14 Temmuz 2010 Çarşamba

JI SÎNGA AGIRÎ

Nameyek ji Seydayê Tîrêj re* Xemcivîn

Hey Quling,Bihna bayê buharêSer tîpên geşbûnêMûma Newrozê û sersalêRûmetê evînê, guhdarê derdan tiwî.. Hey quling, Pênûsa ko li asîmanê KurdistanêTu firandî, Ji te re digot: "Bi Xwedê kî hey qulingê min, birawestî hela carek.. Ji te re bêjim du sê peyvan".. Bêje me hey quling!! Ew razê ko Tîrêj di guhê te de got.. Bêje û bigihîne milet..! Tîrêj barê te giran kir Derdê wî bêje..bi stranî, bi helbestê bêje.. Derdê Tîrêj bêje.., Kaniya wî diherike..diherikeDev û zimanê pê şake..!!
Em tîne..ax..em tîne!! Lê te berî me vexwar, Ji derya helbestanTe jîna tekoşînê anî ziman.. Tîrêj tu firandî, tu gihandî, Digote te: Gerek li Kurdistanê û bostekJi axa KurdistanêNadim bi milkê cîhanê... Binêre li dûr, li dûr, Li Sîpan, li CudîBi roka kofiya Tîrêj girêdayî ne.. Ew tiliyên mûmdayîPeyvên azadiyê ji wana herikîne, Ji pênûsa SeydaPir kevok firîneHey qulingMizgînê belake, Seranserê welêtLi roniya dîwanan, Bi helbestên evînî, Ji zayîna roka bi tîrêj, Ji hilmagul û nêrgizan, Ji awirên baz û hidhidê SuleymanBi evîna Mem û Zînê.. Kalekî rênas û rêzanHerdem bi hêvî, Hêvî bi ronî, Ronî bi jînê.. Bejn bi şal û şapik e, Xurtemêrekî cengevan.. Mîna Siyamend e, Dibeze li pey peskoviyan.. Siwarê dêw e,.. Gamasiyê Xabûrê, Piling e, diçe nêçîra helbestên xezal, şev û roj li ber me birçiyan danîne.. Bi xwîna xwe av dida.. Çendî dixwestinDengê seyla bigrin, Birin û anînGavkirin û pîvanDawî naskirinKo rok bi destan nayê veşartin.. Tîrêj tuj in, pir in, belav in.. Erê dikevin paş ewran, Ewr diçin, ew dimînin..!! Hey quling, Hey pêximber û şandeyarê Tîrêj: Nama ko sipartiye te, "Pirtûkeke pîroz e" heger tu koçber bibî, heger tu derberder bibî, heger tu bêmal û cî û war bibî, bighîne milet, Tîrêj dibêje: Bindestiyê nekin, Birakujiyê nekin, Wek dîkan hev nexin.. Bi serbilindî bijîn...!! Ev banga hanJi sînga têkoşerekî belabû,
Ji sînga Agirî, kohê MetînJi meydana Çarçiran, Ji xwîna "adê", Mûma Newroza başûr, Ji tifinga Barzanî, Qadî û Şêx Seîd, Ji rêzaniya Qasimlo diçirise..!! Bilind dibe, belav dibe.. Belav dibe.. Hey quling, Em dizanin barê te giran e.. Lê nama SeydaDivê tu bigihînî..!! Divê ker û lal û korPê hest bibin, Bawer bike hey quling, Dilê ko helbesta Tîrêj bigihê, Ew dilÊş û janê nabîne...!!?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder