11 Temmuz 2010 Pazar

Edeb, siyaset û dîrok di romana Siya Evînê de Xelîl Duhokî


Sedan sale, Kurdistan di bin zulim û sitema dijminan de dinale. Çi dergehên xweşî û pêşdaçûnê li ber venedibûn; belku berdewam ji aliyê dijminan ve dihatine girtin. Lewra bizava edebî û rewşenbîrî jî, mîna ya siyasî û civatî, lawaz û paş de mayî bû û çi rengên şaristanîyetê ne digehane deverên kurdî. Lê dîsan" Hemî tariya cîhanê, neşya ronahîya fenerekê

biveşêre."



"Folklora kurdî giringtirîn û kevintirîn serekaniya çîrok û stiranên kurdî bû. Her wesa jîyana koçeriyê, binaxê serhildan û peydabûna wan bû."(1) Lê çîroka nivîsî(Hunerî) ya kurdî, ne

ji mêjde ronahî dîtiye. Lewra pirrniya nivîskarên bi kurmanciya jêrî(soranî) dinivîsin, li wê baweryê ne ku, yekem çîroka hunerî ya kurdî, di sala 1925 an de, ji layê Cemîl Saibî ve hatiye nivîsîn. Lê ya rast eve ku, yekem çîrok di sala 1913 an de, ji layê Foadê Temo ve, di kovara Roja Kurda de, hatiye belav kirin. Her wesa Ebdulreqîb Yosif dibêje: " Destnivîsa Bersîsê Abid, wesa xuya dike ku, Feqiyê Teyran, yekem çîroknivîs bûye, çinku ew di salên 1307-1376 an de

jiyaye."(2)



Her çend roman nivîsên kurd, wek tilîyên destan jî ne bûn, mîna Erebê Şemo û Ibrahîm Ehmed î, lê di van deh salên dawiyê de, çendîn roman nivîsên kurd peyda bûn û qonaxên girin derbaz

kirin.



Ji wana: Babê Nazê, Husên Arif, Mehmud Baksî, Mehmed Mokrî, Birîndar, Nacî Kutlay, Ebdulla Serrac, Şahînê Soreklî û Mehmed Uzun cihê mebesta me di vê nivêsînê de. "Roman rengekî pexşanê yê giring e, helbijartina vî cûrê edebî, hişyar bûn û bisporîya nivîskarî nîşan dide.Ji aliyekî din ve jî, qulaçeka mezina dîroka çîroka kurdî ya me pirr dike."(3)Lê vekolîn jî karekî pirr zehmet e, taqet, şîyan û bêhneka fireh divê, her wesa pêdivî dehan serekanîyên giring e

ku ew jî li vî welatî, bi hêsanê bi dest nakevin. Her çend heta niha çendîn romanên kurdî peydabûne, lê dîsa mirov dikare bêje ku, hêştan dest pêk e, nemaze dema bizaveka rexneyî ya

lawaz hebe, û eger mirov temaşay xebata gelên din bike, hîngê mirov dikare bêje ku, rexne li cem me tuneye. " Dîsan çi bizaveka edebî û hunerî ber bi pêş de naçe û nagehe pileya

edebê nemirê cîhanê, eger xebateka rexneyî ya pêgehiştî û bi hêz, mil bi mil digel neçe û nihêniyên wê xuyua û aşkera neke. Lê erkê rexnegirî ne ew e ku bibe rêber ji bo nivîskarî, yan

kotekîyê li ser bike, belku; divê helsengandineka zanistî û babetî be ku di encamê de, ew jî bibe karekê hunerî yê din û têkelî yê wî bibe." (4)



Her çend ta niha çendîn romanên kurdî belav bûne û nivîskarê xort Mehmed Uzun î jî, çar nivîsîne, lê romana wî ya bi navê " Siya Evînê" gelek kar li ser min kiriye û min pirr jêj jê

wergirtiye. Eve jî bo sedemê hindê ku vê vekolînê li ser binvîsim. "Armanca mezina vekolîna edebî jî, dîtina nihênî, ciwanî û bihayên berhemê edebî ye." (5) Ez hêvîdar im biha û rola wê danim ber destên xwendevanan.



Bi hizra min" Karê edebî çareserkirina doz û giriftarîyên mirovî dike. Çareseriya her tiştî bi mirovî ve girêdaye. Lewra li vêre edeb bi rola xwe ya mezin radibe û dibe pirtûka jîyana mirovî. Dibe dîrok ku qonaxek ji qonaxên jîyanê tomar dike." (6)



"Her wesa edeb, bazeberek e (wesîleyek e) ji bo xizmeta civatê, nemaze dema ew civat ber bi ava kirinê diçe, ku dehan salên paşdamayînê ji bajarvaniyê berveket(Teiwîz)." (7)

Bi kurtî, roman behsî hindek aliyên jîyana gelê kurd dike. Memduh Selîm Beg, ronakbîrekî kurd e. Her ji destpêka çerxê bîstê, digel şoreşgerên din, dijî Osmanî û Kemalîyên kevneperist, xebata xwe ya siyasî dike. Komela Hêvî, Partîya Xoybûn, şoreşa Agirî. Her wesa di derya çavên keçeka çerkes de(Ferîhayê) di xeniqe. Lê di herduyan de sernakeve û li dawiyê jî, li xerîbîyê, bi dilê şkestî û bi tenê, li sala 1976 ê, li Şamê, koça xwe ya dawîyê dike.Romana Mehmed Uzun î," Her çend edeb e, hind jî siyaset û dîrok e.Wek edeb, bi rengekê taybetî giring û bayexdar e, lê

her wesa wek siyaset û dîrok jî, di vekolînê de, serinca mirovî radikêşe û rexnegirî di êxe hember behis û karekî dîrokî yê nazik û aloza gelê kurd." (8) Wek edeb, ji layê form û naverokê ve serketiye. Zimanê xweş, Peyvên ciwan, darriştina hevoka û wênên şiirî, parrastina

zincîra rûdanan, cih û dem, pesna bajar û deveran, serinc rakêşana xwendevanî, girêyên romanê, xeyaleka berfireh, riyalîte, şerrenîx, babetên giring û ramanên di cîde (hizir û

bîr) û bi rengekî siruştî ber bi dawiyê. Qaremanê serekî, rola xwe ya giring lîztiye.

Layê derve : Cil û berg, rabûn û rûniştin. Layê navxwe: Rewşa saykolojî, hizir û bîr.

Layê komelayetî: Rola wî di civatê de, rewşa civata wî demî. Her wesa zîrekane niqteşanî: Bêhnok, niqtebêhnok ; niqtepirs ? niqtebang ! û yên din bikar anîne.Ew dergeha li ber xwendevanî vedike û radikêşe çendîn pisyaran.



Wî zaniye kengî romana xwe bi dawî bîne û gehaye armacê. Ez bawer im ku wî, bi hêsanî dikarî romanê bi têkçûna şoreşa Agirî, yan jî bi mêrkirina Ferîhayê, bi dawî bîne. Lê belê wî bi pîlaneke serketî roman bi mirina-pirr dil şewat û tiracîdî- Memduh Selîm Beg ê, bi dawî anî. Ne Memduh Beg - wek şoreşger û evîndar - geha armancên xwe û ne jî gelê wî ji bin perdên tarî û bindestiyê derket!!! Dema Mesîh bi xaçê ve kirîn. Peyva wî ya dawiyê ev e bû:

Xudêwo! Çira te ez bi tenê hêlam!?



Mehmed Uzun î jî divê, pirr bi dengê bilind hawar bike û bêje: Xudêwo! Çira te gelê me bi tenê hişt!?Wek siyaset, rewşa kurda, rêxistinên demokrat û partiyên kurdî, xeletî û neşarezabûn, rola kêma ronakbîran, jîyana pirraniya serkirdên kurd li dervey Kurdistanê, helwêsta çewta

welatên dûr û ber, pîlan û nexşên dijminan, xapandin û derxistina efuyan.Wek dîrok, biratiya kurd, ermen û çerkesan û ji navbirina ermenan, kovar û rojname, komele, partî û rêxistin, kel û

cihên kevin û hwd.



Dema mirov dest bi xwendina romanê dike, dixwaze bi lez rûdanên din bizane. Roman mirovî radikêşe kûratîya salên 1900 ê. Mirov xwe di nav rêzên komela Hêvî 1912 ê de dibîne. Diçe

nav civînên Xoybûn ê de. Car dibe evîndarê dil şewitî û carna diçe çiyayên bilind û asê. Diçe Agirî. Dikeve bose, nexşe û pîlanên dijminî. Diçe... Diçe û di nav rûdanan de wunda dibe.

Belê; romana serketî wisan mirovî radikêşe.



Memduh Selîm Beg, evîndarek mezin e. Evîna şox û şengê ji layekî ve û ya welatê bindest ji layê din ve." Du tayên giran." Ew li benda wê rojêye ku destê Ferîhayê bigire û ber bi gola Wanê biçe. Erê; çavên wê kanîn e. Keziyên wê rûbar û hîvîn e. Bejna wê spîndar e rinde, lê dûriya wê kovan e, wêrane gunde. Ew cîhana xweşiyê naînte ber dest. Buharê li ber dilê xwe xweşnake. Lê ew jî mirov e û vînê dike. Hej areq û dengê kemançê jî dike. Belê; ew li ma beyna du hêzên mezin, helawîstî dimîne. Lê li dawiyê welat û xelkê jêrdest, wî radikêşin. " Ew mirovek şoreşger e û neşêt reşbîn be, çinku reşbînî, hêz û taqetên mirovî dişikêne û na hêle li ser xebatê berdewam be." (9)Ew pirr bawere ku dê welatê wî rizgar be û gehe armancê.



Kengî? Nêzîk e.Lewra ew evîna welatî dibijêre û paşî ya Ferîhayê. Eve berêxwedaneka mirovaneya mezine û ji ber vê çendê jî, bi hezaran li ser axa pîroz şehîd dibin.

Memduh Beg dimire. Lê Mehmed Uzun î divê bide xuya kirin ku, ew namire. Belê; mirovên wisan tim sax in û di dilên xelkê de dijîn. Navên wan di nexşeya welatî de, diêne çandin û wê rojek

bê ku, helametên serbilindiyê ji wan ra bêne çêkirin. Zana, ronakbîr û şoreşger, yên rê ji bo gelî rohin dikin, namirin.



"Memduh selîm Beg, hem li nik wane, hem jî na; hem li vê dinê ye, hem jî na."(10)(Siya Evînê, rûp 9).Uzun î gele pîte bi xewnên Memduh Beg ê kiriye. Lê wî mebestên giring hebûne û kariye bigehe armancê. " Lewra rûdanên çîrokê di çarçûva xewnan de, ji layê hunerî ve, gelek alîkariya nivîskarî kirîne, ku eger li hindek ciha zêde çûbe, bê gilî be, çinku ev çend di xewnan de karekî asayî û normal e."(11)



Belê wî xwastiye rewşa welatî bide xuya kirin. Welatê şêrîn. Bajêrên xweş. Birc, kel û cihên dîrokî, berî hezaran sala hatîne ava kirin. Lê dagîrkeran talan û wêran kirin. Bircên bilind, lê herriftî. Dîwarên pan û xemlandî, lê helweşyayî. Hemî cihek xopan kiriye. Ji bilî şûnewaran, çi tiştek nemaye. Ew cihên bi zend û baskên xort û lawên me hatîne ava kirin. Bi xwîna şehîdan hatîne xemlandin. Bûne kavil, çi ruh, bizav û deng jê dernakeve. Pirr caran xelkê me bi çavên xwe dîtiye ku, çewan dijminan nivîsîn û nexşên li ser dîwarên şkeft û kelên welatî me, bi tevir û çekoça xira kirîne, jêbirîne. Bi vê çendê dijminan viyaye, bajarvaniyê (Medeniyet) me têk bide û dîroka me bin ax ke.



Uzun î divê hizra me û cîhanê jî, bo vê mesela giring rabikêşe.



"Hin alîyên sûran hilweşyayîne. Hin qulên mezin jî di bedenên wan de vebûne... Li dora sûran jî hêşînahî û av dixuyin. Lê, tu tiştek jîndar naxuye. Ne meriv, ne teyr, ne masî, ne heywan û ne jî mehlûqatên din."( Siya Evînê, rûp 9.) Belê; dema dijmin bi sedan hezara xelkê me ji gund û bajêrên welatî derdike, mişextî deverên biyanî û dûr dike. Kaniyan têk dide. Rez û baxçan dişewitîne. Hîngê " Çi tiştek jîndar naxuye."



Dema mirov diçe nav rûdanên romana " Siya Evînê", nemaze mesela evîndariyê, hîngê romana Garisya Markîz î "Evîn di dema kulareş(taonê)" de diête bîra mirovî. Qaremanên herdu romana

hej hevdu dikin, lê her yek ji keça bi egerekê mêr dikin. Xort jî bi dilê şkestî, bi dirêjiya emrên xwe, li benda berdilkên xwe dimînin û her yek ji xorta jî bi dehan naman dinêrin, lê herdu keçik dest ji mêrên xwe bernadin. Li dawiyê Memduh Beg bi pîrî jinê diîne, lê qaremanê Markîzî dimîne û dema mêrê jinkê dimire-Hîngê emrê wê ji heftê sala pitire-ji nû şû bi mêrkî dike û bi hev re dijîn. Bi kurtî kartêkirina Markîzî (Tem û mijî, wênên şiirî, bêhneka dirêj ûberfireh, xeyaleka bi

hêza têkel bi riyalîte) û di mesela evînê de, li ser Uzun î heye." Lê yê şarezatiyeka baş di teora edebî de nebe, wesan hizir dike ku eger cihên tiliyên nivîskarekî biyanî li ser berhemên nivîskarekî welatê wî de hebûn, êdî ew nivîskar dikeve cihê gumanê, yan jî bi xaleka lawaz didin xuya kirin. Lê belê; ewên di elfabeya edebî de di bispor û şareza, vê kartêkirinê di havêne xana edebê hevberkirî(Muqarin) û bi pêngaveka serketî dizanin. Sedem jî di vegerîte xwe westandin,

têgehiştin û roşenbîrîya wî nivîskarî, ne ku xaleka lawaz û kêmasîyek, lê bi mercê hindê ku, tiştên nivîskarê biyanî gotîn, ne vecît, ne vegêrîte ve û ne bite wênê wî yê duyê." (12)



Dema Uzun behsî şoreşa Agirî dike, nezanîn û kalfamiya serkirdê şoreşê berçav dike, dema ew xwe bi rengê xulama diguhere û ji bo anîna jina xwe, digel Silo diçe bajêrê Xoyê, li Kurdistana îranê -Hîngê dikarî du hevala bişîne- û dema dijmin digirin, dibê:" Ez xulamê Yosif axa me, saeta zîvîya axa kar nake, min anî da saetsaz ku çêke." Ew jî piştî giftûgoyê jê re dibêjin:"Here zû saetê bigire û bizivire."(Siya Evînê, rûp 144). Lê Eger girtiban, weheye biba sedemên piroblimên mezin bo şoreşê. Lewra karên wesan û xeletiyên din, dibûne sedemên têkçûna serhildan û şoreşan.



Uzun î divê bide xuya kirin ku, her çend ji destpêka çerxê bîstê, Memduh Beg ê destnîşana armancên xwe kiriye û ketiye nav qada xebatê, lê heta niha jî-dawiya çerxê bîstê- hêşta gelê me ne gehaye mafên xwe. Anku jiyan û xebata Memduh Beg ê, bi ya xwe ve girê dide. Çinku Mehmed Uzunî jî, mîna wî, di bizava siyasî û ronakbîrî de kar kirîye. Di kovar û rojnaman de nivîsiye, ketiye ber hing û dingên dijminî, jorên zîndana pîvane û sirgûnî welatê xerîbiye bûye. Lê Uzun î zîrekane kariye xwe di jiyana wî de bihelîne, çinku armancên wan mîna hev in. Xuyaye ku" Nivîskarek nîne, her ji Eristo bigire û heta niha jî, ku berhemên xwe nekiribin egerek ji bo rêxweşkirina bîr û bawerên xwe. Sarterî di rêka edebî de bîr û bawerên xwe belav kirîne û her wesa yên din jî." (13)



Ew bawer dike ku, kesên ji neçarî welatên xwe hêlane û li derve dijîn, dikarin karên baş encam bidin, lê dîsa xebata rast û dirust ew e ya di nav cergê welatî de diête kirin. Pirraniya serkirdên Xoybûnê li Şam, Antakya, Bêrût, Qahire, Parîs û London ê di jiyan. Lê welat pêdivî wan bû. Dema Memduh Selîm Beg diçe Agirî û rewşa şoreşgera ji nêzîk dibîne, hîngê dizane ku mesela şoreşê, ne wilo hêsane. Belku; mirovên xweragir, qareman, bêhinfireh û şareza divê. Belê; yê li ber serma, tirs, têhin, birçîbûn û bomban dijî, ne mîna wîye yê ku li dervey welatî, li cihên bilind û tena dijî. Uzun bi navê Memduh beg ê dibêje:" Ma mirov dikare xebatên wan û xebatên van canfîdayiyan bide ber hev? Memduh selîm Beg, têdigihê; ev cîhana şer û xwînê û cîhana derve, wek rengên reş û spî, ji hevûdu cihê ne."(Siya Evînê, rûp 135)



Di mesela Efuya rijêmê û vegera Memduh begê de, dergeha li ber xwendevanî vedike û wî radikêşe tiştên giring. Wî şiyaye rojên bûrî bi yên niha ve girê bide û paşerojê jî bide munaqeşe

kirinê. Erê; niha bi hezaran kurd, ji neçarî welatê xwe hêlane û li yên biyanî dijîn, dijmin jî bihayê wan dizane, lewra her çend meheka, efuyekê derdixîne. Lê di wan efuya de, çi

destkeft ji bo gelê kurd nînin. Anku dijminan mebestên çepel hene. Evca mirovê, bi dehan sala xebat ûbizav ji bo hindek armanca kirî, dê çewa bi efuyên vala razîbe! Wî divê bêje, eger hindek bi efuyên dijminî bêne xapandin, bila xwe hişyarkin çinku vegera welatî jî "Divê li gor hin qayidan be. Gava me her celeb qayide û bawerî dan bin lingên xwe, hingê mana jiyanê çi ye? (Siya Evînê, rûp 180) Erê; bi dirêjiya dîroka gelê me û xebata wî ya xwînawî, her dijminî ji neçarî efu bo xelkê me yê şoreşger derxistiye. Dijmin rola giring ya ronakbîr û welatparêzên kurd li dervey welatî dizane. Ew têdigehe ku, xwepêşandanek, pirotestûyek, nivîsîn û pirtûkek

çi dikin. Lewra ew ne bes bi efuya, belku; bi dehan rêyên din jî, hewil dide ku, ronakbîr û şoreşgeran ji dervey welatî rakêşe bin sîbera xwe û paşî bêrûmet û serşûr bike, yan jî bi

pîlanekê bikuje û berze bike. Erê hêşta " zor û zulim li welatî her berdewam e. Ma ev çend xebat, ev çend zehmetî kêşan, derd û keder, ne ji bo azadî û serbestiya kurdan bû? Gelo ew niha vegere, ew dê li xwe mikur neyê? Ew dê îxanet li xwe, li jiyana xwe, li doza xwe neke û li gelê xwe neke? Ew dê bi vî awayî siyaseta rejîma turkiye nepejirîne?"( Siya Evînê, rûp 179) Belê; Mehmed Uzun î divê bide xuya kirin ku, ronakbîr û welaparêzên kurd li dervey welatî, pîlan û nexşên dijminî têk didin û ji bo mafên xwe yên rewa dixebitin. Dema gelê me geha azadî û serbilindiyê, hîngê dê efuyên dijminî bi dawî ên, nexo dê her berdewam bin, lê kes guh nadetê.

***



Dema Xanî yê nemir ev çend rêzên jêrî vehandîn:



"Ez mame di hîkmeta Xudê da, Kurmanc di dewleta dinê de, Aya

bi çi wecih mane mehrûm? Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm" (Siya

Evînê, rûp 218)



Hîngê wî baş dizanî ji bo çi bûne mehkûm. Her wesa Memduh Begê jî dizanî ji bo çi? Niha Mehmed Uzun jî dizane ji bo çi? Lê ya giring ew e ku, bi dirêjîya 300 sê sed salên pirr kuştin û

wêran kirin, hêştan me nekariye-Yan me nevîyaye- bersiva wê çendê bidîn!! Her wesa xelkê me-yan rêberên me-çi wuc û mifa ji serbûrên berê wernegirtiye. Ta niha bi dehan serhildan û

şoreşên kurdî yên hatîne kirin, lê ji ber sedemên xuya û ne xuya, hemî ji nav çûne. Uzun î, divê bi navê Xanî, Memduh û xwe jî, dîsan vê pirsê bike û li benda bersivê ye..



Ew xwendevanî radikêşe nav dîroka pirr rûdan, şewat û derdeserî. " Niha payiza 1926 an e." (Siya Evînê, rûp 32) Dema hevalê wî yê çerkes, pisyara dest û darê welatî dike. Memduh

Selîm Beg dibêje: "Par li Kurdistanê, qetlîamek mezin çêbû. Turkan gelek bîrewer, rênas û pêşewayên me bi dar ve kirin."( Siya Evînê, rûp 32-33)



Hîngê xwendevan hizir dike. Par, anku sala 1925 ê. Çi bûye? Ew çi qetlîam bû? Bi germî dipirse. Erê; di wê salê de, şoreşa Şêx Seîdê Pîran, bi destên kevneperristên turk, hatibû ji nav birin. Li qada bajarê Diyarbekrê, ji pêncî rêberên kurd pêtir bi qinarê ve kiribûn. Welat wêran kiribûn û bi sedan karên hov dijî gelê me yê bêguneh encam dabûn. Her wesa, helwêsta Sovyetê jî destnîşan dike ku, dema şoreş ber bi têkçûnê diçû, çewan dergehên xwe digire û çi alîkariyê nake, çinku berjewendîyên wê digel hukumeta Tirkiyeyê hebûn. Hîngê her çi bîr û baweryên mirovatî û pirinsîbên Markisîzim-Lînînizimê hebûn di ber piyave dan.



"Turkiyê hukumeta Sowyetê ber bi xwe kişandiye. Hikumeta sowyetê alîkarî li serhildanê nake û derîyên xwe ji şervanan regirtiye."( Siya Evînê, rûp 147) Lewra dema xwendevan diçe nav dîroka xwe, ew agehdarî rûdanan dibe, egerên têkçûna şoreşa dizane, dost û dijminan dinase û li rêyên rizgarbûnê jî digere. Çinku yê dîroka xwe nenase, ew neşêt bi dirustî berevanîyê ji gelê xwe bike.



Dema Memduh Beg, ji ber sitem û tadaya rijêma Tirkiyeyê dirreve û digehe Antakyayê. Ji layekê ve, ew dibe mamosteyê zimanê ferensî-Pirranîya ronakbîrên kurd, Bedirxanî û yên din-

bi alîkariya Ferensiya dijîn û kar û barên xwe bi rê ve dibin. Lê ji layê din ve, pirrnîya çavkaniyên dîrokî, xuya dikin ku" Feransizîya destê here dirêj, di alîkarîya Kemalîya de, ji bo

şikandina şoreşên kurdî, hebû."(14) Lewra mirov wan ronakbîran, mîna berxê Îsê Dela dibîne (15), ev kare jî tevaya dijminên gelê kurd encam dane û heta niha jî berdewame û nimone jî mişene!!! Uzun î viyaye xuya bike ku, divê gelê kurd, sitratîca xwe ruhin bike û pişta xwe bi dijminan gerim neke. Eger dijminek, alîkariyê jî bike, wî pîlan û nexşên xwe hene. Lê, divê kurd, şareza û bispor bin û xwe ji wan pîlanan bidine alekî.



Ew mesela behişt û dozexê, berovajî pirtûkên ayînî xuya dike. Ayîn dibêjin:" Agirê dozexê pirr germ e û yê ku, gunehê wî pirrbin, wê bikeve nav agirî û bişewite!" lê dema Memduh Selîm Beg, dikeve nav agirî." Heyret, tu germî tune. Na carina heye, carina tune.(Siya Evînê, rûp 215)Her wesa pesin dide." Ev agirê xopan ku, her kes jê di tirse, ev e?"( Siya Evînê, rûp 215) Ne agir, ne jî sotin heye. Nexo çewan " Ew di nav gulîkên êgir de, hêdî hêdî, digere. Agir. Agirî?"(Siya Evînê, rûp 215) her çend vê meselê ne ji Mehmed Uzun î destpêkiriye, belku; bi dehan zana û fêlesofa ev çende destnîşan kiriye, lê giringî ew e ku, hêştan di nav gelê me de heye, cihê rêz û tirsêye jî. Lewra li ser peyvîn û vekolîn, karekî pêwîst e.



Şoreşa Agirî têk diçe û Memduh Selîm Beg, bi dilekê şkestî ji wexera xwe vedigere, lê Ferîhayê mêr kiriye. Di pirse. Lê ew neşê dest ji mêrê xwe berde! Eve jî wê çendê xuya dike ku, nivîskar xem û kovanên wan, dihavêje ser milên, adet,rewişt û torên kirêt û ne jêhatî. Uzun bi zimanê wan dibêje:" Mirin ji bo adetên kirêt. Bila asteng di rêka evîndaran de nemînin. Da ku, jiyana xelkê delal serûbin nebe." Raste ku ev babete, mişe di stiran û çîrokên folklorî de, hatîne destnîşan kririn û xelkê baş jî li dij rawestaye, lê Uzun î birengekê ciwan ev çende pêşçav kiriye. Dîsan ji şarezatiya xwe, keçeka çerkes dike berdilka Memduh ê kurd. Yê derbeder û sirgûnê welatê xerîbiyê. Da ku, bi wê çendê aşkera ke ku, her çend Kemaliyên kevneperrist, hewil didan ku, mabeyna gelên di nav Tirkiyeyê de dijiyan têk bide û pîlanên çepel bigêrrin, lê dîsa nekarî vî sinorî dane û biratiya, kurd, çerkes û ermeniya jî ku-ji ayînekî din bûn- têk bide. Lewra " bingehê edebê jêhatî û nemir ew e ku, biratiyê mabeyna xelkê bindest peyda bike. Xelkê ku, di nav civatekê de, digel hev dijîn û ji bo hev xebatê dikin." (16)



Bi giştî xelk wesan hizir dikin ku, nabe û karekê kirêt e, mirovê şoreşger, carina bi xweşiya bedenî, areq û keyfê ve mijûl be!! Belku; divê her tim paqij û bêguneh be, çi karên ne di rê de neke. Lê Uzun naxwaze qaremanê xwe, mîna Mesîhî xuya bike. Çinku ew jî mirov e, hej areq û bedenên nazik dike, rastiya dengê dil û mejiyê wî di dane ber çav. " şevên bêxew, carina ji bo xebatê, carina ji bo qesta felekê. Dengê kemançe û keçên xama yên Yewnanî.(Siya Evînê, rûp 61) " Gava daxaza bedenê li Memduh begê tê xezebê, ew xwe davêje otêlên Şam, Heleb û beyrûdê."( Siya Evînê, rûp 195).



Folkilora kurdî, deryayeka mezin û pirr e ji çîork, stiran û dehan babetên giringên din. Nivîskarê şareza, dikare gele mifay ji wan wergire û berhemên xwe pê dewlemend û bi hêz bike. Lewra Mehmed Uzun î kariye sodê ji çendîn çîrok û stirana wergire, mîna: Binefşa Narîn, Xec û Siyabend, Mem û Zîn ê. Her wesa şiyaye dergehên helbestvanên mezin, wek: Xanî û Cizîrî jî biqute û romana xwe, bi dirr û mirariyên wan bixemlîne. Ev e siruda nîştimanî ya Agirî jî, bi dengekê bilind dilorîne.



Agirî, Agirî tu agir bûyî

Li nav ketî, serbilind bûyî

Li ser Kurdistanê çira bûyî

Hilbe Agirî, hilbe agirî"



(Siya Evînê, rûp 130)



Her wesa jîyana Ferîhayê bi ya Binefşa Narîn ve girê dide û vê stirana pirr mana,miştî wênên şiirî û daxazên dilê şewitî, bi zimanê Ferîhayê dibêje:



Bila mêrê meriya bi dilê meriya bî

Bila nan hebî û dew tune bî

Bila xwarina meriya garisê bi gilgil bî

Bila lihêfa meriya ezmanê bilind bî

.............

Bila cihê meriya ne li vir bî

Li sinorê Ecem û Gêwir bî

............

Bila mêrê meriya ne bi dilê meriya bî

Bila sibê heya êvarê ne kar bî, Ne şixol bî

Xwarin û libas pirr bî

Dilê meriya tim bi kul bî

(Siya Evînê, rûp 185)



Di Hunerê nivîsînê de, Uzun î hindek xeletên teknîkî di avahiyê romanaê de kirîne, bo nimone:

Ew dibêje: Mêrê têrbejin dirêj(Siya Evînê, rûp 14)



Lê dema jinên Antaqiyayê, pesnê wî didin, dibêjin: Merivekî bejin navîn, zirav...(Siya Evînê, rûp 26)



Ew dibêje: Di bajêrê biçûk de, taxa biçûk. Di taxa biçûk de, xaniyê biçûk.(Siya Evînê., rûp 81)

Lê dema Memduh Beg diçe jor, dibêje: Derin odeya rûniştinê. Deriyên girtî yên odeyên din.(Siya Evînê, rûp 82) Odeka mezin, li gor adetên çerkezan raxistî(Siya evînê, rûp 32)

Ew xanî wesan xuya dike ku mezin e, çend odeyên wî hene û ya rûniştinê jî fireh û raxistiye, ne ku biçûk e!Zimanê kurdî li kurdistana jorî, her ji sala 1923 ê hatiye qedexe kirin. Lewra çi dergehên zanîn û fêrbûnê nebûn ku xelk pêş ve biçe û layên tarî rohin bike. Ne xandingeh û pirtûkxanên kurdî, ne kovar û ne rojname, ne radyo û ne jî televizyon. Di rewşek weha de, li jêr perdeka reş de, dê çewan gel pêşkeve, edebyat û çanda xwe pêş de bibe!! Ev e hemî sedemên paşda mayîna gelê me bûn, lê digel hindê jî, ronakbîr û nivîskarên me, asteng têkdane û xizmeta ziman, edebyat û rewşenbîriyê kirîne, mixabin ew mîna tilîyên desta bûn. Lê belê; di van salên dawiyê de, bi dehan nivîskar û ronakbîrên kurd peydabûn û rewş ber bi pêş de birin. Mehmed Uzun bi xwe dibêje: " Ez sala 1972 ê, di zîndanê de fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bûm.(17) Lewra eger kêmasî jî di zimanê wî de hebin, tiştek normal e, çinku " her çend pêngavên me kurtin, lê girin ewe ku em ber bi pêş de diçîn." (18) Her çend ta ku niha gelek meselên ziman û rênivîsê, nehatîne çareser kirin û zimanê vê romanê(Siya Evînê) jî, ji romanên wî yên din bi hêztir e, lê dîsan ew ji kêmasiyan rizgar nebûye. Peyvên biyanî, darriştina hevokan, bi karanîna hindek peyvan ne di cihê xwe yê dirust de, bo nimone:



Muqedes : Dibe Pîroz.

Sirr û esrar: Nihênî û nepenî

Şerq: Rojhelat

Esas: Binaxe, şengiste

Lewhe: Keval, tablo

Wezinandin: Kêşan, pêvan

Letîf: Nazik, rind, ciwan, narîn

Tecrube: Serbûr, bûyer, serpêhatî

Zikam: Persîv, helamet, serma

Hereke: Bizav, bizotnewe Xof: Tirs, sehim

Xerbe: Kavil, wêran

û gelekên din...



- Bêyî ku ew hay ji taya evînê hebin( rûp 76).

Ya rast ev e: Bêyî ku wan hay ji taya evînê hebe.(yek taye)

- Dapîra min ew fêrî min kiribû.(Rûp 106).

Ya rast ev e: Dapîra min ez fêrî wan kiribûm.

- Giyanê min ezîztir ji hevalên min, ji ev qaremanan nîne.(Rûp

159).

Ya rast ev e: Giyanê min, ji hevalên min û van qaremanan

ezîztir nîne.

- Tu divê bizewicî.(Rûp 200)

- Jinek divê li mala te be.(Rûp 200)

Ya rast ev e:

Divê tu bizewicî?

Divê jinek li mala te be?

Çinku firmane (Emre)



- Mistek ronahî direşîne ser kaxezê.(Rûp 119)

Dema çiray sînahî ya xwe direşande jora tarî, ji nû wî Misteka nîska berda binê tîrkî.

- Ez ji were qewekê bipêjim (Rûp 64)

Nanî bipêje, lê qehwekê ji me ra çêke.

- Di odeke stûr ya Hotel central de.(Rûp 116)

Darekê stûr bîne, lê di odeke mezin de razê.

- Hebûna wê germiyek dide odê û tiştên odê.(Rûp 40)

Hebûna wê germîyek dide odê û tiştên wê.

Di nav rûpelên vê romanê de, gelek rûdanên girin hene: şoreşa Şêx Seîdê Pîran, Agirî, Kurd tealî Cemîyetî, komela Hêvî, Partîya Xoybûn, Helwêstên welatên Sovyet û Îranê, Hovîtiya hukumeta Tirkiyeyê, qaremaniya xelkê me, Xiyaneta hindekan(Mehmed Şukrî Segban). Her wesa pirr e ji babetên siyasî, civakî, evîndarî û edebî. Xuyaye ku Mehmed Uzun î xwe pirr zehmet daye, ta ku kariye bigehe van rûdan, cih û binkan." Qehwexana Abdullah Çawîşê erxenîyê, cihê Hêvî li Serkeciyê, li hember postxana nû, di xanîyê Erzurimiyan de." Her wesa di nav rûpelên rojname û kovaran de jî gerhaye, xwe gehandîye gelek qulaçên jîna gelê kurd. Bi vê çendê jî, romana xwe xemlandiye.



Her çend gelê me, di vî demê nazik de, pêdivî edebê riyalîte û xweragirtiye û ev romane dikeve xana edebê romansî(Xerîbî, tenhayî, derdeserî, bêxwedanî, xem û kovanên giran, bêçareyî û bê rêdîtin bi dawî hatiye) lê Siya Evînê ji layekî ve, baştirîn romana Mehmed Uzun î ye û ji layê din ve jî, ji romanên here serketiyên me ye û qulaçeka vala ya pirtûkxana kurdî pirr kiriye. Em hêvîdar în li ser nivîsînê berdewam be, lê giringî ne ew e ku mişe binivîse, belku; ew e ku berhemên jêhatî yên hosan pêşkêş bike.

*******************************



ÇAVKANÎ

Hesen caf, çîroka nû ya kurdî. Çapxana Elai. Îraq 1979, rûp 19.

Her ew çavkanî,rûp 24.

Kovara Beyan, hejmara 126, befirbar. Îraq.

Husên arif, çîroka huneriya kurdî 1925-1960, dezgeha roşenbîrî û belav kirina kurdî. Bexda, Îraq 1977, rûp 112.

Sebah xalib, jin di çîroka kurdî de, dezgeha roşenbîrî û belav kirina kurdî. Bexda, Îraq 1979, rûp 10.

Nizar Mehemed Seîd, kes di kurteçîrokê de. Kovara Dengê me, hejmara 4, Duhok, Îraq 1989, rûp 65.

Husên qebanî, hunerê nivîsîna çîrokê, dezgeha Çîyay, Bêrût 1979, rûp 8.

Husên Arif, çîroka hunerîya kurdî, rûp 10.

Reca Al.neqaş, helbestvanên xweragirtinê.

Dezgeha erebî ji bo vekolîn û belav kirinê, çapa sêyan, Bêrût 1972, , rûp 91.

Mehmed Uzun, Siya Evînê, Orfeos, Stokholm, Swêd 1989, rûp 9.

Hesen Caf, çîroka nû ya kurdî, rûp 24.

Heme Seîd Hesen, pêşgotineka dirêj ji bo komeleka kurte çîrokan, Stokholm 1990, rûp 12-13.

Heme seîd Hesen, erê form ji naverokê giringtire? Yeketiya nivîskarên Kurdistanê, rûp 4.

Kovara Çanda Kurdî, hejmar 1,binkê çanda kurdî, London, çirya pêşîn 1988, rûp 90.

Ji bo ku Paşayê Amêdiyê, bawerî bi aqilê Îsê Dela bîne, jêre dibêje:" Vî berxî bibe û piştî meheka din bîne ve, lê ne

qelew û ne jî lawaz bibe, min her wek niha ji te divê!!

Piştî hizirkirinê ew pîlana xwe dadinêt. Her roj bermilekê giyay di dete berxî, lê êvarî serê

Gurgî nîşa dide. Lewra ji tirsa Gurgî, her çi xwarî dihelîne. Piştî mehekê, her wek berê, berxî ji paşay re vedigerîne. Ew jî pirr bi aqilê wî dilxweş dibe.

Corc Lokaş, vekolîn di rîyalîzmê de. Dezgeha universîtê ji

bo vekolîn û belav kirinê, çapa eêyan 1985. Wergerandina DR.

Nayif Biloz, rûp 38

Kovara WAN, hejmar 1, Stokholm, Swêd 1992, rûp 37.

Ji peyvên Lenîn î ne.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder