21 Temmuz 2010 Çarşamba

Erdêxan

Erdêxan an jî Erdêhan (tr:Ardahan) bajarekî li Tirkiyê ye.
Dîroka Erdêxanê heya b.z. 753 aşkera ye. Keyserê Ûrartûyan Sartûr ev herêm kiriye bin desthilatdariya xwe. Herêm nêzîkî Qafqasîa ye. Ji ber wê gelekî car Erdêxan tûşî êrîşan hatiye. Gurcî, Îranî, Ûris hwd. gelek caran herêm xistine bin kontrola xwe. Beriya avabûna Komara Tirkiyê niştecihên herêmê ji sedî 90 Kurd bûn. Herêm di sala 1479´de cara yekemîn ji aliyê Osmaniyan ve hatiye dagirkirin. Osmaniyan misilman û Tirkên Asya Navîn anîne li vir bicihkirine. Lê herdem hejmara Kurdan zêdetir bûye. Di sala 1855´î de dewleta Osmanî zagonek derxistiye û dest daye ser hemî milkên Ermeniyan. Gelê Ermenî herdem li dijî barbarîzma Tirkan serî hildaye.
Di Terteleya Filehan de, bi tevayî Ermeniyên herême hatine qirkirin û koçberkirin. Herêm gelekî caran bûye qada şerê Ermenî û Tirkan, Osmanî û Ûrisan, Osmanî û Gurciyan, Osmanî û Îraniyan û Kurd û Tirkan. Di Serhildana Agiriyê de Kurdên herêmê alîkariyeke mezin dane Îhsan Nûrî Paşa. Heya sala 1923´ê Erdêxan herdem bûye kelema pêş çavên Tirkan. Piştî şikestina serhildanên *********ê dûgela Tirk polîtîka pişavtinê (assîmîlation) bi xurtî meşandin û Erdêxanê jî ji vê polîtîkayê para xwe girt.
Nifûsa navenda Erdêxanê 19.475 e. Bi tevî navçe û gundên xwe hejmara niştecihên Erdêxanê 137.300 e. Aborî li ser çandiniyê ye. Hilberîna penêr, xwedîkirina Mozhinguv navdar e. 70 %´î gel li gundan dijî û radeya pirrbûna nifûsê pirr kêm e. Niştecihên herêmê bi Kurmancî diaxivin. Herwekî Terekeme (berekî Tirkan e û dûgela Osmaniyan ew anîne), Azerî û pirr hindik Gurcî, Ecem jî hene.
Navçeyên girêdayî Erdêxanê:
Mêrdînik (bi Tirkî Göle),
Xanek (Hanak)
Dêmal (Damal)
Çildar (Çildir) û
Posof in.
Erdêxan xwedî gelekî bermahiyên dîrokî ne. Dêrên Filehan ên ku hatine rûxandin, kelheyên Ûrartûyan, pire, kanî hwd gelek in.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder