14 Ağustos 2010 Cumartesi

Divê Em Fedî Bikin, ku Em Neteweyeke Bêziman in / Osman Sebrî


Hevpeyvîn ligel mamoste Osman Sebrî: Di 05.01.1905ê de, têkoşer (Apo) Osman Sebrî ji dayik bû. Di nav Kurdan de, îsal wek "sala Osman Sebrî" hatiye binavkirin. Li seranserî cîhanê, ji bo bibîranîna wî çalakî têne amadekirin û lidarxistin. MALPERA AMÛDÊ jî dê beşdarî vê yekê bibe. Nivîskar Firat Cewerî, di sala 1987ê de li mala Osman Sebrî li Şamê, hevpeyvînek dirêj ligel wî pêk anî. Cewerî ev hevpeyvîn di pirtûka xwe "Kultur, Huner û Edebiyat" de weşandiye.



Bi destur û alîkariya wî, MALPERA AMÛDÊ vê hevpeyvînê careke din li vê derê diweşîne.

Ruknedîn taxek ji taxên Şamê ya herî bilind e, di quntara çiyê de ye. Wek çiyayekî Kurdistanê asê ye, bêdar û ber e; rût e, lê bi heybet e. Heke navê Şamê ne lê biwa, ji rûniştevanên wê, mirov dê bigotaya Kurdistan e. Piraniya kurdên Şamê li wir bi cih bûne, li wir mal ava kirine û li wir dijîn. Di dilê hemiyan de hêviya Kurdistaneke azad heye, û li wir kalek dijî; kalemêrekî bejinkurt, awirtûj, mêrxas û wek çiyayên Kurdistanê bi heybet... Kalemêrekî ku ji bo azadiya welatê xwe bi qasî qirşekî tiştek ji hêviya xwe winda nekiriye...

Ez êvareke biharê li mala vî kalemêrî bûme mêhvan. Vî mêrxasê gotinxweş, nefsbiçûk, jêhatî û dinyadîtî carina bi gazin, carina jî bi hêrs ji min re qala paşeroja xwe, dema borî û qala pêşeroja me kir. Ji bo ku ez gotûbêj û sohbeta vî welathezê mezin tenê ji xwe re nehêlim û bigihînim hevwelatiyên xwe jî, min jê pirsî û wî jî bersîvand:
* * *

FIRAT CEWERÎ: Apê Osman, em dixwazin bizanibin ku te çawa dest bi nivîsa kurdî kir. We bi çi hawayî dixwest girêdana xwe bi kurd û Kurdistanê ve bikin?


OSMAN SEBRÎ: Nivîsîn, rehma Xwedê lê be, Celadet xwest “Hawarê” derbixîne, min jî dest bi nivîsînê kir. Hevalekî bi navê Qedrî Can di hejmara pêşîn de ji min re tiştek nivîsîbû, di hejmara diduyan de min jî jê re nivîsî. Wilo me dest bi nivîsê kir. Lê nivîsa ku min di Hawarê de nivîsî, gelek kêm bû, Hawara ku bi alfabeya kevin derdiket... Hingî hebekî nexweşî ketibû navbera min û rehmetî Celadet. Wî bi nivîsên min dileyist. Ji ber vê yekê, ez jê xeyidîbûm û min hew tê de nivîsî. Gava ku Hawara nûh dest bi weşanê kir, hingê çend camêr hebûn, em gihandin hev, xwest ku em dîsan bi hev re bixebitin û ez bi wan re xebitîm. Wê gavê min hebekî nivîsî.

Welo diyar e ku te li Şamê, an jî li Sûriyê dest bi nivîsê kiriye.


Erê, min li wê dest pê kir. Ma li welêt nivîsîna kurmancî hebû? Me nedizanî ku kurmancî tête nivîsandin û neketibû serê me jî.


Tu di bin tesîra kê û çi de mayî?


Gava ku Celadet dest bi derxistina Hawarê kir, di dilê me hemûyan de kerameta nivîsê çêbû. Lê paşê Celadet ji min re pirsek jî gotibû, ew baş ketibû serê min. Wî ji min re weha gotibû: “Ez dibînim çavên te li çîrokên şoreşê ye, lêxistinê… Em ferz bikin ku tu bi tenê bikaribî Kurdistanekê çêbikî. Lê ew Kurdistana ku mirovek çêbike, mirovek dikare xerab jî bike. Lê nivîsîn tu çi bikî, ew ê ji xelkê re bimîne.”

Ev gotinên rehmetî di serê min de cih girtibûn û ez li ser zimên dixebitîm. Lê, li pêşiya me tiştek tune bû, destên me vala bûn. Di destên me de tiştên ku min berê bihîstibû; Dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedî Xanî bû. Ji van pê ve ji kurmancî, me tiştek nebihîstibû. Ev jî tijî peyvên erebî ne, yanî ne kurmanciyeke xwerû ye. Zimanê kurdî nehatiye xebitandin, nehatiye xwendin. Ev jî bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kiriye ku bi zimanê xwe nexwendiye. Di welatê me de ermenî hebûn, suryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwend. Me bi zimanê tirkî û erebî dixwend. Ev hemû sûcê bav û kalên me ne, em hîn nekiribûn ku em bi zimanê xwe bixwînin. Heger rehmetî Celadet nebûya, mumkun bû ku me bi xwe jî guh nedaya vî karê giranbiha. Ji ber ku em ne xwediyê vê baweriyê bûn, ev bawerî ji wî derket, mala wî hezar car ava... û yê rê li ber min vekir û berê min da nivîsê, dîsan ew bû. Yanî wî berê min dida xebatê, dil dida min û ez li pey dikişiyam. Belê...

Tiştê ku tê zanîn, te hem helbest, hem jî nesir (prosa) nivîsiye, wek; li ser Napolyon, hin çîrokên lawiran, li ser hin eşîran... Bêtir kîjanê tu têr dikir, helbestê an nesrê?

Ezbenî, biçûkî min gelekî ji şiîrê hez dikir. Min sê-çar dîwanên şiîran ji ber kiribûn. Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Dîwana Melayê Cizîrî û ji aliyê din ve jî, ji tirkî jî min sê-çar dîwan ji ber kiribûn. Kêfa min ji xwendinê re dihat. Îcar, ji ber vê yekê, dema ku min dest bi nivîsê kir, bi min re şiîr derket. Tiştê pêşî ku min nivîsiye, şiîr e.

"Zimanê Kurdî yê Hewarê bitenê Têr Nake"

Weke ku tu jî dizanî, em nivşên nûh hê jî li ser riya Hawarê diçin. Tu dikarî ji kerema xwe re bi kurtebirî qala dema Hawarê ya hewa edebî bikî?

Destpêk, yanî her wekî destpêk bû, tiştekî hêja bû. Lê zimanê kurdî yê Hawarê bi tenê têr nake, divê em gelekî bixebitin. Îro ku Kurdistanek çêbibe, komeke zanistî bête danîn, divê ew kom her eşîrekê peyayekî xwe têxe nav, bi gundiyan re, bi jin û mêrên gundiyan re bide û bistîne û pirsên kurmancî ji wan hîn bibin. Yên berê zimanê me xerab kirine, xwendayên kurdan bûn, îro jî dîsan xwenda zimên xerab dikin.

Hewa edebî çawan bû, danûstandinên we nivîskarên Hawarê bi hev re çawan bû?

Ezbenî, pêşî bû. Ziman bi dewra mirovekî pêş de naçe, çend zik jê re dixwaze.

Gava ku mirov dibêje “Hawar”, çend nav têne bîra mirovî. Wek; Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û Qedrî Can. Danûstandinên di nava van kesan de çawan bûn, we bi çi awayî alîkariya hevûdu dikir? Bi rastî danûstandinên me digel hev ne ewqas baş bûn, danûstandinên me ne xurt bûn.

Sedem çi bû?

Sedem bêaqiliya me bû. Di warê siyasî de, em her yek bi awayekî difikirîn. Niha tu hinek nivîsarên min bibînî, tu ê bizanibî ku ez bi gelekî ji wan dûr im. Yanî hinek ji me weke berê difikirîn, hinekan ji me jî nedixwest ku wek berê bifikirin. Ev bû û zêdeyî vê jî ez bawer im ne durist e ku em tiştekî bipeyvin, ez naxwazim...

Çap û belavkirina Hawarê çawan bû, we alîkarî ji ku digirt?

Hawar pêşî bi alîkariya xelkê derket. Paşê şer dest pê kir. Gava şer dest pê kir, hingî alîkarî bi Hawarê re jî kir. Ronahî jî derket, lê Ronahî bêtir cih dida nûçeyên siyasî. Gengaz bû ku zêde pêş de biçûya; lê peyayên me tune bû, xelkê nedixwend. Kesên ku me ji wan re dişandin, jî nedixwendin. Yanî mîna ku tu ji yekî re niviştekê çêbikî û têxî stûyê wî, ma ew ê wê niviştê bixwîne? Yê me jî wilo bû.

Alîkariya aborî ji ku dihat?

Alîkariya aborî hinek aboneyên me hebûn temîn dikirin. Xwendayên me di Hawarê de bi şûn da bûn. Xelkê me negihîştibû, zimanê xwe hîn nedibûn. Ji ber vê yekê jî di warê aborî de me hebekî tengasî dikişand. Paşê kesên ku bikarîbûna binivîsandana jî, gelekî kêm bûn. Niha gava ku mirov Hawarê dixwîne, mirov dibîne ku nivîskarên wê gelekî kêm bûn.

Ew nivîsarên ku ji Hawarê re dihatin şandin, berî ku bihatana weşandin, kesî ew di ber çav re derbas dikirin?

Na.

Kurdiya wan jî her weke xwe diman?

Belê, herkesî gorî xwe dinivîsî, bi nivîsên wan nedihate leyistin.

"Hinek ji me bûne peyayên ereban, hinek bûne yên tirkan û hin jî yên eceman."

Belavkirina Hawarê çawan dibû, ew bi tenê li Suriyê dima, an sînor gav dikirin û digihîşte perçeyên Kurdistanê yên din jî?

Ez bawer im, ku çend nisxe digihîştine Iraqê, çend nisxe dihatin Bêrûdê û Qamişloyê û dawiya maye jî li vir, li Şamê diman. Ne min got, xelkên ku digirtin jî nedixwendin. Ew hînî xwendina zarê xwe nebûbûn û nedixwest hîn jî bibin. Îro! Îro xwendayên me naxwazin hînî zimanê xwe bibin! Li vir ez belaş dersê didime wan. Tenê nezan tên dixwînin, lê yên zana nayên. Wan dixwest ku ez ji jorê de dest pê bikim. Ji jorê de nabe. Ji jêrê de divê mirov dest pê bike. Ku mirov ji jêrê de dest pê bike, mirov ê bi pêş de biçe. Zimanê me nehatiye xwendin, nehatiye nivîsandin, pir gotinên kurdî hene ku me nebihîstine. Ez hê jî yên ku tête ba min dersê dibînin, ji wan hînî gotinên kurdî dibim. Ew çend zimanê me bi şûn de maye. Ev jî ne gunehê me tenê ye, gunehê bav û kalên me ne. Îro, xwenedayên me yên ku xwe welatparêz dizanin, bi zimanê xwe naxwînin.

Niha ez dizanim mirovin hene li ser hin şaxan doktora xwe kirine, çar-pênc zimanên ewropî dizanin, lê bi zimanê xwe nizanin. Ev ji bo me gelekî şerm e, lê camêran (!) dikin. Pir tiştên giran kurdan kirine, ji bo vê yekê em bi şûn de mane. Em negihane warê ku em bikaribin neteweyên ku mafê me dixwin, tirk in, ereb in, ecem in; lê xwendayên me berên xwe dane Amerîkayê, bi wê re diewitin. Amerîka pîs e, dewleteke koledar e, lê pîsitiya wê bi hindiktirî xelkê digihîje me. Yên ku pîsitiya xwe digihîje me, ereb, ecem û tirk in. Çima em nikarin bibêjin ew pîs in? Hinek ji me bûne peyayên ereban, hinek bûne yên tirkan û hin jî yên eceman. Rewşa me wilo ye...

Baş e apo, em dîsan vegerin ser Hawarê. Gelo ronakbîrî di nava we nivîskarên Hawarê de çawan bû? Kesî ji we bi zimanên biyanî, mîna Îngilîzî, fransizî û elmanî dizanibûn?

Yanî ji bo îro gava ku em bixwazin bipeyivin, di warekî teng de bû. Yên ku dixwest binivîsin, gelekî kêm bûn. Nûredîn Zaza bû, Cegerxwîn bû, ez bûm, Qedrî Can bû... Lê min seriyekî dirêj nenivîsî, ez û Celadet bi hev ketibûn. Paşê min dest pê kir û ez pê re meşiyam. Ronakbîr, ne ronakbîr, em ev kes bûn.

Haya we nivîskarên Hawarê ji edebiyata dinyayê hebû? Ji klasîkên rûsî, fransî, almanî, emerîkî...

Ezbenî, em di warê zimên de, gelekî bi şûn de bûn. Ziman nû dest pê kiribû. Em nikarin îdîa bikin û bibêjin ku me tiştek ji edebiyatê fêhm dikir, an me bi edebiyatê dizanibû. Yanî me gişkan nû dest pê kiribû. Ez hêvîdar im ku ji îro şûn de xortên me bi zimanê xwe hîn bibin û edeba kurdî pêş de bibin.

Yanî haya we zêde ji edebiyata dinyayê çênedibû û we nedixwend?

Na, heger hebû jî, me nedikarî bi kêrî zimanê xwe bihaniya. Min bi xwe edeba ereban xwendibû, ya tirkan xwendibû. Min sê-çar dîwanên wan ji ber kiribûn. Lê vê yeka ha ez têr nedikirim, diviyabû em hê zêde bixebitiyana. Bîrê ku em tê de dimeşiyan jî, ji me re ne musahît bû. Em di bin destên xelkê de bûn. Gava ku mirovek 52 salî be, 18 caran têkeve girtîgehê, dê çi tê de bimîne? Ez 18 caran ketime girtîgehê. Carekê dadgêrekî ereb ji min re got: “Ev cara çendan e ku tu dikevî girtîgehê?” Hinga min lê vegerand û got: ”Ev cara min ya 17an e.” Di wê demê de ez tenê 17 caran hatibûm girtin. Dadgêrê ereb got: ”Xwedê mala te wêran bike!”. Hinga min lê vegerand û got: “Bila Xwedê mala we wêran bike, lawo! Kînga ez hatime, min li deriyên we xistiye, min gotiye mala min tune ye, cih bidine min? Hûn tên min digirin û davêjin girtîgehê û di ser de jî mala min wêran bibe! Bila mala we wêran bibe!” Gava ku min ev gotin, mêrik keniya...

Di dema Hawarê de rewşa we ya siyasî çawan bû?
Dîsan wilo, wek niho bû; me li hev nedikir.

Ew nejihevûdurebûyina we tesîreke çawa li jiyana we ya edebî dikir?

Tabî dikir, ezbenî, aqilê me ne bi hevre bû. Yên ku beg û axa bûn jî aqilên wan ne bi hevre bûn û yên ku pale û gundî bûn jî aqilên wan ne bi hevre bûn. Em dûrî hevûdu bûn.

Sedem çi bû, ji bo çi hûn dûrî hevûdu bûn?

Sedema xwe ji bo ku em negihîştibûn. Çima xelkê kurd bi şûn de maye? Ma em ji ku hatine? Em ji Ewropayê hatine? Em jî, ji nav neteweya kurd derketine! Ez lawê axayekî bûm. Merheba axa(!). Ez di nava aqilê axan de rabûn. Paşê ku min pîsitiya wan dît, ez ji wan bi dûr ketim. Yên mane jî kurên axa û began bûn. Nedixwest ku xelk têkevin nava xebatê. Ji xwe li ser wê ez û ew ketine gewriya hev. Min got, divê xelk têkevin nava xebatê; wan got, xelk bi siyasetê nizanin. Min got, me jî nizanîbû, em hîn bûn. Wan dixwest ku xelk kor bimîne. Dixwest ku ew di pêşiyê de bin, xelkê li dû xwe bikişînin û keda wan bixwin. Ji ber ku bav û kalên me jî holê kiribûn, dixwest li ser riya bav û kalan bimeşin.

Wek ku em dizanin, di ser Hawarê re gelek sal derbas bûn. Ta bi niho jî tu nivîskarên Hawarê ji me re tu eserên edebî, ku em bikaribin wergerînin zimanên biyanî û pê serên xwe bilind bikin, nehiştine. Gelo ji bo çi?

Na, tiştek wisan tune ye. Ez bi xwe jî tiştekî ku mirov bikaribe wergerîne zimanên biyanî û pê serê xwe bilind bikin, nabînin. Maalesef, em nikarin li ber xelqê serên xwe bilind bikin. Em nedixebitîn, em ne ji xwe re bûn. Bav û kalên me peyayên xelkê bûn... Me çavên xwe vekir, me dît ku her kes şerê yê din dike. Bi rastî me tiştek nekir. Hê em kurên peyayên ku xulamiya xelqê dikirin. Em niha rabin, derewan bikin û bibêjin, ku me tiştek kiriye, na.

Kesên ku îro dinivîsin, dikarin çi bikin?

Yên ku îro dinivîsin, hê nû dest pê kiriye. Hê gelek wext ji wan re dixwaze; mirov zû nikare zimên pêş de bibe. Ev pêncî sal in ku ez li ser zimên dixebitim, hê jî ez negihîştime tu deverê.

Ji nifşê nû yên ku dinivîsin, dikarin çi bikin?

Dikarin tiştên kevin bixwînin, nas bikin, jê sûdê wergirin û li ser zêde bikin.

Wek me berê jî got, di her warî de xwenûhkirin heye, civat tê guhertin û tiştên nû derdikevin. Digel wê, rewş û jiyana mirov, awa û babetên edebiyatê jî têne guhertin. Bi ya te divê edebiyata kurdî, an jî helbesta kurdî îro çawan bête nivîsandin? Bi awayê klasîkî, an bi awayekî nûjen?

Divê herdu alî jî hebin. Divê helbesta kurdî ya bi wezin û qafiye jî hebe û ya bêsaz û serbest jî... Divê mirov herdu babetan jî binivîsîne. Gava mirov aqilê xwe bide ser nivîsînê, nivîsîn hêsan e. Ez ne bawer im ku her mirov bikaribe vê bike, hin kesên ku qabîlyeta wan hene, dikarin û ew kesên wisan divê çi ji destên wan bê ew bikin. Gava çi ji destên wan bên û ew nekin, ew gunehkariyeke mezin dikin. Îro divê em fedî bikin, ku em neteweyeke bêziman in. Niha pir xortên me hene, xwenda ne, bi erebî jî xweş dizanin, dibêjin ”em ê ji neteweya xwe re xizmetê bikin”, lê naxwazin hînî zimanê xwe bibin û ez ê çawan ji wan bawer bikim? Zanayek dibêje: “Gava ku tu bixwazî dereca welatparêziya mirovekî hîn bibî, binihêre bê ew çiqasî bi zimanê xwe ve girêdayî ye”. Kesekî ku ji me bi zimanê xwe ve girêdayî be, nîn e; kêm in, pir kêm in...

"Wey xwelî li serê me be!"

Çi ji xortên nû, yên ku dixwazin edebiyata kurdî nûjen bikin, dikeve serê te?

Baş e, bila bikin, ma kê rê li ber wan girtiye? Ma kesek li pêşiya wan rawestiyaye? Zimanê kurdî, zimanê me gişkan e? Ne yê yekî yan yê diduyan e. Gava ji bo zimanê xwe bixebitin qenciyê bi xwe dikin. Ku ji bo zimanê xwe nexebitin, ji wan re dibe kêmasiyeke mezin. Lê heyf e, yên ku ta bi niha bi zimên mijûl dibin, gelekî kêm in. Divê mirov gelekî di vî warî de bixebitin, da ku çend kesên xort û jêhatî ji nav wan derbikevin. Ta niha mecal tune bû, niha li Ewropayê hinek birayên me bi vî karî re mijûl dibin. Li Îraqê nahêlin, li Îranê nahêlin, li Tirkiyê nahêlin, li vir nahêlin. Vêca em di vî warî de ne, lê hê jî hin ji peyayên me dixwazin bi destên ereban, eceman û tirkan welatê xwe azad bikin. Wey xwelî li serê me be!

Bi ya te, ji bo pêşxistina zimanê kurdî, çîrok û roman an helbest...

Ezbenî, çîrok baştir in ji helbestan... Çîrok bi zimanê rastesere tête nivîsandin. Helbest ne wilo ye. Vêca gelekan ji xortên me çavên xwe berdane nivîsîna helbestan, ev ne tiştek hêja ye, divê nivîsên rastesere bêne nivîsîn. Belê, helbest tiştek ji edebê ye, lê ne tevayiya edebê ye. Divê mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne, lê nizanin. Hemû ji min re helbestan dinivîsînin. Ha wê rojê yekî bîst-sî helbestên xwe nîşanî min dan, lê ew jî kurdî ne. Cegerxwîn heşt dîwanên wî hene, ew jî dixwazin mîna Cegerxwîn bibin. Cegerxwîn heşt dîwanên wî hene, lê Cegerxwîn qet nizanîbû rasterê binivîsiya. Gelekî çewtiyên wî hebûn. Paşê helbestên ku hatine nivîsandin jî, hemû ji hev dizîne. Pirsên ku ji Ehmedê Xanî an ji Melayê Cizîrî standine jî, hemû ne di cihê wan de bi kar anîne. Belê, wezin û qafiye di helbestên wî de temam in. Ez, nivîsên we yên ku dikevin destên min, dixwînim, baş in, cewher di we de heye. Lê divê hûn bêwestan her bixebitin.
* * *
Em wê êvarê heta bi nîvê şevê peyivîn. Di rabûnê de herçiqas min nehişt jî, dîsan apê Osman bi min re rabû heya ber derî. Li ber derî jî em bîskê li ser lingan peyvivîn. Dû re, bi xatirxwestinê re wî ji min re got:
-Bi hev re bixebitin, neyartî û dijminatiya hevdu nekin û nebin peyayên xelkê. De, Xwedê bi te re be!

Şam, 1987
----------------------------------------------------------------------------
Ev hevpeyvîn di pirtûka Firat Cewerî "Kultur, Huner û Edebiyat" (Nûdem, Stockholm 1996, r. 221-230) hatiye wergirtin. Jêderk: amude

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder