5 Ağustos 2010 Perşembe

Çar Leheng / Osman Sebrî

Çar Leheng*


Leheng: 1

Ferzende Beg

Di sala 1929an da şerê Agirî hêdî hêdî berve xurtbûnê diçû. Şervanên kurd li her alî welêt berê xwe didan Agirî û li dora serdarê şoreşê Îhsan Nûrî xwe didan hev. Hingê ji bo parastina sînorê çiyê û gaziyên bi lez siwarî divyabûn û di çiyê da hesp hindik mabûn. Serdar Îhsan Nûrî, Ferzende digel şêst siwarî şande nav eşîrên serhedan ku sedak hesp peyda bike; serê her gundê dewlemend hespek an dudu jê dixwestin. Civandina hespan ne kireke ku ji hikumetê bihata veşartin. Zûka haya hikûmetê jê bû. Serdarîya leşkerên Turk yê rojhlat du alayî siwarî şandin pêşîya Ferzende. Herdu alayî ne dûrî hev berî dabûn êrdima ku tê da hesp dihatin civandin.

Li pêş Gelîyê Zîlan alayîyek ji wan rastê Ferzende hat, lê nexwest bi tena xwe şerê wî bike, ji ber kûdizanin Ferzende kî ye. Ji lewra dûredûr li pê çû heya alayîya din jî xwe digehîne ser. Lê Ferzende bîra vê yekê dibir û nedixwest herdu alayîyan ser xwe bigehîne hev. Bê dudilî hespên ku civandibûn sipartin deh siwaran, bi pêncî siwarî dirêjî alayîya Turk kir. Şer bi awakî birûskîn dest pêkir. Şervanên kurd bê ku tifingê biteqînin li pê bavê Efrasiyab ajotin ser nîveka alayiya dijmin. Devê tifingên wan bêminet dighan qefsînga neyar, wek colek gurên dev bi xwîn bikeve nav keriyek pez. Turkan ev celeb şer nedîtibûn, nedikarîn sînga xwe ji devê tifingên şehsiwarên kurd biparêzin. Kurdan tifing dest bi dest berra pêsîra neyar didan. Leşkerên Turk wek pelkên daran di ser pişta hespan da dihatin xarê. Bîtsek neborî nayar dest ji ber hev berdan û her yek bi alîkî da revîn.

Holê kêysa dijmin ketibû Ferzende û digel siwarên xwe yên mêrxas da ser pişta wan. Hespê Turkan ne ewçend beza bûn. Kurd bi hêsanî dighanê û ew di ser pişta hespan da tanîn xar. Saetek neborî qada şer ji cendekên Turkan hate dagirtin, gelek hesp û tifing bê xwedî mabûn.

Gava alayîya duduyan gîha qada şer ji Ferzende û siwarên wî pê va kes nedîtin. Berî ku leşker li ber xwe binêrin, Ferzende ajoste ser wan, wek bazên ku dikevin nav refê qulîngan her ew di ser pişta hespan da tanîn xar. Her wekî destên turkan girêdayî be bes deng ji tifingên kurdan dihatin. Ji lewra şer dom nekir, alayîya duduyan jî revî û pişta xwe da kurdan.

Ji ber ku hepsên kurdan westîya bûn û ji hal ketibûn gelekî li pê dijmin neçûn û li qada şer vegerîn. Pirrtirî dused û pêncî kuştî ji leşkerê turkan hebû, ji kurdan tenê sê kes birîndar bûbûn û birîna wan sivik bû. Heke gotin û nivîsandina bûyereke holê hêsan be jî bawerkirina wê hinekî dijwar e, lê ev bû, ya ku wê rojê qewimî. Piştî şer qedîya, Ferzende hesp û tifingên kuştîyan civandin û berê xwe da Agirî. Piştî vî şerî bi çar pênc rojan her du alayiyên turk nedikarîn siwarên xwe yên pij û belavbûyî bigehînin ser hev. Piştî hatina ser hev û xisara xwe nasînê fedîkirin ku Ferzende bi pêncî siwarî ew holê şerpeze kirine, qumandanê herdu alayiyan raporek derewîn şandin ji serdarîya leşkerî ra, ku eşîrên Gelîyê Zîlan tev da alîkariya Ferzende kirine, ji lewra hinde leşker hatin kuştin. Li ser vê raporê bû ku hikumeta turk heştê gund li Gelîyê Zîlan, tevî kal û pîran, jin û zarokan dan şewitandina, heştê gundê kurdan.

Mêranîya Ferzende ne tenê ew bûye di gelek şeran da mêranîyên holê kirine, lê zanîna me di vî warî da gelekî teng e. Yek jê di şerekî Airî yê mezin (1930) da turkan şepera wî li ser tehtekî nasîn. Nêzîka dused guleyên topan berdanê, çeper bi serhevda hilweşî. Ferzende di ranê xwe da birîn bû. Hevalên wî xwestin hinekî ji çepera hilweşî bi dûrxin, heya hinekî vehêse, lê bavê Efrasiyab qîma xwe bi lavayî û daxwaza wan neanî û got:

- Gava rom bizane ku torinekî Hesenî du gavan ji çepera xwe ra serdestî bizanin. Ez qîma xwe bi mirinê tînim, lê ne bi vê yeka han.

Di cihê xwe da ma heya êvar bû û şer sekinî. Rehma xwedê lê bit, ew ji pêşengên lehengên Kurdistanê bû ku dirêjiya umrê xwe rev nenasî.



Leheng II: Seyîdxan



Dawîya meha gulanê sala 1926an ez gihabûm zindana Amedê. Hingê ew zindana ji şêxan, began, axan û mêrxasan dagirtî bû. Her roj girtî birr bi birr dibirin mehkema îstiqlalê. Mehkema tu kesî pirrtirî du rojan dom nedikir. Girtiyê biçûna mehkemê an bi darve dibûn, an jî hikim didanê, kêm caran bêguneh berdidan. Dema girtî ji mehkema vedigerin, xelkê zindanê diçûn hemberê dergeh da bizanin kî bi darve dibe û kê hikim danê. Wê rojê ez jî tevî kesên ku li hember dergehê zindanê çavnêrîya hetina xelkên mehkemê dikirin rawestî bûm. Di pêşîya kesên ku ji mehkemê vegerîn da xortekî dirêj û rûgş derbazê hundur bû, yekî ji çavdaran jê pirsî:

-Seyîdxan! Çend sal hikim dane te?

Wî bi tinaz lê vegerand û got:

-Gorra bavê wan, min yanzde ji wan kuştin, wan deh sal dane min. Peyayekî wan belaş çû.

Holê min Seyidxan dît, careke din keys neket dest min ku bibînim. Kesên hikim didane zûka dişandin zindanên turkan, heya ji bo girtiyên nûh cih di zindanên Turkan da man û bi qanûna efwê vegerîn welatê xwe. Çawan berê Seyidxan ketîye tekoşînê nizanim. Lê gava berê xwe da Sûrîyê ez hingê li Hesîçe bûm. Pirrtirî her kes digel hevalên wî bendewar bûm û bûyerên wî şerî baş nasîn. Wê gavê çawa ji min ra hatîye gotin, welê dinivîsim. Divê ev leheng herwekî hêja bû di dîroka tekoşîna gelê kurd da xwedî cîh be.

Sala 1930 hikûmeta Turk 120.000 esker şandibû ser çîyayê Agirî ji bo bikare rêça şoreşa kurdan ku bi destê Îhsan Nûrî di wî erdê da cîh girtibû bi derxe. Şer sê mehan dom kir. Ji ber tevdîra ku Partîya Xoybûn danî bû neçû serî, şoreş bi hêsanî hate vemirandin. Îhsan Nûrî tevî Ferzende ji kûntarên Agirî derketin xwe sipartin dewleta Îranê. Hingê di nava welêt da kesên mêrxas cîh cîh tifing ji destên xwe ne avêtibûn û serî ji zorbazên turk ra danenîn. Li serhedan jî Seyidxan û Elîcan her yekî panzde-bîst siwar dabûn dora xwe û şerê dijmin dikirin, ji bo van her du camêran cihekî xuya tine bû. Wek teyrê nêçîrvan di kîjan erdî da keysa leşkerê turk bi keta dest wan, wek birûskê lê didan û derbazî alîyê din dibûn.

Hikûmata Turka gelekî bi wan ra westî bû. Alayîk leşker berdabû pêy wan, lê wê alayîyê nedikarî şerê wan bike, ne jî pêşîya kirên wan bigre. Bi vî awayî di navbera wîlayetên Erzirom, Mûş û Bedlîsê da diçûn dihatin.

Sala 1931an Elîcan di şerekî da hat kuştin û giha rehma xwedê, siwarên wî jî gihanê Seyidxan. Ji ber ku destê hikûmetê nedigîha şerevanîyan, xelkên gundên wan êrdimana di ber kirên şerevanîya va diêşandin. Ji ber vê yekê Seyîdxan xwestibû derbasî Sûriyê bibe.

Turkan li ser rêya guhbelan (casûs) bihîstibûn ku berê wan li Surîyê ye. Ji xwe alayîyek siwarî her li pêy wan bû, tevî ku nedikarî xwe li wan herde bike, çavdarîya hemî kir û tevgerên wan dikir û hikûmet serwextî rewşa wan dikir. Dema ku hikûmetê zanî ku berê Seyîdxan û 37 siwarên wî ber bi Sûrîyê ye, rê di çîyayê Mêrdînê da ji du gelîyan pê ve nîne, berî hatina wan bi sê rojan firqeyek leşker zû şand di wan gelîyan da kemîn danîn.

Geliyek ji wan bi dirêjîya panzdeh kîlometran e, duhezar leşker tevî topên wê firqê tê da bi cih kirin. Geliyê din dirêjîya wî pêncî kîlometrî ye, neh hezar leşker bi tê da cih kirin û li benda hatina Seyîdxan rawestîn. Rojekî ji berî berbangê Seyîdxan tevî siwarên xwe gihabû serê gelîyê dirêj, ku berî sê rojan neh hezar leşker li ser dirêjîya gelî di her du aliyên rê da tawî kolabûn û tê da kemîm danîbûn. Di serê gelî da deh siwarên turkan çavdarîya hatina wan dikirin.

Dema rûbarî hev bûn kurdan mecala şer ne da wan, her deh siwar dîl kirin û çek jê sitandin. Lê nedizanîn ku ev deh siwar çavdêrên kemîneke mezin in. Heye ku dîroka cîhanê da kemîneke holê mezin neketibe pêşîya şerevanin evqas hindik.

Berî rohilat şer dest pêkir, ji her du alîyan gulle wekî zîpikê bi ser wan da dibarîn. Şerevanên kurd wekî gurên dev bi xwîn dirêjî gulbeyên kemînê dikirin û leşker nedikarî xwe li ber wan bigirin. Çiqas li pêş xwe didîtin bi êrîşê ew direvandin, hinekên din li pê xwe didîtin. Gelî dirêj, seraser kemîn bû. Ji rê derketin jî ne mikûn bû, jê pê ve rêya ku hesp tê da biçûna tinebû. Seyidxan jî nedixwest hespan ji turkan ra bihêle û derkeve bilindcihên çîyê. Holê bi ser ro bilind bû û gîha nîvên ezmên, paşê dagerî hêdî hêdî bû êvar, her şer û kuştin û lêdan bû. Bi vî azayî piştî roava bi saetekê gihane dawîya gelî. Li wir deh-panzdeh otomobîlên zirxkirî li benda wan rawestî bûn. Gava bi şerevanên kurd ketin bê şer revîyan.

Heya wê hingê jî siwarên Seyîdxan tenê du kes birîndar bûbûn. Yek jê pismamê wî Silêman Axa, yê din birazîyê wî Mistefa bû. Herdu jî di nav neyaran da mabûn ku dê vegerin ser çêla wan.

Piştê Seyîdxan digel sî û pênc siwarên mayî ji gelî derketin û gihanê deşta Mêrdînê gelekî westîya bûn, ji tîna û birçîna ji hal ketibûn. Dirêjîya sêzde saetan bi neh hezar leşkerê dijmin ra şerkirin ne hêsanî bû. Çawan welê bi gengazî ji wê kemînê filitîbûn nediket serê wan.

Di serê deşta Mêrdînê da gîhanê ber gundekî. Xwestin herin nav gund avê vexwin lê nedizanîn ku otomobîlên zirxkirî çûne wî gundî. Dema gihane ber gund bi çeqreqa lingên hespan ra tifingek li gund teqîya berrika wê li enîya Seyîdxan ket û pêç û rehma xwedê. Ji ber ku şev bû kesên di nav gund da kuştina Seyîdxan nedîtibûn. Siwaran cendekê lehengê kurd birin di nav wê axa welêt a paqij da weşartin û berê xwe dan sînorê Sûriyê. Gava hatin ez li Hesîçê bûm, min bi çavê xwe dît pirranîya şerevanê kurd tifingek û hinan jî dû tifing ji yên leşkerên turkan ên kuştî bi xwe ra anîbûn.

Gava Salih Paşa serekê erkana leşkerê Turk destpêka şer bihîst, wê rojê bi belafirê ji Enqerê çû Diyarbekirê û roja din çû Mêrdînê û xwe gihande qada şer. Ew bawer bû ku cendekê hemî şerevanên kurd li ber xwe bibîne, lê welê derneket, tenê jêra hat gotin: ‘birîndarek ket destê me, digel du leşkeran me şand Mêrdînê’. Sê rojan leşkerê firqê li cendekên kurdan digerin, lê yek jê nedîtin. Salih Paşa gelekî xeyidî, hemî zabitên firqê dan dîwanê herb (mehkema leşkerî).

Ji wan zabitan yek revî hat Sûriyê, dema min bihîst li Hesîçê ye, ez çûme nik wî, min xwest ez jimara kuştîyên turkan binasim. Gava min jê pirsî bi rûyekî şermî gote min: “ji xeynî birîndaran nod leşker hate kuştin”. Ji kurdan tenê Seyîdxan hatibû kuştin.

Biraziyê Seyîdxan Mistefa dema birîn bû, berrik di gepê da lê ketîbû. Bi bayê berrikê ra gêj bûbû û ser pişta hêsp ketibû xwarê. Holê girtina wî ji tirkan ra hêsan bûbû. Piştî şer ji wan bi dûr ket, destên wî girêdan û li hespê wî siwar kirin. Xistin pêşîya du leşkeran şandin Mêrdînê. Bi rê va hêdî hêdî hiş dihat serê wî. Mistefa qenc dizanî ku li pêş wî ji kuştinê pêva tiştek nîne. Berê bigehên Mêrdînê wî bi xurtî zengu li newqa hêsp da û revî. Her du leşkerên digel wî çend berrik berra wî dan, lê çiva rê ket navbera wî û leşker zûka ji berrikan hate parastin. Heya herdu leşkeran xwe gihandin serê çîyê. Mistefa ji wan ra ne dîyar bû. Piştî mecaleke dirêj revîya rawestî, hin kurdên rêvî destê wî vekirin, holê hat Sûrîye û giha hevalên xwe.

Vê car em vegerin ser birîndarên din, Silêman axa. Birîna wî di bin çiçikê rastê da lêketibû. Birîna wî hişk û dijwar bû, lê ne ya mirinê bû. Dema lê ket û di ser pişta hesp da hate xwarê, hevalan care din ew siwar kirin, vê car li bin wî da li hêsp xistin, dîsa hate xarê. Goreyî gotina wî birîn gelekî diêşîya û ji xwe bêhêvî bû û gote hevalan:

-Êşa min dijwar e, ez ji birîna xwe bêhêvî me. Ne hêja ye hûn ji bo min xwe bidin kuştin. Ev e tifinga min digel xwe bibin û min bihêlin.

Dema heval dibînin ku bi wê êşê ew dê nikaribe xwe li ser pişta hesp bigire, li ser daxwaza wî tifinga wî birin û ew hîştin. Silêman axa got:

-“Piştî hevalan ez hîştim û çûn li du-sê saetan êşa birîna min sist bû. Ro diçû ava, dinê tarî bibûya min dê bikarîya ji qada şer bi dûrketama û xwe weşarta.”

Silêman axa ji wî erdî ra ne biyanî bû. Ji xwe wî berê Seyîdxan ser rêya gelîyê dirêj. Di Şerê Cîhanê yê Pêşîn da dema xelkê Serhedê mihacir bûn, hingê Silêman axa hatibû çîyayê Mêrdînê li nik xwedî gundekî bûbû xulam. Nêzîka çar-pênc salan li wî gundî mabû. Ew çîya û gundên doralî, gelî baş dinasîn. Gava dinê tarî bû ji qada şer bi rojhilat da çemekî biçûk diherike, xwe gihande wî çemî û têr av vexwar. Her du alîyên çem darên bihê yê gurr bûbûn, gava leşker bihata dikarî xwe berde ava çem û serê xwe di nav tilayên bihîyê da veşêre. Wê şevê ma li ber çem, sibetirê leşkerên turk hatibûn li qada şer û doralîyên wê li kuştî û birîndaran digerîyan. Dema çav bi leşkeran ket, herwekî xistibû serê xwe, daket nav ava çem û serê êxist nav tilayên dara bihîyê, holê hate parastin.

Piştî leşker çûn ji nav avê derket û cilên xwe guvaştin, ziha kirin û wergirtin. Ew du rojên din jî leşker dihatin li wî erdê doş dibûn. Silêman axa jî wek roja pêşîn xwe berdida nav avê û serê xwe di nav tilayên dara bihîyê da vedişart.

Di wê navê da çar rojan bê xwarin mabû. Ji ber germa havînê kurm jî ketibûn birîna wî. Roja pêncan leşker nehat wî erdî, dora nîvro şivanekî pez anî wir. Silêman axa çû cem, nan digel şivên hebû, jê ra kudek şîr dot û zikê wî têr kir. Paşê pirsa xwedîyê gundê ku têda xulamî kiribû ji şivên kir. Şivên gotê: “Ew mirov heye û rewşa wî çak e.” Hînga Silêman axa gote şivên:

-Bira tu rewşa min dibînî, ma dikarî xwe bigehînî xwedîyê gund û bêjiyê: Xulamê te Silêman birîndar e, bila were min bigehîne cihekî?

-Wey li ser çavan. Êvarê ez dê pez li pêş gund mexel kim, bi lez û bez herim gundê wî û haydarê halê te bikim. Sibê dîsa bême vir ku cihê te raveyî wî bikim. Sibêtirê dîsa şivan tevî pez hate wir. Hin nan û xwarin jî digel xwe anîbû û gote Silêman axa:

“Bi şev ez çûm gundê wî, min camêr dît, berê roava dê were virda jê ra cihê te nîşandim. Dema dinê tarî dibe wê te li bergîrê siwar ke bibe.”

Wê rojê serêvarê bergîr anî hat, dema şev tarî bû Silêman axa siwar kir bir. Piştî du rojan anîn Hesîçê, tevî wê birînê wek şêrekî dimeşî. Hingê ez li wira bûm, du rojan min û Ekrem Begê xizmeta wî dikir. Piştî jê ra du emelîyat çêkirin û şeş parsu ji her du alîyên singê birrîn, deh salan jiya.



Leheng III: Remezanê Xerzo



Piştî şoreşa Şêx Seîdê rehmetî, pêlên şoreşîn ji her alî welêt bi xurtî radibûn. Eger di navbera wan pêlan da nasî û yekîtî hebûyana, hikumeta turkan tu caran nedikarî xwe li ber wan pêlan bigire, û welat azad dibû. Ji wan pêlên şoreşîn yeke xurt li çîyayê Sasonê di bin serokatîya malbata Elîyê Yunis da leşkerên turk bêzar kiribû. Hîngê xelkê Sasonê ku gund berdabûn û derketibûn serê çîyan, di hundirên xanîyên xwe da çaline binerd kolabûn û pirtalên xwe tê da veşartibûn. Dema rojekê hewceyê tiştekî bibûna di bin şevê da dadiketin gund, tiştên bixwestana di çalê da derdixistin, carekê din devê çalê digirtin û vedigerin çiyê. Ev yeka han ji hemî xelqên çîyê ra tiştekî nas bû.

Herçî leşkerên turk nedikarîn derkevin çiyê, çiqas digihan quntarê çîyê şelpînên pirr xurt û mezin ji destên şerevanên kurd didîtin. Ji lewra ew li nav eşîrên dora çiyê doş dibûn û car caran rêya xwe bi gundên vala jî dixistin. gava kesek li wê êrdimê bidîtana bê ku bizanin kî ye û kuda diçe dikuştin.

Demsal payîz bû. Li serê çîya sermayê hestiyên şerêvanan dihingavt. Bê merş û mitêl mirovan nema dikarî xwe li ber wê sermaya hişk bigire. Nemaze siban berê berbangê ji ber sermayê diranên mirov dirikrikîn.

Sibekî zû, berê bebangê di quntarên çiyê da li nav gundekî ji wan gundên berdayî deng bi tifingê ket, lê ji hev qut nedibûn. Şervan gelekî ecêb mabûn û bi meraq ji hev dipirsîn: “Ma gelo ev bêbavên turk şerê kê dikin?” Dinê ronî bû, paşê hêdî hêdî rohilat, hîn dengê tifingan bi xurtî dihat. Kesê nedizanî ûşt û jêdera vî şerî çî ye. Ro bilind bû, xwe gihande singa ezmên, pir neçû dengê topan jî hat. Xûya bû leşkerê turk bi topan li gund didan. Gund vala bûn, ma gelo hinde berik û gulle bera kê didin? Ev pirs li ser zimanê hemî şervanan digeriya.

Hinga tiştek hate bîra Mihemed Axa kurê Elîyê Yunis. Ma gelo nebe ku ji bo anîna hin pirtal kesek çûbe gund û rastê leşkerê turk hatibe. Wê gavê ji birayê xwe Evdirehman ra got:

-Binêr, ka kî ji xelkê me çûye gund? Heke kesek çûbe, teqez niha di tengîyê da ye, divê em gaziyê biçin û ji nav lepên leşker derxin. Piştê Evdirehman Axa ji hin xelkê wî gundî pirsî, zanî ku Remezan bi tena xwe ji bo anîna hin pirtal, nîvê şevê daketîye gund û hîn venegeriye. Remezan ne ew peya bû ku ji bo anîna pirtalên xwe alîkarî ji kesî bixwesta. Pir caran bi tena xwe diçû gund di bin şevê da vedigerî çiyê. Lê her car bext ji mirov ra nabe alîkar, vê carê dest Remezên kir û leşkerên turk berdane pesîra wî û ket nava şerê giran.



Remezan nîvê şevê daketîbû gund. Di hundirê xênî da çav vekir û her çi pirtalên diviyabû li ber şewla miftikê derxistin, paşê devê çalê wek berê dada û hinek zibil jî bi ser reşand, heya ku şûna devê çalê nedîyar be. Piştiyê xwe pêkanî û hilda pişta xwe, da derî ku bi derkeve. Li ber derî du leşkerên turk li pêşberê xwe dîtin. Xuya bû ew jî hatibûn di nava gund da li tiştna bigerin. Bê ku Remezan keysê bide wan, dest bi dest tifinga berda pêsîra yekî ji wan û deverû ew dan erdê. Yê mayî xwe avêt pişt taldeyekî û wî jî berra Remezên da, lê berîka wî vala çû.

Ji ber vê yeka han Remezan bi şûnda vegerî xênî, piştiyê xwe danî û xwe ji bo şer pêkanî. Bêguman du leşker bi tena xwe nedihatin gund, dê hevalên wan jî hebûna. A rastî jî, ew herdu ne bê heval bûn, ew ji alayiyek piyade bûn, ku wê şevê gihabûn ber gund. Alayiyek din jî dê sibetirê bihata, heya êrîşekê bidin gundên di quntarên çiyê da.

Li ser dengên tifingan eskerê alayîyê hemî çûn çarmedorî xaniyê Remezên girtin û şerekî xurt destpêkir. Remezan nemerdî nekir, berî ku dinê ronî bibe xwe gihande ser cendekê leşkerê mirî tifing û fîşekên wî hilgirtin û birin hundirê xanî. Paşê çarmedorê xênî ji aliyê hundir va kunên biçuk di diwêr da vekirin heya ew bikare xwe ji êrîşên leşkera biparêze.

Piştê dinê baş ronîk bû, serhengê alayiyê fermana êrîşê da. Ji ber ku kesê li pêşberî wan peyakî bi tenê bû, êrîş gelekî xurt çêbûbû û bê perwa dajotin ser xênî. Remezan ji bona êrîşeke holê pêkhatî bû. Çiqas ku leşkeran xwe digihandine dora xênî ji berrîkên Remezên nedifilitîn û deverû di nav xwîna xwe da vedigevizîn.

Dama bi dehan cendek li doralî xênî ketin, êrîş sist bû û zanîn ku peyayê li pêş wan kurdekî mêrxas e.

Piştî rohilat bi du saetan alayiya din jî gihabû gund û digel wê topên hawin jî hebûn. Dema dîtin ku Remezên gelek leşkerên wan kuştin û birîndar kirin û dest danîne, vêcar bi topan li xênî dan. Ji ber ku cihê xênî nizim bû ji du gullan pêva li dîwarê xênî neketin. Lê şerebnalên gulleyekî ji wan birînek di ranê Remezên da vekir. Tevî ku hestiyê lingê neşikiyabû jî, piştî birîn sar bû, nema lehengê me dikarî li ser lingê xwe bi hêsanî bimeşe. Lê wê birînê ew ji dest hilanî nexist. Darek da bin çengê xwe û li ser lingekî, wek şêrê birîndar, di nav xênî da li ber kun û çeperan diçû dihat û her nav di xwe dida.

Nîvro dagerîya bû ku Mihemmedê Elîyê Yunis tevî malbat û eşîra xwe di gazîya Remezên çûn. Hemiyan nedixwestin ku wî şêrî di nav lepên dijmin da bihêlin. Gaziyê xwe gihande gund, şerrekî pirr xurt û giran di navbera herdu alayîyên turk û şerevanên Sasonî da bû. Şer du saeta dom nekir ku leşkerên turk ji gund bi der ketin, revî revî berê xwe dan Hezoyê. Hînga kesên gaziya Remezên çûbûn berî dan xaniyê Remezên. Dora xanî ji cendekan tijî bû, berî her tiştî tifing û fîşekên leşkerên mirî civandin û paşê çûn nava xênî û Remezanê birîndar birin çiyê.

Min ji Evdirehman Axa kurê Elîyê Yunis pirsa kuştiyên dora xaniyê Remezên kir, ev bersiv da min:

-Dema em gihana xaniyê Remezên herwekî kerîyek pez li dora xanî mexel be.

-Ma gelo we cendekên li doralî mala Remezên jimartin?

-Di navbera kuştî û birîndaran da heftê leşker bûn.

-Ma birîna Remezên çawa bû?

-Bîst roj di ser vî şerî ra neborîn ku carekê din di nava şerevanan da xuya bû, lê vê carê di rêza lehengan da radiwestî.

Rehma xwedê li Evdirehman Axa be ku bûyera mêrxasîya Remezanê Xerzo ji min ra got û wenda nebû.

Herçî ez ji Evdirehman Axa hîn bûm ne tenê ev nivîsan bû. Bûyerên şerên Sasonê ji berî sed salî heya mala Elîyê Yunis ji çiyê derketine û hetine Sûriyê tev ji min ra gotbûn û min nivîsî. Nêzîka sêsed rûpel bû, lê mixabin ku ew nivîsan ket destê hikûmetê û holê westa min a du-sê mehan vala çû.



Leheng 4: Adil Beg



Sala 1925an şoreşa Şêx Seîd şikest û rehmetî bi tevî 48 hevalan xwe va bidarve bûn. Serekeşîr, şoreşvan, têkoşer, mêrxas bi hezaran diketin zindanên Xarpêt û Diyarbekirê. Ev girtî gulbe bi gulbe dibirin pêş Dadgeha Îstiqlalê. Ev kes an dihatin darvekirin, an jî ji deh salê heta sed salê hikum dikirin û dişandin zindanên roavayê Turkiyê, da li wan cihan bimirin.

Êrdimên ku têda şoreş bûbû, di nava destê turkan da bû. Bi hezaran kurd wek pez û dewar serjêdikirin. Bi sedan gund tevî zav û zêç dişewitandin. Ji bo çavtirsandina gelê kurd çi kira sitemkar divyabû bê dilovanî dikirin. Herçî êrdimên ku şoreş negihabûyê serek, rîsipî, mêrxas surgûn dikirin û ji bo civandina tifingan cih cih mifrezeyên leşker dişandin gundan ku tifingên di dest kurdan da bicivînin. Adil Beg ji begzadeyên ku ji mêj va dewlemendîya xwe wenda kirîbû bi rûmeta bav û kalên xwe girtibû. Tevî birayê xwe di gundekî da bi cih bûbû, têkilîya xwe ji tiştekî nedianî. Tenê wî divîya bû hewceyî kesekî nebe û ava rûyê xwe li ber lingên nemerdan nerijîne. Tevî birayê xwe dema dîtin gelê wan di şoreşê da bindest bû û hikûmeta turk çekan dicivîne û mifreza leşker gihaye nîzîkê gundê wan herdu biran tifingên xwe derxistin danîn paş derê malê, çi gava ku mifreze bigehe gundê wan, bê gotin herdu tifingan bidin mifrezê.

Wê sibê Adil Beg berê birayê xwe ji xewê hişyar bû, cilên xwe wergirtin û çavnêrîya hatina mifrezê kir. Pirr neçû pêşîya mifrezê derket, sî siwarî û zabitek bûn. Adil Begê birayê xwe hişyar kir û xwe berda pêşîya siwaran da ku serê hespên wan bigire. Heya birayê Adil Begê giha ber derî, wî rahişte serê hespê zabit û bi rûyekî geş gote:

-Fermo peya be, em di xizmeta te da na.

Lê zabitê turk mecala tiştekî neda herdu biran, bê ku tiştekî bêje tajanga xwe hilanî û danî nav çavê Adil Begê û bê dilovanî davşandê. Dema Adil Begê ev bêbavî ji zabit dît, bê parastina rûmeta xwe ya şikestî tiştek nehat bîrê, gote birayê xwe ku gihabû ber derî:

-Law tu nabînî ev bêbav çi dike? Êdî mirin ji mayinê pirr xweştir e. Lêxe wî bitevizîne.

Bi dengê Adil Begê ra birê tifing li pişt derî hilda û da pêsîra zabit û di ser pişta hesp da anî xarê. Adil Begê jî şeşara zabitê ketî ketî kişand û berda leşkerên doraliyên xwe. Birê jî bi her berrîkekî leşkerek davête erdê. Gava leşkeran dîtin mirin ji destê wan dibare, bê ku dest bibin xwe revîn. Lê Adil Begê dest ji wan nekişand tevî birayê xwe li hespên kuştîyan siwar bûn û dan ser pişta wan. Herdu bira wek teyrên dûbirang dirêjî mifreza revok kirin. Wê rojê 23 kes ji leşkeran kuştin û hesp û tifingên wan anîn mal. Êvarên zarok û pirtalên xwe li hespên leşkeran bar kirin û berê xwe dan Kotolê, sînorê Îranê.

Dema hinek bixwazin rûmeta xwe biparêzin, du mêr ne hindik in, dikarin gelek tiştan bikin. Piştê vê kire han, gelo ma ne hêjaye ku em navê Adil Begê jî têkin nav rêza lehengan?




--------------------------------------------------------------------------------

[1] Xelîl lawê Îbrahîm Paşa ev kira xwe bi devê xwe ji min ra got.

* Çend gotin: Heya demekî pirr nîzîk xwendayên me kurdan wek bav û kalên xwe digel ziman û dîroka gelê xwe bendewar nedibûn. Lê di van çend salên paşîn da hin xortên bi rûmet çavdane xwendin û nivîsandina zimanê xwe. Bawer im ku ev tevger destpêka hişyarbûnê ye, ku kireke holê dilê her kurdekî bîrbir û gelparêz geş dike.

Ew herçar bûyerên ku di duvrê pirtûkekê da didim çapê, berê hejde salan min ji kovara Çiya ra şandibû û tê da hatibûn belavkirin. Îro jî dixwazim van bûyerên ku berî çil-pencî salî hin birayên me ên kurd pê rabûne û li pêş neyaran bi çi mêranîyê şer kirine û bi xurtîya dilên xwe çawa çavên dijmin şikandine û serê gelê xwe bilind kirine, ji nûva bidim ber çavên xortên kurd, da bizanin rûmet, mêranî û gelparêzî çawa bûye û me îro çi divê bikin.

Divê em ji bîra nekin ku birayên me yên zindanên Turk, Iraq, Îranê da bê serî danîn doza gelê xwe bi xurtî ji neyarên sitemkar dikin, ew jî celebek lehengî ye. Lê dil dixwast ku mêrxasên me kurdan bê hêsanî gewrîya xwe nedana destên neyaran. Çêtirî di zîndanan da bi bêbavî bêne kuştin, bil ali serê çîyan, din av laz û zinarên welêt da neyarên xwe bikujin û bêne kujtin.

Qencê gel û qencxwazê niştiman ew in ku di rêya serxwebûn û parastina mafê gel da bi comerdî dimirin. Sed xwezî bi dilên wan şêran.

Navnîşan: bîranîn, çar leheng, Kurdistan, kurdistan Press, Osman Sebrî, Pres

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder