14 Ağustos 2010 Cumartesi

MIFTEYA RIZGARIYÊ DI BERÎKA ME DE YE

Dr. Kamîran Bedirxan berî niha bi 73 salî di hejmara sêyemîn a kovara Hawarê gotiye,

“Miletekî dîl ko zimanê xwe winda nekiriye, wek girtiyek e ko mifta zindana xwe bi xwe re hilaniye.” Di vê gotinê de ramaneke kûr heye, miletek dikare bindest bimîne, lê heke nasnameya xwe ya çandî biparêze, dikare hebûna xwe jî biparêze. Çi roja ku derfet bi dest xistin dikare, azadiya xwe bi dest bixe. Ji ber vê yekê Celadet Bedirxan di hejmara pêşîn a Hawarê de gotiye, “Ziman şerta heyinê ya pêşîn e.” Li ser vê bingehê di hejmara yekem a Hawarê de hîmdarê alfabe û rêzimana kurmancî ev bername daye ber xwe.

Pronivîsa Hawarê

1-Belavkirina Elfebêya kurdî di nav kurdan (de) û hînkirina wê. Senifandina zimanazîna kurdî û hin bi hin di komelê de belavkirin (wê) û pêşdetir di şiklê kitêbê de derêxistin.

2-Sehîtiya zarên kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî (li) ser mirovatiya zimanê kurdî digel zimanên din ên arî. Sehîtî (li) ser bingehên zimanê kurdî, (li) ser dîrok û awayê rabûn û pêşveketina wî.

3-Berhevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên kurdî û birêve belavkirina wan.

4-Senifandin û belavkirina dîwanên kurdî. Bi van ve jînenîgariyên şaîr û mirovên bijarte jî dê bê(n) belavkirin.

5-Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên kurdî.

6- Sehîtî (li) ser her texlît rêzikên kurdî û Kurdistanê yên zimanê borî û yên îro û senifandina wan. Sehîtî (li) ser hatinên Kurdistanê û pîş û sinhetên kurdî.

Dema ku mirov bala xwe dide vê bernameyê, mirov dizane ku mirov bi zanyarekî kurd re rû bi rû ye. Tengasî û pêwîstiyên kurdan û zimanê kurdî baş hatine destnîşankirin û bernameyeke li gorî wê hatiye amadekirin.

Kîjan fikr û ramanan Celadet Bedir-Xan ango Seydayê Gerok an jî Herekol Azîzan gihandiye vê ramanê. Ji rojnameya Kurdistanê bi vir de, belkî berî wî ji Ehmedê Xanî bi vir de armanca rewşenbîrên kurd tim bûye hişyarkirina civaka kurd. Her wiha ew gihîştine wê baweriyê ku ev hişyarkirin bi zimanê biyaniyan pêk nayê divê bi zimanê zikmakî pêk were. Li ser vê bingehê wan bi zanatî di nivîsên xwe de zimanê kurdî bi kar aniye.

Wekî kes Celadet Bedirxan piştî şikestina serhildanên kurdan gihîştiye wê baweriyê ku sedema têkçûna raperînên kurdan nezaniye gel e. Raperînên ku bi beşdariya gel pêk neyên, li ser daxwaza çend serokeşîr û pêşengên olî pêk werin, ne pêkan e ku bi ser bikevin.

Bi taybetî piştî ku Serhildana Agirî dest pê kiriye û agirê şoreşê geş bûye, Xoybûnê biryar daye ku hinek rewşenbîr derbasî Bakûr bibin û ji bo ku agirê şoreşê venemire, xebatê bikin. Di vê demê de Celadet Bedirxan jî derbasî Bakur bûye, lê hewldanên wan ji ber nezaniya gel a wê demê bi avê de çûne. Piştî vê yekê Celadet Bedirxan li xebatên rewşenbîrî sor bûye.

Her kes li gorî xwe dikare li raman û hizrên Celadet Bedirxan ên siyasî rexneyan bigire. Lê dema ku mirov bala xwe dide nivîsa derketina Hawarê, mirov dibîne ku hizrên wî yên der barê zimanê kurdî de gelekî rasteqîn û zanistî ne.

Tê zanîn ku xebatên zimanzaniyê yên li ser kurdî heta demeke dirêj ji hêla rojhilatnasan ve hatine kirin. Lê belê ev xebat pirî caran bi arîşe ne. Hin caran ji ber nezaniyê, gelek caran jî ji ber armancên siyasî nirxandinên nerast li ser zimanê kurdî hatine kirin. Bo nimûne, hemû devokên zimanê kurdî wekî zarava hatine qebûlkirin û pirî caran van nirxandinan rê daye ku zimanê kurdî wekî zimanekî xwedan pergal û birêkûpêk neyê dîtin. Niha jî qelemşûrên dagirkeran ku li ser zimanê kurdî nirxandinê şaşomaşo dikin pişta xwe didin van nirxandinên rojhilatnasan.

Lewre jî dema ku Celadet Bedirxan dest avêtiye zimanê kurdî, bi vê helwesta rojhilatnasan zanibûye û bi van gotinan bersiv daye wan: “Ez ko kurd im, kurdmancziman im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zimanên din (re) daniye ber hev, kitekitên wî hûrhûnandine, qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyaniyan bêtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn.” (2)

Digel vê yekê jî wî di xebatên xwe de xwe ji rêbazên zanistî dûr nexistiye û di nirxandinên xwe yên der barê zimanê kurdî de neketiye ber pêlên hestan û ji rastiyê dûr neketiye. Niha jî gelek rewşenbîrên me yên ku der barê zimanê kurdî de zêde bi tiştekî nizanin, hema yekser dibêjin, “Zimanê kurdî zimanekî pir dewlemend e.” Lê di vî warî de Celadet Bedirxan ev nirxandin kiriye: “Zimanê me îrû hem fireh hem teng e. Fireh e: Bi her tiştê ku kurd pê mijûlbûne, dest dane wan, di wî warî de zimanê kurdî hin zimanên din û ji hinan bêtir pêş ve çûye û kemiliye û ji tu zimanên kemelî bi şûn de nemaye.

Teng e: Herçî ku ji kurdan re nenas mane û kurd pê mijûl nebûne, di wî warî de zimanê me rawestiyaye û pêş ve neçûye, di cihê xwe de maye.

Lê zimanê zimanê me ji wan zimanan e ko ber her tiştê nuh pirsên nuh dizên û birêve pirsên nuh ji wan çar dibin.

Her wekî xelkê Geliyê Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bi zarê xwe balafir nav lê kirin. Ji lew re ku ji banî û ji bala difire. Dîsa kurdmancên ko telefon dîtin ji mesmeha wê re bihîstok gotin. Ji ber ku deng pê têt bihîstin.”

Di encamê de em dikarin bibêjin ku heke em li ber vê şopa van ramanan bimeşîna, dê zimanê neketa vê rewşê. Lê mixabin di destpêkê de derfet neketin destên me ku em ji van ramanan sûdê wergirin, bo nimûne dema ku Apê Feqî xebatê li ser zimanê kurdî dike, Hawar li ber destên wî nîn e.

Piştî ku destê me digihêje van agahiyan jî bi girîngiya wê zêde fêm nakin. Ji ber ku neyaran jehra xwe berî nava dil û hinavên me daye. Em li ber xwe dibin, lê di warê çand û zimên de hê jî bandora wê jehrê li ser me heye; em di vî warî de ji desthilanînê ketine; wekî mirîşka gej li şûna xwe diperpitin.

Em ji nezaniyê derketine, lê me zimanê xwe ji bîr kiriye. Qet nebe em bi girîngiya wî nizanin. Di binhişîna xwe de wî biçûk dibînin, layiq nabînin ku wî hînî zarokên xwe bikin, ji ber vê yekê dayika me û zarokên me ji zimanê hev fêm nakin. Zimanê dayika me êdî dibe zimanê pîrika me.

Em hewl didin ku ji qefesê derkevin, lê nayê bîra me ku mifteya wê di berîka me de ye. Em xwe bi vir de wir de davêjin, lê şik (bîr) nabin ku destê xwe bavêjin berîka xwe û mifteyê derxin. Ew mifte roj bi roj di berî ka me de dirize, heke em jê agahdar nebin, dê ew mifte di berîka me de birize û hew bi kerî me were, em ê heta hetayê di wê qafesê de bimînin.

Çavkanî:

1- Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan, Hawar, hejmar 3, r.2

2- Celadet Berdir-Xan, Hawar, hejmar 1, r. 1




Nivîskar: Samî Berbang
Dîrok: 2005-09-08

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder