14 Temmuz 2010 Çarşamba

ÊLA SÎPKA (Sipki aşireti)

(Çoğunlukla Ağrı ve ilçeleri geçtiği için buraya ekledim, ama kürtçe bilmeyenler bu harika bilgilerden yararlanamayacak)

ÊLA SÎPKA Êla Sîpa, êleke Kurda, ya mezin, kevnar û navdare.
Delîlên dîrokî didine kivşê, ku hê sedsala 18–an da ev êla li Serhedê, nav Xanedana Êrêvanê da bûye, kîjan jî ketya bin hukumê dewleta Îranê.
Êle bi hêz, xurt û bi nav-deng bûye, roleke berbiçev e’mrê wê heremê, ya leşkerî û civakî da lîstîye.
Hukumdarên dewletê meznê wê êlê ra hesav rûniştine. şedetya wê yekê, ew qirarnivîse, pê kîjanê xanê Êrêvanê: Muhemed–Xan Qecer, di sala 1785–an mezinê wê êlê MÎRZA AXAYÊ Sîpkî, bi nav û ritimê axatyê yê bilind rewa kirye. (1)Qirarnivîsê da derheqa amintîya wî axayê kurd hindava dewleta şahê Îranê da, zîrekî û jêhatina wî tê nivîsar, ew tê navkirin çawa evdekî bilind derece, hurmet mezin, qedir bilind û li ser evdn temamya êla sîpka hukumdarya wî ferz dike.
Gelo, wê demê êl bi temamî li ser bawarya êzdîtayê bûye, yan êdî musulmanî hilda bune? Qirearnivîsê da derheqa bawarya (ola) êlê da tu gilî tune.

Dema Jûstîn Parkînstîn sala 1837–an ji Ûrmiyê diçe Erzirûmê ew li başûrê çîyayê Agirîyê (Araratê ) û li temamya der û dora çemê Feratê rastî eşîra Êzdîyên Sîpikî tê.
“ (John S. Guêst, Yêzidilerin Terihi, Avêsta, Îstanbul 2001.)Sala 1845, Xaçatûr Abovyan ji bo gotarên xwe yê dîrokî, KURD û ÊZDÎ binivîse, du heftya li nava qebîlên kurda digere, êla Sîpka jî dibe mêvan.

Ji nivîsara wî tê eyankirin, ku êdî malmezima Sîpka û payê êlêyî pirê welgerya bûne li ser ayîna ola îslamê. Ronakbirê Ermenî bi hizkirin û dostanîke helal derheqa mêrxwesî, helalî, comerdî û mêvanhizya meznên wê êlê: Evdal axa, Silêman axê lawê wî û lawên Silêman axê: Îbrahîm û şemdîn axa da dinivîse.

Ewî gotara xwe da derheqa gelek bûyarên mêrxwesya Silêman axê da dîrokê ra hîştine.
Ew dinivîse: „ Bi nav û nîşanê wa û kirinê efat va ew gilî–gotin berbiçevin, yê derheqa mîr û êlbaşyê qebîla Sîpka: Evdal axê da nin, kîjan min ji devê dîtya bihîstye. Lê nav û dengê kurê Evdêl: Silêman axa diha bilind bû. Tenê bi hildana navê wî sîyarê mêrxwes Wan, Tewrêz, Bazîd, (Navçeya Agiriyê) Êrêvan û Erzirûm lerizîne.
şevekê, ewî ordîya tirka ye 15 hezarê pê 200 kurdên li bin qolê xwe da, tam hincirandîye.
Ji nivîsara Abovyan tê xanê ku li nav sîyarê Axê da Êzdî hebûne.
Dema Abovyan diçe nav Sîpka, meznê wan Îbrahîm axa bûye. Ew gelekî qedirê Abovyan digire. „ Êdî pêdşa zanibû, wekî ezê li wana biqesidim. Hema çawa ez li ber derê wî kivş bûm, kurdekî qutî qalin, qewat pêşya min da hat, bawarkî li ser desta ez ji hespê peya kirim...

Min li wura komeke giran dît. Gişk rabûn pîya û pêşya min da hatin.
Îbrahîm axa jî ji wan şûnda nema. Yekî solê min êxist, dudu jî ketin bin milê min, min nizan bû çawa bikira. Gişka hal û kêfê min dipirsîn, hatina min ya xêrê hesav dikirin, usa bi dil, ku çetin min ev yek cîkî mayîn texmîn kiribe.

“/ Abovyan,efrandin, cild 8 , rû 252-257./“

Çaxê ez cara ewlin bal meznê qebîla Sîpka: Îbrahîm axa bûm mêvan, raste, ew jî ketibû halê tunebûnê û zêdeyî milkê wî tam ji ser hatibû birîn, ewî dixwest hespê xwe yê herî bijare, pêşkêşî min ke…

” / KURD rû 75 /Nivîskarê Kurdî naskirî Ahmed Aras pirtûka xwe ya lêkolînê EVDALÊ ZEYNIKÊ da bîranîna Mehmedê Qencîyî 76 salî (sala 1992 ew bîranîn nivîsîye) tîne, derheqa kilama dengbêje bi navê XOZANÊ.

Bîranînê da wa tê gotin: „Di kilama Xozanê da navê Qeymezê Êzdî tê gotin.
Qeymezê Êzdî jî êzdîyên Întapê bûye û mirovekî jêhatîyî mêrxwes bûye.”“Întap wê çaxê Êzdîxane bûye. Pêşyê wan Sîpkî jî êzdîne. Gundê Întapê Dêrik, Xanik, Esmer, Mella şemdîn, Tetika, Bedborya û çend hebên din gundên Êzdîya bûne.“Anegorî TEZAKÎRÊ, ya nivîskarê Osmanî Ahmet Cevdet Paşa, şerê Xozanê di sala 1865-an bûye. Tê da nivîsare: “Piranya sîyarên Kurdan, axa û begên eşîrên Kurda bûn û gişk merivên bijare bûn.” /Ahmet Aras; EVDALÊ ZEYNIKÊ; DENG;1996;rû 201/.

Usane Qeymezê Êzdî jî ji maleke bi nav-deng bûye û wê demê li nav êla Sîpka da Êzdî jî xurt û bi hêz bûne.
Anegorî bîranîna, nîveka sedsala 19-an navbera Sîpkîyên Musulman û Êzdî da nakokyên mezin tine bûne, bi edlayî nav hev da bi hev ra jîtine. Lê dîsa jî hinek bavkên wan, wek Mixayîla û hineke din, hela nîveka sedsala 19–an, tên digîhîjine Êzdîyên navça Axbaranê-Elegezê dikevne gundê Camûşvana mezim û Pampa Kurda.

Bi salixdayîna nivîskar Wezîrê Eşo Êzdîyên wê êlê li navça Eleşgirê (Alaşkêrt -Zêtka) mane û navenda wan gundê Eyntavê bûye (Întab) (întab dutaxa agiriyê).
Piştî şerê Rûs–Tirkan, yê salên 1877-1878–an, gava dewleta Rûsyayê wî şerî da li ser dikeve û qeza Qersê dike bin hukumdarya xwe, hidûdê wê dewletê nêzîkî warê Êzdîyên vê êlê jî dibe. Navbera Musulman û Êzdîyê Sîpkî jî hev dikeve.
Mala Axê jî li Êzdîya tê xezevê. Dewleta Osmanyê dewsa ji zordestî û neheqyê Êzdîyan biparêze zulm û zora xwe ya li ser wan hê hişk dike.
Êzdî macbûr dimînin rê xilazbûnê xwe ra bigerin. Giregir û navdarên Êzdîya dizîva li hev dicivin, çend zilamên xweye şereza û jêhatî dişînine bajarê Tilbîsê, ku destûrê hukumata ji Rûsyayê bistînin û êla xwe derbazî alyê Rûs kin.

Nivîskarê Kurd Baxçoyê Îsko, kitêba xwe ya bi navê KURDÊN KAVKAZIYAYÊ da (bi zimanê gurckî li bajarê Tilbîsê hatye weşandin) van nava dinivîse: Nihoyê Miho, Emer axa, Ayibê E´mo, Okizê Mamo û Xalitê Elo. Pirofêsor Hecîyê Cindî jî di romana xwe HEWARÎ da navê sisya dide: Elyê kurê Emerê Polat (Elî axa), Nihoyê Miho û Bedoyê Mamo. (HEWARÎ, rû. 93; Roja nû; 1999 s.)

Ji herda nivîskara kê raste, û kê çûne bajarê Tilbîsê ji bo destûrê bistînin ewqas jî mihûm nîne. Kê jî hebin çûne û destûr standine. Herd nivîskar jî ewledê wê êlê bûn, koçberî ya sala 1918–an bi çevê xwe dîtibûn û rind haj dîroka pêşyê xwe hebûn.
Qasidê Sîpka rastî cîgirê qiralê Rûsyayê yê Tilbîsê Voronsov–Doşkov tên. Hukumdarê Rûs wan rind qebûl dike û 16 gundê navça Dîgorê ya qeza Qersê, ku wê demê vala bûne dide wan, wekî êla xwe bînin û li wur cîkin.
Evan vedigerin û bi teherekî êlê derbazî alyê Rûsa dikin. Di wê demê da Sîpkên êzdî û musulman ji hev diqetin.
Gerekê bi rastî bê gotin, hizreta qewm û kuraptyê, bîranîna kokê tim jî dilê herd alya da heta niha jî maye.
Sîpka li navça Qersê xwe ra van gundan ava dikin: Emençayîr, Sûsiz, Dîgor, şîrinku, Bacelî, Quzulqule, Êngiku, Dûzgêçî, Hesencano, Taşnîka Çuxreşan, Sîçan, Qereqela Baro, Qozilce, Kosesoxîtlî, Êyla Sinco, şatirxlî.

Navê êlê êla Sîpka bûye lê vira usa jî Hesinî,Rojkanî û hinek qebîlên din ji tev wan mane. Wî çaxî da, bi salixyê Hecîyê Cindî, hukumdarê Rûs yê qezayê desthilatdarya malmezina êzdîyên Sîpkî mala Elyê Emerê Polat li ser wê êlê nas dikin.
Wê demê da jî dest bi axatya wê malê dibe û dikşîne heta çêbûna qeydê Sovyêtê li Ermenîstanê da.
Cenga cihanê ya yekemîn (1914–1918) jîyana vê êlê jî li hev xist. Komkujyên Ermenyan ji alyê dewleta Tirka va gelê Kurd jî kirin li nav gêjgerîngê.
Hinek komên Kurdên musulman jî, dijî evdên ne musulman li bin defa dewleta Tirke qetil-talançî da reqisîn.
Nakokî û bûyarên nerind di navbera kurdên Êzdî û Musulman da jî çê bûn.“Sala 1918-an çekdarên Ermenî dora gundekî Kurdên musulman, gundê Sorxulîyê girtin, hemû rûniştvanên wê kirin gomê û agir bi wan xistin, hemû şewitandin.
Pir mixabin, ku hin Kurdên êzdî bi serokatya Elî axayê Emer axê beşdarî vê zulma giran bûn mîna piştgirên Ermenya.
Lê kurdên Sorxulyê jî, weke tê gotin, ne am û tam bûn…” (Wezîrê Eşo,Nûdem N 31; 1999; rû 12.)

Neyartîya navbera kurdên herd bawarya da, bi hêl dayîna nexazên Kurdan, çiqas diçû gur dibû. Ji pey şorişa Oktyabirê ra li Rûsyayê, leşkerên Rûs jî ji heremê kişyan çûn. Leşkerên Tirk û alayên Hemîdîyê ketine wê heremê. Govek li Êzdîyan teng kirin.
Dîsa şûrê qirê dardayî li ser serê Êzdîyan bû. Xelq mecbûr bû cî–wer, milk û malê xwe bihêlin û ji wura jî birevin.
Hecîyê Cindî pomana xwe HEWAR da wan dîdemên revê yê zulm nîşan dide. Xelq tên talankirin, kuştin, çemê Erez da jin, zarok,kal û pîr dixeniqin.
Erez bi xûna Êzdîyan dikişe.
Heçê ji qirê xilaz dibin û ji çêm derbaz dibin diçin cem qewmên xwe,gundên berpala çiyayê Elegezê, hinek jî li bajarê Tilbîsê. Dikevin devê xelayê û nexweşya.

“Hema wê salê jî, gava leşkerên Kara Bekir paşayê Tirk êrîş anî li ser Ermenistanê, çekdarên Kurdên musulman jî bi serokatya Teyo begê bi tirkan ra hatin. Ew li navça Axbaranê, li gundê Camûşvana mezin, (pişt ra Elegez), Elî axa û neferê wî weke tolhildanê kuştin û bi ser da jî 150 mêrên Kurdên êzdî li ber pira gund serjê kirin û laşê wan avîtin çêm.
Leşkerên tirkan li navça Axbaranê bi sedan mêrên Kurdên êzdî weke dîl girtin û birin alyê Erzirûmê.
Ji wan her bi tenê du kes bi revê xilas bûn, vegeryan, yên din jî bêxeber û bêguman wunda bûn.” (Dîsa li wur)Eger çekdarên Cîhangîr axê nîbûna, zû hewara Êzdîyên wan gundan nehatana û berî dijmin nedana ji wur dernexistana, wê xelqên wê heremê dest pîya biçûya.Sala 1920-î Ermenistanê ji pey demezirandina qeydê sovêtyê ra mihacirên Sîpkî li başûrê çîyayê Elegezê, navça Telînê, Êçmîazînê, Serderebê xwe ra hinek gundên vala ava kirin. Berê ew gundên Kurdên musulman bûn.
Wan salan tevlihev ew revya bûn alyê tirka, Qersê, ketibûn gundên Êzdîyan, Êzdî jî dikevne gundên wan û van gundan li nenya Te´lînê (Ermenistanê): Sîçanlû, Heko, Beroj, Gelto, Qibix tepe, Zurbe, Keleşbeg, Sorîk, Tilik, li nehya Êçmîazînê: Kûrekend. Eva ew gundin, ku heta niha jî mane.
Gelek gund û qijle jî heta salê pêncîyî hebûn, paşê çawa warê bê pêrispêktîv, hatine cîderxistin û belayî li ser gundên din kirin. Ji Sîpkiyên mihacir hinek jî gundên Êzdîya yê navça Axbaranê: Camûşvana mezin (Elegez), Pampa Kurdan û Korbilaxê da li cem qewm û pismamên xwe cî bûn.
Gelek ewleden vê êlê, dewra sovyêtê da navê xwe li nav dîroka gelê kurd da nivîsîn û karne mezin kirin di alyê pêşxistna ziman, çand û zanyarya gelê Kurd da.

Ji vê êlê bûn ronakbir, pirofêsor Hecîyê Cindî, zimanzan û kurdzanê mezin, pirofêsor Qanatê Kurdo, kurdzan, nivîskar Emînê Evdal, nivîskar Casiê Celîl, berpirsyarê rojnema RÎYA TEZE, yê ewlin Cerdoyê Gênco, şayîr Fêrîkê Ûsiv, nivîskar Baxço û Ezîzê Îsko, akadêmîkê akadêmya Ermenistanê, kurdzanê bi nav û deng, pirofêsor şekroyê Xwedo Mihoyî, pirofêsor, kurdzanên eyan Ordîxan û Celîlê Celîl, pirofêsorê doxtoryê Gorgîyê Xwedo, nivîskar Wezîrê Eşo, Egîtê Xwedo, nivîskar Rizalî û Tosinê Reşîd û gelekên din.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder