Dewleta Tirk, Şêx Mehmûdê Berzencî wekî hikumdarê Kurdistana Başûr nas dike û ji bo bajarê Silêmaniyê mafê damezirandina Meclîsê dide. 3-Sînorên Kurdistana Başûr: ji alîyê bakur ve hetanî qeza Şemzînan, ji alî başûr ve çiyayên Hemrîn, ji aliyê rojhelat ve Îran û ji aliyê rojava ve jî digîje Dîjleyê. 4-Dewleta Kurdistana Başûr xwediyê mafê damezirandina artêşa (orduya) xwe ye. 5-Tirkiye bikeve şerî, Kurdistana Başûr mecbure ko piştgirî bide wê. 6-Mafê Tirkîyeyê heye ko leşkerên xwe ji Kurdistana Başûr derbasê cîyekê dî bike, bi şertê erêkirina Hikumeta Kurdistanê. 7-Dewleta Tirkîyeyê dikare piştgirîya maddî û manewî bide Kurdistana Başûr. 8-Hikumeta Kurdistana Başûr, ji bo parastina xwe dikare biryara bicîkirina leşkeran di sînorên xwe de bide."(S. Veroj, Kovara BÎR, hejmar:9, r. 18)

Wisa dîyar e ko M. Kemal teqtîkên balkêş bikaranîne. Dema ko di Kongireya Erzuromê de ji bo kurdan tetbîqkirina Prensîbên Wîlsonî ji wî têne pirsîn dibêje “ev mesele dê di civîna Meclîsa Mîllî de bête munaqeşekirin.” Tetbîqkirina “otonomî”ya herêmî jî, hewaleyê Kanuna Teşkîlatê Esasîye dike. Peymana navbera wî û Şêx Mehmûdî jî, hetanî destpêka êrîşkirina hêzên îngîlîz ji bo bajarê Silêmanîyê(15/05/1923) berdewam kir. Di hevdîtinê Lozanê de Îsmet Înonî jî gotibû “Kurd û tirk du unsurên wekî goşt û neynûk in, ji hev nayin veqetandin.” Dema ko em çêbûna bûyerên wê demê û biryarin hatine girtin raberî hev bikin, wisa dîyar e ko Kemalîstan ji bo du sedeman meseleya “otonomî”yê anîye rojevê: yekem, li hemberî îngilizan teşwîqkirina serhildana Şêx Mehmûdî ye; ya duyem jî, di derbarê Peymana Lozanê de nermkirin û bêdengkirina muxalefeta navxweyî û derveyî ye. Lewra, di civîna veşartî ya Meclîsê Mebusan de 63 mebusên kurd li dijî îmzekirina Peymana Lozanê bûn, ji ber ko di nav sînorên nûh de wîlayeta Mûsilê tunebû. Piştî îmzekirina Peymana Lozanê(24ê Temmûza 1923), carekî dî gotina “otonomî” nehate bilêvkirin. Nexwe M. Kemalî “otonomî” da, kurdan bi xwe qebûl nekirin?

Her çiqas ji alîyê Kemalîstan ve şerletanîya meseleya Mûsilê bête kirin jî, li ser vê meseleyê di rûniştina veşartî ya meclîsê de M. Kemal dibêje: “ev herêm di dema osmanîyan de jî bi problem bû.” M. Kemal li hember muxalefeta navxweyî û parlementerên kurd, rasterast nebêje me dev ji Mûsilê berdaye jî, wateya gotara wî jêvebûn e. Digel vê yekê, sedemê derengxistina lihevkirina bi îngilizan re: îqnakirin û bihûrandina astenga muxalefeta navxweyî; û dîyarbûna rewş û statuya kurdên Başûr di nav Qanuna Esasî ya nû ya Iraqê de bû. Hikumeta Anqerayê, polîtîkayên derbarê meseleya Mûsil û Destûra nûh ya Iraqê, di paralelê hev de dibirin. M. Kemal zanîbû ko di sîyaseta îngîlîz de damezrandina dewleteka kurd nîn e, lêbelê wî dixwest kurdên başûr negihîjin statuyekî sîyasî, welew ko ew statu otonomî be jî. Piştî ko di sala 1925an de Destûra Iraqê hate qebûlkirin û têde ji bo kurdan tu heq û statuyekî nehate dîyarkirin, lihevhatina li ser Mûsilê(Hezîran 1926) di nav demekî kurt de pêk hat. Di vê navberê de, ji bo ko gavekî zûtir meseleya Mûsilê bête belêkirin û muhalefeta navxweyî jî bête bêdengkirin, tevgera kurd a sala 1925an jî, wek tevdan û hewldaneke îngiliz hate nîşandan.

Tevgera sala 1925an ko bi navê tevgera Şêx Seîd tête nasîn, ji alîyê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê(Azadî) ve hatibû rêxistinkirin. Hikumeta Anqera, ancax bi piştgirîya Rusya Bolşewîk, Fransa û Îngiltere tevgera kurd a 1925an jî pûç kir. Tiştê balkêş ew e, ko rêvebirên Komîteya Îstiqlala Kurdistanê(Azadî) û serokê tevgera başûrê Kurdistanê Şêx Mehmûd Berzencî, ji bo ko rêvebirên Yekîtîya Sovyetê piştgirî bide tevgera kurd, bîzatîhî ji Lenîn re nameyan bi rê dikin û di nameyên xwe de dibêjin "Em amade ne ko qedera gelê kurd bi qedera gelê Sovyetê ve girê bidin." Lê mixabin rêvebirên Sovyetê, tenê qîma xwe bi piştgirî nedana tevgera kurd nayînin, berevajî daxwaza vî gelê bindest, piştgirî didin dewletên dagirker. Û tevgera neteweyî ya kurd, "Bi hevkarîya dewletên emperyal tête tawanbarkirin û wek tevgereke dijî-şoreşî ya Sovyet û Tirkiyeyê tête îlankirin."

Bi giştî di derheqê têkoşîna rizgarî ya miletên bindest û bi taybetî jî derheqê meseleya neteweyî ya kurd de helwesta sîyasî-pratîk a Rusya Bolşewîk, di çarçoveya berjewendîyên Dewleta Yekîtîya Sovyetê de bûye. Piştî ko hikumeta Anqerê bi piştgirîya Îngiltere, Fransa û Rusya Bolşewîk tevgera kurd a 1925an jî pûç kir, nijadperestî û şovenîzma rejîma Kemalîst xwe hîn aşkere dîyar kir. Di sala 1926an de, êdî dema ko M. Kemal behsa unsûrên damezrêner ên Komarê dike dibêje, “unsûrê esasî yê Komara me, gelê(etnîsîteya) tirk e.” (Tekin Alp, Türkleştirme, say. 8, Resimli Ay matbaası, İstanbul-1928) Ji daxwuyanîyên wek vê dîyar dibe, ko damezirandina Dewleta Komarê, li ser bingeha turkkirina milletên di nav herêma “Mîsaqê Mîllî” de pêk hatîye.

Ji bûyer û têkilîyên ko heta nûha hatin dîyarkirin, der tê holê ko rejîma Kemalîst bi piştgirîya emperyalîst û Bolşewîkan biser ketîye, ne ko dijberîya wan kirîye. Her wekî ko ji alîyê berdevkên îdeolojîya fermî ya dewletê ve tête îddîakirin, ko tevgera Kemalîst yan jî “Mûcadeleyê Mîllî”, ne encama serkevtina şerê “dijî-emperyalî” bû. Berevajî wê, bi erêkirina hêzên emperyal ên serdest, bi destê paşayên osmanîyan li ser baqîyeya Împeratorîya Osmanî, di şiklê “dewlet-netewe” de damezirandina komareke “otokratîk û dîktatorel” e. Lewra rejîma Kemalîst, ne li ser bengehê îdeolojîyeke xwerû û berxwedanê, li ser “radestîyeke pragmatîst û otokratîk” hatiye avakirin. “Mûcadeleyê Mîllî”, li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamya Jorîn, têkoşîna serdestkirina nasnameya etnîkî ya tirk e. Di vê çarçoveyê de heman demê “şerekî navxweyî” ye. Tevgera Kemalîst, berdewamê tevgera Jon-Tirk û Îttîhad-Teraqî ye. Çavkanîya ko tevgera Kemalîst jê peyda bûye, ne tenê dîktatoryel û cuntaparêz e, herweha nijadperestên tûranî ne jî.

Ev qerekterê wî, di kirin û pratîkên wî de xuya dibe. Hem di pêvajoya Şerê Yekem de, hem di Qoçgirî û tevgera 1925an de û hem jî di dema Tevgera Agirî û Dêrsimê de rêbaz û polîtîkayên dijwar ên nijadperestî, înkarkirin û tunekirinê hatin tetbîqkirin. Bi wesîleya Tevgera Agirîyê, li hemberî xwestinên demokratîk û neteweyî yên kurdan, helwesta Dewleta Komarê di rojnameya Komarê (Cumhurîyetê) ya roja 16yê Temmûza 1930yî de wiha tête aşkerekirin:

“Teyareyên me di serê girên Agirîyê de bi awayekî tundrew evan 1500 eşqiyayên ko di kûn û şikeftan de man e, bombebaran dikin. Çîyayê Agirî her gav di nav agir û înfilaqê de dinale. Şûna eşqiya û asêyan ji alîyê heyloyê hesinî yên tirkan ve tête pakkirin. Ew gundên ko xwe sipartine eşqiyayan bi temamî têne şewitandin. Ew ên ko di Tevgera Zîlanê de hatine tunekirin hejmara wan nêzîkê 15.000an ne. Gelîyê Zîlanê heta ber dev bi cendek û cesedan tije bûye.”

Û di pey wê re di hejmara roja 31ê Tebaxa 1930 yê rojnameya Mîllet de, bi giştî li hemberî grubên etnîkî yên din û bi taybetî jî li hemberî xwestinên neteweyî yên kurdan polîtîka Dewleta Komarê wisa tête aşkirakirin: “Di vî welatî de tenê neteweya tirk dikare mafên etnîkî û qewmî bixwaze, ji xeynî wê, mafê tu kesekî nîne.”

Mînakekî balkêş a hevkarîya Bolşewîk û Kemalîstan jî, helwesta di derbarê Tevgera Agirîyê de ye. Ji bo dorpêçkirin û pûçkirina Tevgera Agirî, bi tesîr û giranîya Yekîtîya Sovyetê, şiklê dawî yê sînorê Îran û Tirkîyeyê, di sala 1932 de cardin ji nûh ve tête dîyarkirin. Beşekî deşta Bazidê didin Îranê û çiyayê Agirî bi giştî digrin nav sînorên Komara Tirkîyeyê.

Bi taybetî jî di derbarê meseleya neteweyî ya kurd de, divê li ser têkilîyên Bolşewîk/Yekîtîya Sovyetê û Kemalîstan lêgerîn û lêkolînên berfireh bêne kirin. Dema ko em li têkilîyên Yekîtîya Sovyetê û M. Kemal binêrin, ne dûrê aqila ye ko meriv bêje ji ber serhildana Agirî, li ser daxwaza Tirkiyê, herêma otonom a Kurdistan Sor, sala 1928an ji alîyê rêvebirîya Sovyetê ve ji holê hate rakirin û belavkirin. Baş e, ji bo çi Kurdistana Sor hate avakirin û ji bo çi hate belavkirin? Gelo rêvebirîya Yekîtîya Sovyetê ji bo ko di ser kurdan de derîyekî ji têketina Rojhelata Navînê re vekin, Kurdistan Sor avakirin? Yan jî avakirina Kurdistana Sor, li hemberê Îngilîz û tevgera Kemalîst, wekî unsûrekî tehdîdî hate bikaranîn? Divê li ser vê meseleyê lêgerîn û lêkolînên berfireh bêne kirin.

Di encama tetbîqkirina ev rêbaz û polîtîkayên hêzên emperyal û dagirker de, Kurdistan hatiye parçekirin, kadro û serokên tevgera kurd hatine belavkirin, bêtesîrkirin û dûrxistin. Di pey vê re, tevgera kurd a piştî salên 1925an, bê mejî û serokatî maye.

Di encamê de, damezrênerên Komarê, xwestin hemû civakên neteweyî yên dema osmanîyan, bi navê nasnameya tirkîtîyê di nav çarçoveya Komarê de bipişkivînin û asîmîle bikin. Her çiqas wekî ermen û ruman hinek civakên neteweyî yên xaçperest, di çarçoveya Peymana Lozanê de hinek mafê wan ê olî û kulturî ji alîyê dewletên Awrupayî ve hatibin parastin jî, van miletan bi rênîşandan û polîtîkayên dewleta Komarê ji alîyê civakê ve hatin tecrîtkirin û çarçoveya meşrûyeta hebûna wan pirr hate tengkirin. Eynî polîtîka û pratîk, ji bo kurdan jî hatin tetbîqkirin, lêbelê dewleta Komarê ji roja damezrandinê bigre hetanî îro di polîtîka xwe ya derbarê meseleya neteweyî ya kurd de, bi ser neket. Armanca sîyasî ya damezrênerên dewleta Komarê: li ser esasê etnîsîteya tirkîtî, tirkkirina milletên misilman û misilmankirin û koçberkirina hemû milletên xeyrîmûslim û xaçperestên li ser cografya Anatolya û Mezopotamya Jorîn bû. Her çiqas dewleta Komarê di mesela misilmankirina cografya Anatolyayê de bi ser ketibe jî, digel hemû rê û rêbazên nehiquqî û nemirovî, meseleya tirkkirinê neçû serî. Di vê pêvajoyê de kurdan her carê xwe ji nû ve afirandin, hemû polîtîkayên nijadperest û dagirker ên dewleta Komarê pûç kirin. Bêguman ev helwesta kurdan, tenê bi şervanî û mêrxasî û eşîrtîyê nayê îzahkirin, divê hinek sedemên dîrokî û komelayetî yên esasî hebin. Eger ko em bi kurtayî behsa hinek ji wan sedeman bikin: Yek jê, ko di formata fikra neteweyî de nebe jî, di nav civata kurd de bîrewerîya nasnameya kolektîf gelek xurt e. Ya dî, karîna xwe ji nû ve afirandinê ye; di nav civata kurd de ji alîkî ve hesasîyeta ji bo berdewamkirina têkilîyên kevneşopî yên wekî rêxistina eşîrî, tarîqat, medrese û wd. hatine parastin. Her weha ji alîyê din ve jî aheng û mûtabeqata bi pêşkevtinên modernîzmê re pêk hatîye. Sedemekî herî girîng jî, enerjîya pozîtîv a parçebûnê ye; parçebûna Kurdistanê trajedîyeka dîrokî be jî, di encamê de tesîrên pozîtîf jî peyda kirîye. Dema ko hereketa kurdî li parçekî Kurdistanê lawaz bûye yan jî têkçûye, tesîra hereketên parçeyên din ji wan re bûye çavkanîya moralê û wan li ser pîyan girtine. Mînak: Damezrandina Komara Kurd a Mahabadê, Tevgera Barzanî û Peymana 11yê Adara 1971ê, tevkûjîya Halepçeyê û koçberîya bi mîlyonan kurdên Başûr, li başûrê Kurdistanê serhildana Adara 1991ê û damezirandina Hikumeta Federal a Kurdistanê û wd.

Xwendevanên hêja, ji ber naveroka dosyeya vê hejmarê, em mecbur man ko pêşgotina vê hejmarê hinek dirêj bikin. Em cardin dibêjin bi hêvîya hevdîtina hejmareke nûh ya BÎRê, di nav xêr û xweşîyê de bimînin.

-----------------------------------
Nivîskar: Edîtorê kovara Bîrê
Weşandin: 2009-08-07

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder