9 Ağustos 2010 Pazartesi

150-saliya hevkeşifkirina kurd û emerîkiyan


STOCKHOLM, 23/6 2005 — Dema ko ez di Internetê de li e-posta xwe mêze dikim, gelek caran reklamek tê ser ekrana komputera min, qala “karta kesk” (The Green Card) dike ko hersal li cîhanê tê belav kirin ji bo kesên ko dixwazin herin li Emerîkayê cîwar bibin: “50,000 people every year come to America using the Lottery process. Live in America. The Green Card Lottery is availble to you. You can change your life and live the American dream”. Ez zanim şansê min tune. Hercar guhê vê reklamê dikişînim û datînim kêlekê. Lê belê vê carê şansê kurdan lêxistiye, kurd û emerîkî bûne dostên hev yên nêzîk û dîrokî. Dîrok li rûyê kurdan keniyaye, welatekî mezin û xurt, wek dêwan bûye dosta kurdan.


Versiyoneke kurt ya vê lêkolîna min berî çend salan di kovareke kurdî de hat weşandin.[1] Wê demê vê nivîsa min bala hin kes, xwendekar û weşanên mayî kişand û paşê bi zaravê soranî û bi erebî derçû.[2] Wê demê pêwendiyên kurd-emerîkîyan wek îro wisa xurt û germ nebûn. Niha Kurdistan û Emerîka gelek nêzîkî hev bûne. Hejmara xêrxaz û alîgirên Emerîkayê her diçe roj bi roj di nav kurdan de zêde dibe. Pozîsyona kurdan li Iraqê her diçe xurt dibe. Wezîra karên derve ya emerîkî Condoleeza Rice di roja 15/5 2005 de hat Kurdistanê, li balafirgeha Hewlerê peya bû û bi helîkopterê çû bajarê Selahedînê ji bo ko Mesûd Barzanî bibîne. Di nav axaftina xwe de wê behsa pêwendiyên kurd û emerîkiyan yên dîrokî kir. Ev bûyera cara pêşîn di dîroka kurdan de diqewime, ji ber vê yekê ev zîyaret wekî bûyereke dîrokî dikare bê hesibîn. Dîsa di roja 18/5 2005 berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê, Richard Boucher, li ser pirsekê got ko dostanîya Emerîkayê û kurdan dîrokî ye. Wî dîsa dubare kir ko dostanîya emerîkîyan bi kurdan re, dîrokî ye û ne bi şerê Iraqê dest pê kiriye.[3]

Dîroka nivîsandina pêwendiyên kurdan û Emerîkayê gelek giring e. Pêwendiyên kurdan û emerîkiyan di navbera periyodên 1975-1991 de sar bûn. Du caran (1975, 1991) emerîkiyan alîkariya xwe ya kurdan vekişand, di herdu caran de jî kurdan eziyet, lêdan û perîşanîke mezin dît. Bi taybetî di sala 1991an de kurdan ji ber zilma Sedam Hiseyîn berê xwe da çiyan, wê demê li dijî Emerîkayê protestoke mezin li hemû cîhanê dest pê kir. Ev herdu bûyer wek “xençerên emerîkî” hatin bi nav kirin. Bi kurtî periyoda 1975-1991 ko nêzîkaya 15 salan kişandiye, di pêwendiyên kurd û emerîkiyan de xweş xuya nakin. Lê belê ev xeletiyên salên 1975 û 1991 hatin ji bîr kirin û bûne du bûyerên dîrokî ji bo dîrokzanan.

Piştî demekê pêwendiyên kurdan û emerîkîyan careke din ber bi qencbûnê ve çûn û heta niha berdewam dikin. Vê carê wisa tê xuyan pêwendiyên kurd û emerîkîyan li ser xeteke stratejîk pêşda diçin. Mirov dikare bêje ko kurd û emerîkiyan ji nû ve hev keşif kirin. Ji sala 1991-î heta niha 15 sal derbas bûne. Vê gavê mirov dikare bêje ko pêwendiyên kurd-emerîkî demên xwe yên here xweş, bi îfadeke din ”bahara xwe” dijî.

Hewcedariya lêkolînan

Gelo kurd û emerîkiyan care pêşîn çi wextî hev keşif kirine? Bersîva vê pirsê ne tenê sîyasetmedaran, wisa jî lêkolîner û dîrokzanan jî mijûl dike. Emerîka ji alîyê kurdan de gelo çi wextî hatîye keşif kirin? Kurdên ko cara pêşîn çûne Emerîkayê kî ne? Şûne kîjan deveran? Li wir çi kirine? Ji ber van seferên dûr-dirêj îro ji me re çi mane? Wek van pirsan, bersîvên gelek pirsên mayî jî derbarê kurdên Emerîkayê de heta îro hê nehatine dayîn. Di vê nivîsê de bersîva van pirsan ne bi temamî be jî, em ê hewl bidin qet nebe bersîva hin pirsan bên ronahî kirin. Di nav kurdan de cara pêşîn hebûna kurdên Emerîkayê bala Abdullah Cevdet [1869–1931] kişandîye û ev babeta hêjayî lêkolînê dîtîye. Abdullah Cevdet di nivîseke xwe de bala xwendevanan dikişîne li ser kemala lêkolînan ji bo kurdan û gotinê tîne ser kurdên ko koçberî Emerîkayê dikin: "...Tê zanîn ko kurdan destpêkiriye koçberî Emarîkayê dikin, gelo hejmar û kemala vê koçberiyê çi ye?..."[4] Abdulah Cevdet di sala 1913-an de ev pirs kirine, heta niha jî ez bawer nakim ko bersiva van pirsan tam hatibe dayin.

Kurd di medyaya emerîkî de

Tiştekî balkêş e divê em li vir bidin kivşê ko cara pêşîn di medyaya emerîkayî de peyvên kurd û Kurdistan ji aliyê Fredrick Engels û Karl Marx de hatine bi kar anîn. Fredrick Engels di sala 1855an de û Karl Marx jî di sala 1857an de di medyaya emerîkî de navê kurd û Kurdistanê di nivîsên xwe da anîne zimên. Nivîsa Engels di rojnameya Putnams Monthly[5] û ya Marx di rojmemeya New York Daily Tribune[6] de hatiye weşandin. Engels navê kurdên Îranê, Marx navê kurdên osmanî di nivîsên xwe de bi kar anîne. Ew bala xwendevanan dikşînin ser hêzên kurdan yên leşkerî yên ko li dorberê sînorên van herdu welatan hebûne.

Mîsyonerên emerîkî li Kurdistanê

Pêwendiyên Emerîkayê û Rohilata Navîn gelek kevn in. [7] Bi taybetî piştî sala 1831-an mîsyonerên Emerîkayê tên împaratorîya osmanî. Di dawîya sedsala 19-an û di destpêka sedsala 20-an de ne tenê kurd çûne Emerîkayê, wusan jî hemwelatiyên Emerîkayê hatine Kurdistanê, nasîya xwe dane kurdan. Dema mirov belgeyên van dewran raçav dike, mirov rastî gelek çavkaniyên balkêş tê ko alîkariya ronîkirina pêwendiyên emerîkayî û kurdan dikin. Piştî hatina mîsyoneran, him wan kurd nas kirine, him jî kurdan ew nas kirine. Vê hevdunasiya pêşîn, li ser koçberiya kurdan ya Emerîkayê bandûreke mezin nîşan daye. Bi vî tehrî pêwendî û kontaktên emerîkiyan û kurdan yên bi cihêreng pêkhatine. Di dawiyê de hêdî-hêdî kurdan navê Emerîkayê bihîstiye û mirov dikare bêje ji wan re êdî riya Emerîkayê vebûye.

Bi taybetî di sedsala 19-an de gelek mîsyonerên Emerîkayî hatine li Kurdistana Tirkîyê û Îranê, li van deran çend îstasyonên xwe yên mîsyoneriyê saz kirine. Emerîkayîyan li Xerpût, Bitlîs, Dîyarbekir, Mêrdin, Wan, Muş û çend cîhên mayî dest bi xebatê kirine. Hedefa wan ya pêşîn nifûsa ermenî bû. Lê belê rewşa kurdan jî teqîp dikirin, ji ber ko kurd û ermenî di nav hev de dijiyan. Li bajarê Entebê çapxaneke wan hebûye, wek mîsal bi zimanê kurdî 600 pirtûkên îlahîyan li wir çap kirine. Di sala 1878-an de ji alîyê mîsyonerên Emerîkayê de li bajarê Xerpûtê dibistaneke bi navê Koleja Firatê[8] tê vekirin. Di vê dibistanê de tenê xwendevanên ermenî hebûne. Di sala 1908-an de îdara dibistanê biryar girtiye ko zarokên kurdan jî hildin dibistanê, lê belê ermeniyan qebûl nekiriye.[9] Li bajarê Tarsûsê bi navê Enstituya Azîz Pavlos dibistanek ji aliyê emerîkiyan de tê vekirin, di xwendina sala 1902-1903-an de çawa em dibînin xwendevanekî kurd jî tê vê dibistanê.[10] Ne tenê mîsyonerên emerîkî, gerokên sade, dîplomat û kesên mayîn jî hatine Kurdistanê, kurd bi nêzîk ve nas kirine. Bi saya van hatin-çûyînan, kurd jî derbarê Emerîkayê de bûne xwediyê zaniyarî û agahdarîyên fireh.

Berî ko kurd Emerîkayê keşif bikin, mirov dikare bêje ko wan ji zû ve Kurdistan keşif kiribû û rewşa kurdan bi çavên xwe dîtibû. Misyoner, dîplomat û gerokên emerîkî çawa me li jor jî got ne tenê hatine Kurdistana Tîrkîye, wusan ji bi salan di nav kurdên Îranê de mane, ji xwe re çend hevkarên kurd peyda kirine. Di vî warî de serpêhatîya Dr. Seîd gelek balkêş e. Dr. Seîd wek kurdekî bi salan li Îranê bi mîsyonerên emerîkî re kar kirîye. Pratîka xwe ya pêşîn li ber destê doxtorên emerîkayî dîtîye. Dr. Seîd li çend welatan gerîyaye, çûye Swêd û Îngîlterê jî. Gelek bûyer li serê vî doxtorê kurd re derbas bûne. Dema di sala 1937-an de tê girtin, heval û dostê wî yên Emerîkayê vala namînin, ji bo berdana wî bi serokkomarê Emerîkayê Roosevelt re pêwendîyan datînin. Kurê wî salên 1942-an de bar dike, diçe Emerîkayê. Bûka wî, keçeke Emerîkayî bûye. Yek ji xarzîyên Dr. Seîd, bi navê Jay M. Resûl heta salên 1960-yî jî li Californiyayê wek doxtor kar kirîye û paşê li ser jîyana apê xwe Dr. Seîd pirtûkek nivîsîye.[11]


Ji nav mîsyonerên emerîkî hin dostên kurdan jî derketine. Yek ji wan jî L. O. Fossum bû, di sala 1918-an de gazî Emerîkiyan dikir ko alîkarîya kurdên belengaz bikin û wek adres jî li Minneapolisê adrêsa profesoreki bi navê M.O. Wee dabû. L. O. Fossum li ser van kurdan nivîseke balkêş jî nivîsîye.[12] Fossum di sala 1919-an de angorî materîyalên zaravê Mukrî, rêzmaneke kurdî amade kir û li Emerîkayê weşand.[13] Mîsyonerên emerîkî li Kurdistana Îranê aktîf bûn. Bi vê munasebetê li Minnesotayê kovareke bi navê The Kurdistan Missionary derxistine. Ev kovara di navbera salên 1910-1928-an de qasî bîst salan li Emerîkayê hatiye weşandin. The Kurdistan Missionary pêwendîyên kurdan û Emerîkiyan yên dîrokî gelek baş sembolîze dike.[14] Ev cara pêşin bû ko kurdan mirovên Emerîkayê nas dikirin. Van kontaktan, ji aliyê kurdan de keşfkirina Emerîkayê hêsantir kiriye û di vî warî de bandûreke mezin nîşan daye.[15] (Wêne: L. O. Fossum)

Dema em dîroka pêwendiyên Emerîkayî û kurdan raçav dikin, çawa me li jor jî dît, di warê pêşketina van pêwendîyan de L.O. Fossum roleke gelek mezin lîstîye. Ew heyranê kurdên Mahabatê bûye. Vê "heyranîya Emerîkanîyan ya Mahabatê" piştî Şerê Cîhanê yê Duwemîn jî ajot. Vê carê du dîplomatên Emerîkanî, dîroka Mahabatê nivîsîn. Yek ji wan Archie Roosevelt bû, di sala 1947-an de lêkolînek li ser Komara Mahabatê amade kir û li Emerîkayê di kovareke de weşand.[16] Piştî 15 salan vê carê William Eaglaton li ser kurdên Mahabatê bi navê Komara Kurd ya 1946-an pirtûkeke baş nivîsî.[17] Ev berhemên van herdu diplomatên Emerîkî rûpelekî dîroka kurd ya nû ronahîtir kirin. William Eagleton, di navbera salên 1959-1961-an li Tebrîzê wek konsolosê Emerîkayê kar kiriye. Ew bi vê pirtûkê ve nema, di sala 1988-an de li ser emenî, ber, xalîçeyên kurdî bi wêneyên rengîn ve berhemeke gelek giranbiha amade kir û wek pirtûkeke mezin weşand.[18] Bi vî tehrî, reng û tonên teze di dîroka pêwendiyên Emerîkayî û kurdan de cîh girtin.

Çend seferen tek-tek

Gelo kurdê ko cara pêşîn lingê wî li erdê Emerîkayê ketîye, kî ye? Bersîva vê pirsê îro ji alîyê me de nayê zanîn. Lêkolînereke tirk, Oya Sencer di xebateke xwe de dide kivşê ku, piştî salên 1860-yî kurdên ji Xerpût û Dîyarbekirê cara pêşîn koçberî Emerîkayê kirine.[19] Lê belê emê çawa paşê jî bibînin ne tenê ji van navçan, ji çend deverên mayîn yên Kurdistanê jî kurd çûne Emerîkayê. Di dawîya sedsala 19-an de dema bûyerên salên 1894-1896-an li serê Ermenîyan qewimîn, gelek ermenî çûne Emerîkayê. Bi bawerîya min, ev ermenîyên ko di vê demê çûne Emerîkayê, ji ermenîyên mayîn û ji kurdan re riya Emerîkayê vekirine an jî nîşan dane. Di warê van pêwendîyan de, çawa em dibînin şandina nameyan û van hatin-çûyînên mirovan roleke mezin lîstiye. Di çavkanîkê de tê xuyan ko di dema vê tevkuştina pêşîn ya ermeniyan de qasî 5000 ermenî çûne Emerîkayê û careke din venegeryane.[20]


Di destpêka sedsala me de navê Emerîkayê di nav kurdan de bibû nîşana xêr û bereketê, nîşana azadî û xelasiyê. Emerîka ji aliyê hin kesan de wek "welatê ko mirov di çend rojan de li wir dewlemend dibe" dihate nasîn. Hin mirov ji ber van gilî-gotinan, bi xem-xeyalê Emerîkayê ve dijîyan. Yek ji van kesan jî nivîskarê kurdê Kevnesovyetê, Erebê Şemo bûye. Dema ew li Urisetê li bal malbatekê xulamtiyê dike, yek ji neferên vê malbatê Ivan Gurêv diçe Emerîkayê. Birayê wî Vasîlîv Gurêv li demê li Emerîkayê dima. Dema Vasîlîv Gurêv dil dike here Emerîkayê, dibêje: "Ereb dema ez herim, ezê te jî bi xwe re bibim" û behsa Emerîkayê ber guhê Erebê Şemo dixe. Erebê Şemo şabûna xwe wek zarok di romana xwe ya nîv-bîyografîk ya bi navê Berbang de waha îfade dike: "Rastî jî ez di dilê xwe de şa dibûm".[21] Çawa di vê mîsala piçûk de jî tê xuyan, di navbera ermenî û kurdan de li ser Emerîkayê mirov dibîne ko qanalên înformasyonê yên xurt peyda bûne.(Wêne: Keştiya bi navê Gulcemal di navbera Stenbol û New Yorkê de sefer dikir.)

Di destpêka sedsala 20-an de ne tenê karkerên kurd, wusan jî bi serê xwe xwendevan, ronakbîr û sîyasetvanên kurd jî çûne Emerîkayê. Rîya mirovên sade jî berbî Emerîkayê ketîye. Dema kongra duwemîn ya Îttîhat û Terakiyê di sala 1907-an de li Parîsê dicive, çawa di çavkanîkê de cîh girtiye, kurd û tirkên ko li Emerîkayê dijîyan jî tevî vê kongreyê bûne.[22] Dema Şerî Cîhanê yê Yekemîn gelek kurd ji welatê xwe bi darê zorê hatibûn dûrxisitin, hejmara wan digihîşte 700 hezar kesan. Ev koçerên kurd li dorberên bajarên Edenê, Enqerê û Qonyayê perîşan bibûn. Cîh û welatekî lê bimana, tune bû. Rojnameyên bi 12/8 1918 terîxî didin dîyar kirin ku, Komîsyona Lêkolînê ya Emerîkayê li Îstenbolê bi heyeteke kurd re rûniştiye û daxwazên kurdan guhdar kiriye. Heyeta kurdan çawa rojname didin dîyar kirin, bala Komîsyona Lêkolînê ya Emerîkayê kişandîye ser perîşaniya 700 hezar kurdên koçer û derbeder. Mimkûn e ko ji van kurdên koçer hin kes çûne Emerîkayê.[23]

Divê em li vir bidin dîyar kirin ko di van salan de di nav rewşenbîrên kurd de li Îstenbolê sempatîke mezin li hemberî Emerîkayê û bi taybetî li hemberî Serokkomarê Emerîkayê Woodrow Wilson (1856-1924) peyda bibû, ew wek "xelaskarê gelên bindest " dihate nas kirin. Di van salan de ew "Prensîpên Wilson" ko ji 14 xalan pêk hatibûn, hêvîke mezin dida rewşenbîrên kurdan. Nivîskar û rewşenbîrên kurd di kovara Jînê de li ser vê pirsê sekinîne. Serokê Serhildana Agirîyê, Ihsan Nurî Paşa bi navê "Prensîpên Wilson û Kurd" nivîsek di kovara Jîn de weşandîye.[24] Prensîpên Wilson ji bo gelên bindest wek manîfestoyeke xelasiya van milletan dihate zanîn.

Bi taybetî di salên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de belayeke mezin hate serê ermenîyan û piranîya wan li Tîrkiyê tevayî hatin kuştin. Tevkuştina sala 1915-an li cîhanê gelek deng da. Him ermenî, him jî kurd gelek ji bûyerên van salan tirsîyan. Ne tenê bûyerên polîtîk û leşkerî, di van salan de belengazî, tunebûn û xizanîke mezin jî li van deveran hebû. Yek ji wan ermeniyên ko di sala 1915-an de koçî Emerîkayê kirine, nivîskarê ermenî yê naskirî William Saroyan e (1908-1981). Ew bi xwe li bajarê Bîtlisê hatiye dinê. Malbata wî û kurdan cînartîke gelek qenc bi hevra derbas kirine, dostên hev bûne. William Saroyan, di sala 1960-yî de, dema cara duwem ji bo gerê tê welatê kal-bavên xwe, him diçe bajarê Bitlîsê zîyaret dike, him jî diçe Ermenîstanê li wir ermenî û kurdan dibîne.[25]

Despêka maceraya kurdan ya emerîkî

Em dikarin bêjin ko kurd bi kîtlevî cara pêşîn di salên Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) de çûne Emerîkayê û Emerîka ji alîyê kurdan di van salan de hatiye keşf kirin. Vê koçberiya kurdan ya Emerîkayê bi kîtlevî heta salên 1930’yî kişandiye. Di dawiyê cimaeteke kurdan li Emerîkayê pêk hatiye. Di van salan de kurdên ko çûne Emerîkayê bi taybetî li bajarên Detroit, New York, Fhiladelphia û çend bajarên mayîn cîwar bûne. Li taxên van bajaran yên here paşketî de diman û di karên here giran de dixebitîn. Fabrîka ko kurdan zêde lê kar dikir, fabrîka Fordê ya bajarê Detroitê bûye. Çiqas kurd di van salan de li Emerîkayê dijîyan, derbarê vê yekê de çend hejmarên ji hev cuda hene. Sabîha Sertel hejmara kesên ko ji Tirkîyê hatine Emerîkayê, çi kurd çi tirk bi tevayî qasî 9000 kesan pêşkêş dike. Lê belê angorî raporeke konsolosê îngîlîz ko wan salan li Emerîkayê kar kiriye, hejmara kurdên li Emerîkayê wek 10000 û 12000 kesan dide. Angorî raporên tirk yên emniyetê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn qasî 8000 kurd li çend bajarên Emerîkayê hebûne. Di vê raporê de li ser gera Sureya Bedirxan ya Emerîkayê zaniyarîyên fireh cîh girtine.[26] Di çavkanîyeke mayîn de tê dîyar kirin ko piranîya van kurdan hatine asîmîle kirin.[27]

Piraniya bajarê Xerpûtê diçe Emerîkayê

Bi taybetî ji bajarê Xerpûtê gelek kurd çûne Emerîkayê. Angorî hin çavkanîyan ji nifûsê Xerpûtê (Elazîz) qasî sedî bîstî bar kiriye, çûye Emerîkayê. Piştî demekê, çend "Emerîkayiyên nû" wek dewlemendan vegerîyane welatê xwe. Vegera hin kesan bûye babeta şanoyekê jî. Nivîskarê tirk Cevat Fehmi Başkut bi navê "Emerîkayîk li Xerpûtê" şanoyek amade kir. Di vê şanoyê de serpêhatiya Ibrahim Müderris heye ko li Emerîkayê bûye mîlyoner. Ew piştî gelek salan hatiye welatê xwe û pey rêç - şopa birayê xwe - Ahmed ketiye. Ew diçe Xerpûtê wekî birayê xwe bibîne, lê belê her tişt angorî dilê wî nameşe.[28] Kurdekî bi navê Hasan Yalçin ko bi xwe ji Xarpûtê ye û niha li Fransê dijî di nameyeke xwe de dinivîse ko herdu kalkên wî (ji aliyê dê û bav de) di destpêka sedsala 20-an de çûne Emerîkayê. Angorî Hasan Yalçin ew kurdên ko koç kirine, zêdetir alevî bûne û ji ber tirsa tevkuştina ermeniyan revine çûne Emerîkayê. Van kurdan wusan bawer kiriye ko ji vir şunda êdî dor tê wan. Angorî zaniyariyên Hasan Yalçin yek ji kalkê wî bi navê Xidir li Bostonê fabrikeke çerm de, çend kurdên din jî di çêkirina riyên hesin de kar kirine.[29]

Ji ber dûrbûna Emerîkayê û Kurdistanê gelek caran pêwendî û kontaktên navbera nas û pizmaman de hatine birînê. Ev yeka bûye bayîsê gelek problemen malbatî. Hin jinên ko mêrên wan li Emerîkayê mane û demeke dirêj xeber ji wan negirtine, nifir li Emerîkayê barandine.[30] Ne tenê ji bajarên Dersîm û Xerpûtê, ji bajarên Wan, Erzirim û Sêwasê jî kurd çûne Emerîkayê.[31] Paşê hin Emerîkayî jî tên Xerpûtê ji bo gerê û lêkolînê. Di sala 1928-an de nivîskarekî Emerîkî Melville Chater tê Xerpûtê û ji bo kovara coxrafyayê ya here navdar The National Geographic Magazine nivîseke gelek balkêş bi sûretên gelek xwaşîk ve tevayî çap dike. Ev nivîsa bala xwendevanên Emerîkayê û cîhanê careke din dikşîne li ser Xerpûtê û rewşa kurdên vê deverê.[32]

Kurdên Dêrsimê li Emerîkayê

Di destpêka sedsala me de gelek xwendekarên kurd li Îstenbolê hebûn. Di sala 1912-an de bi navê Hêvî, komeleke xwendevanan li Îstenbolê hatiye saz kirin. Yek ji pêşengên tevgera xwendekarn, kurdekî Dêrsîmê bûye, navê wî Necîp e û li Xerpûtê mezin bûye. Necîp li Îstenbolê tip (hekîmî) xwendiye, pîştî xwendina xwe ya bilind diçe Emerîkayê û li bajarê Philadelphia dimîne. Angorî zaniyariyên emniyeta Tirkiyê Dr. Necib Mustafa Bekir Bey di navbera salên 1915-1918-an de li Îstenbolê tip xwendiye û di Nexwaşxana Gümüşsuyu’de kar kiriye. Paşê dest ji vî karê xwe berdaye, çûye Emerîkayê.[33] Nurî Dêrsîmî, di eynî berhema xwe de behsa "Kurdên Dêrsîmê li Emerîkayê" jî dike. Piştî van zaniyarîyan, mirov dikare bêje ko di destpêka sedsala me de li Emerîkayê komeke kurdên Dersîmê hebûye. Angorî çavkanîke din tenê lı bajarê Peabody nêzîkî 600 kurdên Dêrsîmî hebûne.[35]

Bîranînên Sabîha Sertel

Di dawiyê de kurdên Emerîkayê li bajarê Detroitê bi navê Hilal-i Ahmer (Hîva Sor) komelekê saz dikin. Cîhekî wan yê fireh hebûye. Serokê komelê kurdekî bi navê Rumî Efendî bûye: "Kesekî bejn bilind, beden mezin, kesekî wek çîya bû. Simêlên wî yê dirêj heta qulên guhê wî dirêj dibûn".[36] Rumî Efendî di maleke modern de maye, lê belê tiştên malê, tiştên Asyayî bûne. Ev komela kurd ya li Emerîkayê cara pêşîn kîjan salê saz bûye, em pê nizanin. Qasî ko em pê dizanin ev komela, rêxistina kurd ya here pêşîn e ko li Emerîkayê hatiye saz kirin. Di van salan de şerê rizgariyê li Tîrkîyê heye. Mirovên ko li Emerîkayê diman çi kurd û çi tirk di nav xwe de pere berev dikirin û wek alîkariya însanî dişandin Tîrkiyê. Ev alîkarî ji bo Hîmaye-î Etfal Cemîyetî (Komela Parastina Zarokan) bûye. Ew avahiya vê komelê ya ko paşê li Enqerê hatiye çêkirin, angorî Zekerîya Sertel bi pereyên karkerên tirk û kurd ve hatiye avakirin. Bi vê munasebetê di sala 1923-an de li bajarê New Yorkê civînek tê amade kirin û kurdên New Yorkê jî tevî vê civînê dibin û ji wan yek jî kurdekî bi navê Usiv Gulav e, ew xwe waha dide nas nasîn: " Ez 27 sal in li Emerîkayê kar dikim. Li madenan de min kar kir, fabriqeyên otomobîlan, li bakurê baxçeyên fêkîyan yên "Fruit Company" de min kar kir. Ez li garajan û li parkan razam..."[37] Mirov ji îfadeyên wî derdixe ko ew di dawiya sedsala 19-an de hatîye Emerîkayê. Piştî ewqas salan Usiv Gulavî di sala 1923-an de xatirê xwe ji Emerîkayê dixwaze û vedigere welatê xwe. Ew kurdên ko cara pêşîn hatine Emerîkayê gelek dijwarî û tengasiyên mezin kişandine:

" Mercên xebatê yên karkeran gelek xirab bû. Ji ber ko zimanê Îngîlîzî nizanibûn û karkerên hosta nîn bûn, di karên giran de dixebitîn. Bi taybetî jîyana karkerên kurd û tirk yên ko li Detroitê di fabrîqeyên otomobîlan yên Fordê de kar dikirin, cihenemek bû. Li Emerîkayê ji bo ko ew pêşketina teknîkî ya îroyîn tune bû, ew karkerê ko dikete ocaxa polayê, li ber êgir ji deqeyekê zêdetir nikaribû bisekinîya..."[38]

Him Zekerîya Sertel, him jî jina wî Sabîha Sertel di bîranînên xwe de di derbarê kurdên Emerîkayê de çend zaniyariyên gelek kêrhatî pêşkêş dikin. Ev malbata, di navbera 1919-1923-an de li Emerîkayê maye. Sabîha Sertel ji bo dîtîna keça xwe - Sevgî Sertelê - di sala 1937-an careke din diçe Emerîkayê. Ew dibîne ko ji van salên berê tu tiştek di cîhê xwe nemaye. Di navbera salên 1919-1923-an de komeleke tirk ya bi navê Türk Teavün Cemiyeti jî li Detroitê hebûye. Kurd û arnavud dijî navê wê derketine, xwestine navê wê bibe Osmanli Teavün Cemiyeti. Ji ber vê yekê di navbera kurdan û tirkan de, angorî Sabîha Sertelê hin sarbûn û dubendî peyda bûne.[39]


Serpêhatiya malbata Mistefa Salim

Nivîskar Mohammed Qazi ko di lêkolînekê xwe de behsa malbateke kurd dike, vê malbatê ji Kurdistana Bakur koçberî Emerîkayê kiriye. Mohammed Qazi di roja 1/2. 2002 an de diçe bajarê Detroitê li Michiganê û li wir malbata Mistefa Salim zîyaret dike. Angorî îfadeya Mistefa Salim, bavê wî di sala 1919an de hatiye Emerîkayê, paşê di sala 1930yî bi jineke kanadayî re dizewice û du zarokên wan çê dibin. Diya Misfefa ko salên wê dora 90 bûye heta sala 2002 jiyaye û li bal Mistefê maye. Him Mistefê û him jî diya wî kêm kurdî zanibûne. Bavê Mistefê bi alikariya apê xwe Xelîl Begê hatiye Emerîkayê, apê wî di salên 1865-1870yî li Emerîkayê maye. Dîsa angorî îfadeyên Mistefa Salim û diya wî, gelek kurd di sedsala 18 an de bi Xelîl Begê re hatine Emerîkayê. Ji wan hinek li Emerîkayê mirine û gorên wan niha li bajarê Detroitê ne.[40] Ev çavkanî jî wek çavkaniyên mayin nîşan dide ko kurdan care pêşîn di nîveka pêşîn ya sedsala 18an, angor berî 150 salan Emerîka keşif kirine. (Wêne: Malbata Mistefa Salim)

Zaro Axa li Emerîkayê

Vê carê kurdekî bi navê Zaro Axa (1774–1934) Emerîkayê zîyaret dike. Bi vapûreke Almanî bi navê "Bremen" diçe Emerîkayê û li wir çend mehan dimîne. Zaro Axa çawa tê zanîn, di medya cîhanê de wek mirovê herî kal dihate nas kirin. Zaro Axa di sala 1774-an de li bajarê Bitlîsê hatiye dinê. Navê wî gelekî li cîhanê belav dibe, qasî 160 salan jîyaye. Çawa em di hejmareke rojnameya New York Times de dibînin, pasaporta wî dêst de, poz daye rojnameyê. Di pasaportê de terîxa rojbûyîna wî wek 16.2.1774 tê cîh girtîye. Medya cîhanê û ya Emerîkayê cîhekî fireh daye vê gera wî ya Emerîkayê. Zaro Axa dema li Emerîkayê maye, angori rojnameya New York Times ya bi 23/7 1930 terîxî, wî ji Emerîkayê gelek hez kirîye: "Ez ji Emerîkayê hez dikim çimkî ew şer naxwaze" (I like Emerîka because it does not like war).[41]

Seferbûna kurdan ya etnîkî li Emerîkayê

Piştî ko serhildana Şêx Seîd (1925) hate perçiqandin û vemirandin, di nav karkerên kurd de tevgera nasiyonal zêdetir bandûra xwe nîşan da. Di nav wan de proseseke polîtîzasyonê ya nû dest pê kir. Dema Serhildana Agirîyê (1927–1930) berdewam dikir, kurdên ko li Emerîkayê diman, ji bo pêşketina vê serhildanê hewldayîneke mezin nîşan dane. Di van salan de li bajarê Detroitê şubeyeke Xoybûnê tê vekirin. Kesê ko pêşengîya vê tevgera nasyonal kiriye, Surêya Bedirxan e bûye. Di dokumenteke Fransî de tê dîyar kirin ko di îdara vê şubeya Xoybûnê de ji der Surêya Bedirxan, du endamên mayin bi navê Nacî Beg û Cemal Beg jî cîh girtine.[42] Çawa em ji weşaneke Xoybûnê fêr dibin, şubeya Xoybûnê ya Emerîkayê li bajarê Detroitê bi şahîyekê ve hatîye vekirin û xurekek hatiye xwarin, qasî 25-30 kes tevî vê şahiyê bûne. Sûretekî ko di vê şahiya vekirinê de hatiye kişandin nîşan dide ko sê jin jî di vê civînê de beşdar bûne.[43] Berî ko Xoybun vê şubeya xwe saz bike, bi zimanê tirkî belevokeke bi 20/6 1928 terîxî amade kiriye û ji kurdên Emerîkayê alîkariya maddî daxwaz kiriye.

» Civîneka Xoybûnê li Emerîkayê

Piştî binketina serhildana Araratê çi tê serê vê şubeya Xoybûnê, em tiştekî nizanin. Çawa em ji çavkanîyeke din fêr dibin, di van salan de li Detroitê, komîteyeke kurd jî tê saz kirin. Angorî rojnameya Zarya Vastoka ko li Tiflîsê der çûye, li Emerîkayê di sala 1929-an de bajarê Detroitê "Komîta pêşîn ya Kurd" hatiye saz kirin. Ev komîta ji bo organîzekirina karkerên kurd li Emerîkayê saz bûye. Angorî vê nûçeyê Surêya Bedirxan çûye Emerîkayê, ji bo alîkariya Xoybûnê qasî 4000 dolar ji alîyê karkerên kurd de hatiye berev kirin.[44]

Lêkolînerê tirk bi navê Oguz Aytepe li ser çalakiyên Xoybûnê li Emerîkayê lêkolîneke amade kiriye. Angorî vê lêkolînê ev şubeya Xoybûn bi pêşengiya Sureya Bedirxan û Dr. Necib Mustafa Bekir Beg di sala 1929-an de saz bûye. Ji kurdên Tirkiyê 55 endamên wê hebûne. Angorî vê lêkolînê Xoybûnê çend şubeyên mayin jî li Emerîkayê vekirine. Dîsa tê vê lêkolînê de tê diyar kirin ko li bajarê New Yorkê bi navê Komela Serxwebûna Kurdistanê komeleke mayin saz bûye. Buroya ermenîkî bi navê Vahan Kardaşyan jî lî wê deverê bûye.(1 Madison Avenue). Ev yeka jî angorî lêkolîner hevkariya kurd û ermeniyan nîşan dide. Li ser rewşa kurdên Tirkiyê di New York Sun de beyaneke Sureya Bedirxan der çûye. Angorî vê raporê qasî 5800 dolar pere hatine berev kirin û ew şubeya Xoybûnê ya ko li bajarê Detroitê saz bûye, di sala 1936-an de hatiye girtinê.[45]

Di van salan de ji bo danasîna doza kurdan li Emerîkayê çend çavkaniyên bi zimanê Îngîlîzî jî der çûne. Weşaneke Xoybûnê ya bi navê "The Case of Kurdistan Against Turkey" di sala 1928-an li bajarê Philadelphia hatiye çap kirin. Ji bo ve pirtûkê nûçegîhanê rojnameya New York Herald, Adams Gibbsons pêşgotinek nivîsîye.[46] Wusan tê xuyan ko pêwendîyên Xoybûnê û Surêya Bedirxan bi kurdên Emerîkayê re berî vekirina vê şubeyê jî hebûne. Bi kurtî di navbera salên 1928-1930-an de kurdên Emerîkayê piştgirtîke mezin ji bo Serhildana Agiriyê nîşan dane.

Xwendekarên kurd li Emerîkayê

Piştî ko êdî Emerîka, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji alîyê kurdan de tê keşf kirin, paşê gelek kurd diçine Emerîkayê. Bi taybetî hejmara xwendekarên kurd li wir her diçe zêdetir dibe, wusan zêde dibe ko êdî di salên 1964-an de Komele Xwendekarên Kurd Li Emerîkayê (The Kurdish Student Organization in the United States) tê saz kirin.[47] M. Şefîk Qazzaz dibe serokê komelê. Bi berpirsîyarîya wî kovareke bi navê The Kurdish Journal jî der çûye.

Yek ji van xwendekarên kurd yên ko cara pêşîn çûne Emerîkayê jî, kûrê Şêx Mehmud bûye. Navê wî Şêx Baba Elî ye, di salên 1930’yî de diçe Emerîkayê, li wir ekonomî xwendiye. Keça Refik Hîlmî ya bi navê Pakîze Hîlmî di sala 1949-an de ji bo xwendina xwe diçe Emerîkayê. Newîyê Seyît Abdulkadîr, Hizir Geylan li Emerîkayê muhendisîya teksîlê xwendîye. Çawa tê zanîn bavê wî Mehmed di sala 1926-an de li Dîyarbekirê hate darda kirin.

» Azîme Kutlay di salên 1950-yî de li Emerîkayê

Yek ji van xwendekarên kurd ko di van salan de çûye Emerîkayê, Azîme Kutlay e. Ew bi xwe ji kurdên dorberê Anadolîya Navîn e û niha li Enqerê dimîne. Azîme Kutlay di sala 1952 de bi 24 hevalên xwe ve tevayî diçe Eyaleta Floridayê. Di sala 1953-an de ji bo zanîyariyên xwe pêşta bibe û pratîkê bike, ew diçê Eyalayeta Michiganê. Azîme Kutlay dema diçe wir, ji aliyê Prof. Dorati Lee de fêr dibe ko hin mirov ji Tirkîyê wek karker hatine Emerîkayê, niha li bajarê Detroitê dimînin û di nav wan de kurd jî hene. Azîme Kutlay, paşê diçe wan kurdên ko dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatine Emerîkayê, dibîne, bi wan re tevayî sûretên bîranînê dikşîne:

" ...Ji bo piştgirtîyê di nav xwe de Komela Hîva Sor saz kiribûn. Nêzîkî wê komelê "Qawexana Hesen Axa" hebû, dişibande qawexanên ko min li Tirkîyê dîtibûn. Piranîya wan karkeran li fabrîkayên Fordê de dixebitîn, salên wan li ser pênceyî bûn. Gelek li min xweyî derketin û min jî dest pê kir dawiya hefteyên xwe li bal wan derbas kir. Xwarinên Tirkîyê îkramî min dikirin, bi piranî em bi tirkî dipeyîvin, lê me car-car jî bi kurdî jî deng dikir. Ji deverên Xerpût, Dêrsim û Bîngolê hatibûn..."[48]

Angorî îfadeyên van karkeran, ew berî çil salî hatine Emerîkayê. Dema ew hatine Emerîkayê, wan di embarên geştî û botan de xwe veşartine û perîşanîke mezin dîtine. Ji van îfadeyan jî mirov derdixe ku, ev karkerên ko Azîme Kutlayê di salên 1950-yî de li Emerîkayê dîtine, ew di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatine Emerîkayê. Bi vî tehrî du nifşên kurd yên cuda-cuda li Emerîkayê rastî hev hatine.

" ...Ez di salên 1952-1953 li eyaleta Florida li bajarê Genville çûme Fakulta Perwerdegarîyê ya Unîversîta Florîdayê. Mehên pêşîn dema em çûne Floridayê, nasîya me dane cîwanekî bi navê Cuneyd Dostdoxru. Vî xortî di wan salan de li Emerîkayê kar dikir. Wek Cuneyd Dostdoxru nasîya wî dane me. Paşê dema ez vegerîyame Tirkîyê, min ji naseke xwe ya bi navê Nacîye Dostdoxru re qala Cuneyd kir. Wê demê ez fêr bûm ko ew kurê wê bûye, ji bo xwendinê çûye Emerîkayê û bi salan e li wir dijî. Nacîye Xanim keseke bi kultur bû, Fransizîke baş zanibû, bi salan di Wezereta Karên Der kar kiribû. Keseke ronakbîr û bi koka xwe Kurd bû. Ew keça Xelîl Xeyalî bû.[49] Dûr û dirêj qala bavê xwe dikir û bi wî serbilind dibû...Dema karên min yên Floridayê qedîyan, bi pêşnîyaza profesorê xwe ez ji bo zaniyarîyên xwe pêşta bibim, çar meha çûme bajarê Detroitê. Min li wir di Hêlîna Merry Palmer (dibistana berî xwendinê) de dest bi lêkolîn û karên xwe kir. Di dibistanê de min profesorekî - Dorty Lee - bi koka xwe yunan e nas kir. Dema wî bihist ko ez ji Tirkîyê têm, gote min ko li taxa Annarber ya Detroitê malbatên kurd dijîn. Min nasîya xwe da van kurdên ko di salên 1920-î de hatine Emerîkayê. Wan xwe di embarên geştîyan de xwe veşartibûn û koçberî Emerîkayê kiribûn. Ev kurdên diltenik gelek kêfxweş bûn dema ez bûm mêvanên wan. Di dawîya her hefteyî karê min yê herî pêşîn dîtina wan bû. Piranîya wan zewicîbûn. Di fabriqeyên Fordê de kar dikirin. Bi vî tehrî me hesret dibuhirand..."[50]


Di salên 1950-yî de çend ronakbîrên kurd jî çûne Emerîkayê, li ser rewşa kurdan raya giştî ya Emerîkayê agahdar kirine, wek Kamuran Bedirxan (1895-1978) û Mustafa Remzi Bucak (1912-1985). Kamuran Bedirxan di sala 1950’yî de bi nûçegîhanê New York Timesê, Edgar Ansel Mowrer re li ser rewşa kurdan peyiviye û ev heyvpeyvîn di hejmara bi 7/11950 terîxî ya rojnameyê de hatiye weşandin. Mustafa Remzi Bucak di sala 1959-an de çûye Emerîkayê û heta rojên xwe yên dawin jî li Emerîkayê jîyaye. Mustafa Remzi Bucak li ser rewşa kurdan ji Serokkomarê Tirkîyê Îsmet Înonî û hin kesên mayîn re ji Emerîkayê çend nameyên dîrokî şandine, ev nameyan paşê wek pirtûk hatine weşandin.[51] (Wêne: Mistefa Remzî Bucak bi jina xwe Zehra Xanimê re dansê dike.)

Nivîskar Ferhad Skakely û Vera Beaudin Saeedpour di sala 1989-an, dema dixwazin li New Yorkê bi teksîyê ji cîhekî herin cîhekî din, mêze dikin ko xweyê teksîyê kurd e, dema jê dipirsin wekî ew çi wextî hatiye Emerîkayê, ew dibêje ko ew berî çîl salî ango dora salên 1950-yî hatiye Emerîkayê.[52] Ev nimûna piçûk jî nîşan dide ku, koçberiya kurdan ya Emerîkayê di sedsala me de hertim berdewam kiriye û heta rojên me yên îroyîn jî hatiye. Angorî çavkanîke nû hejmara kurdên li Emerîkayê di navbera hejmarên 25 û 75 hezaran de diguhire.[53]

-----

Têbînî:

[1] Rohat Alakom, Ji aliyê kurdan de keşfkirina Emerîkayê, Nûdem, hejmar: 21/1997.

[2] Eynî nivîs di kovarên kurdî yên mayin de jî hatine weşandin, binêre: Gulan, hejmar: 29/1998. Raman, hejmar: 59/2001.

[3] www.netkurd.com (18/5 2005)

[4] Abdullah Cevdet, Hetawi Kürd Gazetesi Yazarlarına, Hetawî Kurd, nr 1/1913.

[5] Fredrick Engels, The armies of Europa, I. The Turkish Army, Putnam Monthly, no: XXXVI, December 1855.

[6] Karl Marx, Persia - China, New York Daily Tribune, June 5, 1857.

[7] Akdes Nimet Kurat, Türk-Emerîkan Münasebetlerine Kısa Bir Bakış (1800-1959), Ankara, 1959.

[8] Euphrates College, Harpoot: Its Possessions and Its Needs, 1887 (binêre: Uygur Koçabaşoğlu, Anadolu’daki Emerîka, rûp.210).

[9] Dr. Uygur Koçabaşoğlu, Anadolu’daki Emerîka, Ankara, 1989, rûp.149.

[10] Eynî berhem, rûp.192.

[11] Jay Rasooli, Dr. Sa’eed of Iran (Grand Rapids), 1957 (Çapeke kurtkirî ya vê pirtûkê bi zimanê Swêdî jî der çûye: Vittnesbörd från Kurdistan, Göteborg, 1987).

[12] Amir Hassanpour, "Kurdistan Missionary", Svensk-Kurdisk Journal, nr: 8/1987.

[13] L.O. Fossum, A Practical Kurdish Grammar, Minneapolis, 1919.

[14] Amir Hassanpour, "Kurdistan Missionary", Svensk-Kurdisk Journal, nr 8/1987.

[15] William Eaglaton, The Kurdish Republic of Mahabat, rûp. 28-30.

[16] Archie Roosevelt, The Kurdish Republic of Mahabat, The Middle East Journal, Washington, No: 1, s.249-266, 1947.

[17] William Eagleton, The Kurdish Republic of 1946, London, 1963.

[18] William Eagleton, An Introduction to Kurdsh Rugs An Other Weavings, Scorpion, 1988.

[19] Oya Sencer, Türkiye''de İşçi Sınıfı, İstenbol, 1969, rûp. 93.

[20] Davit Marshal Lang, Armenier - Ett Folk i Exil (Ermenî - Gelekî li Sûrginê), Stockholm, 1989, rûp. 137.

[21] Erebê Şemo, Berbang, Stockholm, 1989, (binêre beşa: Nama ji Emerîkayê: rûp. 35-45).

[22] Celîlê Celîl, Jîyana Rewşenbîrî û Sîyasî ya Kurdan, Stockholm, 1985, rûp. 71.

[23] Günlük Gazetelerden, Jîn, hejmar: 23, 1918-1919, Wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emin Bozarslan, Uppsala.

[24] İhsan Nuri, Wilson Prensipleri ve Kürtler, Jîn, hejmar: 15.

[25] Babayê Keleş, Wilyam Saroyan Derheqa Kurdan de, Rîya Teze 26/12 1981.

[26] Kopîya vê rapora konsolosê Îngîlîz ya bi 18.4.1929 terîxî, di kovara Reşinbîr-î Nwê de hatîye weşandin, hejmar: 138, 1996

[27] Mehrdad R. Izady, The Kurds, 1992, rûp. 100.

[28] Cevat Fehmi Başkut, Harput’ta Bir Emerîkalı, İstanbul, 1992.

[29] Nama Hasan Yalçin ya bi 7/5 2000 terîxî ji Parîsê.

[30] Sıtkı Salih Gör, Boston''da Bir Harputlu, Ankara, 1968, rûp. 16.

[31] Sabiha Sertel, Bir Roman Gibi, rûp.46

[32] Melville Chater, The Kızılbash Clans in Kurdistan, The National Geographic Magazine, nr: 4/1928, rûp. 485-504.

[33] Oğuz Aytepe, Hoybun Cemiyeti''nin Emerîka Faaliyetleri, Tarih ve Toplum, nr 176/1998.

[34] Nuri Dersimi, Hatıratım, Ankara, 1992, rûp.27, 34.

[35] Rıfat N Ballı, Anadolu’dan Yeni Dünya’ya – Emerîkaya İlk Göç Eden Türklerin Yaşam Öyküleri, İletişim Yayınları, 2004.

[36] Sabiha Sertel, Bir Roman Gibi, rûp.51.

[37] Eynî berhem, rûp.57.

[38] Eynî berhem, rûp.47.

[39] Eynî berhem, rûp.48.

[40] Kurds in America over 100 Years ago, Kurdistan observer, 25/2 2002.

[41] 156 - Year Old Turk Comes to Visit Us, New York Times 19.7.1930 (Çawa di vê nûçeyê de jî tê dîtin, Zaro Axa bi zanetî, hertim wek "Tirk" hatîye nîşan dayîn. Ew bi xwe Kurd e û li bajerekî Kurdistanê, Bitlîsê hatîye dinê. Binêre: Rohat Alakom, Cimaeta Hemalên Kurd li Constantinopelê, Çira, hejmar: 7, rûp. 3-21, Stockholm, 1996. Li ser rêwîtîya Zaro Axa ya Emerîkayê, wisa jî binêre: Vera Beaudin Saeedpour, The Resurrection of Zero Agha, Kurdish Times, vol.1, nr: 2/1986).

[42] Note Confidentielle - Au Sujet de L’Activite kurde, raporeke veşarî 15 Aout 1931 terîxî ko ji Helebê hatiye şandin.

[43] Bletch Chirguh, La Question kurde, Le Caire, 1930. (Ew sûretê ko li Emerîkayê hatiye kişandin, di vê pirtûkê de cîh girtiye).

[44] Zarja Vastoka, nr 84, 14/4. 1929.

[45] Oğuz Aytepe, Hoybun Cemiyeti''nin Emerîka Faaliyetleri, Tarih ve Toplum, nr:176, 1998.

[46] The Case of Kurdistan Against Turkey, 1928, Philadelphia USA. (Çapa nû: Stockholm, Weşanxana Sara, 1995).

[47] Israil T. Naamani, The Kurdish Drive for Self-Determination, The Middle East Journal, Washington, Number: 3/1966.

[48] Nama Azîme Kutlayê ya bi 24/1 1997 terîxî.

[49] Xelîl Xeyalî yek ji wan kesan e ko cara pêşîn li ser zimanê kurdî kar kirîye. Di destpêka sedsala me de bi Zîya Göklap re tevayî ev kara meşandîye. Paşê dema Zîya Gökalp dibe ideologê Turanîzmê, ew dest ji vî karî berdide. Xelîl Xeyalî bi serê xwe vî karî dimeşîne. Gelek lêkolîn û nivîsên Xelîl Xeyalî di kovara Jîn de der çûne. Xelîl Xeyalî, kurdekî herî pêşîn dikare bê hesibîn ko pêwendîya ziman û nationlizmê keşf kirîye û li ser vê babetê sekinîye. Çawa Ekrem Cemil Paşa di bîranînên xwe de dibêje, Xelîl Xeyalî di destpêka sedsala me de li Îstenbolê ji bo cîwanên kurd bîst salan “mamostetîya kurdayetîyê” kiriye.

[50] Bi Azîme Kutlay re hevpeyvîn, amadekar: Rohat Alakom, Bîrnebûn 4/1998.

[51] Mustafa Remzi Bucak, Bir Kürt Aydınından İsmet İnönü''ye Mektup, İstanbul, 1991.

[52] Ev zaniyarî li Stockholmê ji Ferhad Skakely hatine girtin.

[53] Ann-Catrin, Diaspora Global Politics- Kurdish transnational networks and accommodation of nationalism, Göteborg, 2005, rûp. 83.

-----
© www.nefel.com & Rohat Alakom

-----------------------------------
Nivîskar: ROHAT ALAKOM

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder