21 Temmuz 2010 Çarşamba

Wêneyê Ala Kurdî-1928


Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928-an li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û cemiyetên Kurdan de karkirine an damezrandine, piraniya wan pishtî salên 1925 û 1930-yî hatine li Sûriye bi cih bûne. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weshan û kitêbên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920-de hatiye tesbîtkirin, ji alî Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin.


Dîsa tê gotin ku di serîhildana Agirîyê de Îhsan Nûrî her ev ala Kurdî bi karanîye. Hetta rismek ku ji wê wextê meye, di gelek kovar û kitêban de hatiye belavkirin.

Mesela li ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- ala Kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilîzî "Flag of Kurdistan" (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928)

Di Gulana 1993-an de ez û ji redaksiyona Armancê, Mîrze Bextiyar em çûbûn Kurdistana Sûrîyê. Li Qamishlîyê li malekê, Kurdekî alek Kurdî nîshanî me da û got ku "Ev al ya Xoybûnê ye, li mala Celadet Bedirxan bû, min anî". Her çendî em ne pisporê qûmash in, lê ji qûmashê wê welê dixuya ku gelek kevn bû. Her weha me bawerî bi wî hevalî anî çimkî têkilîyên wî û Rewshen Bedirxan yên nêzîk bi hev re hebûn. Me rismê wê alê jî kishand

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder