7 Temmuz 2010 Çarşamba

Mela Mehmûdê Bazîdî

Zanyarê kurd û xebatkarê civakê yê bi nav û deng Mela Mehmûd Bayazîdî sala 1797-a li navçeya bajarê Agirî Bazîdê (Bayazîd) ji diya xwe bûye. Xortanîyê da ewî Quran xwendîye, di nav edebîyata bi zimanên erebî, farisî û tirkî da kûr bûye û zimanên wan bê qisûr zanibûye.

Ewî lêgerînên xwe yên zanyarî pêşî li bajarê xwe kirîye, paşê jî - li Tewrêzê. Dû rêwîtîya xwe ya li Farizistanê ra, ew vedigere Bazîdê, dibe serwêrê medresê û di nav hemwelatîyên xwe da zû tê naskirin. Lê piştî, ku serekê eşîra kurda ya bi nav û deng li Bazîdê ji text tê avîtin, ew cîguhastî Erzurumê dibe û li wira karê mamostatîyê berdewam dike. Bayazîdî xwedî qedirekî bilind bûye, bona wê yekê ye, ku navê wî li gelek mizgeft û medreseyên bajarên cuda kirine. Hurmeta wî di nav karmendên dewletê yên Tirkîya Osmanîyê da jî hebû. Hukumdarên sultanîyê çend cara wî wek qasidê xwe şandine bal serekên serhildanên kurda yên li wilayetên Botanê û Hekarîyê bona ku wan ra bikeve nava peywendîyan. Lê jê ra bingehek heye ku em bêne ser wê bawerîyê, ku pevgirêdanên Mela Mehmûd Bayazîdî yên surî (bi dizî) bi serokên serhildanên kurda ra hebûn. Usa xuya ye, ku ewî hewl dida sipartinên hukumetê ne ku ji bo berjewendîyên Tirkîya Osmanîyê, lê ji bo kara kurdên têkoşer pêk bîne.

Hukumeta Tirkîyê destpê kir şik bire ser Mela Mehmûd, ku ew bi isyankira ra girêdayî ye. Wî pêşî sirgûnî Wanê dikin, paşê digrin, davêjine zindanê, lê piştî 15 roja berdidin. Mela Mehmûdê navdar, wek dibêjin, qedirê xwe di destê xwe da digirt û ne dihîşt, ku cezake ji wê zêdetir bidne wî. Lê dîsa jî ew ber çavê hukumetê ket. Piştî wê di nav bext û qedera Mela Mehmûd da ecêbên giran bûn.

Dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê (salên 1853-1856) birayê wî şehîd ket. Piştî têkçûna Tirkîyê, kar û barê kurên wî, ku bazirganî dikirin, her diçû xirabtir dibû. Wan rojên bona M. M. Bayazîdî giran da, zanyar û dîplomatê rûs A. D. Jaba hewara xwe li wî dadixe û daxwaza alîkarîyê jê dike. Di gulana sala 1856-a da ew dibe konsûlê Erzurumê. Hema wan çaxa jî akadêmîk A. Dornê ji Pêterbûrgê ji A. D. Jaba ra pêşnîyar dike, ku desthilatdarîya xwe bi kar bîne bona berevkirin û lêkolîna materîyalên bi zaravê kurmancî.

Piştî sala 1856-a Mela Mehmûd di hêla lêgerînên ziman, dîrok û çanda kurda da dibe mamosta, ronahîdar û karmendê A. D. Jaba. Ew bi alîkarîya kurdên xwendî û xasma M. M. Bayazîdî, gelek destnivîsarên kurdî berhev dike û ji Akademîya Zanyarî ya Pêterbûrgê ra dişîne. Di nav wan da hinek destnivîsarên Mela Mehmûd jî hebûn, ku derheqa dîrok, êtnografîya û zargotina kurda da bûn. Ji wê demê vir da navên zanyarên rûs û kurd gelek cara bi hev ra tê ser zar-zimana û ew nav yekser bi herfên zêrîn ketine nava dîroka kurdzanîyê.

Di salên 1858-1859-an da M. M. Bayazîdî gramera erebî-farisî-kurdî ya Elî Teremoxî (dawîya sedsala XVî û destpêka sedsala XVîî) ber digre (kopî dike) û jê ra pêşgotinekê dinivîse. Di wê da ew derheqa jînenîgarîya Elî Teremoxî da malûmatîya dinivîse, qala hin zanyarên kurd û nivîskarên gramera kurdî dike, derheqa rola xwendina di dibistana da li nav jîyana çandî ya Kurdistanê da tîne ber çava.

Mela Mehmûd yek ji sê xudanên dîyalogên bi kurdî-fransî ye, ku berhemeke bona hînbûna zimanê kurdî ye. Di wê da weke 3 hezar dîyalog hene, ku çend alîyên jîyan û deba kurdên Tirkîyê di sedsala XîX-a da tînine ber çavan. Di wê da malûmatî hene derbarê erf-edet, rabûn-rûniştina kurda da, îzbatîyên dîrokî yên derheqa eşîretên kurda û tiştên mayîn da hatine destnîşankirinê.

A. D. Jaba, ku sala 1880-yî da karê wergera wan gotûbêja ser zimanê fransî bi serhevda tîne (xilas dike), di pêşgotina wê da dibêje, ku nîyeta wî heye jînenîgarîya alîkarê xwe yê dilsoz Mela Mehmûd Bayazîdî binivîse. Dibe konsûlê rûsa sozê xwe pêk anîbe jî, ji ber ku ew merivekî ciddî bû, lê destxeta derheqa wê yekê da ne gihîştîye destê me.

Hema di wan çaxa da M. M. Bayazîdî bi pêşnîyara A. D. Jaba pirtûkeke hewaskar dinivîse bi sernivîsa "Rabûn-rûniştin û erf-edetên kurda" û wê da derheqa timtêla kurda, dem-dezgê wan, leyîstik û sazbendîya gelêrî, derheqa huner û çanda kurda da radixe ber çavên xwendevana. Ew pirtûk di sala 1963-a bi wergera rûsî ji alîyê kurdzan M. Rûdênkoyê da hatîye çapkirinê.

Ji namên A. D. Jaba, ku ewî şandîye Pêterbûrgê, em pê dihesin, ku bi hîvîkirina wî Mela Mehmûd Bayazîdî wek berdewama xebata dîrokzanê kurda yê bi nav û deng Şerefxanê Bîtlîsî, xebateke dîrokî "Dîroka kurda ya nû" (weke 1000 rûpel) nivîsîye. Di wê pirtûkê da dîroka weke hevtê sala (ji salên 1785-1786 hetanî salên 1857-1858) ya navçeyên kurda yên sereke dihate ber çava. Mixabin, em nizanin çi hatîye serê wê pirtûkê. Xuya ye, ku destnivîsara wergera nîvcîmayî di arşîva A. D. Jaba ya Smîrnê da maye. Tenê wergera fransî ya "Pêşgotina" wê pirtûkê hatîye parastinê, ku A. D. Jaba kirîye û derheqa vê yekê da kurdzan Y. Ğ. Vasîlyêvayê gotareke xwe da nivîsîye.

A. D. Jaba bi Mela Mehmûd Bayazîdî ra tevayî koleksîyona destnivîsarên kurdî yên here tam û mezin (weke 50 heb) yên derheqa folklor, dîrok, êtnografîya, zimanê kurda da berev kirine. Ew kolêksîyon weke 90 sala çap ne bûn, hetanî sala 1957-a M. B. Rûdênkoyê ew di xebatên Pirtûkxana Pêterbûrgê ya bi navê Saltîkov-Şêdrîn da ne da weşandinê û naskirinê, lê sala 1961-ê xebateke wê ya bi navê "Derheqa destnivîsarên kurdî yên li Lênîngradê" ronahî dît.

Para koleksîyonê ya here sereke - ew destnivîsarên helbestvanên kurda yên sedsala navîn yên here bi nav û deng Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, destnivîsarên sertaca helbestvanîya kurda "Mem û Zîn"-a şayîrê bi nav û deng yê sedsala XVîî Ahmedê Xanî û yên mayîn in. Di wê koleksîyonê da, ku piranî bi hereket û hewldayîna Mela Mehmûd Bayazîdî hatîye sazkirinê, destnivîsarên usa degme hene, wek em bêjin yên şayîrên mezin Harîs Bîtlîsî, Selîm Silêman, Durfîşanî, Remedanî, Mûrad-xan Bayazîdî, ku kubarîya edebîyata kurda ya klasîk in. Bi saya ewê koleksîyonê em pê hesîyan, ku vêrsîyonên kurdî yên destanên "Leyl û Mecnûn", "Yûsif û Zelîxe", "Zembîlfiroş" hene.

Bi alîkarîya Mela Mehmûd Bayazîdî A. D. Jaba cara pêşin ferhengên fransî-kurdî û kurdî-fransî û usa jî ferhenga zaravên kurdî yên hekarî-rewandî amade kir.

Mela Mehmûd Bayazîdî di dema karkirina xwe ya here adan da - salên 1858-1859-a bi pêşnîyara A. D. Jaba destpê dike "Şerefnamê" ya Şerefxanê Bîtlîsî ji farisî werdigerîne kurdî, zaravê kurmancî. Ew werger di hêla zanyarîyê da gelekî baldar e. Ya pêşin, ji ber ku ew hetanî niha dîroka bi zimanê kurdî ya tek-tenê ye. Ya duda, destnivîsara Pirtûkxana Rûsîyayê ya gelî (Pirtûkxana dewletê ya berê) da bi destî Mela Mehmûd Bayazîdî hatîye nivîsandin. Kurdzanên Pêterbûrgê ev yek û herwaha ew jî, ku van dehsalîyên paşin li bal kurda, xwesma ronakbîra, daxaza bi zimanê dayka xwe dîroka gelê xwe bixûnin rû daye, dane ber çava û sala 1986-a ew destnivîsar bi cûrê faksîmîlê (teksîr) çap kirin û kirine milkê xwendevanên kurdîaxêv. Di hêlekê da jî ew firsendek e, ku mîrata kedkarê kurda yê sedsala XîX a ra nas bin.

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder