20 Temmuz 2010 Salı

Bizava Kurdistan (1930- 1970)

Ahmet ÖNAL

Di salên 1930î û 1970î de BIZAVA KURDİSTAN –I- Salên 1920î ji bo kurdan, ji alîyê sîyasî ve geleki bi dijwarî derbazî salên 1930î bû. Di peymana Lozanê de Kurdistan bê vîna gelê Kurd hate parçe kirin û bû çar beş. Paş şerê cihanê yê yekemîn dewletên ku Kurdistan dabeşkirîbûn sîstema xwe ya dagirkeri bi nû ve afirandin û li seranserê welatê me bi cih kirin. Bi şop û qanûnên kolonyalîstî wekî ”taqrîrî sukun” deranîn û hemû komel, partî qedexe kirn û nasnamaya gelê heremê û kurda hate înkarkirinî. Bizava kurd ya ji bo xwe parastinê li Qoçgiriyê û ya ku bi navê Şêx Saîdê Pîran hatîbûn bi nav kirin faşil bûbûn.
Berxwedana çiyayê Agirî û li Başurê Kurdistanê ya Şêx Mahmudê Berzencî jî her çiqas berdewam bike ji lawaz û bê teqat mabûn. Heyan salên 1940î bizava kurd, bi esasî di pêşwaziya mîr, serok eşîr, konfederasyona eşîran pêkhatïbû. Lê tê dîtin ku tev wana yekem car heyan merhala agilmendîya wan serîhildanan gelek komel partî û rewşenbîran jî rola xwe girtîye. Wekî; M. Nurî Dersimî û Elî Şêrê li Qocgirî ye û Dersimê an ji weki komîte ya Xoybûnê. Tê ditin ku ji aliyê civakî ve her çiqas gundeyati mezinbe jî rola xwendekar û efseran ji geleki giringe ku ideolojîya neteweyi ji alîyê wan hatiye tanzimkirin. XOYBUN Paş têkçûna bizawa Şêx Said û derêxistina ”qanuna taqrîrî sukun”, Kemalizmê dijî apozisyona Tirkîyê û bi taybetï kurdên welatparêz û armanca kurdistanê, hatê bikaranîn, hemu dengên muhalif perçiqandin. Wê deme rewşenbirên kurd yên ku ji Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê revîyabûn geleki ji wan li Suriyeyê û Lubnanê tekilî hev bûn. Di sala 1927an (2.Kongrê de ew endamên ku berê di nav ”Cemîyeta Kurd ya Teali”, “Cemîyeta Kurd ya Teşkîlatî îçtîmaîye”, ”Kurt Milet Fikrasi” û ”Comite de l’independen Kurde” û hwd. Ji wan geleke kes, hinek serokeşîr û welatparêzên Kurd beşdarî civînê dibin. Bi nêhênî û 45 rojan civîna kongrê ya ku amade kirine dewam dike. Di wê kongreyê de tevi tekiliya hinek rewşenbirên ermenî biryar girtine ku: ”Heyani ku yek leşkerekî tirk di axa kurdistanê de bimine dê ew tekoşin berdewam be. (Biryar: 2)” ”Ji bona ku mufrezeyên kurd bi şêweyek modernî û çekdarî perwerde bibin û bi fermana navendî ve bên idarekirin divê karargaha xwe li çîyayeke kurdistanê bi cîh bike. (Biryar:3)” ”Bi hukumeta Iranê û gelê Îranê re bi helwestek dostanî û birayetî têkildar bibe. (Biryar: 4)” Sekreterê Komite ya Xoybûnê Memduh Selîm û Mesûlê derveyî Sureyya Bedirxan bû. Komîte ya Xoybûnê dixwastin ku pirsa kurd ji sinorên tirkîya yê derxine. Ji bo vê li Surîyeyê, Lubnanê û gelek welatên Avrupa û Amerikayê lijnên komîteyê sazkirin. Di berhemên Xoybûnê de qala tekilîya gelê tirk nayê kirin. Di Nisana 1928an de Xoybûn peyamekî belav dike û dibêje: ” Yek armanca Xoybûnê heye ku gelê kurd ji bin esareta tirk rizgar bibe û dewleteke Kurdistan ya serbıxwe saz bike. Xoybûn ji bo wê armanca xwe dê ku bi serbikeve, berî her tiştî bi xwe û hêza xwe bawere…” Di sala 1926an de li çîyayê Agirîyê bi pêşewanîya Bro Heskê Tello diji eskerê tirk çalekiyeke çekdari dest pêkirîbûn û şer roj bi roj gurr dibûn. Xoybûnê gor armanc û helwesta xwe weki berpirsiyar û rêvebir Ihsan Nurî Paşa şande çîyayê Agirî ye. Wî efserê qedim û bi xwedî tecrube çû bi nû ve bizav serrast kir. Rojnama Agîrî li çîyayê Agirîyê çap kir. Ala kurda li çiyayê Agirî yê berz kir. Tekoşin li gor helwesta Komîte ya Xoybûnê birêxist. Di sala 1928an de bizav ewqas gurr bûbun ku li Pira Şêxlûyê tev heyeta tirk runiştin û ketin qaleqala şert û mercen sîyasî danûstandin çêkirin û daxwazên xwe ji hevre gotin: Dewleta tirk hewl didan ku serhilderê Agirîye çekê xwe daynin û teslim bibin. Ihsan Nuri Paşa û hevalên wî jî daxwaz dikirin ku ”divê mafê neteweya Kurdistanê bê naskirin…”. Paşê li hev nakin û hevditin bê peyman kuta dibe. Wê demê Xoybûnê bi Partiya Taşnaxê re peymana alîkarîyê imze kirïbû. Da ku Taşnax berê bi Menşewik û ingilîzan re tekildar bûbûn reaksîyona sovyetê gihiştîbûn kurda û nehîştin kurdên serhildêr ji sinorên ermenîstanê istifade bikin û ew sînor jî ji bo tirkan bûbûn imkan. Iran û Tirkîya jî bûbun alîkarê hev û dijî kurdên serhildêr helwest girtin. Ji bo wê di nav hev de bi nu ve sînor guhertin û berdêl kirin. Bi taktiqên deq û dolab bizav di sinorê Tirkîyayê û Iranê de faşilkirin. Piranî ya endamên Xoybûnê di bin Xetê de ci û war bûbûn û dijîyan. Bes wan bi axîn û keser, bi hewldana bêkêr zedetir tu tişt nekarin ku bikin! Rojnama Tirkî ya ”Dogunun Şafagi” di 20ê Adara 1931î de daxwiyanî dida û digot: ” Eskerên tirk kêmasî 200 cîh û konê kurda imha kirïye û 15 hezar kurdên serhildêr kuştîye.” Komîte ya Xoybunê jî daxwîyani dida ku: ” Dewleta tirk 660 gund, 15.206 mal xirab kirîye. Di 22 Gulana 1932an de li Mahkema Edenê ji bo serhildere Agirî yê qerar daye û 30 kesan iddam, 58 kesan jî cure bi cure dê bi cezayê giran yê hepsê bênê cezakirin.” Wê dema serhildana Agirîyê berdewam bû 30ê Tebax a 1930î de Serok vezir Ismet Inonu li Sêwasê di merasima vekirina rê ya trênê de waha dipeyivî û dibêje: ” Di vî welatî de bes gelê tirk mafdarê nijad û etnisîteyê ye, wekî din hiç unsurek ew mafa nîne.” Reiskomarê Tirkîyê M. Kemal ji di çirîya paşin a 1930î, axaftina xwe ya wekirina meclisê (TBMM) de agahîyên siyaseta navxweyî dike û dibêje: ”Di Şerq a Tirkîya yê de bûyerên ku diqewimin serxwebûna me tehdit dikin!” Di tarîxa 19.09.1930î de vezîrê Adaletê yê Tirk Mahmut Esat Bozkurt li Odemişê ji hilbijêrên xwe re xitabekî dike û dibêje: ” Li vî welatî bes tirk efendîye û dikare bibe xwedî desthilatdar. Wekî etnîsite yên ku tirkên safî û temîz nînin bes mafekî wan heye. Ew ji mafê xizmetkarï û koletîyê ye. Bila vê rastîyê dost û dujmîne me jibîra nekin. Bila vê rastîyê dixwazin çîya (Qesta wî serhildêrê Agirîyê bûn -EO) jî her waha bizanibin!” DERSIM (1936-1938) Dewleta Tirk li Tirkiyayê û Kurdistanê desthilatdarîya xwe ilan kirîbû. Bes li Dersimê konfederasyona eşîren heremê yên kurd û li mintiqa Sasonê ji bi serhildana Qewmê çîyê û Mala Elïyê Unis di wan hereman de dewlet ê nikarîbû bi cîh bibûna. Serok vezîre wê deme Celal Bayar di sala 1986an de berî ku bimire ji rojnama Tercumanê re roportajek kirîyê û waha axaftîye: ” Berî ku me li Dêrsime bixistiba ez û heyeteke tevî Mustafa Kemal ji bo merasima vekirina qereqolekî em çûn Pêrtag ê. Qal kirin kû Dersimîyan avêtine ser qereqoleke û zayîyat dane eskerê tirk. M. Kemal bînek bi hesret û keserî kişand û got: ’Li Dêrsimê bidin!.’ û me dest bi lêdana Dêrsimê kir.” Di 4ê Hezirana 1936an de li Elezîzê, Dêrsimê û Bîngolê, Herema mufetîşîya çaremîn hate ilan kirin. Zavayê Nureddin Paşa yê kû serhildana Qoçgiriyê de fermandarê tirk bû, wekî mufetîş / serfermandar / û valîyê heremê hatîbûn tayinkirin, ev kes General Abdullah Alpdoğan bû. Wî di bin fermana xwe de komîteyek taybetî sazkirîbû. Dijî wan kiryarê dewletê li Dêrsimê ji wan serhildêrê Qoçgirîyê ku berê di nav ”Cemîyeta Kurd ya Tealî” û di nav ”Cemîyeta Hêvî ya Telebeyên kurd ” de cîh girtibûn weki Elîşêr û M. Nurî Dêrsimî rêbazîya eşîrên Dêrsimê ku bi şeweyek konfederasyon di bin senbol û serokatîya Seyit Riza de sîper bûbûn xwe û êrîşên heremê, ji Komara Tirk dixwastin ku biparêzin. Dema ku Elîşêr û Xanima xwe Zarîfe bi xayînane tên kuştin, M. Nurî Dersimî jî ji bo têkilîya derve ji Dêrsimê derdikeve û diçe Surîyeyê, bizav ji aliye rêveberîyê ve lawaz dikeve. Dewleta tirk hêdî hêdî çarawêra Dêrsimê digre û li serhildêrê wê teng dike û mirovkujiyeke berfireh pêk tine. Bi avayeke xaponek sembola serhildanê Seyit Riza û gelek serekeşîrên hevalên wî dikevîn destê dewleta dagirker. Dawîyê de Seyid Riza, kurê wî, serekê eşîra Usivan Qemer Axa, serekê eşîra Kurêşan Seyid Husên Axa û hwd. 11 kes, di 18ê çirîya paşina 1937an de li Elezîzê di meydana Şirayê de, di rojeke ku tatil bû de biryara dardakirinê bi fêlbazî digrin û infaz dikin. Di dema înfaza Seyid Riza û hevalên wî de vezirê hundir yê komara tirk Ihsan Sabrî Çağlayangil di birhatinên xwe de dibêje ku: ”Ew mirowê bi heybet û bêtirs, meşiya û derket ser sehpayê, sicim bi ustîyê wî ve xistin, lê wî mecal neda celad û bi xwe sehpa ya bine lingên xwe pîn lê da, bedena wî kokimî demekî kin de bê can ma..” Îro pirsa ku Seyid Riza ji serek fermanderê tirk Abdullah Alpdogan re gotîye di nav kurdan de gelek meşhurê û waha ye: ”Min bi derew û dalawêreyên te nekarî, ew ji min re bû derd, lê min jî li ber te sere xwe netewand ev jî bila ji tera bibe derd!” Heyan sala 1938an serhildana çiyayên Dersimê û Sasone, berdewam kir lê paşê vemirî. Ev çîyana her dem ji bo neyarê kurda bû wekî xov. Ji bo ku ev cîh bi navê ”kozka şêran” bi nişan e. Şêx Mahmûdê BERZENCÎ Di tarîxa 30.10 1930î de Sêx Mahmudê Berzencî û Serbazê Kurd Mahmud Cevdet di derheqa rewşa Kurdistana başur de ji Cemîyeta Neteweyan re nameyekî bi rê dikin. Di namêyê de tê xwûyakirn ku: ” Li Iraqê neteweya kurd, bê adalet e û her dem di bin tadayîyê de em zahmetkêşin, wer tê xwûyakirin ku em nikarin nijaden xwe diji tadeyîyên Iraqê bê çalekî bihêlin…” Di tarîxa 26ê çilê ya sala 1931 de li herema Hurmeliyê hêzên Iraq û ingilizan bi şeweyek teknikî êriş birin ser hêzên kurd yê Mahmudê Berzencî. Lê belê kurd ev qas bi hêz nebûn ku li dijî vê hêza dagirkeran berxwe bide. Kurdê bakur jî her çiqas ku dixwestin alikariya Şêx Mahmudê Berzencî bikin jî, lê bê hez mabûn û nedikarîbûn. Tirkîyayê jî ji Iraq û ingilizan daxwaz dikir ku ”destê xwe zû bigrin û di demekî kurt de bîzava Şêx Mahmudê Berzencî têk bibin”. Bi rastî ji di demek kurt de li gor daxwazên hemû dagirkerên Kurdistanê Îngilizan, Şêx Mahmudê Berzencî ji Silêmanîyê girtin û birin Bexdayê, ji wir ji girtin birin bajarê Ur ê. Ew serokê efsanewî Şêx Mahmudê Berzencî hemû jîyana xwe ya mayî li wî bajarî bi koçberi qedand. Gelo çima Ingiliz û Fransiyan wê demê ji bo hemû neteweyan gor prensibên Wilsan an dewlet, an jî dewletên mandator saz dikirın. Lê ji bo kurda gelo ev helwêst çima negirtin divê bê lokolinkirin! BARZANÎ Barzan, navê herêma ku eşîra Barzanî tê de bi ci buye ev e. Ew eşîreke ku di tarixa kurdan de serê xwe li ber dagirkeran netewandîye. Ew eşir di dema Osmanîyan de her xwastîye ku bi sere xwe bijî. Dema ku eşiren kurdan bi ekserîyet di nav “Alayên Hamidî” de cîh digrin, wan ew daxwaza dewleta osmanîyan red kir. Ji ber wê yeke ji dibin qitikên çavê devleta Osmanîyan û her êrişî ser wan dike. Di sala 1913an de ew qas cemîyetên kurdan li Stenbolê hewl didin ku bicivin, alîyekî de ji dewleta Osmanîyan serekê Barzanîyan Abulselam Barzanî bi deste valîyê Musilê, Sileman Nazif (-ku bixwe jî kurde û ji Diyarbekirê ye -) wî dide dardakirin. Ji wê rojê şûnve çîya ji bo Barzaniyan û bi taybetî jî ji Mistefa Barzanî re dibe cîh û war. Di sala 1931ê de ji bo piştewanîya serhildana ´Çiyayê Agiri bi fermana Şêx Ahmed Barzanî û bi serbazîya Mustafa Barzanî tevi 500 çekdarê xwe li herema Oramarê êrişê dide ser qereqolen tirkan û wan hildiweşine. Bo ku Barzan dijî dagirkeran her bi çek û rext bû, ku Îngilizan jî jê ne rehet bûn. Di sala 1931ê de balafirên Ingilizan û yê Iraqê, Barzan rehet nedihiştin û car caran bombebaran dikirin. Nava wê salê de heyeteke Îngilizan çû ba Ahmet Barzanî, li Barzan ziyaret kirin û hevditinek bi sazkirin. Di ditinê de ji Ahmet Barzanî daxwaz kirin ku serhildanê dê rawestine û agirbest bike. Ew daxwaz ji bo Ingilizan weki muxtira bû, lê Ahmet Barzanî ew daxwaza Ingilizan red û iadeyî Îngilizan kir. Ahmet Barzani di eynî salê û meha tîrmehê de biryara berdewamîya şer stend. Ingilizan wê care weki eşira Bradost û serokê wê Şêx Reşîd û gelek eşîrên din dixwestin ku dijî Barzanîyan bi kar bîne. Lê Barzanîyan bi tarza partîzanî diji Ingilizan şer gurr kirin. Wan hewldanên kurd bi egidî, her çiqas gelek zaiyat didan Îngilizan û hêzên Iraqê jî nedikarîn ku wî şeri her bi wi avayî bidomîne. Bo ku 10 hezar leşker û polîsê Iraqê bi destega balafiren şer yên Îngilizan êriş dibirin ser kurdistanê û bi taybetî Barzanîyan. ”Serhildêrê rêbaz û hersê bira Ahmed, Mistefa û Sadiq Barzanî li hev civiyan û rewş dur û dirêj şirove kirin. Biryar standin ku ’ew Îngilizên ku ji bo bexşandina me amadene, da ku li ber çavê wanê ku bi qure û bi nefis dinêrin me, em naxwazin ku di bin wan çavan de piçuk bikevin, lê Kemalistên ku dujminên me yê qedimin dê me bidarvexinin jî ji bo me bû tercîh!” ”Barzani di bin bombe barana Iraq û ingilizan de bêçare ma bûn. Barzanîyan ji ber bombebarandina Îngiliz û Iraqiyan bêteslîmbûne tu çare nedîtibûn. 1.700 kes ji sinor ve derbazî Şemzînan bûn û çeken xwe teslimi komutanê tirk Şukrû Kanal kirin!” Wezîrê Îngiliz yê Kolonyalizmê di Hezirana 1932an de belavokek belav û daxwiyan kir ku: ”Şêx Ahmet Barzanî 22 Heziranê de teslîmî hêzên tirk bû ye.” Belê paşê ev xeber hate pejirandin. Çend rojan devleta tirk bi sîyasetek durûyî de helwest girt û “heqaret li wan nekir!”. Lê paşê 100 kesê Kurd bê dad û qanûn, bidarve û infaz kirin. Dewleta tirk dijî van insanên ku ji bo mafê xwe yê neteweyî tekoşer bûbûn, çalakîyek wa bê mirowayeti û barbarane bikar anîbûn. Derheqa wê bûyerê de Rojnameger Yusuf Malîk weha xeber didan; ” Ev (kurd) demeki, taqrîben ji vir 18 sal berê, hîn ku İraq di bin desthilatdarîya Osmanî de bû û ji parçeyek wê axê bû, di Iraqê de cure cure suc û çalekîyê mêrkuji bikar anîne, ji wê sedemê ew ceza heq kirine!” Şêx Ahmet Barzanî li Erzromê, Mistefa Barzanî li Mûşê dîl girtin, avêtin zindanê û hêzên Barzanîyan bi cure cure cîyan ve belav kirin, Îngiliz û Ereban jî Şayiya serketinê dijîyan… Di sala 1932an de Îngilizan dest bi lêgerîna petrolê kirin. Wan sîyaseta bi kar anîna her careke ku diji hêzeki dimeşand. Bere tirk, paşê kurd, nika ji dora Irakê bu ku bi ser tirafê ve bê girtin. Îngilizan ji bo bibexşina giştî zor da ser Iraqê. Di 13ê Gulana 1934an de biryara bexşandine ku hate ilankirin, Barzanîyan texmîn dikirin ku ev bi azadi dê biçin Barzan malên xwe! Lê dema ku muracatî memurên Iraqê kirin ku ji sînor derbazî Başur bibin, her sê biran şaşîya texmîniya xwe ditin. Ew girtin û birin neziki Besrayê, koçberî Hillê kirin. Edî rewşa xwe baştir fêm kiribûn. Lê belê Barzanîyên koçber û ne azad, ji bihna petrolê nefret dikirin. Çavê wan her li çîyan bû. Çiya ji bo wan bûbûn senbola azadîyê. Barzanîyên ku koçberî Hillê bûbun, car caran ji Kurdistanê xeber distandin ku “Xelîl Xoşevî li dora xwe wekî partizanî hinek kurd civandine û li ser sînorê Iraq û Tirkîyayê dijî van dewletê dagirker û eşîrên ku aligirên wan in bi dijwarî çalekîyan pêk tine.” Mistefa Barzanî zêde sebir nekir. Ji Hillê revî û xwe gihande hêza Xelîl Xoşevî. Bi moralek berz û demekî kurt de Rewanduz zeft kirin. Dewleta Iraqê bi hêza xwe ya giran intiqal û êrişî Rewanduzê kir. Kurdê serhildêr ber bi çîyan û Îranê reviyan û xwe sîper kirin. Bes di nava zivistanê (1937) de şunve vegerîyan û li Barzan cîh bûn. Hêzên kurd û bi taybetî Mistefa Barzanî di nava jiyanê de kesayetîyek hişk û nerm digirtin û roj bi roj dibûn xwedî tecrube. Dewleta Iraqê xeber ji Mistefa Barzanî re dişandin ku; ”Were teslim bibe û koçbe here li Hillê sirgunîya xwe bikşîne, em te dê bibexşînin.” digotin. Bes Mistefa Barzanî her ev daxwaza red dikirin. Paşê ji bo sirguna ” Mistefa Barzanî li bajarekî kurdan, Silêmanîyê bimine!” biryar girtin. Mistefa Barzanî ji ew pêşnîyara qebul kir. Di wan salan de li tirkîya yê iktidara Kemal û Ismet her carê êrîşî dibirin ser heremekî kurdistanê ku serhildêrê wê tasfîye bike. Li Dersimê û çiyayê Sasonê serhildêrê kurd teslimîyet qebul nedikirin û liber xwe didan. Komara Tirkîyayê (TC.) roj bi roj navendîya xwe bi cîh dikirin û bi aşkere di bereya cihanê de li gel Ingiliz, Fransiz û dewletên Avrupî de siper dibûn. Di sala 1937an de General Bekîr Sidqî li İraqê ku tasfîye kirin gelek tişt zelalbûn û esantir dihatin fêm kirin. Dewleta Tirk berê wekî ku xwe ” pêşverû û diji emperyalizme” didan nasandin, gelekî bi rehetî di Rojhilatanavîn de ku ”pakta dijî komunîst”an sazdibûn tê de helwest girt û herî pêşin pejirand tirkîyê bû. Pakt ne tenê dijî komunîstan bû; ”Yên ku bi çekdarin û tehdîtkarin diji wan hemûyan!” bû û kurd di heremê de hedefa yekemîn bû. Di sala 1932an de ku İraq besdarî Cemîyeta Miletan bû, li bajarên Kurdistana başur wekî ku;”Kurdî tev erebî zimanê fermî ye.” hatîbûn qebûlkirin. Bes li kurdistanê derfeta perwerdeyî yê ku nehiştin û memur an mamostayen perwerde nekirin û dernexistin ev qerar di pratîkê de nemeşandin. Aborîya kurdistanê ji herî xirab û kurd her hêjar û belengaz diketïn. Di sala 1937an de li Iraqê bi darbeya Nurî Saidî ku Bekîr Sidqî kuştî bû û bi xwe hatîbûn ser hukim, tesirek mezin li kurdan kirîbûn. Kurda jî hedî hêdî didîtin ku; ”Bi berxwedana eşîrtîyê serkeftin zahmet e. Ji bo serhildana neteweyî komel û partî divê!” Ev pirs di serê kurdên başurî de her diçûn bi cîh dibûn û li çareyan digerîyan… HÎWA Di sala 1936an de Refik Hîlmî* li Kurdistana Başur cara yekem komeleyek bi navê Hîwa saz kir. Salên 1941 de hêzên Sovyetê û Îngilizan İran dagir kirin. Endamên Hîwa yê ji dixwastin ku di wê nakokîya Rojhilata navin de di nav van dewletande pêk hatîye ” Divê ji bo menfaeta kurda sîyasetek pragmatîk em çava bi rêkxînin?” her li ser wê pirsê disekinîyan. Endamên Hîwa yê di nav xwe de wekî rexê çep û rexê rast du beş bûbûn. ’Hîwa’yê bi wê rewşa dubendi nedikarin ku di siyaseta rojane û pratikê de cîyê xwe bistîne. Endamên Hîwa yê mamoste, xwendekar, rewşenbir, eşîrên ku tekilîya xwe ekseriyet ji bajaran ve çê bûbûn zarokên wan ji di nav wê komala welatparêz de cîh girtî bûn. Hîwa ji civatek waha wekî koalisyon pêk hatîbûn. Her roja ku derbaz dibûn helwesta ingilizan ku dujminatîya bizava kurd bû berdewam dikirin, ew qasî jî di nava Hîwa yê de beşa çepgiran û alîgirê Sovyetê zêdetirîn dibûn. Di nava endamên Hîwa yê de kêmasîya serok û rêveberîyê jî dihatin qaleqalî kirin. Bêbawerîya ku ketîbun nav Hîwa yê piranîya endaman lêgerîna serokek nû dikirin. Hîwa li Silêmanîyê bi hêzbû û Mistefa Barzanî ji li vî bajarî surgun û di bin çavê Îngiliz û Iraqiyan de bû. Nakokîyên nav Hîwa yê her ciqas gor dilê Mistefa Barzanî nebe jî, wî bîr û raman dikir ku li ”ser wê pêşnîyarê divê ez bisekinim!” . Serpêhatîyên ku li cîhanê diqewimîyan jî ji kurdan re imkanek din nehîştîbûn ku bê komel bijîn. Di 12ê Tirmeha 1943an de Şêxê naqşibendî Mistefa Barzanî tev sê hevalên xwe bi piştevanîya Şêxê Qadirî kurê Şêx Mahmudê Berzencî Latîf Berzencî firar kir û derbazî Iranê bû. Ji wê jî derbazi Barzan bû. Barzanîyan dor li Mistefa Barzanî girtin û ew wekî serok eşîrî û serokê kurdan bipejirînin amade bûbûn. Mistefa Barzanî dema ku revîya bûn ji Ingîlizên ku di Iraqê de bi berpirsyarî, nameyek şandî bûn û tê de dîyar kirîbûn ku; ”Muhatabên min ne Iraqîne, Ingilizin.” nîşan kirîbû.. Paş reva Mistefa Barzanî ya Barzan û gelek çalekiyen ku dijî dewleta Iraqê tertip kirî bûn û zaiyatên mezin da bûn artêşa Iraqê hestê ereban yê tolê berz kirîbûn. Mistefa Barzanî payîza 1943an de pêhesîya ku Seîd Brokî tev eşîra xwe li herêma Çolemêrgê diji Romê (dewleta tirk) serîhildaye. Ji bo ku alikarîya wan bike Mistefa Barzanî jî dijî kerekolên ku nêzikî sînorê Başure kurdistanêne dest bi çalekîyan kir. Bi wan çalekîyan prestîja Mistefa Barzanî di nav kurdan de mezin dibûn. Lê mixabin Said Brokî tev hevalên Mistefa Barzanî aliyekî çalekiyan pêk tine û alîyê din ve jî ji bo yekitîya kurda dixebite ku eşîr û rewşenbîrê kurd bi şêweyek aktif bikişîne nav bizavê. Demekî dur û dirêj bû ku navbera Zibarî û Barzanîyan xirabe bû. Ji bo aştîya wan jî, ji keça ( dayîka Mesud Barzanî) serok eşîrê Zibarî re zewicî. Iraqê artêşa xwe di kurdistana başur de bi nû ve cîh dikirin. Mistefa Barzanî û hêzên kurd jî dijî wan kemîn davêtin û zaiyat didan wan. Herema Diala yê ku ketî deste kurdan, morala gelê kurd heri bilind bû. Her çalekîyeki, gelê kurd bi hêztir û komeltir dikirin. Enîya dinê de jî Iraqî xemgin û tedirgin dikirin. Barzanîyên ku dîl girtibûn û birîbûn Silêmanîyê carek din surgunî Hillê kiri bûn. Nurî Saîd, diji bizava kurd dest bi tertiban kirîbûn û tadayî li ser Şêx Ahmed Barzani dikir ku bila daxwaz bike ku ”Mistefa Barzanî were teslimî bibe.” hwd. Ahmet Barzanî dema kû ji birayê xwe yê Mistefa Barzanî re daxwaz kir ku ”Rêya selametê teslim bûna we ye!.” Dema ku, Mistefa Barzanî ev name girt, bersîwa wî hêzên Iraqê ku di herêma Mêrge Sorê de bi cîh bûbûn hemû bi çalakîyek dijwar ji bin ve rakir. Bi pêşevanîya Mistefa Barzanî ku ev çalekîyana bi serdiketin, li Baxda yê û di hemû bajarên kurdan de Hîwa firetir dicivîyan û mezintir bi hêz dibûn. Hîwa yê ”otonomî” bi daxwazîyek dilsozi herî zêde dihanîn rojevê. Daxwazek Hîwa yê ji ”Vezîrê Karê Kurd” bû. Bi navberîya Konsolê Amerîka yê Baxda, Wekî wezir bere di serhildana Sêx Mahmûdê Berzencî de cîh girtibûn, Mecit Mistefa hate tayîn kirin. Rewş her çiqas bervî pêşketina bizava kurd diçûn efserên kurd yên ku di nav artêşa Iraqê de bûn, ji wan jî gelekan dest ji artêşa Iraqê berdidan û diçûn diketin nav hêzen neteweya tekoşer ya kurd yê Mistefa Barzanî. Rewş di merhaleyek gelek nazik de bû ku Îngilîz ketin dewrê. Ji Mistefa Barzanî re; ”Kirinên we dê dibe sedema kuştin û tuneyî ya we!” diyarkirin û mesaj şandin. Nurî Said, daxwaz ji Îngilîzan dikirin ku; ”Ji kurdan re mijul bibe!”, bes ji bo Ingîlizan ev demê ku, ji pirsa kurd heri giringtir şerê cîhanê yê duwemîn re mijul dibûn. Di salên 1943ê de tevi rekxirawa Hîwa, weki pêşveru û netewi rekxiraw bi navê Rizgarî, Partîya Komunist a Kurdistan- Şoress ( Sekreterê wê Hamza Abdulah), Yekîtîya Xebat” jî di nav çalekîyan de navê xwe diyar kirin. Mistefa Barzanî çiqas hêzê di kurdistanê de hene bang û daxwaz kir ku piştgirtiya şoreşa kurd bikin! Dihat dîtîn ku ”Rojê 40-50 kes beşdarî hêza neteveya kurd û serhildêran dibûn.” Nuri Said daxaz dikir ku elita siyasetmedarê kurd ya jorin bikişine cem xwe. Ji bo wê bi deqûdolabî ji Vezirê Kurd Mistefa Mecit re tekilî danî. Bo ku wext kezenc bike ”taviz da û ji endamên Hîwa yê Emin Rewanduzî, Izzet Abdullah Ezîz û Ezîz Sanzînî bi sifeta ”Komiteya Tekildariyê ya Efseran (Subayan)” di başurê kurdistanê de bi cîh kirin. Komiteya Tekildariyê di çirîya pêşin a 1943an de li herema Merge Sorê bi Mistefa Barzanî re hevditinek çêkirin. Barzanî ji bo agirbestê daxwaza şert û mercê otonomîyê kir. Daxwazên Mistefa Barzani qebulkirin. Hêjmara ”Komiteya Tekildariyê ya SEfseran” derxistin heftan. Mistefa Barzanî çû Baxda yê û karê xwe yê polîtikayê li Baxda yê domand. Di Hezîrana 1944an de Nurî saîd istifa kir. Hukumeta nû ji alîyê Hamdî Paçaci ve hatê damezrandin. Bes bi esasi iktidar ji aliyê Nurî Said ve dihatin idarekirin. Mistefa Barzani daku nekeve kemîna Nurî Said, di Sibata 1945an de heft (7) kesên ”Komiteya Tekildariyê ya Efseran” girt ba xwe û çu li Kurdistanê ”Komîte ya Azadi” saz kir. Bangî hemû gruban kir ku piştgirîya xwe saxlem bikin. Eynî demê de Partîya Şoreş ê jî bîryara ku piştgirtîya serhildane bike, diyar kir. Hiwa di 10ê Sibata 1945an de konferansek li Baxdayê sazkir û ji bo herema serhildanê biryar û tedbirên ku divê ben stendin dur û dirêj li ser sekinî û ji komiteya navendî endamê xwe yê herî jîr Muhammed Qutsî ye ku ji Mistefa Barzanî re her dem têkildar bê û biryaran bîstîne şande herêmê. Hukumeta Hamdî Paçaci dijî kurda sîyasetek durûyî dimeşandin. Aliyeki de behsa aştîye û çareserkirina pirsa kurd dikir, ji alîyê din ve jî diji kurda tedbîrên eskerî digirtin. Mistefa Barzanî jî agahî ji wê sîyasetê hebû û wî jî tedbirê xwe yê eskeri ji bo parastinê digirtin. Ji bo we herêma kurdistana başur, wekî rojhilat, rojava û başur kir sê beş. Serekê Rojavaye Mistefa Xoşnav û Muhammed Qutsi, Serekê rojava Izzet Ezîz û Abdulhamîd Bekir û Serekê başur ji Suleyman Barzani kiribûn berpirsyar. Bizava azadi yê ne tene ji kurda re, ji gelê ereb re dostanî û birayeti bi bîr dianîn û ji wan jî daxwaza pişgirîyê dikirin. Di 7ê Nîsana 1945an de artêşa Iraqê di bin fermandarîya Îngilîz a General Renton de kurdistana başur kirin du beş û serhildana kurd feşil bikin bervî Rewanduzê ketin teakuz û tearuz e. Di vê neqlê de Partîya Komunîst ya Iraqê jî bi avayekî ”Gelê Kurd û Ereb biranê û menfeata wan yeke, divê mafê gelê kurd bidinê!” digot û belavok belav dikirin. Li Iraqê ”Tehlika Kurd!” her diçûn zêde dibûn. Diji vê ”Tehlikê” Iraqê alikarîya dewletên ku cîranîn û ji wê ”Tehlîkê”yê ve bi rehetî xew nakeve çavê wan destek xwest. Kiral Nabî, di Îlona 1945an de çû Tirkîya yê û ziyaret kir. Paşî wê zîyaretê hukumeta Enqere li ser sînore Iraq û Iranê tedbirên xwe heri zêdekirin û girtin. Barzanî ji bi taktika xwe xwest ku bersîvê bide, ji bo wê raste rast pêşiya wê tearuze li seran serê Rewanduz û Akrê nebîri. Lê ji bo erîşkirina ser Erbîlê xwe amade kiribûn. Bi wê taktîke hêza dujmin dabeş bû. Hezên kurd bi şêweyek partîzanî her bi ser diketin û bervî Kerkukê fireh dibûn. Îngilizan pêdivîyên heri xurt didîtîn, ji bo we giranîya erîşên hewayî herî zêde kirin. Li cîh û waran, gund û bajaran bombe bi dijwarî dibarandin. Di 25ê Ilona 1945an de hêzên caş jî ketîbûn tenişt û pêşbazîya Iraq û Ingilîzan û 24 km nêzikî Barzan bûbûn. Şerekî dijwar dest pê kirî bû. Hezên kurd her çiqas xwe diparast, disan ji şunve diketin û ciyên ku bi dest xistîbûn cardin wendadikirin û şunve diketin destê Îngiliz û Iraqîya. İngilîz, Îraq û dewleten dine ketîbûn dewrê û bi her avayî êrişî kurdistana başur dikirin. Diji wê barbarîyê hêzen kurd mecbûri şunve kişîyayî yê man. Jin, zarok, kokim 10 hezar kurd bi rê ketîbûn û ber vî Kurdistana rojava (Iranê) diçûn. Mistefa Barzanî ji vê rêyê bêtîr hiç rêyek nedît! Bi hezaran insan ji birçîti û sermayê di rêyan de can da. Pirsa ku şun xwe ve hiştîbun û mijûl dibûn; ”Gelo em çima bi ser neketin û têk çûn?” bû, lê di wê hengamê de bersîwa pirsê ji nedidîtin! Bi vî avayî derbazî sînorê Iranê bûn. Hukumeta Iraqê di derheqa Mistefa Barzanî, Ahmed Barzanî û heft efserên ’komiteya azadî’yê û 35 kesan de biryara dardakirinê dan. Di derheqa 80 kesî de cure bicure cezayê giran yê hepsê dan. Li kurdistanê xebata fermî ji bo hemû kurdan qedexe kirin. Mustafa Xoşnav, Hayrullah Abdulkerim, Mahmûd Qutsî û kurdên ku ji nav artêşa Îraqê revîyabûn û bi nav refên azadixwazên kurd ketîbûn bi bîryara dardakirinê înfazkirin. Di Nîsana 1946 de ji bo Ahmet Barzanî biryara bibexşandinê weki teminat hate girtin. Disan li Kurdistana Iraqê tarixê li pêş xwe gelekî serhildêr, parçekirî û serneketî hişt. Ji bo dewlemendîya kurdistanê ku dest bidin ser û dagir bikin, çi tifaqi di ser kurdan de dikirin carek din hatîbûn xuyakirin, li ber çavên cihane! Lê bi inat berxwedana gelê kurd dê berdevam bikira!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder