23 Temmuz 2010 Cuma

Çima Nagrî -Mehmet Çobanoglu (helbest)

Oy dilo tu çima qet deng nakî
Wek qulinga û bilbilan naqêrî
Ma tu nizanî çi hat li serê me
Xwîn me diherike çem û kanî



Ay lê dilo ma tu çima bidengî
Pêl û pêl ser axa me naherikî
Şevan û bi rojane me şewate
Tu wek çem û kanîyan nakelî

Ay dilo û bêbexto çima nagirî
Lo welat dişewite ma tu niznî
Agirê Sason'ê ket nav dilê me
Ax dolo ax rebeno çima nalinî

Wax dilo rebeno xeribî mirine
Agahî hat dibên welat dişewite
Agire,mije Muş dûman û toze
Bigîrî dolo bigîrî Agirî birîndare.

Oy dilo de rabe li qêrîn û qêrîn
De singê mexe hewar û hewar
Agir berdane xanî û malên me
Gelê Kurdan dîsa li ber gulane

Lo dilo de rabe nebe serhevde
Bo rêya azadîyê heval çiya nin
Dibin gel serpê nin em jî herin
Roja serîhildanê ye bo azadîyê.

Mehmet Çobanoğlu
05.04.2010
Yildirim

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder