14 Ağustos 2010 Cumartesi

LÎSTIKÊN KURDÎ (Kürtçe Oyunlar)

LÎSTIKA GOGÊ
A. Yiwêş


Ew listikekî lawika ye û li derva tê listin. Lêbelê iro ew listika jî hatiye bîrkirin, di riya wendabûyinê da ye. Gog ji heriyê, pacên kevn yan jî ji kulêv tê çêkirin. Xort divin du grub. Lîstik bi qurrê tê destpêkirin ku
kijan grub pêşta gogê bavêje. Xortî herî bi quvet gogê bi desta davêje, çiqas dûr be, weqas jî grubê ra rind e, dûra serek ji boy destxistin gogê di nav herdu gruba da dimeşe, Kê, kijan gruba Gog kire desti xwe ew gruba bi serdixi, û grubê din jî wenda dike, bibindikeve. Ew bi vî avayî heta vêstandina zariya, xorta dimeşe. Ew ji hendu ji hêla zariya ve nêlistin û berbi jibirbûnê ne. Bi ya min navê topê, gogê ji vir tê û li nav Kurdên Anatoliya Navin da qasi berî 50 Salî hîn hebû ye.



DEVKEV
A. Yiwêş

Xort diwin du gruba, Di serinê da û paşinê da du cizix tên kişandin, grubek di hindurî cizixan da bi çelpika dimine û grubê din jî lipê lê li deri wê şunê da dimine. Qaida(kural) wê lîstikê ew e ku kesên ku di dervayi cizixa da ne, bêngirtin di ji serikî da heta serî din derbas bin, yanê ji herdû cizixan da derbas

be, grubê ku di navine da ye, nikare rawe pê, ser ninga(linga), wana mecbur in grubê deri sahê da bi ser çarninga bigrin yan jî destê xu li wana xin. Va listika pir bi hereket e, ji vê ra quvvet(xurtb1un) hewce ye, nefesek dirêj lazim e. Listik heta ku grubê derva kesek bi tenê dimîne berdewam dike.

Ew listika hîn pir li zivistanê tê listin. Mumkun e ku ew di her mewsimê da bê listin. Û ki dizani diweku em wê disa binin jiyanê, heyatê û di newroz û şênayiya da ji hêla zaroyên me da jî bê listin. Ew wazifa me ye.



KEWIRKÊ GERMO
Simoyê Herşîd

Dezgehê vê lîstikê pan e. Yekî qasî ku destê meriv wî bigre ye. Sewa ku va kevira ji yên dinê bê cêkirinê, ew bi ava germ tê şilkirin. Loma navê lîstikê kevirkê germo lê kirine. Ji vê lîstikê ra meydaneke fireh lazim e.

Kevirkê germo li mehên havîn û payîzê, bi şev, li ber şewqa hîvê û li derva tê lîstin.

Kevirkê germo lîstika lawan e, lê carna keç û law tev hev dilîzin.

Kom an birek xort tên cem hev. Ji wana du kes tên hember hev û hevalan digrin û wegna du hêl(grup) çêdibin. Paşê, ji her hêlekê yeki kes bi hevra kês dikin( pêkirin). Ku kê bi ser yê din xist ew hêla dest pê lîstikê dike.

Her du hêl li ber dîwarê xanîyekî yan ji kevirekî gir ku jê ra ‘qele’ tê gotin dadiwestin. Ew dera, yanê qele him şûna dest pêkirina lîstikê, him menzîla wê ye.

Ji hêla ku bi serketî, lîstikvanek kevirê şil û germ ji qelê da berve meydanê diavêje dûrê. Di vê demê da, lîstik vanên dinê giştik çavê xwe digrin. Paşê yê ku kevir avêtî dibêje, „ Çavê xwe vekin“. Hingê hev du hêl dibezin, li meydana lîstikê belav dibin û li kêvir digerin.

Armanc di vê lîstikê da ew e; ku ka kîjan hêl kêvirkê germo bibînê û bigêhinê qelê.

Kesê ku kêvir dibîne, wî hildîne û pê ra, bi dengekî bilind, dibeje „ Min dît“. Li pêy vê gotinê ew, kewir di destda, berve qelê dibeze. Hevalên wî li ber xwe didin, ku bigehijin wî. Ew bi leza berve qelê, bi rê da kevir wegna didin destê hev du, ku hêla dinê nizanibe kevir bi kê ra ye. Hêla dinê jî hew dide, ku pêşîya hêla ku ew nêgiheştiye qelê, kevir ji destê wê bigre.

Li dawîyê, kîjan hêlê kevir gihande qelê, ew bi ser dikeve. Dû ra, lîstik car din dest pê dike.



GEZÊ GEZÊ
Simoyê Herşîd

Gezê gezê lîstika lawan ê. Ew li derva, li pêş malan, li deşt ê çalan tê lîstin.

Di vê lîstikê da, her kes bi sere xwe ye û heval girtin tune ye.

Gezê gezê bi ço(şiv) tê lîstin. Lazim e ku her lîstikvanek çoyê xwe he be. Jêhatîya di vê lîstikê da ew e, ku meriv çoyê xwe rind nişkê. Wegna nişke ku, çoyê wî bipekê here dûrê. Xetek (çiziyek) tê kişandin û ew dibe qele.

Lîstikvan giştik, ço di dest da, li ber vê xetê disekinin. Paşê bi novê, li pêy hev çoyê xwe nişdikin. Çoyê kê nêzikî qelê bimê, ewê çoyan giştkan berhev ke bîne qelê.

Ew li ber xetê nefeseke kûr dikşîne û bi lez dihere ê yek bi yek çoyan berhev dike. Bi rê da, wexta ku ew çoyan berhev dike , bi dengekî bilind, dibêje; Gezêêêê!!! Gezêêêê!!!....... hetanî ku çoyan giştkan berhev dike ê digêhîne qelê, dibêje gezê gezê.

Hunerîya vê lîstikê yek jî ew e ku, bi nefesekê ra çoyan berhevke û bînî qelê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder