26 Temmuz 2010 Pazartesi

Li Şaxa Wan’ê Komcivîna ‘Serhildana Agirî’ Hat Li Darxistin

KOM-CIVAK/23.12.2008 - Li Şaxa KOM-CIVAK’ê ya Wan’ê, di dîroka 14.12.2008’an de, ji alî Abdullah ALP ve komcivîna “Serhildana Agirî” hat li darxistin.

ALP, daxuyandina xwe bi biryara Serokên Kurdên “jibo Azadî ya Gel divê hemî komeleyên Kurd xwe bifelişîn in” jibo damezirandina Rêxistina Xoybûn’ê girtibûn dest pê kir.


Pişt re jî Rêxistina Xoybûn’ê ku piştê zor û zehmetiyên mezin hatibû damezirandin hat danasîn. Di berdewamê de ALP diyar kir ku, Serhildana Agirî di nav serhildanên him di dema Osmaniyan de him jî piştê Osmaniyan derketin in de, cîhekî girîng digre û Serhildana Agirî rastiyekî dîrokî derdixe rastê; “Ger şervan Kurd bibin, ne tenê dûgelên li hember wan şer dikin, dûgelên din jî dikevin qisawetekî pirr giran. Ji ber vî yekê ye ku artêşên Tirk, Ecem û Ûris, jibo Komara Agirî ji nêz ve biqelihînin, ji çar alî ve şervanên Kurd dorpêç dikin, û wekî ku ev ne bes e, ji jor ve jî 52 balafir alîkariya wan kiriye.

Piştê vî ALP diyar ki; tevlî vemirandina agirê serhildanê, sazûman li hember gelê Kurd dest bi tevgerek tunekirinê dike. Dawiya vî Tevgera tunekirinê, “Komkujiya Zîlanê” ku ji 45 hezar zêdetir Kurdên bêguneh hatiye kuştin çêdibe.

Komcivîn piştê pirs û şîroveyên beşdaran bidawî bû.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder