18 Temmuz 2010 Pazar

Agirî Xwîn Digirî _ N: Mecîd Cînîkanlo



N: Mecîd Cînîkanlo

Dema Agirî tê gotin, Agir tê bîra mirov û dikeve ber çavan, lê pirsiyar eva ye, ev
çiyayê ku ev qas pesna we li her derê tê kirin li kîderê ye û çima Kurd ev qas pesna Wê
dikin?Agirî

ew çiyayê bilind e ku bi sê zimanan tê xwendin. Ji Agirî re di zimanê Kurdî de Agirî, di zimanê Turkî de
Axirî û di zimanê Farsî de Ararat tê gotin. Ev çiyaye ketiye navbera sê dewletên Îran,Turkiye û
Ermenistanê ku tixûbê wan sê dewletan di Agirî de diqete. Ger ku Agirî ji aliyê Îranê ve bê
nasandin,mirov dikare bibêje ev ketiye Bakurê Rojavayê Îranê ku di bajarê Makûyê de ser kişandiye erşê. Ew para Agirî ku ketiye rûyê Îranê warên Ayî Beg bi xwe ve digire ku xwediyê van waran Eşîrên nişteciyên wir in û para ku ketiye rûyê Turkiyê warên Dox û Bayezîd pêk tîne.
Agirî di çaxê xwe de war û rûgeha Zerdeştiyan bûye û di dema îro de ev meskenê neviyên wan ango Kurdên îroyîn e.
Çima dibêjin Agirî?

Agirî di demên dûr de çiyayekî Bûrkanî bûye û bi gotina dîrokzanan, Agirî di dema xwe de mezintirîn Bûrkana Rojhilata Navîn bûye. Bilindiya çiyayê Agirî digehe 5551 metran û di çar parçeyên Kurdistanê de ev wekî bilindtirîn çiyayê welêt tê nasîn.
Tê gotin navê Agirî ji aliyê Şahê Aşûriyan Selmanê Nesr di sala 1260'ê berî Zayînê de hatiye danan, herwiha Demogran, Dîroknasê navdar hebûna dewleta bihêz ya Agirî di cihê xwe de vedigerîne bo 2000 sal beriya Zayînê, ku ev yek jî ji şûnwarên dîrokî yên Paytexta dewleta Agiriya kevin tê xuya kirin, herwiha ji şûnmayiyên dîrokî ên ku li derdora Behra Reş hatine peyda kirin vê çendê diselimîne ku xelkê wan du deveran xwediyê şaristaniyeteke hevpar in. Bi vê çendê jî xuya dibe ku sinûrên dewleta bihêz ya Agirî hetanî Behra Reş hatibû kişandin. Rûniştiyên Agirî taybetmendiyên nijadî yên xwe ji dest nedane û li hember êrîşa gelên wekî Turk, Fars, Rûs û Gurciyan ber xwedane û wek rojên dijwar yên berê her di cihê xwe de mane. Di sala 600'ê beriya Zayînê de Agirî dikeve ber êrîşa biyaniyan û bi taybet Ermeniyan. Di vê derbarê de Hêrdosê dîroknas dibêje: Taybetmendiya ku şaristaniyeta pêşkevtî ya gelê Agiriyê hebû, gelê Ermenî xiste bin bandora xwe û ev neçar kirin ku ola wan bipejirînin, piştre Ermeniyan xwe xwediyê wê deverê ku bi saya Halidiyan(1) -ku Halîtan dihat xwendin- dizanîn û wan xwe park ji Haliyan dixwendin. Bi vê sedemê bû ku gelê Kurd û
Ermenî pêtir nizîkî hev bûn û doza xwe kirin yek.
Ewa ku pêtir ji her tiştekê girîngî daye çiyayê Agirî şoreşên wê ne. Agirî di dirêjahiya dîrokê de bûye meydana gelek şoreşên Kurdan û Kurdan bi cangorîtiya xwe û seha welatheziyê, gelek serkevtinên mezin destve anîne û rewşa xwe kirine xemla dîrokê, yek ji wan şoreşên mezin ku girîngiyeke taybet daye vî çiyayî, Şoreşa Agirî yan Şoreşa Araratê ye û di hin jêderan de şoreşa mezin ya Agirî bi Şoreşa Xuyîbûnê hatiye nav birin. Ew yek ji ber vê çendê ye ku Şoreşa Agirî ji aliyê Partiya Xuyîbûnê dihat meşandin. Partiya Xuyîbûnê di sala 1927'an de li bajarê Behemdûna Lubnanê ji aliyê parek zaf ji rewşenbîr û siyasetvanên Kurdan ve hate avakirin ku hîmdarên wê kesayetiyên navdar wekî Celalet Bedirxan, Kamran Besirxan, Memduh Selîm Beg, Şahîn Beg, Îhsan Nûrî Paşa û hwd…

bûn. Wan her di sala 1927'an dewleta xwe ya Kurdî li Agiriyê ava kirin û ev yek dane eyanê û herwiha bo cara yekem alaya rengîn ya Kuristanê li ser çiyayê Agirî bilind kirin. Wî çaxî Îhsan Nûrî Paşa ku Efserê pêşîn yê Artêşa Turkiyê bû wekî Fermandeyê Giştî yê Artêşa Kurdistanê û Biro Heskê wekî serperiştê rêxistin (teşkîlat)a dewletî hatin destnîşan kirin. Bi vî awayî dewleta Kurdî li Agirî hate ava kirin, vê çendê tirs û xof xiste nava dilê raydarên Turk û wan her di vê salê de ji bo serkut kirina Şoreşa Agirî Supahekî 10 hezar kesî şandin Agiriyê. Di pevçûna navbera her du aliyan de Kurd serkevtin û dewleta Kurdî û serxwebûna xwe didomand.
Piştî derbas bûna nêzîk salek ji temenê dewleta Kurdî, ev careke din kete bin êrîşa leşkerê Turk û ji ber ku leşkerê Turkan xwediyên çekên qurs û pêşketî û herwiha Supahekî mezin bû, dewleta Kurdî nekarî berxwe bide û dawî bi temenê wê hat dan. Her çiqas alaya Kurdistanê ji çiyayê Agirî hate niqandin û şoreş li wira dawî hat, lê dewleta Turkiyê çi car nekarî Kurdên wira derxîne û warê wan ji wan bistîne. Çiyayê Agirî ji roja ku Kurd di hembêza xwe de girtin hetanî roja îro her wargeh û êvirgeha şoreş, Pêşmerge û azadîxwazan bûye. Kurd bi Agirî serbilind in û Agirî jî bi Kurdan serbilind e

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder